Malpera Ria taza Sersala 2019 li we pîroz dike!

Malpera Ria taza Sersala 2019 li we pîroz dike!

Guhdarên ezîz! Ma çend sihet û sala 2019 wê dergê me hemûyan veke. Çend sihetan şûnda dîroka mirovahîyê wê li kenarê sala nû re derbaz bibe. Li piranîya welatên Cîhanê bi germî pêşwazîyê li sersala nû ya zayinî dikin.
Xelqên gelek welatên Cîhanê, peyçûyên ayînên cuda jî bi Xirîstîyanan re vê cejnê pîroz dikin. Sala 2018an jî bû rupêlekî dîrokê.

Her car dema sal ser hev da tê, em dibêjin oxir be ji te re sala kevin, niha jî em oxira xêrê sala çûyî re dixwezin û bi hêvî sala 2019 dinhêrin

Guhdarên delal, çend sihetan şûnda emê pêy li sala nû bikin, werin em xem û fikirên xwe yên giran teslîmî sala çûyî bikin.
______________________________________________________

______________________________________________________

Emê jî bi vê weşana xwe ya îsaline dawiyê ve bi eşq û kilam, bi helbest û awazan bibin mevana we. Muxdarê çend deqeyan emê jî tevî eşq û şahîya we bin, derheqa xêr û qencîyên nû da bifikirin, niqoyî li dinya mûzîkê, stiran û poêzîyaye bin.

Werin em bi dilekî fire û beşereke xweş rastî sala 2019an bên!

Xûşk û birayên delal, bila Sersala nû ji bo we hemûyan bibe sala bextewarîyê û serketinên mezin.

Bila sala nû bibe sala serxwebûna Kurdistanê, sala tifaqê û pêşketina nirxên netewî ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan. Bila sala nû ji we ra aşitîyê û xweşbextîyê bîne. Em hêvî dikin ji Xwedayê Mezin Sala nû bibe Sala lihevkirin û yekrêzîya alîyên siyasî, her wisa bibe destpêka biratî û yekîtîya Miletê Kurd, di Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê da.

Fermo, guhdarîya bernameya pêşkêşî pîrozkirina sersala nû, sala 2019 an bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev