Keça hingarî û xortê cotarî

Keça hingarî û xortê cotarî

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Carek ji caran, rehma Xwedê li dê û bavê hazir û guhdaran, ji xeyn mar û mişkên li qulên dîwaran.

Hebû tunebû, dibêjin keçeke Paşê ya hingarî hebûye ku bi kêrê çu tiştî nedihat û hertim rûniştî bû, yan di nava ciyê xwe de dirêjkirî bû.

Rojekê, Paşê bangê wezîrekî xwe kir û gotê:
– Here bigere û mêrekî ji keça min re bibîne ku karibe keça min bide şixulandin. Yanena, wê keça min bi vî halê xwe bimre.

Wezîrê Paşê rabû xwe kincguhartî kir û çû li gundan geriya. Li keviya gundekî dît ku wa ye zilamek cot dike, lê ferek ga ye û ferek jî jineke pîr e di binê nîr de.

Wezîr çû ba cotarî, bala xwe dayê ku xortekî 18-19 salî ye, silav dayê û got:
. Kuro, ev çi jinika pîr e ku te wê xistiye milê gayê cot?

Xort gotê:
. Diya min e.

Wezîr got:
. Hey malneket! Meriv diya xwe dixe milê gayê cot?

Lêwik got Wezîr:
. Mamo, par payîzê, diya min bû qîr û zimûrik, got: ”Her kesî ji xwe re qelî çêkiriye, tenê em mane. Divê em gayekî serjêbikin û ji xwe re bikin qelî.”

Min jî gotê:
. ”Eger em biharê gayekî ji xwe re nekirin, ez ê te têxim milê ga û cot bikim, haaa!. Ha va ye bihar hat û me ga jî nekirî. Dadê bi riza xwe hatiye ketiye milê ga û ez pê cot dikim.”

Wezîr got wî xortî:
. Ez wezîrê Paşê me. Cotê xwe berde û were em herin ba Paşê.

Xortê cotarî tirsiya û cot betal kir, da pey Wezîr û çû dîwana Paşê.

Wezîr mesela Xortê Cotarî got Paşê, piştre Paşê got wî xortî:
. Keçeke min heye, ez ê bidim te.

Geh ji tirsa, geh ji kêfa, xortê Cotarî zewaca bi keça Paşê re qebûl kir.

Paşê dawet lidar xist, piştre keça xwe û zavayê xwe her yekê li hespekî siwar kir û wan şande mala wan.

Xortê Cotarî Bûkê bir malê, ew şev razan û sibehê rabûn, xort çû gayekî ji xwe re kirî û çû cot.
Keça Paşê jî ji nava ciyê xwe ranebû û xwe di navê de nitirand.

Xesuya Bûkê ne bangê wê kir, ne jî jê re behsa taştê kir.
Xesû taştiya xwe xwar û Bûk jî di nava ciyên xwe de birçî ma.

Dema firavînê jî hat, Xesû firavîna xwe xwar û negot Bûkê ku were bixwe.

Êvarê, Xortê Cotarî hat malê, diya wî şîv jê re rûkir û dîsa negot Bûkê ku were bixwe.

Ew roj Bûk birçî ma, lê bi şev kir û nekir xewa wê nehat. Roja din sibehê Xortê Cotarî rabû dîsa çû cotê xwe û diya wî jî dest bi karê nava malê kir.

Xesuyê dît ku wa ye Bûk ji nava ciyê xwe derket û lihêf û doşeka xwe li hev tewandin, danî ber dîwêr û li serê rûnişt.

Xesuyê gepek nanê tisî bir da bûkê.

Bûk ji birçiyan hiş li serî nemaye û xwe bi xwe fikirî:
. Gelo ev Xesû çima do nan neda min, lê va ye îro gepek nan da min. Sedem çi ye?

Bû wextê firavînê, Xesû rûnişt û firavîna xwe xwar, lê dîsa bangê Bûkê nekir ku were pê re bixwo.

Bûk ji bo ku xwe bi xesuya xwe şêrîn bike, çû rahişt sivnikê û devê derî maland. Piştî malandinê, Xesû xwarin ji Bûkê re hazir kir û gotê, were bixwo.

Bûkê firavîn xwar û xwe bi xwe fikirî, got:
”Hebe tunebe, di vê malê de kî neke, naxwo.”

Ji wê rojê û şûnde, her roj Bûk radibû pêşî livênên xwe radikir, piştre nava malê dimaland, taştê hazir dikir û bangê xesuya xwe dikir ku were û bi hev re bixwin.

 

¤¤¤

Di wê navê re demeke dirêj bihurî, rojekê Paşe rabû xwe kincguhartî kir, li hespekî siwar bû û çû ku here hafa keça xwe, bibîne ka halê keça wî çewan e.

Paşê çû geha gundê ku zavayê wî li wirê ye, pirsa mala wî kir û çû li ber deriyê malê peyabû.

Dema keçikê dît ku wa ye bavê wê hat, bi lez çû pêşiyê û xwe avêt hemêza wî, Xesûyê jî bixêrhatin da Paşê, zavayê Paşê çû gîskek anî ji xezûrê xwe re serjê kir.

Xesû bergeşek kartol û çend serî pîvaz anîn û danîn ber Bûka xwe da qeşûr bike.

Keça Paşê hema ew bergeşa kartolan digel kêreke kalanî hildan û bir danî ber bavê xwe û gotê:
. Bavo, divê tu van kartolan qeşûr bikî. Yanena, heke te qeşûr kir, tu yê îşev şîv bixwî. Nana, eger te qeşûr nekir, Wele te îşev di vê malê de şîv nexwar…

(Ev çîrok ji devê Rafîyê çilsalî ji herêma Êlihê hatiye wergirtin)

 

Wêne: Rebwar K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev