Pirsa we û bersîva me – 114

Pirsa we û bersîva me – 114

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest, bi berpirsyar Têmûrê Xelîl ra tevayî bersîveke bi dilê we amade kirin.

 

Pirsa Zelala Findî û bersîva malperê

 

Pirs: -Gelek kurd behsa biratîya gelan, dostanîya welatan, heta behsa înternasyonalîzma di hêla zimên da jî dikin, ango qesda wan ew e, ku propagandakirina bi kurdî axaftinê miletçîtî ye û em gerekê bi zimanên din jî xeberdin.

Gelo rewşa axaftina kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê û dervayî welêt îro çawan e?

 

Bersîv: Eger fikira wan kurdan rast be, wê demê hemû dewletên pêşketî jî miletçî ne, ji ber ku cem wan zimanê dayîkê zimanê fermî hatîye qebûlkirin.

Îro rewşa axaftina kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê û dervayî welêt ha ye:


-Kurdên bakur bi kurdî zanin, lê piranî bi tirkî dipeyivin.

-Kurdên Azerbêcanê bi piranî kurdî nizanin, lema azerî dipeyivin.

-Kurdên Rûsîyayê kurd jî zanin, rûsî jî zanin û kurdî jî dipeyivin, rûsî jî dipeyivin.

-Kurdên başûr, rojava û rojhilat di nav çend zimanên biyanî da piranî bi zarav û devokên xwe yên kurdî dipeyivin.

-Kurdên Ermenîstanê ermenî û rûsî jî zanin, kurdên Gurcistanê gurcî û rûsî jî zanin, kurdên Qazaxistanê qazaxî û rûsî jî zanin, lê bi piranî bi kurdî dipeyivin.

Xuya ye yên herî ”miletçî” kurdên Ermenîstanê, Gurcistanê û Qazaxistanê ne û di hêla zimên da qet ne ”întêrnasyonalîst” in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev