Pirsa we û bersîva me – 117

Pirsa we û bersîva me – 117

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest, bi berpirsyar Têmûrê Xelîl ra tevayî bersîveke bi dilê we amade kirin.

 

Pirsa Zinarê Rewandî û bersîva malperê

 

Pirs: -Hinek kes hene, ku tu ji wan ra gotinên here xweş jî bêjî, hewil didin di wan gotinan da tiştekî nêgatîv bibînin, eger nebînin jî, ji ber xwe va çê dikin, wek Gotina pêşîyan dibêje: ”Tu hêkerûnê di destê xwe da çêkî, bidî wî, wê bêje devê min şewitî, lê nabêje destê te şewitî”.

Gelo hûn dikarin çend nimûneyên wisa raberî xwendevanên xwe bikin?

 

Bersîv: Kerem bikin, çend nimûne:

 

Nimûne 1:

Ji kesekî ra gotin:

-Mala te hezar carî ava!

Wî qebûl ne kir û bi xeyd êrîşî yê himberî xwe kir, got:

-Ma qey mala min ne ava ye, ku tu dibêjî bira ava be? Ew jî, hezar car. Ango, qesta te ew e, ku mala min 999 caran xirab be û dû ra carekê ava be?

 

Nimûne 2:

Ji kesekî ra gotin:

-Tu ser çavan ra hatî!

Ewî xêrhatina wî şexsî qebûl ne kir, lê vegerand.

-Tu dibêjî: -Tu ser çavan ra hatî! Ezê ji ku bizanibim qesta te çavên kê ne? Tu bo çi nabêjî: –Tu ser çavên min ra hatî?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev