Minbic

Minbic

Senar – Mûsa Qulîkî Mîlan

 

Dîsa zûrezûra wan e

Dîsa kewtekewta wan e

Çavê wana li kûtan e.

 

Dîsa çavê çavnebaran

Dîsa çavê çavbirçiyan

Li dahata mala me ye.

 

Mala me ya têr û tijî

Mala me ya bi xêr û bêr

Ya pembûyê hevirmûşî

Ya genimê weke nokan

Mala wan zeytûnên çav reş

Mala Dicle, mala Ferat.

 

Yalîkî da bi pir rûyî

Ber derê me dilikijin,

Yalê din da bi nemerdî

 

Pêlî ser sifra me dikin

Binê dîzikê qul dikin

Têşê li rîşa me dixin.

 

Dibêjin hun çima hene?

Xwedê xwe şaş kir hun dane!

 

Duh dest avîtin Efrînê

Pêr dorpêç kirin Kobanî

Betirpêr zeft kirin Şengal

Îro çav berdan Minbicê.

 

Bi gurîna top û tangan

Li ser zikê xaka delal

Bi hev ra dikevin lecê.

 

Hinek zambiyên reşbawer

Vala kirine qafê wan

Berê wan dane mala me.

 

Şeraba dagirkeriyê

Gelek germ kirye serê wan,

Lê kelemên çavê wana

Keç û xortên mala bavo

Dê poşman bikin zaliman.

 

Dê xaka paka kal, bavan

Ji wan ra bikin goristan.

 

Êdî tu nema me neda

Dil li Kobanê lêdide

Lingên me mane Şengalê

Çavên me mane Efrînê.

 

Hun dizanin ku mala me

Berê da mala mêran e

Mala şepal û şêran e.

 

Reş konê mala bavê min

Girtye rûyê erd, esman e.

 

Lema rojhilat, rojava

Destê xwe dane destê hev

Nahêlin roja me hilê.

 

Dîsa jî gorîkarin ku

Bi îradeya Edşanê

Dikin şerê mannemanê.

 

Dîsa bi vîna Kobanê

Dikin şerê berxwedanê.

 

Kê got Dimdim bêxwedan e?

Hela jê tê dengê Xan e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev