REXNEYA EDEBÎ Jİ BAL EHMEDÊ XANÎ

REXNEYA EDEBÎ Jİ BAL EHMEDÊ XANÎ

Zêbarî Rebî, lêkolîner

Herweha Ehmedê Xanî helbestvanekê dinê Kurde, ku bi rê ya helbestê îşaretên rexneyî derbirîne. Nemaze di Mem û Zînê de ku bi awayekê baş qala rexnê dike. Heta hin rexnegir Ehmedê Xanî bi pêşengê rexna edebî di hesibînin weke Îsedîn Mistefa Resul dibêje:

Ji bal min Ehmedê Xanî bi despêk a Rexne edebî a kurdî ye[1].

Lê belê rexna edebî bi awayê pexşankî dihê nivîsandin, nek bi awayê helbest di hê nivîsandin . Lewre em nikarîn Ehmedê Xanî bi despêk a rexna edebî bi hesibînin. Îcar emê qala hin malkên Mem û Zîn a Ehmedê Xanî kin, Ku Ehmedê Xanî çawan qala rexna edebî kirî ye. Di vî alîyê jêrî de eşkere di be:

Ehmedê Xanî li gorî çaxa xwe bernameyekê ji bo rexnegiran di dane û rexnegiran dike dû beş: rexnegirê baş û rexnegirê xirab ji hev cuda dike.[2] Herweha daxaz ji xwendkaran dike ku bi awayekê hûr û kur ji berhemê wî binêrin û rastîyan eşkerebikin, anku daxaz ji xwendkarî kiri ye ku xwandinek berfireh û baş ji bo berhemê wî bi hê kirin. Paşan nirxandinek rast û durust ji bo bi hê kirin, helbet ev dibin kakilka rexna edebî[3], her weke bi vî awayê jêrî eşkere dibe:

Xelqê ku ji sîne û ji dil saf

Pakîze sirişt û ehlê însaf

Bîl cumle bi kin ji bo me tehsîn

Bêjin ku:”Bi qencî hate tedwîn”[4]

Ehmedê Xanî eşkere dike ku serhatîya Mem û Zînê wesa wê rêk û pêk bikim û binvîsim, ku mirovên dil pak û xwedê însaf hemû eferînê ji me re bikin û bêjin ku ew serhatî çi baş û rind û rêk û pêk vêkxistî û nivîsî ye. Îcar li vir de eşkere dibe ku Ehmedê Xanî pesna xwe dike, li gorî wî çaxî pesin kirin yek ji karên rexna edebî bû. Herweha giringî dide yek ji senterên rexna edebî ew jî xwendevane. Herweha di van malkên jêrî de Ehmedê Xanî qala hin îşaretên din yên rexne edebî dike, weke xwe kêmkirin, anku bi awayekê din Ehmedê Xanî xwe bi Musteîd dizane,Musteîd Feqehe dereceyekê ji bin melayan re dihên, îcar li vir de Ehmedê Xanî xwe kêmdike û dişkîne û dibêje em hê Feqî me û ne bû me Mela, dibe li nivîsînên min de şaşî hebin. Îcar li vir de Ehmedê Xanî xwe kêmtir ji kesên Mela dibîne, eve bi xwe karekê rexna edebî ye. Her weke di vê malka jêrî de eşkere dibe:

Lê hîvî dikem ji misteîdan

Herfan ne girin li mistefîdan

Ev name eger xirabe, ger qenç

Kêşaye digel wê, min du sed renc

Nûbere ye, tîfle, nûresîde

Her çendî nehin qewî guzîde

Lê min ji rezan ne kir temettu’

Manendê dizan bi kin tetebbu’[5]

Anku di van malkên jûrî de eşkere dibe ku Ehmedê Xanî daxwaz ji kesên Mistefîdan û kêsên ku edebê fêmbike dike, ku eger şaşî di berhemên min de hebe ji me re ne girin. Çunku hê Musteîdim û ne gehiştîme pileya here bilinda zanistî. Anku bi awayekê din ev name (Mem û Zîn), Ev pertûkek çi baş be, yan pertûkek xirab be, min gelegî xwe jê re îşandî ye. Eger gelegî baş û sereke ne be, ew weke Zarokek nû gehiştî ye.Çunku li edebê Kurdî de eve yekemîn pertûke ku bi vî awayî tê nivîsîn, lewre Ehmedî Xanî dibêje ew Zarokek nû gehiştî ye [6], lê belê tişta baş ji vê pertûkê de ku min li nivîsîn û dariştina wê de ji baxê tu kesî wernegirtî ye û min weke dizan ziman, çîrok, serhatî û biwêjên xelkî ji xwe re nekirin mal û min ji rezê xelkî nedizîn û min serhatî û mijara çîrokî ji bihhanîyan wernegirtî ye. Belku ev çîrok û serhatî ye ji mal û milkê me bi xwe ye, ne yê xelkî ye. Anku bi kurtî ev îşaretên rexna edeî di van malkên jûrî de eşkere dibin:

  • Rexnegirê baş û xirab ji hev cuda dike.
  • Pileya xwe a olî kêmtir dibîne ji a Melayan, Eve bi xwe karekê rexna edebî ye.
  • Herweha wê yekê eşkere dike ku ev pertûke Mem û Zîn hizir û fikirî wî bi xwe ye. Dizîyên Edebî yek ji karên rexna edebî bûn ji wî çaxî de.

Herweha di hin malkên din de Ehmedê Xanî daxwaz ji kesên zana û ‘arifan dike, ku Ev pertûke weke zarokek bêguneh û nû gehiştî ye. Îcar eger şaşî û kemasî tê de hebin bi sivkatî rexne neken, anku bi awayekê din daxwaz dike ku rexna xerab ji me re ne girin.Her weke di vê malka jêrî de eşkere dibe:

Min hîvî ye ji ehlê halan

Teqbîh ne kin evan tevalan[7]

Anku Ehmedê Xanî eşkere dike eger şaşî û kêmasî di pertûka min (Mem û Zînê) de hebe. Di xwaze ku rexna xirab ji me re negirin. Îcar li wî çaxî de ev e bi xwe yek ji karên rexna edebî bû. Herweha di hin malkên din de qala îşaretên rexna edebî dike. Ev pertûka min eger zengîn û balkêş û pir naverok tunebe, guneha min tê tuneye. Na be ji me re rexna xireb û sivkatî bi me re bikin, çunku ev pertûka bi zimanê Kurdî nivîsî ye û zimanê kurdî her hin têra mijara ‘arfanî dike. Herweha li wî çaxî de nivîsîn bi zimanê kurdî şerim û kemasî bû. Her weke di vê malka jêrî de eşkere dibe:

Ev meywe eger ne abîdare

Kurmancîye, ew qeder li kare

Ev tifle eger ne nazenîne    

Nûbare, bi min qewî şêrîne

Ev meywe eger ne pir lezîze

Ev tifle bi min qewî ezîze [8]

Anku Ehmedê Xanî eşkere dike eger ev meywe Mem û Zîn baş, pir naverokek û balkêş tunebe. Gunaha min jê re tuneye.Îcar nabe hûn rexneka sivkatî û xirab ji me re bigirin. Çunku ev pertûke ji ber dilê min re pir şirîne û weke zarokekê ji me re ezîze û delale. Herweha di malkek din de wê yekê eşkere dike ku ev delal û mehbûbe bi cil û berigve ya mine û min ji tu kesî bi emanet wernegirtî ye. Anku merema Ehmedê Xanî ewe ku ev pertûke hmû fikir û hizira mine û min ji çi kesî ne dizî ye. Her weke di vê malkê de eşkere dibe:

Mehbûbe, lîbas û goşiware

Milkêd minin, ne misteare[9]

Anku Ehmedê Xanî qala dizîyên edebî dike. Îcar li wî çaxî dizîyên edebî pir hebûn û wî çaxî eve bi xwe karekê rexna edebî bû. Ji bal Ehmedê Xanî rexna baş û xirab heye, Îcar her kesê taze dest bi nivîsîna helbestê bike, helbet wê şaşî tê de hebin, li vir de nabe hûn rexna xirab jê re bigirin, ku bi be eger hîç tiştekê din binvîs e, belku pêwîste rexneka baş û piştevaniyê ji re bikin û xebereka xweş jê re bikin, çunku Ehmedê Xanî wê yekê ku Mem û Zîn pir sehmet jê re bi rî ye û ji fikira kesî nedizî ye, belku hemû fikira mine bi xwe ye. Îcar li vir de Ehmedê Xanî qala van îşaretê rexneyî dike:

  • Rexnegirê baş û xirab ji hev cukirine.
  • Qla senterekê rexna edebî dike ew jî Xanevane.
  • Qla dizaên edebî dike, ev jî îşareteka din a rexna edebî ye.

Herweha Ehmedê Xanî li cihekê din dibêje:

Ya reb mede dest xelqê nasaz

Vî şahidî dilro bayî tenzaz[10]

Her weke di malka jûrîn de eşkere dibe ku Ehmedê Xanî peyva Ya Reb karanî ye, li vire daxwaz ji xweda yê mezin dike ku berhemê Mem û Zînê neke dest kesên nezan û cahil, ku bi tinê ji şaşîyan bigerin û şikandinê bikin, li vir de ew yek eşkere dibe ku Ehmedê Xanî şanasîyê ji berhemê xwe dike, ku bi awaykê baş û dahênan tê de kirî ye, helbet şanasîkirin jî karek rexneyî ye, Îcar bi awaykê baş her li vir eşkere bû, ku Ehmedî Xanî Rexnegiran dike dû cur:

  • Rexnegirê xirab: Rexnegirê xirab ewe ku herdem şikandinê kar di îne û rexana wa dibe eger ku îdî nivîskar hîç tiştekê din binvîse.
  • Regnegirê baş: Rexnegirê baş ewe ku armanca wan pşxistina edebiyatê ye, bi awyekê baş û durust şaşî yên wan eşkere bikin, ku bi be eger berhemekê baştir binvîse.

Herweha Ehmedê Xanî di hin malkên din de qala îşaretên rexneyî dike. Di vê malka jûrî de daxwazê ji ‘arif û xwedênasan dike. ku rexneyan jê re ne girin û weke mirovên çavçinûk li dijî min xeber ne den û min şermezar û sivik ne kin. Lê belê kêmasî û şaşîyên min serast bikin. Weke bi vî awayê jêrîn:

Omêd ewe ji ehlê ‘rfan

Ew dê ne girin li min çu herfan

Teşnî’ ne ken wekî xeîyûran

Îslah bikin li min qusûran[11]

Anku li gorî bernmeyê Ehmedê Xanî dû awayê rexnê hene, Rexna Xirab û Rexna Baş. Îcar Ehmedê Xanî di van malkên jûrî de daxawazê ji kesên zana û xwedênasan dike ku kêmasî û şaşîyên min serast bikin, neku berhemê min rexne bikin û bi sivik bi hesibînin. Eve bi xwe yek ji karên rexna edebî ye. Herweha eger şaşî û kêmasî di Mem û Zînê de hebe, eger ewe ku wî bi xwe xwe perwerdekirî ye û hînkirî ye, her weke di vê malka jêrî de eşkere dibe:

Ez pîlewerim ne gewherîme

Xud rusteme ez ne perwerîme

Kurmncim û kûhî û kenarî

Van çend xeberêt kurdewarî [12]

Anku daxwaz û hîvîya min ji mirovên zana û rêzdar ewe, ku tirane û henek û qeşmerîyên xwe ji mere nekin, eger min şaşî û kêmasîyek hebe. Ji mere biborin û şaşîyên min serast bikin. Çunku min bi xwe xwe perwerdekirî ye. Anku bi awayekê din eger ewe ku Ez kurdekê çiyayî û dûre bajêrim û bi xwe xwe gîhame û nehatime perwerdekirinê. Ez ji zana û kêsên têgeştî daxaz dikim ku van çend peyvên me yên kurdî bi başî û dilovanîya xwe bi peşrînin, çunku wî çaxî de zimanê Kurdî şerim ‘eyb bû, îçar daxwaz ji kesên zana dike ku nivîsîna Mem û Zînî bi zimanê Kurdî bi şaşî û kêmasî ne hesibînin. Herweha Ehmedê Xanî daxwaz dike ku bi însafî û bê layenî dûr ji hevalînî û xizmanî şiroveririnê ji bo berhemê wî bi hê kirin, her weke di vê malkê de eşkere dibe:

Ava rû yê şaîr î ne rê jin

Ger mumkine yêkê qenc bibêjin

Sehu û xeletan nekin te’ccub

Teiwîl bikin ji bo me te’ssub [13]

Anku Ehmedê Xanî daxwaz ji xwendevanî dike ku bi awayekê baş û bê layenî berhemê min Mem û Zînê bixwînin û şirovebikin û şaşî û kêmasîyan serestbikin dûr ji toreyî û te’ssbî yê. Eger berhem baş be. Xeberek baş û qenc ji me re bi bi bêjij û eger şaşî û kêmasî di berhemê min de hebin ji mere biborînin û şaşîyên min ji me re serastbikin, Anku bi kurtî ev îşaretên rexneyî di malka jûrîn de eşkere dibin. Her weke bi vî awayê jêrî:

  • Giringî bi alîyê rexna edebî dide, ewjî xwendevane.
  • Herweha daxwaz ji rexnagiran dike bi awayekê bê layen dûr ji hevalînî karê rexneyî encam bidin.
  • Herweha daxaz dike ku şaşî û kêmasîyan bi şaşî ne hesibînin. Belku di vê karê rexnê bi şirovekirin û bi hê encam dan, anku daxaz dike şrovekirineka hûr û kûr ji bi berhemê wî bi hê kirin, Helbet eve ek ji karên rexne edebî ye.

Herweha Ehmedê Xanî di hin malkên din de pesna sê helbestvanên pêş xwe dike, îcar pesn kirin bi xwe yek ji karên rexna edebî ye, dema di bêje:

Min dê elema kelamê mewzûn

Alî bikira li banê gerdûn                          

Bînave rihê Melê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqîhê Teyran

Hetta bi ebed bi mayî heyran [14]

Herweha Ehmedê Xanî qala avakirina têkista helbestê dike, anku ji bal Xanî helbesta baş pêwîste bi awayekê kurt û xwedî wata be û nabe helbest bi awayekê dirêj û peyvên bê wate tê de bi hê kar anîn, her weke di vê malkê de eşkere di be:

Ey xame te gelek dirêj kir  

Ev name te pir qirêj kir

Her çendî kelam şibhê dur bit

Bê qedir di bit, dema ku pir bit [15]

Anku Ehmedê Xanî rexnê ji xamê xwe digire û eşkere dike ku nabe hemû fikir bê nivîsîn, belku pêwîste ew nivîsîn kurt û xwedî wate be.

 

Çavkanî:

[1]P.Dr. Îsedîn Mistefa Resul, Ehmedê Xanî Şa’îr û Bîrmend û Feylesof û sofî, wer: Nivîskar bi xwe, Weş. Weşanên Hemdî , Silêmanî, 2008, R. 238.

[2] H. Ç. R. 239.                   

[3] Nehmetilla Hamid Nihêllî, Deravek ji Rexnê (Rexne û Vekolîn ), R. 60

[4] M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, Gün Yayinlari, Îstenbul, 1968, R. 75

[5] Mehemed Emîn ê Osman , Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Weş. El- Cahiz, Ç. 1ê, Bexdad, 1990, R.67-68

[6] Perwîz Cîhanî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî (Bi rave û Şiroveyek nû), B. 1ê, R.275

[7] Mehemed Emîn ê Osman, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, R. 68.

[8] Mehemed Emîn ê Osman, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, R. 68-69.

[9] M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, R.74-76.

[10] Mehemed Emîn ê Osman , Mem û Zîna Ehmedê Xanî, R.70

[11] Perwîz Cîhanî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî (Bi rave û şiroveyek nû), B. 1ê, Ji weşanên Dezgehê Spîrêz, Weş. Xanî , Duhok, 2007, R. 280-281.

[12] Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, weş. Lîs, ç. 3ê, Amed, 2009, r. 117.

[13] Perwîz Cîhanî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî (Bi rave û şiroveyek nû), B.1ê, R.283-284.

[14] Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Kilasîk, Weş. Nûbihar, Ç.2ê, Îstanbul, 2014, R.231.

[15] M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, R. 482

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev