HEVPEYVÎNA BI “NÛDEM HEZEX”Î RE

HEVPEYVÎNA BI “NÛDEM HEZEX”Î RE

Qasim Xelîlî, edebîyetzan

 

Pirs – 1

Em jî weke adetê bikin. Ji bona kesên te baş nas nakin, bi kurtasî tu dikarî xwe bidî naskirin?

Rast e, di qada çapemenîya me de  mixabin misqaleke edaletê nîne.
Naxwazim “ez û min” bikeve pêşîya van kar û xebatan de, loma ez ê bersiva vê pirsê gelekî kurt bidim:

Hezexî me. Heya bîstsalîya xwe li Hezexê mezin bûme. Li bajarê Mersînê nêzî 28 salan bi karê mamostatîyê ve mijûl bûme. Li mala xwe; min ji xwe re helbest nivîsîne, stran nivîsîne û gotine, heya pîr bûme hatime 54 salîya xwe  û hew…

Pirs – 2

Di çavê gelek şopînerên te de tu kesekî “ji tiştekî ne razî, xweecibandî, rexnekerê her tiştî û herkesî” yî? Tu xwe wilo dibînî?

Na, na! Ez ne “rexnegirê her tiştî û her kesî” me. Li medyaya civakî bitenê di derheqê zimanê kurdî de gotinên xwe dibêjim. Di derheqê huner û kesayetîya ti kesî de min heya îro ti gotin negotine. Ne mirovekî polîtîk im. Di qada edebîyatê de gelek kes li pey hev tiştên nebaş dibêjin lê rûbirû pesnên hev didin. Ez vê yekê nakim. Ji bo wê jî mirov rasto û rastgo be, keleka mirov bi rê daçe û ya min jî naçe! Nizanim çima gelek tiştên ez teqdîr dikim û pîroz dikim nayên dîtin  û min dikin kesekî “ji tiştekî ne razî” “xweecibandî”? Ev ne tesbîtine rast in. Kesekî dî biqasî min xwe rexne dike hê min nedîtîye û kesên min nas dikin behsa dilnizmîya min dikin. Bi pêşneyarîyan, bi  xwîyanga li medyaya civakî di derheqê min de etîketan amade dikin.

Ez xwe weke “tekoşerê zimên” nabînim, lêbelê/elbet armanc û vîzyoneke min heye di vê rê û qadê de. Armanca min ev e:

“Ez dixwazim bikaribim zimanê me bi rêk û pêk bi kar bînim û bandorekê li civaka xwe bikim. Dixwazim zimanê me di xwezaya xwe de bi kesayetîya xwe şîn bibe û kulîlkên wî bibêhn bin.”

Mixabin zimanê me robiro bi destê medyaya me, nivîskarên me; ji xwezaya xwe, ji hişmenda xwe û rihê xwe tê dûrxistin. Tu bixwe jî şahid î bê min serê xwe ji bo cêbûna ketî navbera edebîyata nivîskî û edebîyata dengî de çi qasî pê êşandîye, ked pê daye û ev mijar vekolaye. Mînakekê bidim. Vê dema dawî  teorîyeke êşbaşqantî ketîye zimanê me de. “Kesê/a/ên vê kitêbê bixwîne/nin bila bide/in kesekî/ê/an.”

Gava bikaranînên wiha dibînim ez dîn dibim. Tişteke bi qasî vê kiryarê absurt di ti zimanan de nîne.

Van rojan romana Helîm Yusiv, “Wahşê di Hundirê Min de” dixwînim. Dixwazim ji wê romanê çend mînakan bidim:

“Hundirê min” ravekeke absurt e. Ji bo zindî nav û hinav heye ji bo tiştên nezindîyan e hundir. Hundirê malê heye.

Dibêje; “Dengê te yê xweş  min bi girî ve dike.”(15),

“…sloganan ji bo NAVÊJIN…”(17),

“Zimanekî vekirî”(25),

“Ez ê bigihêm ser wan.”(30)…

Îja ez behsa van tiştan bikim ez yekî “xweecibandî” me?

Pirs – 3

Tu gelek caran gilih û gazinan ji “qedirnedîtin”ê dikî? Bi dîtna te xwînerên kurd qedrê hunera te nizanin?

Mesele ne qedr-qîmetdîtin e. Divê  her tişt bi ojdan û bi edalet be. Tu li kîjan alî binêrî bi kiryanên eşîrtî tev digerin. Ma derew e?  Ka di derheqê “BÎR”ê de (Cara ewil e di edebîyata kurdî de romanekê xelatek standîye.) di çapemenîyê de te nûçeyek dîtîye behsa “BÎR”ê kirî? Rojname û kovar tên û diçin û hema ne behsa heman kesan dikin?

Pirs – 4

Min ji gelek kesan bihîstiye, dibêjin: “Ji helbestê Nûdemî em ti tiştî fehm nakin.” Gelo sedem çi ye û tu ji boy vê dixwazî çi bibêjî?

Gelo  ew kesên dibêjin: “Ji helbestê Nûdemî em ti tiştî fehm nakin.” ji Qur’ana pîroz fam dikin? Lêbelê çima dixwînin nimêj dikin, di’ayan dikin? Mesele ne famkirin e.
Meleyê Cizîrî di dîwana xwe de wiha dibêje:

“Tuzed min hubbihe şefwa
Bihi ehlu l-hewa neşwa
Meta ma telqe men tehwa
Dei d dunya we ehmilha” (Bab A-elîf)

Melese ne famkirin  û famnekirin e. Zor e mirov  nizanibe mirov nezanê nezanîna xwe ye. Çi bibêjim? Nûdemko jixwe bi zimanê zindî dinivîse. Qesta wan ne peyv û hevoksazî ye. Qest: “Em ji hemanên helbestên wî fam nakin” be;
Melayê Cizîrî gotîye: “keştîya bayê”, wî jî gotîye: “qelema kezebê”… Eger tu bipirsî: “qelema kezebê” û “keştîya bayê” çi ne, ez ê bibêjim: “Brako, li qisûrê nenêre! Helbest çi ye tu nizanî.”

Pirs – 5

Romana “Bîr”ê keda çend salan e? Li ser xelata girtî û bertekên ji xwîneran hatin tu dikarî çi ji me re parve bikî?

Keda temenekî pêncî salî ye BÎR, keda Celadet Bedirxan e. Keda nivîskarên dildarê zimanê kurdî yên heta niha min xwendin hemûyan tê de heye; lêbelê ji sala 2014an pê de min dest pê kiribû û nivîsandina wê çar salan domî.
Ji hinga BÎR çapbûyî ve bi qewlê te “bertekên ji xwîneran hatin” gelek  kesên nenas ên bi telefonê li min gerîyan an li ser medyaya civakî bi teybetî ji min re nivîsîn û hêstên xwe bi min re parve kirin, bi piranî hêstên xwe bi erênî gotin.
Romanên Sabahattin Ali, di dema xwe de ti qîmet nedîtibûn, ji bona ji gelek hêlan ve cê bûn, gelek kesan rexneyên n’erênî lê kiribûn û ti qîmet nedabûnê. Lêbelê piştî mirina wî û gelek salan, niha romanên wî di edebîyata Tirkî de wê qîmetê heq dikin, dibînin.
BÎR ne romaneke ji rêzê ye. Ji gelek hêl û alîyan ve (çi bi erênî an nerênî) romaneke cê ye. Helbet wê di dema xwe de reaksîyonên neerênî jî bibin. Gava xelat standî jî min gotibû: “Min hêvî nedikir xelatê bidine BÎRê; lêbelê çend kesên endamên jurîyê keda tê de dîtin.”  Kesên wê kedê nabînin jî hene; lê gelek xwende wê kedê dibînin û ji wan kesan reaksîyonên baş dibihîzim. Reaksîyonên tên ji hêvîyên min baştir in.

Pirs – 6

Kesên Bîrê dixwînin an zehf diecibînin û an jî qet naecibînin. Çima?

Bêjeya me, edebîyata me herî kêm pêncî salan derengî edebîyata cîhanê ye. Gelek kes  hê nebûrîne “romana îro” û bi modernîzma berîya niha bi 50 salî, modernîzma kurdî bi kar tînin. Romana îro minîmal e. Teswîr, dirêjkirin û barekirin kêm dibin. Êdî hewce nake nivîskar serê gavê tehlîlan bike. Gelek caran vegotineke di pêncî rûpelî de hatî nivîsîn bi dîalogekê an bi monologekê tê vegotin. BÎR romaneke konsantre ye, hatîye tîrkirin û têrkirin. Xwende ehmeq nehatîye hesibandin û gava xwende dixwîne li gelek deveran tehlîla xwe dike û ew bixwe jî romanekê pê re di bîra xwe de dinivîse.
Ji bo van sedeman hin kes BÎRê naecibînin, bi tenê ji romanên klasîk yên bitasvîr hez bikin; ji romanên hatine barekirin, duvdirêjkirin û bi angajekirinan û bi demogojîyan mirov gêj bikin, normal e.

Pirs – 7

Di nivîsandina tirkî de jî tu pir biserketî yî lê berhemên te tev bi kurdî ne. Çima?

Bi zimanê  tirkî aborîya xwe dikim,  bi zimanê  tirkî dijîyim, ev realîteya jîyana min e. Bitenê kurdî ji bo min eşq e. Ev ji deh salan bêtir e ez heroj ji xwe dipirsim: “T’ê îro ji bo kurdî çi bikî?”

Pirs – 8

Tu rewşa huner, wêje û zimanê kurdî di çi astê de dibînî?

Rewşa bêjeya me ya nivîskî zaf tirş e. Kesên helbestan dinivîsin, ên kitêbên wan an dosyayên wan ên helbestan heyî hezar kes in lê kesên kitêbên helbesta dixwînin bîst kes hene an nînin. Realîteke nenormal e ev. Bêje, bi xwendinê bi pêş dikeve an bi nivîsandinê? Kesên çar kitêbên helbestan ên bi kurdî nexwendî radibe çar kitêbên helbestan dinivîse. Rewşa zimanê kurdî  darîçav e, rih dimire û beden qelew dibe.

Pirs – 9

Di wêjeyê de kesên bandor li hunera te kirin kî ne? Navê çendekan tu dikarî bidî?

Ez li navan nanêrim, li naveroka berheman dinêrim. Erênî û neerênîyên hemû berheman hene. Edebîyata bêqisûr nîne. Min bi helbestên Cegerxwîn dest bi helbestê kirîye û mamosteyê min ê ewil ew e. Mijabada Jan Dost şahesereke romanan e bi min lêbelê ji bikaranîna gramera jê hez nakim. Hûnera Şener Ozmen  li asteke jor e û gelekî berfireh e lêbelê xwesteka wî ya  bikaranîna hemû devokan û gelek peyvan min aciz dike. Min hemû berhemên Yaqob Tilermenî xwendine heyrana zanyarîya wî ya edebîyatê me. Sobartoya Helîm Yusiv romaneke baş e, Hesenê Metê mirov dikare pesnê wî ji hin hêlan ve bide û ji hin hêlan ve gelekî rexneyan jî lê bike.
Li milekî min bandora Cegerxwîn li milê dî bandora Celadet heye.

Pirs – 10

Tu xwe bêtir weke helbestkarekî dibînî an weke romannivîsekî û her helbestkar dikare romanan jî binivîse?

Bingeha min helbest û muzîk e. Piştî çil û pêncsalîya xwe  min nû  gav avêtîye qada romanê. Berê min kêm roman dixwendin. Gava sal û nîvê li zîndana Tekîrdaxê mam û  nêzî 150 romanên cîhanê xwendin bala min bi ser romanê de çû.
Her kes dikare helbestan û romanan binivîse. Kesên helbestê bizanibin di  romanê de serkeftîtir dibin.

Rojekê bi Helîm Yusiv re em axivîbûn, gotibû: “Ez ji helbestan hez nakim, ne dixwînim û ne jî dinivîsin.” Wê demê min jê re wiha gotibû: “Jixwe ev kêmasî di romanên te de eşkere ye/darîçav e.” Edebîyata wî weke maseyeke xweşik a bi sê lingan e lê lingekî wê masê kêm e. Çima Jan Dost, Şener Ozmen Omer Dilsoz di  romanê de serkeftî dibin? Helbestê jî baş dizanin. Helbet roman û helbest ne dûrî hev û du ne. Mirov li kîjan qadê bi kêf û eşq bêjeya xwe bike di wê beşê de bimeşe çêtir e.

Pirs – 11

Pirsgirêkên romana kurdî bi dîtina te çi ne?

Min di derheqê bikaranîna zimanê kurdî ya di romanan de gelek analîz kirine, dikarim  di derheqê zimên de gelek tiştan bibêjim. Jixwe pirsgrêka herî sereke jî ziman e. Zimanekî me yê hevpar, hevber û yekber bi van romanên di pîyasê de nebûye û gelek ji wan bi hişmenda tirkî, erebî, farisî, bi tevlîhevkirina rêzik û qalibên soranî ne.
Pirsgrêkeke dî “xwebûn” e . Gelek nivîskarên me  mixabin ne “xwe” ne.

Pirs – 12

Çapemenî, çapxane û weşangeriya kurdî tu di çi astê de dibînî û bi dîtina te heke hebin pirsgirêkên wan çi ne?

Ti pirsgrêkên wan nînin wele, kêf kêfa wan e. Profesyonelîya  weşanxaneyên me bi pîvoka frotinê dişixulin. Gelek ji wan, jixwe ji nivîskaran zêdeyî mesrefên xwe pere distînin û  bi kêf û eşq wan pereyan dixwin; bi wan pereyan kitêbên xwe jî çap dikin û hema çi qas hatin frotin kar e û hew. Jixwe xwedîyê weşanxaneyan nivîskar in û dibêjin: “Hemû tişt ji bo edebîyata kurdî  û edebîyata kurdî jî ji bo min.” Tenê pirsgrêkeke wan heye, kitêb zêde nayên frotin. Ji bo wê jî gelekî dewlemend nabin. Weşanxaneyên profesyonel jî hene elbet  ên dixwazin karê xwe baş bikin.

Pirs – 13

Tu rewşa wêjeya kurdî û rexnegirîyê di çi astê de dibînî?

Ji bo bêjeyê divê zimanekî civakî  û xwirtbûyî hebe. Ji bo rexneyê jî divê edebîyateke me hebe. Bi te edebîyateke me heye? Hemû kitêbên bi kurdî bi qasî romaneke Orhan Pamuk neyên frotin, ka vêca em dikarin bibêjin edebîyata kurdî heye? Dikarim vê bibêjim edebîyata me nebe jî rexnegirîya me ya subjektîf heye û ji edebîyata me  xwirttir e…

Pirs – 14

Di nêrîna gelê kurd de gelek kesên weke Cizîrî, Xanî û Bateyî pîroz, ji rexneyan dûr û “nirx” têne dîtin û gelek caran tu rexneyên tund li wan dikî. Sedemên vê helwestê çi ne?
Hûn min şaş fam dikin. Ez ji Feqîyê Teyran gelekî hez dikim, hin helbestên Melê jî û ji yên Xanî jî… Edebîyata me ya klasîk ji wan kesan pêk tê û di wê qadê de dengê kurdan xwirt kirine. Tişta ez dibêjim, zimanê wan ne zimanê civakî ye, bingeha zimanê kurdî divê edebîyata devkî be.  Di edebîyata devkî de kurd gelekî xwirt in.  Wê demê jî me ji zimanê klasîkan fam nedikir û niha jî em ji zimanê klasîzmê fam nakin; lê  hemû kurd dikarin ji klamên kurdî fam bikin. Tişta em fam nekin ji xwe re dikin tişteke pîroz.

Pirs – 15

Tu xwe û hunera xwe nêzîkî çi ekolê dibînî? Em dikarin bibêjin “postmodernîsm”?

Di muzîkê de jî min xwe di marjekê de asteng nedikir û xwe nedixist navbera çar dîwaran de. Hin hest bi teşeya rockê, hin bi ya popê; hin bi hûnerî hin bi gelêrî xweştir û baştir tên vegotin. Di helbestê de; Hûn li Lîlîstanê, Mahserê binêrin, ji hemû ekolan di wan de hene: Helbestên klasîk, ên modern, ên kubîst, ên lîrik û yên pastoral jî hene.  Li kitêba xelat standî ya  Rizgar Elegez binêrin, helbestên wî tev pastoral in û bi rengekî ne. Li kitêba Berken Bereh a dawî binêrin rengîn e, gelek renk hene tê de. Sekna herkesî ji hev cê ye. Ekola min “bêekolî” ye. Carinan bikêş û vekêş û pîvok jî dinivîsim.

Pirs – 16

Ji bo ekola neoklasîzma Kaniya Pêncçavî tu çi difikirî?

Bi min hûn karekî baş dikin. Divê bêjeya kurdî ya klasîk jî hebe û hin kes nûjenîyekê bidinê. Neotîya we piçekî qels dimîne; lê dîsa jî hûn serkeftî ne. Tişteke balkêş e di qada modern de du kes nayên rex hev, Kanîya Pêncçavî hemû klasîkperwerên kurdan li  cihekî kom kirine û agirê  helbesta klasîk geş kirîye. Ez we pîroz dikim.

Pirs – 17

Ez dixwazim li ser van çend peyvan bi hevokekê an jî bi awayekî kin tu tiştnan bibêjî.

Bîr:
Em bi ava bîran mezin bûn. Ji bo wê Bîr ji bo min gelek tiştan dibêje.

Lîlî:
Semboleke kurdan e.  Em gelek hestên xwe bi lîlîyan îfade dikin

-istan:

Karektereke rihê kurdî ye bi -istanê em gelek tiştan bi cih û war dikin û dibine erdnîgarîya xwe.

Kevir:
Kevir, semboleke berfreh e; di şer de, di xwedîkirinê de, piştî mirinê jî bi me re ye.

Klam:
Klam, hebûna me kurdan e. Mirov bê dê, bê bra û bê bav dikare bijîye lê bê klam heyat nabe heyat ji bo me.

Qelem:
Niha cihê xwe dabe klavyayê  jî sembola dengkirinê ya bêdeng e.

Cam:

Sembola rihê min e.

Hezex:
Heya cîya mirov sax e  mirov xwedîwelat e lê kengî cîya mirov mir mirov bê welat dimîne êdî. Piştî  mirina cîya min, Hezex êdî ne sembola min e. Ji Hezexa îro hez nakim êdî.

Hinar:
Teybetîyên hinarê gelek in. Mirov dikare bi hinarê gelek tiştan bibêje û bi hinarê ji gelek tiştan re bike sembol.

Ku:
Rih û kesayetîya gramera kurdî bi KUyê serobino bûye û mixabin hê jî dibe. Ew kesên  digotin bê KU kurdî nabe çûn romana BÎRê kirîn û dîtin bêyî KUyê kurdî çi qasî estetîk e, bixwe ye û xweş e. Niha KUîstan xwe nipandine, deng ji wan dernaye.

Mala te ava bracan, heya îro kesî bi min re hevpeyvîn nekiribû te ez ji xwebixwerepeyvînê xelas kirim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev