Bîranînek ji Rojnivîsa gerîlayekê -2

Bîranînek ji Rojnivîsa gerîlayekê -2

„Yekîneya bi kêşe!“

Şeyhmus Özzengin

Vera Koyî, ji hinek beşên rojnivîsa gerîlayeke jin, di malpera VêngMa.Net de, bi Tirkî çend beş dîyarî me kir. Minli ser beşa yekem û duyem nivîsek bi Kurdî derxist.

Piştî ku Vera Koyî çend beşên din weşand, min biryar da ku bi beşek din re dengê van jinên ku êşa wan, qêrînên wan û îxaneta bi dozdarîya wan re tê kirin bînim ziman. Min xwest piçek bibim dengê wan û diguhê wanên ku li hember van karesatan kerûlal û bêdeng de biteqim. Bibim sebeba hesabpirsîna van qêrîn û êşan.

Van jinan çi dabûn ber xwe, bi çi armancê derketin serê çîyê û rayedarên PKK çi anîn serê wan, li serê çîyayên Kurdistanê çi hat serê wan?

Vera Koyî dibêje; „dema min ev rojnivîs xwend, ez carnan pir xemgîn bûm, carnan min ji xwe fedî kir“(!)

Gelo çi di vê rojnivîsa gerîla jin de hebû ku nivîskar Vera Koyî ewqes „xemgîn“ û wê „jixwe fedî“ dikir?

Ev beş li ser „yekîneya bi kêşe a jinan e. Bê çi metodên derûnî û çi kirinên nemirovane raserî van jinên ku tenêyek armancek wan hebû; „xizmeta doza Kurd û Kurdistanê“ ku ev armanc çawa di gewrîyên wan de bûye xwezîyek ku nayê daqurtandin. Bûye êş û elem, bûye sebeba qirbûna wan!

Em bi hev re li vî dengê ku ji bêçaretîya li hember zordarîya wan serleşker û serkirdeyên li wan çîyayên kevnar, ku çawa dibûn hêsir û dinuqûtîn ser kaxizê. Çawa dibûn qêrînên wan jinên birîndar û li wan pêsîrên çîyayê Korê Jahro diketin û wenda dibûn û di rûpelên dîrokê de li me vedigerin.

Em bi hev re bixwînin:

Em daîm bi Yekîneya bi kêşe û bi sê hevalên girtî re tevdigerîyan. Cara yekem bû ku ez ewqes nêzîkî çiyayê Kurê Jahro dibûm. Çîyayekî ji dervê aqilan bû. Çiyayên rêz bi rêz, ji hev azad, bi taht, kevir rizdeyên xwe re ji darûber û tebayan re bibû warê starê, warê jiyanê.“

Ev çiyayên qedîm ku pêsîra xwe ji teyr û tilûran, ji tebayan re vekiribûn û jiyan hinbêz dikir, çima ji van şervanan re ewqes erzan dibû warê êşê, cîhê birînê, mirinê û mezelên nenasan?

Her berqef û rizdeyek ji van çiyayan, wek malika dayîkê dibû star ji mirovan re û ew diparastin. Dema ku em ketin pêsîra van çiyayên qedîm, me tirsa xwe avêt.

Piştî demekê bi hişmendîyek bêpa min li van çîyan temaşe kir, ez zîvirîm ser wan hevalên girtî. Sê heval bûn. Du kes ji wan kevin bûn. Wan jî nizanîbû bê ji bona çi hatine girtin. Bi biryara ”talîmata Partî” yê dest danîbûn ser çekên wan. Demekê, ew tecrît, di berqef û qulên ber van taht û keviran de girtî hiştibûn.

Ya din jî, çîroka wê hîn ecêbtir bû; Qaşo wek ”sîxurek” êşandine nav wan û lêpirsîna wê hatîye kirin. Di encamê de ”biryara kuştina” wê hatîye birîn, li hêvîya pejirandina vê biryarê ye. Jinek zeîf û wan çavên di nav tirsê de, li derdora xwe dinêrî ku xofa wê kezeba mirovan jihev perçe perçe dikir…

Herdu jinên din wêrek, xwedî tecrûbe û serwextê jiyana çîyan bûn. Ev bixwebawerîya wan herdû jinan, cesaret dida me jî…“

Carnan peyv, pênûs û gotin têrê nakin. Mirov dibêje; xwezî zimanê van tahtan, van berqefan, van zinaran, van çîyayên qedîm, wan teyr û tulûran heba, ku bahsa jiyana vir ji me re bikin û karesatên ku li serê van çîyan dihatin serê wan ciwanan, ji me re banîya ser ziman.

Ev rojnivîs, yek ji wan xetên dîrokê, ku bi xwînê hatîye nivîs û kî dizane bê bi çi şertan 22 salan hatîye veşartin û gihîştîye ber destê me?

*** 
„Di 8ê Cotmeha 1997 an de cîhên yekîneyan hat eşkere kirin. Ji me re gotin ku wê ”grûba me û hevalên girtî jî, bi Yekîneya Jinan re hereket bikin.”(!) Ji hêla leşkerî de yeke rojnamevan û bê tecrûbe kirin serkirde. Hevala Zozan bû serkirdeya yekîneya me…

Dema ku hevalan ev biryar bihîst, şaş man. Çawa vê grûba giran û bikêşe teslîmî yeke bêtecrûbe dikin? Ev biryarek pir bi rizîko bû. Li hember vê biryarê bi şîweyek vekirî hevalan nerazîbûn, rehetsizî dan nîşan, lê kesekî li me guhdarî nekir.(!)

Hevalên girtî ji bona çareserîya vê kêşeyê xwestin ku bi serkirdeya grûbê re bipeyivin. Mixabin, kesekî li wan guhdarî nekir, ji vir jî ti netîce derneket. Me ji xwe re grûbek çêkir û bi hevalên girtî re em ji vê yekîneyê veqetîyan û me berê xwe da qiraxa çîyayên Kurê Jahro.

Li ser rîya me Newala Dêra Lokê û di bakurê rêka me de tankên tirkan bicîh bibûn ku bi me bihisin, ti şensê me nedima. Ji ber wê jî divê em pir bi dîqat û bê deng bimeşîyana. Newalek sererast û cîh cîh erdên birincê, yek kevir û taldeyek jî tine bû. Ku di vir de êrîşek bihata ser me, wê qira me bihata. Kêşeyek din a girîng jî; taybetîyek tankan hebû ku jin pir zû tesbît dikirin. Ev jî rewşa me dixist warekî bi tehlûke. Riya newalê bi tehlûke û zor bû.

Bê kêşeyek mezin me xwe gîhand hinbêza rizde û berqefên Çîyayê Garê. Êdî ne tank û ne jî top di xema me de bûn. Lê tirsa me û xema me, derbasbûna yekîneya jinan bû!..

Me ji xwe re agirek dada û em li derdora ser sotên agir, hinek ji me jî xilmaş bibûn ku, bi dengê topan re em şîyar bûn. Hinek grûb hatibûn ferqkirin û ketibûn bin agirê topan. Grûba yekem ku hat bîra me jî yekîneya jinan bû!…

Dengê vizîna gulê topan wilo zirav û bi êş dihatin, me ev deng baş nasdikir. Van dengan di vê şeva tarî de dikuşt û xwîn dirijand.

Newal bêdeng bû, bêdengîya mirinê bixwe bû ev bêdengî…

Min di jîyana xwe de şevik wilo reş nedîtibû. Piştî demekê bi têlsizan nûçe hat; ”heval li yekîneya jinan xistin, li yekîneya jinan xistin!(!)

Bi şeveqa sibê re Dêra Lokê dişewitî. Dûxaneke reş û tarî girtibû ser newalê. Em bêdeng bûn. Cara yekem min girîyê jinên şervanê çîyê dîtin. Çavên piranîya hevalan ji girî sor bibû. Piştî demeke kurt, dûmayîka nûçeyan hat:

Hejmara yekîneya jinan 56 bûn. Sê heb ji wan birîndar bûn. Hêzên Başûrê Kurdistanê ev hersê jin rakiribûn nexweşxanê. Yên mayî, 53 jin bi kemîneke malxerab hatibûn şehîdkirin. Di nav vê yekîneyê de 11 keçikên zarok jî hebûn.“

Li van çîyayên asê, warên sîpan û aşîtên berfê, çendîn qefle jin, xort û mêrên şervan bi biryara rêveberên PKK şandine mirinê? Çendîn hezar Kurd li van alifê çîyan qir bûne? Ne mezelên wan, ne navê wan û ne jî sebeba kuştina wan hatîye şîrovekirin. Çend malbat çawayîya wendabûn û mirina ewladên xwe dizanin?

Ev jina bênav û ji dil birîndar di rojnivîsa xwe de dîyar dike:

Li gor agahîyên ku ji me re hatin; ”birîna serkirdeyê yekîneya jinan Zozan, pir giran bû û îhtîmala ku lingê wê bêt jêkirin hebû” û gotîye; ”bombeyeke destan bidin min û min li vir bihêlin û herin”(!) ev jî wek qehremanîyekê di nav jinan de belav dibû…“(!)

Siyaset û qehremanî li ser mirina jin û ciwanên kurdan bihêz dibû. Yên mirî dibûn qehreman û yên sax jî raserî metodên tûndrew û derûnî dibûn! Xwedîyê vê rojnivîsê li zerdika çavê me bêçar û tûj tûj dinêre û eşkere vê bêdengîya li hember kirinên PKK li serê van çîyayan şermezar dike. Gazî wîcdanê me dike û pirsan bi dûhev de rêz dike.

Mixabin ticarî li ser vê bûyerê kesek nesekinî û li ser nehat axivtin. Wek bûyerên din ev jî hat jibîrkirin.(!) Lê dinav hevalan de bi dizîka tiştek dihat ser zimanan û dinav xwe de digotin; ”ev yekîneya jinan ji bona ku serkirdeyên partîyê bi ewleyî derbas bibin û operasyona ZAPê bidawî were, bi zanistî yekîneya jinan xistin menzîla topan û kirin qurban.”(!)

Sebeba ku çawa ewqes jin û xortên kurdan, şervanên dilsoz li serê wan çîyan, di wan newalên kûr de raserî kuştinê bûne, bi şîveyek zelal tîne ziman;

ev yekîneya jinan ji bona ku serkirdeyên partîyê bi ewleyî derbas bibin…“(!)

Di şerê 30 salî de çima yek ji wan dînazoran nehat kuştin, çima tenê ev jin û zarok bûn qurbana biryarên van serkirdeyan?

Ev pir zelal derdikeve ber me ku parastina wan serkirdeyan, canê wan serkirdeyan, bi xwîna qefle bi qefle jin û ciwanên kurdan hatîye parastin!

Berbihewabûna qêrînên wan jinên ku bi armanc û daxwaza xizmeta doza rizgarîya Kurdistanê çûn nav refên PKK, bînin bîra xwe! Qetilkirina 53 jinan û zarokan, hersê jinên birîndar û biryarên partîyê bînin bîra xwe!

Wan karesatên ku dijminatîya doza Kurdistanê dikir, bînin bîra xwe..
Ew dengên ku li pêsîrên çîya diketin û wenda dibûn, ew lîstik û xefikên ku dihatin serê wan, metodên derûnî bînin bîra xwe!

Biryara kuştina wan jinan, biryara êş û asaqên ser van şervanên Kurd, bi wî mejûyê nemirovane, bi metodên derûnî teslîmgirtina şexsîyeta van şervanan, sezayên ku didan evîn û evîndaran bînin bîra xwe!

Dengê zordarîya ku li wan çîyayên qedîm derdiket,êş û elem û awaza wan şervanên dilsoz, evîndarîya wan şervanên jin-mêr li wan çiyayên qedîm çawa û çima ewqes pir dibû?

Bi çi zalimtîyê, kê ev kir para me?

Ji kê re xizmet dikir?

Ewên ku li ser navên Kurdan, li serê wan çîyayên qedîm, dibûn alîkar û sebeba kuştina wan jinan, wan şervanan, wan keç û zarokên kurdan, gelo bi çi metodên derûnî hatibûn perwerdekirin û xizmeta çi û kê dikirin?

P.S. Me beşa pêşin ya vê nivîsê berî çend rojan çap kiribû. Keremkin, li jêr bixwînin:

http://krd.riataza.com/2018/12/03/biraninek-ji-rojnivisa-gerilayeke-jin/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev