ÇÎROKA XWEYÎNTIYÊ

ÇÎROKA XWEYÎNTIYÊ

Eskerê Boyîk

 

Ev çîroka berê – berê da li nav gel da heye û ji bûyarên rastî tê.

Di oda da, nav civaka da, çîrokbêj, ciwamêrên zane, mezinên emir dîtî timê vê çîrokê bi keser û axîn bîr tînin. Xelq keserê dikşînin, neletê ji karê neqenc tînin, lê dîsa dersê jê hilnadin… Bûyarê wa tim li nav serokeșîr, axa-begên êl û e’șîran, niha jî nava serokê hêz û partiyan da diwekilin.

Xweyîntî ji qelpiyê û bêtifaqiyê tê. Evdê qelp, bêtifaq nikare xweyîntiyê neke.

Wextekê di êlekê da xweşmêrekî xurt radibe. Xelk rehm û mêranîya wî, egîtî û zanyarîya wî, rastî û dilsaxîya wî bawar dikin, dorê dicivin û derdikeve dijî neheqî û zordestîya dagerkirên zalim.

Gel mêrxwesê xwe hiz dike, pey diçe. Dijmin bi leşker, çek û sîlih nikarin qewata wî bişkênin. Bi bangeke wî ra xweșmêrê welat tev, wek mirovekî radibin, dorê dicivin, hazir in serê xwe bidin bo azadiya Welatê xwe. Neyar ber tifaq û hêza wan perîșan dibin.

Serleşkerê dijmin dinhêre çare nîne, evê hêza Welatê xwe tevî rake dijî wan û dawîyê hukumê wanî xezeb bîne, xêr û bêra wî welatî wê ji destê wan here, gazî birayê wî xweşmêrî dike, dibêjê:

-Tu birayê xwe ji me ra bigre bîne, tu bibe merîyê me, emê te bikin padşahê Welatê te.

Kurmê xiyanetê dikeve serê birê.

Qeda li xeysetê evd, xirabî û timatîya wî bikeve. Evd tenê timatîya malê dinê nake, ew timatîya nav û desthilatdarîyê, timatîya mezinayê, hukum, text û tac jî dike.

Dinyayê tevî bidî evdê a´c, evdê xweyîn dîsa jê têr nabe.

Eva xwestina dijmin tîne sêrî, birayê xwe bi cûrekî dixapîne dide dest neyar.

Birayê xweşmêr, qeyd-zincîrkirî, li ber dara Îdamê birayê xwe yê xweyîn ra dibêje:

-Bêbext, xem nîne ezê bimirim. Mirov rojekê bûye, wê rojekê jî bimire. Keder ewe te navê xiyanetê, ew tenîya reş anî li ser navê mala bavê me?

-Ji vir ha da, navê mala bavê me wê bibe mala padşah, – birayê xweyîn bi quretî bersîva birayê girtî dide, – bira serîk jî qurbana wî navî be…

-Bindestîya bi şeref, padşahtîya bê namûs rûmettire. Bênamûs, rind bîra xwe da xweyîke, te ez dijminê me ra kirim qurban, zû be, dereng tê jî vê rê da herî… Bi xiyanetê azadî nayê qazanckirin…

Birayê xweşmêr darda dikin.

– Vî kûçikî jî kêleka birayê wî dardakin, – serleşker dibêje leșkerên xwe û bi ten dikene, -bira wê dinê da bibe padşayê Kurdistana xwe…

Wî jî rex birê darda dikin.

Xelk cinyazê xweşmêrê xwe, ji dara Idamê /axacê/ peya dikin, bi şeref û hurmet, bi heytehol dibin tesmîlî axa pîroz ya welatê wî dikin.

Gora wî dibe ziyaret, navê wî dibe sond, due´a, sitiran heta îro jî dimîne…

Laşê birayê xweyîn dibe xurê teyr û tûya, hêjayî axa welêt jî nabe.

Eva çîroka bûyareke rastî ye. Bûyarê wa ye tel welatê me da pir qewimîne, diqewimin…

Xwezila ji vir hada gel ders ji vê çîroka dilêş hilda û bi xwe cezayê layîq bida xweyîna. Şeref namûsa feqîrîya welatê xwe, arzan nefrotana rûmeta padşatîya xelqê…

(Sed heyf, heta niha jî hê xweyînekî Kurdiatanê hêjayî cezayê xwe yê heq nebûye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev