Giringîya avakirina herêmên aram ji bo Rojavayê Kurdistanê

Giringîya avakirina herêmên aram ji bo Rojavayê Kurdistanê

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 51

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 51an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren delal! Mijara bernameya Civak û sîyaset ya îro ye – mijara Kurd di sala 2018 û bûyerên tê de qewimîne û yên bandor li ser Kurdan hebûne, salvegera yekem piştî êrîşa li ser Efrînê ji aliyê arteşa Tirkiyê û grûbên çekdar yên girêdayî wê, vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û herêmên Kurdan li Rojava, berdewamiya gefên Tirkiyê û metirsiya damezrandina navçeya aram, li gorî pîvan û daxwazên Tirkiyê, danûstandinên Rêveberiya Xweser ligel hikûmeta Sûriyê, bi hêviya ku di encamdana danûstandinê de hikûmeta Suri rê bide ku otonomiya kurdan hebe. Her wiha gefên Tirkîyê û helwesta Amerîkayê û hwd.

Derbarê wan mijaran, herwiha bûyarên siyasî yên rojane li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê bi giştî, mêvanê bernamaeyê birez Selah Elemdarî – siyasetmedar û endamê partiyê Yekîtî ya Demokratên Kurd li Sûriyê (El-ehde), endamê desteya sîyasî ya partiyê helwest û nerînên xwe radyoguhdarên me re zelal kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.
______________________________________________________

______________________________________________________

Selah Elemdarî kîye?

 

KURTEJÎYAN:

 

Selah Alemdarî, li Ҫiyayê Kurmênc (Efrîn) ya Sûrîyayê sala 1964 an hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê ya Sûrîyayê dîploma Endezyariyê wergirtîye. Ji sala 1981-ê de di nav karê siyasî de ye. Îro endamê polîtbyûroya Partiya YEKȊTȊ a demokrat a kurd li Sûryê ye. Nivîskar e û bi dehan gotar û analîzên wî yên siyasî di Malperên kurdî û erebî de hatine çap kirin. Bi zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî dixwîne û dipeyîve. Vê demê di gel malbeta xwe li bajarê Bonnê ya Almanyayê dijî.

Birêz Selah Elemdarî re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Bonnê a welatê Almaniyê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên siyasetmedar û endamê partiya Yekîtî ya Demokratên Kurd li Sûriyê, endamê desteya sîyasî ya partiyê Selah Elemdarî bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev