ŞÊREJINEKE KURD, ENDAMA XOYBÛNÊ – CEMÎLE XANIM

ŞÊREJINEKE KURD, ENDAMA XOYBÛNÊ – CEMÎLE XANIM

Mihemed Erzurum

Li ser lehengî û qehremaniya jina kurd heta îro gelek nivîs hatine nivîsandin. Bê guman li ser jiyan û pratîka wan a welatparêz û şoreşker divê tim bê nivîsandin.

Ji wan şêrejinên welatparêz yek jî Cemîle Xanim e.

Cemîle Xan berî serhildana Şêx Seîd, ji eşîreta Cibran, bi Sadînê Talhe re mêr dike. Pîştî şikestina serhildanê ew û Sadîn Axa bi qefla serhildêran re, ji çiyayên Çewligê bera xwe didin rojava, binxetê… Nêzî şesed km rê diçin, bi zehmetiyên mezin xwe digihînin cîhê xwe.

Cemîle Xan û Sadun Axa di sala 1927 de beşdarê civîna Xoybûnê dibin. Yekem care ku jineke Kurd beşdarî civînê dibe. Piştî efûya 1928 de vedigerin welêt, li Kanîreşa Çewligê bi cîh dibin…

Bi gilîkirina sîxurekî, Sadîn beg tê girtin, di gopalê wî de, di cîhekî bi taybet de dokumantekê Cemiyeta Xoybûnê dibînin, wî sirgunê bajarê Erzîromê dikin. Heft sala li wir dimîne; paşê Sadîn Beg dişînin girtîgeha Sêwazê. Rojekê Îsmet Înönü tê girtîgehê, Sadîn Beg bi şal û şapikê kurdewarî dibîne.

Ji berpirsiyarê girtîgehê pirs dike: ”Ev kî ye?”

Dema ku Sadîn Beg nas dike; dibêje “asin bu î…” (vî k… darda bikin).

Roja din, Hezîrana 1942 de Sadîn Axa bê dadgeh darde dikin.

Pîştî dardekirina Sadîn Axa, Cemîle Xan dîsa vedigere Çewligê, li wir bi cîh dibe (….)

Çend sal şûnde ji bo çûyîna hecê diçe Erebistanê, 1970 de li wir diçe ber dilovaniya xwe.

Li Çewligê, ser Cemîle Xanimê, ev helbesta kirdikî (zazakî) bilêvkirine:

 

“… Fîstûna sûr, şala sîa

Çarşiya cêrid bê emûna

Ti vun-î melekê ezmuna

Rindîye ye dinyad gerawa,

Nîe sipîwa ne sîawa

Ti vun melekê azmuna

Qume’ye ze kawaxa

Çarşiye cerîd yo zazava/ Kirda 

Nome-ye Cemîlê El şak-a…”

 

Li Çewligê di nav gel de bedewbûna Cemîle Xanimê bi nav û deng bûye… Dema ku beşdarî civîna Xoybûnê dibe, bala endamên Cemiyetê, her wisa nêrînên mîsyoner û rojnamevanên biyanî jî dikişîne ser xwe…

Osman Sebrî şêst sal şûnde, di nav xeberdaneke xwe de pesnê Cemîle Xanê waha dide:

“Ax, ax dilê min, ew çi jineke bedew bû…”

Çavkanî û wêne ji malpêra Orhan Zuexpayic hatiye hildan

 

Wêne: Rebwar K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev