Nameyên evînî -60

Nameyên evînî -60

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Ew demên tu ji min dûr dikevi, heta bi te wisa xuya dibe ku tu ji min hez nakî, di wan deman da hemû xort û mêrên cihanê ber çavên te dibin xwelî…

***
Tu ne wisan î û qet ne wisan î. Tu zêr î zêr. Tu helal î, tu şîrhelal î. Û tu jî zanî ku wisan e.
 

***
Ka ez îzbateke din bînim. Eger em ne evîndarên hev bûna û min tu wek niha nas bikirayî, wek tu heyî, minê te bida ber hemû keçên min dîtine û bi wan ra bûme, minê te bida ber hemû jinên hevalên xwe, merivên xwe, cînarên xwe û bigota jina mala a here baş û namûs li cihanê wê Nura be. Eger bixwezî, ezê sond jî bixum.
Ezê bikevim nava cîyan ezîza min. Piştî nerehetîyê dema zewqek ji nişkêva tê, ez gêj dibim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev