Destpêşxeriyek bo wergêrana helbesta kurdî li Brîtaniya

Destpêşxeriyek bo wergêrana helbesta kurdî li Brîtaniya

Yasirê Hesen

Bajarekê biçûkê ciwan li ser lêva rûbarê Êks li jêriya rojavayê Brîtaniya, di ev salê da sê caran helbesta kurdî hembêz kir. Cara yekê, dema mêvandariya workşopeka wergêrana helbesta kurdî bo ser zimanê îngilîzî kirî. Cara duwê, dema rê xweş kirî hinek ji wan helbestan li fîstevala wê ya rêzgirtinê ya fire-keltoran bêne ‌xwandin. Cara siyê jî, dema şaredariya vî bajarî li fîstevala xwe ya wêjeyî, nêzîkî se’et û nîvan ji programê xwe bo daneniyasîn û xwandina vê helbestê terxan kirî. Rast e, ev bajar bi qebareyê xwe ve yê biçûk e, lê bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û bi navûdengiya zanîngeha xwe ve, mezin e û yeke ji wan bajarên herêma Dêvin li Îngiltira pê dixurît. Navê vî bajarî û navê zanîngeha wî Êksiter (Exeter) e, ku li Brîtaniya ji yekemînan e‌ bo pûtepêdanê bi edebiyat û keltorû siyaset û cugrafiya û her tiştê girêdayî Kurdistanê.

Hizra serekîya daneniyasîn û wergêrana helbesta kurdî bo îngilîziyê, bo kurdnasa fransî û mamostaya‌ Zanîngeha Êksiter Dr Clémence Scalbert-Yücel vedgerît. Evê xanimê, bi piştevaniya Enstîtuya Brîtanî bo Lêkolînên li dor Îraqê (The Brtish Institutefor the Study of Iraq) û bi harîkariya Senterê Lêkolînên Kurdî (Centre for Kurdish Studies‌) li Zanîngeha Êksiter, çendîn pispor ji war û taybetmendiyên cuda cuda lêk komkirin bo serxistina vê projeyê. Ji berekî ve, pisporên edebiyat û çanda kurdî ji mamosta û xwendikarên PhD ê yên Kurmancî axêv ve cemandin, mîna Profîsor Dr ChristineAllison, Dr Clémence Scalbert-Yücel, Yunus Abakay û Yasirê Hesen, ji bo hindêk û helbesta kurdî ya Behdînan wergêrin. Ji berekê dî ve,  ji bo helbesta soranî, şarezayên Soranî axêv lêk komkirin, mîna Dr Ferengîs Qaderî, Dr Kawe Qubadî‌, Alana Marie Levinson-Labrosse, Karwan Mehdî, Alan Heseniyan û Me’rûf Ke’bî. Ji bilî van herdu gropên Kurdîzan, gropekê dî yê Erebîzan jî lê zêde kir ji bo wergêrana helbesta Behdînan ya bi zimanê erebî hatiye nivîsîn. Şarezayên edebiyata erebî mîna Dr Christina Philips, Ebla Ude, Mihemed Isêrî, Cabir Elehmedî û Esma Mîftah tevlî vê proseyê bûn. Eve hemî, zêdebarî pişikdariya seroka dîpartmênta wergêranê li Zanîngeha Êksiter Profîsor Dr Michelle Bolduc û Dr Eliana Maestri, li gel pişikdariya helbestvana Emrîkî-Îsrayilî Rinat Harel.

Li jêr navûnîşanên (Edebiyatên Îraqa dî: wergêrana edebiyatên kurdî li Brîtaniya), bajarê Êksiter rojên workşopê li gel van navên jêrgotî hembêzkirin. Mijara serekî ya helbesta jêgirtî li dor jinê bû, çi demê berî niha zelamê kurd ew wesif kirî û derbirîn jê kirî, yan di çaxê taze da demê wê bi xwe derbirîn ji xwe kirî, nemaze piştî serhildana Kurdistana Başor li 1991. Ji helbestên hatîne wergêran bo îngilîzî yê berhemên helbestvan Trîfa Doskî, Tîroj Amêdî, Ebdulkerîm Geylanî bûn. Her wisa yên zaraveyê Soranî helbestên Wefayî, Fayiq Bêkes, Goran, Hêmin û Hêro Kurda bûn. Xala giring a cihê dilxweşiyê, amadekarên workşopê biryar dan ku ev pêngav li vêrê ranewestît û pitir kar li ser vê wergêranê bête kirin. Di encam da, ev proje berfirehtir lê hat û pilan hate dan ku hinek ji wan helbestan û li gel hinekên dî cihê xwe di kovarên îngilîzî yên dinyayê da biken û li helkeftên rewşenbîrî li cihên cuda cuda li Brîtaniya bêne xwandin. 

Hinek ji pişikdaran, bi serperiştiya Dr Clémence, berdewamî da vî karê edebî û navê  (Destpêşxeriya Êksiter bo Wergêrana Kurdî –Exeter Kurdish Tranislation Initiative) li xwe kir. Her li jêr wî navî, ji bilî pişikdariya  di Fîstevala Rêzgirtinê ya Êksiter da, hinek ji endamên vî gropî pişikdarî Fîstevala Êksiter ya Wêjeyî jî bûn, ku bo maweyê sê rojan vekêşa, ji 16-18 ji meha borî. Li roja yekê ya fîstevalê, se’et  û nîv hatibûne terxankirin bo helbesta kurdî. Li jêr navûnîşanên (Dengê jinê di helbesta kurdî da), piştî daneniyasîneka gişitî bo helbesta Kurdî û girifta jina kurd, ku tinê zelam bi pêş wê ve axiftiye, û piştî behsa biserketina dengê wê hatiye kirin, çendîn helbest bi kurdiya soranî û bi kurdiya kurmancî, her wisa yên bi erebî jî hatîne nivîsîn li gel wergêrana wan ya îngilîzî bo amadebûyan hatine xwandin. Ji bilî helbestên (Nalî, Mestûreya Erdelan, Fayiq Bêkes û Hêmin), ji berhemê helbestvanên jin yên hevçax, helbestên (Trîfa Doskî,Kejal Ehmed, Tîroj Amêdî û Hêro Kurda) hatine xwandin. Piştî hîngê dergehê danûstandinê hate vekirin. ‌Hejî gotinê ye, di programê fîstevalê da hatibû nivîsîn: “eve delîveyeka kêm wêneye bo cemawerê Îngilîz -axêv bi rê ya wergêranê biser helbesta kurdî hilbibin”.

Destpêşxeriya Êksiter bo Wergêrana Kurdî çend pêngavekên xurt havêtîne, hindek jî bi rê ve ne û berê wê li pitire.

https://www.flickr.com/photos/160734355@N08/albums/72157673819855917
https://socialsciences.exeter.ac.uk/iais/newsandevents/news/articles/literaturesfromtheotherir.html

Derheqa nivîskar da

Yasirê Hesen ji herêma Behdînan e. Niha, PhD ya xwe li dor edebiyata kurdî li Zanîngeha Êksiter li Brîtaniya dixwînît.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev