Pirsa we û bersîva me – 115

Pirsa we û bersîva me – 115

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên xwendevanan me dide.

Vê carê xwendevaneke me du pirs şandine, rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane jî du bersîvên delal amade kirine.

 

Pirsên Gula Amedî û bersîvên Nura Şane

 

 

Pirseke xwendevana me derheqa bûyerên roja îroyîn da ne, yek jî derheqa bûyerên rojên buhurî da ne.

 

Pirs 1: – Kalikê min her ro gazinê xwe dike, ku emirê wî her diçe zêde dibe, gelek caran jî xemgîn dibe. Gelo em bi çi gotinan va ber dilê wî da bên?

 

Bersîv 1: – Ji kalikê xwe ra bêje: “Xwedê ev bext nade her kesî. Ji Xwedê û ji xwe razî be. Xwedê jîyan dide her kesî, lê yên bi şans dirêj dijîn. Ji şansê xwe jî razî be”. 

 

Pirs 2: – Pîrika min herdem bûyerên rojên buhurî, bûyerên berî 40-50 salan qewimî bîr tîne û xemgîn dibe. Em çi bêjinê, ku wan rojan bîr neyne û xemgîn nebe?

 

Bersîv 2: – Bêjin ku tu nikarî ji demên buhurî hîç tiştekî jî biguhêrînî. Lê dikarî roja îro û rojên pêşdemê biguhêrînî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev