
Ev pîês-radyokompozîsyona ”Kumsor”ê sala 1965an bi serpereştîya serok û berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan hatîye qeydkirin.
Rêjîsor: Solak Nîkoxosyan, Kumsor: Aslîka Qadir, gur: Wezîrê Eşo, dayka Kumsorê: Gulnara Xelîlê Çaçan, pîrê Porsora Serdar, pêşkêşvan Emerîkê Serdar.
Zarokên, ku di wê da dilîzin, niha bi xwe bûne pîrik û vê çîrokê ji nevîyên xwe ra dibêjin û pê ra jî distirên.
Redaktorîya hemû pîês-şanoyên kurdî yên radyoya Rewanê bi biryara serok û berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan û bi redaktorîya wî hatine qeydkirin.