Mihemedê kurd û hin çîrokên din -25

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -25

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Piştî sovekariyan, keçên ciwan ji avê derketin û hatin dest bi cil lixwekirinê kirin. Nuzhat jî hat, lê tu were binhêre, wê cilûbergên xwe li tu derê nedît. Ne tenê, devûdora sandaliyan, wê li herderê bêxçe nihêrî, lê nedît. Dû re Mihemed bangî wê kir û got:

“Keçêê, keça delal! Were lê, were dilê min xweş bike, were û ciyekî din nemêzîne, cilûbergên te va di destê min de nin”.

Bi wan gotinên Mihemed re Nuzhat gelekî bi hêrs bû, hemû zanîn û sêhra xwe bi kar anî û xwest Mihemed di ciyê wî de sar bike berde. Nûzhatê, hemî rê û rûbaziyên xwe bi kar anîn lê, sêhr û merîfetên wê tu tesîr li Mihemed nedikir. Di axiriyê de, got:

“Tu çi ji min dixwazî?”.

Mihemed got:

“Bi tenê daxwaza min deh heb sêv in, erê deh sêvên vî baxçeyî bide min, ez jî per û baskên te bidim te”.

Dû daxwaza Mihemed, Nûzhatê ew li wir hîşt û çû, lê şikl û şemalê Mihemed li ber çavê wê nediçû. Pey re bi deh sêvan vegeriya hat, selika sêva da Mihemed û jê pirsî :

“Kede lawo, ka ji min re bêje tu kî yî, te çawa li ber sêr û efsûna min deyax kir û tu wan tiştan ji kê hîn bûyî ?” Mihemed gotê :

“Delalê, ez jî nizanim ka ez kî me, lê nameyek heye, ku min ji te re aniyê, dibe ku bersîvên pirsên te di nameyê de bin”.

Û wî nameya Bedr el Maha yê ji berîka xwe derxist û dirêjî Nuzhatê kir, ku ew name bi dest hatibû nivîsandin û ji xêncî Dûrat, Bedr û Nûzhatê kesî nikaribû ew zimana fêm bikira.

Nûzhatê name ji destê Mihemed girt û vekir :

“Silav û hezkirin ji xûşka mina delal Nûzhat ez Zamanê re. Divê were bîra te, ku wextê ez, tu û Dûrat, em şagirdên Feylesof Ziraccan bûn, daxwazeke me hemû. Di wan rojan de me dia dikir, erê me dia dikir, ku rojek were ez, tu û Durat, em bi hev re, di malekê de bijîn. Xwedê cabek da me, daxwaza me qebûl kir, ku niha ez û Dûrat em di malekê de bi hev re dijîn û em bermalîyên wî nameberî ne. Niha xwesteka me ew e, ku tu jî werî bi me re bimînî û bibî hevpara vê serfiraziya me. Tu û Xwedê, vê daxwaza me red neke, were bi me re bijî. Dema tu hatî, em ê ji te re qala gelek tiştan bikin, ku em niha nikarin bi awayekî nivîskî ji te re bêjin. Bimîne di xêr û xweşiyê de”.

Bi xwendina nameyê re, Nuzhatê serê xwe rakir û li Mihemed nihêrî. Li Mihemed nihêrî û serfiraziya, ku hevala wê behs dikir hat aqlê wê, ku wê heq da wan gotinên Bedrê. Erê ew bedewî û qeşengiya Mihemed jixwe serfirazî û kêfxweşî dabû Nuzhatê jî. Û domand:

“Tu ji ba Bedrê û Dûratê tê?”

“Erê delalê, ka bêje, tu çi emir dikî?”

Kêlî bi kêlî hezkirina Nuzhatê ya ji bo Mihemed zêde dibû, çavên wê derketibûn nêçîra çelengiya Mihemed, ku axiriyê de, xwe da hev û got:

”Li balonê siyar be, ez xwe ji wan qîzan xilaz kim û dû re te bişopînim. Divê kes nizanibe ez bi te re têm, Ditirsim! Feylesof Ziraccan bibhîse ku ez bi te re me, dibe ku astengiyan derxe, nehêle.”

Bi wî awayî, Mihemed li balonê siwar bû, pê li bişkokê kir, ku Bedrê nîşanî wî kiribû, û balon bi hewa ket. Mihemed çû lê dilê wî li wir, li ba Nuzhatê ma.

Mihemed çû, Nuzhat ma. Erê wê jî per û baskên xwe li derve veşart û hate nav hevalên xwe, gote wan, wê tu derê cilûbergên xwe nedîtiye, dibe ku balindeyekî mezin jî ew biribin. Dû re, ji keçên bakîre xwest, ku herin cem Ziraccan û jê re bêjin ka li baxçe çi qewimiye û bêjinê ku Nuzhat ê ji xwe re per û baskên nû çêke û di nava heft roja de vegere cem wî. Wan qîzan jî gotin “çi hatibe bihîstin” dê bê kirin û firiyan ji baxçe derketin.

Bi derketina wan re, Nuzhatê kincên xwe li xwe kirin û beriya ku keçên bakîre xwe bighînin ciyê xwe, wê xwe gihand ba Mihemed. Dema çavên Mihemed li wê ketin, dilê wî lê bû ji serfiraziyê firê bikeve, ku Mihemed xwebixwe got:

“Kuro Miehemd, wele Xwedê da te lawo.”

Pey re rêwîtiya xwe domandin û berbangê  gihîştin qesra Mihemed. Mihemed û Nuzhat ji aliyê Bedrê û Dûratê hatin pêşwazî kirin, ku ew li wir lêvya hatina wan bûn.

Mihemed xwest, ku wan hersê hevala tenê bihêle, ku ji zû ve ye, ji hev dûr in û hinekî bi hev têr bin. Wan jî bi dilxweşî daxwaza Mihemed qebûl kirin û spasiyên xwe pêşkeş kirin.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev