Ez li kuşterê Lorka digerim

Ez li kuşterê Lorka digerim

Helbest: Hamêd Bedirxan

Wergerandina ji Erebî: Cankurd

 

Ez li ser sîvlekên bajarû zireyan (1) rawestiyam

Ez hemî qeraxan, zinar û qûm û çêkirgehên keştiyan dibînim!..

û mala miriyan…

Ez lêdigerim:

Li kuşterê Lorka?!..

Ez ketim nav taxên gelêrî yên nebedkirî

Li gel kuşter û dizan rûniştim..

û bi şevan, di havîn û zivistanê de, geriyam

li kuşterê Lorka…

Ez daketim kûraniyên zevînê (2)

Di çalên komira kevirî de

û bi wêrekiyeke mezin

Ez pêrgî alafa “Girîzo” (3) hatim

û dîwarên heriftî..

û rêyên hişbir..

û qîrînên karkiran!..

Ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Ez li wir bûm, di nav zireyan de

Li gel talankeran

Li gel serbirr û dêwên bahozan û têwerkirinan..

û ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Ez li bayan suwar bûm

Li qantir,

Li tirênan

û li keştiyan…

Min pir mîl (4) ji maweyan (5) û bê jimar derbas kirin…

Ez qûma sehraya û badê (6) çolistanan bûm..

Ez li bin konan

Li gel şivanan..

Şîrê miyan

Karwanên hêştiran..

Avên şor

Di avçalan de bûm..

Ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Ez di ber kenarên çeman re boriyam…

Li nav beyaran, rezên tirî û zeytûnan…

Zireyên pêldayî ji sundisê kesk

Dîmenên guhartî di her awirekî de..

Deşt û dûzî,

Gelî û gir û çiyan..

Çemê Tace (7)

û Xirnate, bajarê berbangê (şifaqê)!

Aasî

Garon

Donaw

Antakya

Bordour

Komara gelêrî : Taborîth (8)

Sala hezar û nehsed û hinekî..

Ez li kuşterê Lorka û komarê geriyam

û min gotinên Wolter, ku di ber Kala de kirine, bihîstin..

Skala.. Volî Berger, Tabu…

Çayxaneyên şevî û kabarêt

Dîdarên balkêş, şirîn, tirsavêj û lezok…

Min yarî li gel keçên nûgihayî kirin…

Min jinebî hembêz kirin..

û li gel mêrkiriyan

bi hêzeke bê wekanî raketim..

û ez li kuşterê Lorka geriyam!..

 

( 2 )

Min dasika xwe li gel palekaran hilgirt

û bi zûkî ji xew rabûm..

Min cehû genim çiniyan..

û bi tiliyên xwe yên hozanî

pembo çiniya

tayên nîsk û colbanan hilkirin..

û ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Ez li ber şewqa hêvê li ser bêderan raketim

Min çêrok û efsane ji devê cotiyaran bihîstin

Li ser axatiyê, evîn û mirinê

û li ser kedxwarinê..

Min şevên bi tirs di jêrzemînê de borandin

Li gel kablîzkan (9) di qulînên wan de…

û ez li gel mezelkolan (10) mam

Ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Min endizyarî kir, felsefe xwend

û aboriya ramyarî..

û min diploma torevanîû rojnamevanî stand..

Ez bûm rêhevalê kotan (11) û malveşaran..

Min ji kenalên romanî vexwar

û min çemento hilgirt qatên bilind

û ez di karê ramyarî de bi cih bûm

û ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Min kesek nedît

Min nedît!

Min nedît!..

 

(3)

 

…û min dest bi koçkirinê kir

ji dergehê wê yê fireh de

bi nav tarîgehên dûrokê de..

Ez bûm rêhevalê Gulgamêş

Ez bûm Enkîdo.

Min burca Babil ava kir…

Min ji Semîr Emîs hez dikir

û Roksana…

Min Ehram ava kirin

Ez yek ji wan karkiran bûm, ku bi hezaran mirin

Ji ber Belharsiya

û Malariya

Min bi gayan re qutê kir..

û ez hêzdar, wêrek bûm

di rûyê komploû xinizlîskan de rawestiyam

Di Pireya Keseran de

û Dadgeha Teftîşê de…

Lê ez bi aşên bayî re neketim pevçûnê..

û ez li kuşterê Lorka geriyam!

Ez li gel şah û Imperatoran bûm

Sultan û şahzad û kerdînalan

Ez li gel keyser bûm

Prothos hêriş ser min kir…

û min al hilgirtin..

û min di kolosû kelehan de venan

û li ser destên Spartacus

û Babekê Xuremî. Ez li ber maseya li hev bihakirinê rûniştim,

Li gel Antonio û Kleopatra!..

Ez hozanvanekî salbiçûk bû

û ez bi xweşnûdî pêrgî mirinê bûm

û min seriyê xwe kir bihayê wê şevê…(12)

û ez li kuşterê Lorka geriyam…

Min bi evînê bawer kir..

Pûşkîn, Lêrmonto û Vîrgîl

Ovîdês

Dantê

û Mîlton…

Di Fîrdewsa windayî de

û li ser devê dûjehê

û rêçala Daryal û Inîyîd..

Min bi evînê bawer kir.

û bi Zerdeşt û Boda..

û Konfoşyûs

û Mesîh û Muhemmed…

û ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Xedîce li pêş Mîhrabê bû…

û Meryem bo cîhanêû bo hejaran berken dibû..

Delîle di razangeha Şemşûn de bû..

La Martin li pey seleceya Coslîn bû…

û seriyê Domînîk li ser kabên Êlîwar bû

û Êlza bo Aragon dikeniya…

 

( 4 )

Ez bi kuşter û kuşteran re,

û bi kuştî re jiyam…

û ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Ez tev li cengû şergehan bûm…

Ji Troya ya xiniz de

Ta bi Boatiyê

Ji Cenga navxweyî ya espanî ve

Ta bi Cenga Bon

û ez bûm rêhevalê Hanîbal

Di rêçalên çiyayên Alp de..

Li kî derê ye niha Evdilrehman El-Xafiqî

Charl Martin..

û Jokof

û damekirina Berlin?! (13)

Loyed Goerge

Clêmanso

Hitler

û Eisenhauer!?..

…û ez li kuşterê Lorka geriyam!..

Ez ne ji (Intelegenc Service) (14) bûm

an ji Gestabo

Ez ne ji mêrên dema Evdilmalêk Merwan

û El-Muntesêr Bîllah bûm..

Ez cotkarim

Di birçîbûna xwe de

Di evîna xwe de

Di gundê xwe de

Ez li kuştiyarê Lorka digeriyam!..

 

Carekê jineka falgîr (15) bo min got:

– Bo çi tu li kuşterê Lorka digerî?

Ma ew ne li her dereka ku te serî lêdayî ye.

Ew di zireyê de serdarê keştiyê bû..

û di hişkiyê de: Şah..

û şahzad

û şahên komir û qesdîr û hesin in..

Rockfêler, Ford

Seyid û bankin…

Li deştan ew Axa ye..

Li bajaran ew sermiyan e..

Di evîna (serdema Neotronî) de ew dilber e…

Hemî kuşterên, ku li dora selece ne..

Ên xayîn in

û (bihayê zêde ye)…

Nezanînû belengazî û nesaxî

û tu yî ewa ku li tenişta min rûniştî

û bi min re dixuyî bohîmî (16)..

nîşanbazî

suryalî…

Tu kuşterê Lorka yî..

Ez, tu û em..

Hemî ewên ku li ber bûyerên rojane radiwestin

Destgirêdayî

û bêlayî…

Ên kuşter in…

Rabin… ji xewa xwe..

Ji kêfnûşiyê xwe…

Em naxwazin, ku careke din bimirin

Lorka û Goevara…

û Lomomba…

 

—————————-

01- Zire: Behir, Derya

02- Zevîn: Erd, Zemîn

03- Girîzo: Şêweyekî şikeftên komira kevirî ye, pir caran diteqeû gellek karkir tên kuştin

04- Mîl: Dora 1600 Metr e

05- Mawe: Mesafetû dûrî

06- Bad: Ba

07- Tace: Çemeke li Espanya

08- Taborît: Komareke gelêrî, sosyalîst, tobawî ye, ku gelê wê cîngane (Qurbet) in, li çiyayê Karbatûderdorên wê dijiyan

09- Kablîzk: Kabcîû qumarcî

10- Mezelkol: Ewê li goristanan kar dikinû goran dikolin

11- Kotan: Ewê ku kar ji binî ve kirê dikinû bi pareke mal an pere dixebitin, wek muteehêdû Kirêkaran

12- Hozanvanê salbiçûk di hozaneke Poşkîn de şevekê ji sê şevên Cleopatra dikirreû seriyê xwe wek biha dide

13- Damekirin: Hîsarû ji wê lîska Dame (nehberkû şeşberkê) hatiye

14- Mebest CIA -Karbidestiya hêminiya Amerîkî ya namdar e

15- Falgîr: Ewê / Ewa ku tê re dinêre, paşeroja mirov jê re dibêje.

16- Bohîmî: Ji navê Bohîmiya hatiye, ew jî navçeyeke ji Swîsra, dibêjin ku berê li wir jinû mal tev li hev bûn, hevparî di her tiştekî de hebû.

 

Di wêne da ji çepê: Hamêd Bedirxan, Nazlî xanim û Elîyê Ebdirehman. Nivîskarê mezin Elîyê Ebdirehman bûbû mêvanê Nazlî xanimê û mêrê wê Reşîdê Evdilhemîd, ku helbestvanê mezin Hamêd Bedirxan gelek salan li wê malê dima.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev