Serxweşîya bo kirasguhastina Mîr Tehsîn Sehîd Beg

Serxweşîya bo kirasguhastina Mîr Tehsîn Sehîd Beg

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) u Federasyona komalen kurd li Beneluxê (FKКB)
serxweşîyê didine malbeta Rêberê êzdîyan Mîr Tehsîn Sehîd Beg, hemû êzdîyên cihanê û tevaya gelê kurd bo kirasguhastina wî serekê dînê êzdîtîyê.

Qedera wî bi êş û azaran, bi xemgînîyan û nexweşîyan, bi hêvîşikestinê û bawerîyên bo rojên pêş va, herwiha bi girêdana esil û koka xwe va, bi ruhanîya xwe ya kûr, qedirgirtin û bêhesab pir hezkirina miletê xwe û wê rola mezin va dagirtî bû, ku herdem jî bûbû bingeh û çavkanîya jîyana wî.

Esil û esasê min /noblesse oblige/ rêberîya min dike ku ez di jîyanê da herdem xizmetkarê gelê xwe bim, bi xem û xeyalên wî va bijîm.

Lê di bîranîna me, bîranîna gelê me û wan kesan da ku bi dînê xwe va êzdî ne, kê ku miletê xweyî dilrehm, helal, carina jî dilsax û nazik, berbihêr û mêrxas hiz dike, navê Mîr Tehsîn Sehîd Beg û bîranîna wî a geş û bedew wê heta hetayê di dil û sewdayê wan da bimîne.

Merivên wisa hene, ku mezinaya wan nayê înkarkirin. Ew ji binemaleke wisa esilzade bû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev