Ruhanîya êzdîyan, koçek, qewal

Ruhanîya êzdîyan, koçek, qewal

Me di 168 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Ruhanîya êzdîyan, koçek, qewalraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê di demeke kurt da wê ji alîyê weşanxaneya DOZê li Stembolê çap bibe. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 169

 

Ruhanîya êzdîyan pareveyî li ser van kastayan dibe: Şêx[1], Pîr[2] û Qewal[3].

Gotina qewal di kurdî da tê maneya pêxember. Herwiha koçek û feqîr jî hene, ku ne endamên ruhanîyê ne, ewana têderdixin ka wê çi biqewime û herwiha heyteholên dînî dikin.

Gorî êzdîyan merivên ruhanî herwiha perwerdekar, şêwirmend û pêşîkêş in jî. Her eşîretek xwedî şêx û merivên xwe yên ruhanîyê ye û karê wan ne tenê ew e, ku eyd û erefatên dînî bikin, lê herwiha gerekê navê eşîretê bilind bikin, riya rast nîşanî mirîdên xwe bikin.

Wek edet ruhenîyên ji kastayên ji hev cuda nikarin bibine xizm û xinamîyên hev, ango zewaca di navbera wan da qedexe ye.

Hemû ruhanîyên êzdîyan zuretî ne, ango nayêne hilbijartinê, û piranîya wan kîsî dîndaran dijîn.

Gorî edetê êzdîyan heytehol û eydên ayîna dîn bi destî ruhanîyê mêr tê kirinê, jinên wan jî ruhanî ne, lê ew nikarin karên dînî bikin, ji ber ku bi qanûna dîn jin ne paqij e.

Himberî şêxan hukumê nûnerên dînî yên din, wek pîr û qewal, kêmtir e. Li demên buhurî serekeşîr an jî Şêxê sereke gorî edetê dikaribûn mirîdekî eşîretê an jî berê bona şaşîtîyekê an jî kêmasîyeke mezin ji eşîretê bi dûr bixin, lê di destê pîr û qewalan da destûreke wisa tunebû.

Şêx, Pîr û Qewal ji kastayên ruhanîyê yên ji hev cuda ne, lema jî maf û extîyarîyên wan jî ji hev cuda ne.

Şêx erefatên dînî dikin, wek mirîdên mirî dişon[4], çal dikin û qewilên dînî dibêjin.

Di wextê qurbandayînê da şêx gerekê hazir bûya, karên dînî bikira, wek ji xwîna heywanê ku bona qurbanê hatîye serjêkirinê, çend niqitk li enîya zara nexweş dixist, goştê qurbanê di nav kesîb û belengazan da bela dikir û h.w.d.

Karê şêxan yê sereke ew bû, ku hebandina Melekê Taûs, Şîxadî û Êzdî pêxember di nav êzdîyan da bidine parastinê û kûrkirinê. Qewilên derheqa mezinaya wan da tenê şêx li ser şînan digotin.

Tenê destûra şêxan hebû di dema nîşanîya tezezewicîyan da nehekê bibire û bi wê va girêdayî dua û dirozgeyên dînî bike. Di wan heyteholan da ewî ji mala zavê gelek hediya distendin.

Piştî çalkirina mirîyan şêx gerekê berî destpêka dayîna nanê xêrê qewilek bigota. Ev yek di mehên baharê, di dema xêrdayînan jî li ser mezelan dihate kirinê.

Hemû cûre dua, dirozge û qewilxwendin ji alîyê şêxan da dihatine kirinê.

Dema yekî/e nenas dibû endamê eşîrê an jî berê, şêx gerekê ew yek bi heyteholeke dînî bikira. Ew nêzîkî wî nenasî dibû û digot:

 

”Bi helalî, bi dilê safî

Kurê vê berê bî

Tê bibî, tê bibî”.

 

Niha ji rûyê wê yekê da, ku pêwendîyên xwînî di nav qebîl û beran da sist bûye, ev vedet hema bêje ji holê rabûye.

Şêx xên ji ku di hêla dînî da serkêşî li mirîdan dikin, herwiha ew di jîyana dervayî dînî da jî serek in, beşek ji wan serekên eşîrê ne.

Niha jî mîrê êzdîyan yê herî mezin Şêx e, ku li herêma Şengalê dimîne û ji wira bi destî qewalan serokatî li êzdîyan dike.

Hinek şêx zordestî li mirîdên xwe dikirin, heta carna mirîd dewsa ga horîka şêx dajotin, erdê wî bêcer dikirin, şov dikirin, diçûne ber pez û dewarên wan, baharan bi wan ra diçûne zozanan, karê mala wan dikirin, lê jinên mirîdên êzdîyan belaş miqatî li pez û dewarên şêx yên şîrî dikirin û karên malê yên hûr û gir dikirin.

Berî şorişa Oktobir êzdî nexwendî bûn, di rûyê edetên kevin yên ziyankar da êzdî nediçûne mekteban. Merivên ruhanî hewil didan di nav êzdîyan da ew fikira Şîxadî bidine rikinkirinê, ku ”xwendin ji êzdîyan ra dest nade” û lema jî kêm kes diçû mekteban.

Nûnerê dînê êzdîyan yê duduyan – Pîr gerekê ev karên bi dîn va girêdayî bikira: porên zarê yeksalî bibirîya, dua li Melekê Taûs bikira, bona zaro saxlem be û emirê wî dirêj be, mêrxas be û lawê eşîra xwe yê hêja be.

Destûra Pîr hebû bona nexweş ji mirinê xilaz bike, heyteholên dînî bikira, wek ku koçek dikirin, yên ku porên nexweş dibirîn û di nav xwelîya ber şêmîkê çal dikirin.

Wextê mî berx dianî Pîr di mala mirîdê xwe da dua dikir bona berxên zayî sax bimînin, bona mî du berxan bînin. Ji wan duayan çarxetek:

 

”Memê Şivan, tu hadir î

Memê Şivan tu qedir î

Me zêde ke pez û hirî

Nede me şîn û girî”[5].

 

Di şahîyan û dawetan da gava şêx amade nebûya, Pîr dewsa wan digirtin.

Pîr heywanê ji bo qurbanê hildibijartin, wek nîşan, guhê wan jê dikirin, hirîya wan reng dikirin, paşê dikirin qurban.

Pîr perwerdekar bûn, gotina wan bona êzdîyan gerekê bibûya wek ”şûrê birran”, ango gotina wan duta nedibû.

Tenê fûnksyoneke qewalan hebû: ku di nav êzdîyan da hebandina Melekê Taûs bidine kûrkirinê. Ewana li gundê Beedrê, herêma Lalişê, devera Şengalê dimînin û karê xwe bi serokatîya Mîrê Êzdîyan bi rêva dibin. Ewana her sal ji ziyareta Şîxadî heykelê Melekê Taûs hildidan, gund bi gund digerîyan û xêr û xêrat berev dikirin. Ew dihatine nava êzdîyên Ermenîstanê jî. Mirîd li ku jî bûna – li zozanan, gundan, an havîngehan – qewalan bi dil û can qebûl dikirin, heyteholên dînî dikirin, qedriê wan digirtin û ji wan ra hurmet dikirin.

Ew mala ku gerekê qewal lê bihêwirîyana, him mêr, him jî jin ji berê da bi hêvîyeke mezin hazirîya xwe didîtin bona heykelê Taûs bi layîqî qebûl bikin, dora wî heykelî direqisîyan, heta ew dibirine odeyê. Dema ew heykel îdî wê bikirana odeyê, ber şêmîkê pezek li erdê dixistin, qurban didan. Piştî qurbandayînê qewalan li defê û şibabê dixistin, lê kesên hazir direqisîyan. Di nav reqasçîyan da gerekê him mêr hebûna, him jî jin û bi reqasê va Taûs verêyî odeyê dikirin[6].

Wisa xuya ye, ku ev reqasên dînî girêdayî Taûs ra di nav êzdîyan da ji demên pûtperestîyê maye. Di wan deman jî gerekê jin û mêr wekehev tevî heyteholên dînî bibûna.

Qewal piştî ku ji warekî hediya berev dikirin, berê xwe didane warekî din û li wir jî hediya û pêşkêş berev dikirin. Di nav êzdîyan da bûbû edet, ku hediya bidine nûnerên ruhanîyê, tiştekî guneh dihate hesibandin, eger wisa nekirana, kê ku hediya nedida, heta ew êzdîyekî destteng jî bûya, qewal nifir li wan dikirin û didane rûyê wî.

Qewal tevî karê nûnerên ruhanîyê yên mayîn nedibûn, destûreke wan ya wisa tunebû, ew tenê ”dergevanê Melekê Taûs” bûn, ango, qulixî (xizmetî) Melekê Taûs dikirin.

Qedexe bû, ku Şêx, Pîr an jî Qewal bi mirîdan ra bizewicin. Heta ewana bi xwe jî nikaribûn di nav hev da bizewicîyana. Ango, şêx bi şêxan ra, pîr bi pîran ra, qewal jî bi qewalan ra dizewicîn. Heta şêx, pîr û qewalên ji malên cuda jî nikaribûn bi hev ra bizewicîyana.

Bi bawerîya me ew qedexe ji wê yekê dihat, ku nûnerên ruhanîyê ne dixwestin ku hukumê wan yê ku ji zuretê derbazî zuretê dibe, ji dest wan derkeve.

Êzdî wek edet destê kesê ruhanîyê yê rastê maç dikin û dibêjin: ”Ez xulamê ocaxa te me”. Di şînan û şayan da, heta di wan deman da jî, eger mirîd di rê da rastî nûnerê ruhanîyê bihata, dîsa diçûne destê wî yê rastê. Ev edetê kurdan ber çavên zanyarê alman Lêman Haupt ra jî derbaz nebûye, ku di dema rêwîtîya xwe ya li Ermenîstanê dîtibû: ”Qadir axa hazirîyake bi gotina we dîtibû û li benda mêvanan bû. Çaya Şêx hazir bû û jê ra fêkî jî anîn. Mêvanê pêşin ber çavên hemîyan destê Şêx yê rastê radimûse, paşê kurdên din jî çav didine wî…”[7].

Di nav kurdan da koçek jî nûnerên ruhanîyê ne. Koçek tê maneya koçkirinê, barkirinê û ew fikir tam gorî cûrê jîyana wan e. Koçek qedera merivan dîyar dikin û xewnan şirove dikin, warên wan yên jîyînê heye jî, lê ew ji gundekî diçûne gundekî din, diketine mehikê[8] û bi sêrbazî qedera merivan û qewimandinên tebîyetê dîyar dikirin û şirove dikirin.

Jimara koçekan zêde nîne û ew kar ji zuretê derbazî zuretê nabe. Di nav êzdîyan da him merivên ruhanî, him jî mirîd dikaribûn bûbûna koçek bi şertê eger ruhekî di qilixê ruhberekî da bihata xewna wî û jê ra bigota:

-Tu îdî koçek î.

Kesê ku ew xewin dîtibe, hişyar dibe, berê xwe dide gel û dibêje, ku ew koçek e û destbi karê koçekîyê dike.

Piranîya koçekan dersên xwe ji jîyanê digirin, dema di warekî da merivên ruhanî tunebin, ew dikarin di çend pirsên dînî da dewsa wan bigirin.

Eger koçek şêx bûya, ji wî ra ”Şêxê koçek” dihate gotin û xên ji karê koçekîyê, hinek karên şêx û pîran jî dikaribû bikira.

Feqîr jî ji malbeta nûnerên ruhanîyê ne. Feqîrtî jî mînanî qewaltîyê ne ji zuretê derbaz dibû. Ewana jî heyteholên sêrbazîyê dikin û bi wê yekê va dixwezin bidine kivşê ku hêzeke wan ya batinî heye, ew heta dikarin çiya jî welgerînin, avê berbend bikin, pêşîya wê bibirin, kanîyan bimiçiqînin, erdhejan bixuliqînin û h.w.d.

Meriv dikare feqîran ji kincên wan nas bike, ji ber ku kincên wan ji hirîya (rîsê) sipî hatine dirûnê. Ev yek ji demên buhurî tê, dema eşîretan bawerîya xwe bi berên dianîn û hirîya berên wek tiberk dihate qebûlkirin. Kurdan bi hirîyê sond dixwerin, gelek cara sonda wan ha bû: ”Ez bi vê biska hirîyê kim”.

Karê feqîran parastina ziyareta Şîxadî ye. Bona nexweş ji nexweşîyê xilaz bikin, kevir datanîn li ser zikê xwe û dişkênandin. Ew dihate wê maneyê, ku xudêgiravî ew wî ruhê neqenc hûrxweş dike, ku ketîye canê nexweş. Feqîran ji devê xwe kevirên hûr derdixistin, direşandin, ew kevir dipişirandin û dikirine wek ar û h.w.d. Feqîr ji koçekan bi wê yekê va dihatine cudakirinê, ku xewn şirove nedikirin, wana wextê heyteholên dînî navê Melekê Taûs didan, wextê berevkirina pereyan keşkûla xwe dirêjî haziran dikirin.

Gorî gotinên feqîran, pêşîyên wana di dema Şîxadî da jîne û di bin baskê wî da bûne, ji ber ku ewana xulamên ocaxê bûne.

Gelek edetên feqîran yên ecêb hebûn, wek nimûne, tenê birayê wan an jî destebirakê wan dikaribû porê wan kurr bikira. Piştî mirina wana, destûra tu kesî tunebû nêzîkî meytê wî bibin, xên ji merivên ruhanî, tenê merivên ruhanî dikaribûn kincên wî bêxistana û kefen bikirana.

Kincên mirî bi meyt ra tevayî dibirine ser mezel, lê piştî çalkirinê, eynî ew kesê ruhanî, ku feqîr çal kiribû û ser mezel qewil gotibû, her tişt di mala rehmetlêbûyî jî, li ser kincên wî, digot û paşê ew kinc hildida ji xwe ra.

Gotina koçek ya êzdîyan û gotina feqîr ya ereban bi koka xwe va ji sûfî tên, lê gorî sûfîzmê ewana gerekê bigihîjine hev, bi Xwedê ra pêwendîyan deynin, ji bo xatirê Xwedê qurbanan bidin, bi derblêdanan êşê bigihînine canê xwe, rojîyan bigirin, pey erzê xelkê neçin, bona dîn serê xwe bidin û h.w.d., bona li wê dinyayê herine buhuştê.

Koçek û feqîr kesên ruhanî nîbûn, lê dîsa jî di nav milet da qedirê wan wek qedirê horî û melekan bû.

 

Wêne: Rebwar K Tahir

 

Riataza

 

[1] Şêx gotineke erebî ye, terbîyetdar û serekê dînî ye.

[2] Pîr gotineke farizî ye, fikira gotina şêx tê da heye.

[3] Qewal – nûnerê ruhanîyê ye, ku ji bav û kalan derbazî zureta wan dibe.

[4] Jinên mirî ji alîyê jinên şêxan da dihatine şûştinê.

[5] Ev dua ji devê binecîyê gundê Qundexsazê, navçeya Aparanê Ahmê Çolo hatîye girtin, xudanê vê berhemê sala 1940î ew nivîsîye.

[6] Malxwêyê malê xurca, ku heykelê Taûs bi du kerîyan va di tê da bû, davîte ser mile xwe yê rastê, bi rêberîya qewalan dikete hundur, ji dîwêr va an jî ji sitûna kon va darda dikir.

[7] Lehmann Haupt. Armenien einst und jezit. Berlin, sal 1910, rûpel 232.

[8] Mehik heyteholek e, ku xudêgiravî merivan nêzîkî melek û horîyan dike.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev