Mihemedê kurd û hin çîrokên din -27

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -27

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mîr Gulnar êdî nikaribû sirra xwe ji kesî veşêre, şande pey wezîran û ji wan re got:

“Êdî sebr û tebata min nemaye. Çi dibe bira bibe, ez ê Mihemed darda bikim û kî li ber gotina min rabe, ez ê wî jî bikujim”.

Dema wezîr Muşîr dît Mîr Gulnar bela xwe ji Mihemed venake, dest ji plana kuştina wî nakişîne, gelekî li ber xwe ket, erê li ber xwe ket, çimkî nikaribû ser gotina mîr re gotinê bêje, tiştek ji destê wî nedihat. Muşîr gelekî bi Mihemed bawer bû û zanibû ew ji aliyê hêzeke veşartî tê parastin, ger mîr bi wê niyeta xwe a xirab tevbigeriya, wê mala xwe xera bikira, dawiya xwe bianiya. Wezîr dest bi axaftina xwe kir, got :

«Mîrê min, te qirara xwe daye, tê wî zilamî bikujî û ez jî êdî nabêjim wî nekuje, lêbelê bihêle ez rêyeke çêtir nîşanî te bidim, ku di kuştina wî de zirar û ziyanek neghêje cenabê te ».

Piştî wan gotinan, mîr ji wezîr pirsî ka dixwaze çi bike, dê çawa alîkariya wî bike. Wezîr gotina xwe domand:

“Şandeyekê bişîne ba Mihemed û bila jê re bêjin mîr di welatekî de du serok nabin. Bi şertekî tu dikarî li vî welatî bimînî, şert jî ew e, ku tê nêzîkê kîlometreyek ji vêderê dûr dest bi çêkirina qesrekê bikî û divê serîkî qesrê bighêje qesra min û kevirên wê jî ji zêr û zîv, devdora wê jî bi darên fêkiyên cur bi cur dorpêçkirî be. Ger tu wê qesrê ava bikî, ez ê te wek serokê xwe qebûl bikim, lê te ava nekir, tê welêt biterkînî.

Ger Mihemed teglîf qebûl bike û sozê avakirina qesrê bide, tê çil roj wext bidê, ku di navbera çil rojan de avakirina qesrê ne mimkîn e. Bira leşkerên te jî rê û dirban bigirin, heke beriya wî midetî, ew bixwaze bireve, tê wî bikujî û jinên wî jî ji xwe re bînî. Lê ger çil roj temem bibe û ew jî were bêje min karê xwe neqedand, tê bihêlî ku ew ji welêt derkeve, dema wî haziriya xwe kir ku derkeve, tê merivên xwe bişînî wî bikujî û jinên wî ji xwe re bînî.

Mîrê min, li gorî vê planê kes nikare tu sûcdar û gunehkar bike, û em ê dîsa bi vî awayî ji êrîşên bavê Mihemed, Mîr Fîdous, xilas bin. Ger ew di vî midetî de qesreke weha ava bike, ku ez bawer nakim yê bikaribe, wê bibe îsbatek ku te bi wê hêza xwe ve tu zirar nedayê, li ser soza xwe mayî. Û di rewşeke wisa de ya xêr ew e ku tu dev ji neyartiyê berdî û dostaniya merivekî wisa bi dest bixî”.

Plana wezîr Muşîr ji mîr re tişteke nuwaze û bêpayan bû. Di heman wextî de wezîr ji Mihemed re jî nameyek şand û jê re qala hemû axaftina xwe û mîr û herweha plana mîr a kuştina wî û birina jinên wî kir:

Mihemedo! Ger tu bikaribî qesreke wisa çê bikî, li vira bimîne û ji tiştekî jî netirse, lêbelê heke tiştekî wisa ji destê te neyê, tu nikaribî, tê bê kuştin. Bifikire û biryara xwe bide, eger bixwezî beriya hevdîtina te û mîr, terka welêt bikî, xeberekê ji min re bişîne, ku ez alîkariya te bikim.

Mihemed pêşiyê nameya Wezîr Muşîr bi xwe xwend, pey re derbasî aliyê dotmîra bû û ji wan re jî xwend. Herdu prensesan gotin:

“Vê carê dor dora Nuzhetê ye û ev kar karê wê ye.”

Li gorî Nuzhatê ew karekî gelekî hêsan bû û ji Mihemed re got:

“Ger sibê, mîr bişîne pey te, here ba mîr û bêje daxwaza mîrê min ser çavê min, ser serê min”. Dû wan gotinan ji Mihemed xwest, ku li benda şîret û nesîhetên wê bimîne, ku di wê erkê de talûke û xeternak jî hebûn.

Sibetirê, Mihemed li qesra xwe rûniştî bû, ku du erkedarên Mîr Gulnar ketin hundur, piştî silav û kilavan gotin:

“Mîrê me dil heye te bibîne, teglîfê qesrê dike”.

Mihemed rabû ser xwe, teng û berên hespê xwe girêda, berê xwe da qesra mîr. Derbasî dîwanê bû, bi silav û hurmet ber bi mîr çû. Mîr jî bi îzet û hurmet pêşwaziya mêvanê xwe kir, ew da rûniştandin û got:

“Mîr Mihemedo! Divê ez eşkere ji te re bêjim, ku di welatekî de du mîr nabin. Ji vê sedemê, ger tu bixwezî li vira bimînî, divê tu ji bo min bi mîlek mesafe dûrî vira, li qiraxê behrê qesrekê ava bikî, ku serîkî qesrê wê bighîje vê qesra min, kevirên qesrê wê ji zêr û zîv bin û devdorê wê jî dê bi hemî çêşît darên fêkiyan bê dorpêçkirin. Eger te ew qesr çêkir, ez ê bikevim bin emrê te û te wek serok bipejirînim, lê heke tu nikaribî, divê tu van deveran terk bikî, ku du mîr nikarin welatekî bi rê ve bibin».

Mîr diaxivî, lê di wê axaftina xwe de nikaribû dijminî û neyartiya li hemberî Mihemed veşêre. Pey re Mihemed bersîva wî da :

Mîrê vê serdem û heyamê! Cenabê te çi emir bike, ez hazir û amade me. Lê lava û daxwaza min ew e, ku cenabê te çil roj midet bide min, ku ez ê di navbera çil rojan de qesrê çê kim û ji te re bihêlim. Piştî çêkirina qesrê jî, dixwezim em wek du hevalên baş xatir ji hev bixwezin, ku dibînim tu êdî min wek dostekî nabînî.

Mihemed destûr ji wan xwest û berê xwe da qonaxa xwe. Wî hemû gotinên mîr û axaftina di navbera wan de ji Nuzhatê re got.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev