Serxweşîya çend rêxistin, ronakbîr û sîyasetmedaran bo wefata Mîr Tehsîn Beg

Serxweşîya çend rêxistin, ronakbîr û sîyasetmedaran bo wefata Mîr Tehsîn Beg

Serxweşîya birêz Mesrûr Barzanî

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê Mîr Tehsîn Beg peyamek belav kir. Îro danê sibê Mîrê Êzîdiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg li Almanya koça dawiyê kir.

Peyama Mesrûr Barzanî:

-Malbata birêz Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê Mîr Tehsîn Beg bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê û kesayetiya nîştimanperwer ya Kurdistanê Mîr Tehsîn Beg gehêşte me û bi bîhistina vê nûçeyê gelek xembar û dilgiran bûn.

 

Serxweşîya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed 

Mîrê Kurdê Êzdiyan li Almanyayê koça dawî kir

Mîrê Kurdê Êzdiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Seîd Elî (86) di 28.01.2019ê de li nexweşxaneya KRH Siloah a li bajarê Hannover yê Almanyayê wefat kir. Ew demeke dirêj nexweş bû.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi koça dawî ya Mîr Tahsîn begê, sersaxîyê ji xwişk û birayên xwe yên Êzîdî re dixwaze û hevparê êşa wan e.
Bila serê gelê hemû kurdê Êzîdî û serê miletê Kurd sax be.

Mîr Tehsîn Seîd Elî
-Di sala 1933ê de ji dayik bûye
-Piştî mirina bavê wî di 1944ê de bûye Mîrê Kurdê Êzîdî
-Di 1962ê de çûye Ewrûpayê salekê li welatên cûda yên Ewrûpayê maye
-Di 1970î de bêşdarî şoreşa Kurdî bûye
-Piştî têkçûna şoreşê koçberî Îranê bûye
-Di 1976ê de çûye Londonê û 5 sal li wir maye
-Di 1981ê de piştî efûya ku jê re derketîye wegerîyaye Iraqê
-Li gel zimanê xwe yê Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Farisî zanibû.

Li gorî çavkanîyan hejmara Kurdê Êzdî li cîhanê zêdetirî yek milyon e û ji wê hejmarê nêzîkî 600 hezar kes li Başûrê Kurdistanê niştecih in. 

 

Serxweşîya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Mîrê Êzîdîyan Mîr Tehsîn Beg (1933-2019) wefat kir.

Yezdanê pak, wî bi dilovanîya xwe şa bike!

Bila serê malbat, hemû miletê kurd û bi taybetî jî ê Êzîdîyan, sax be.

 

Serxweşîya Nwênerê Partîya Dîmokrata Kurdistanê li Rusîya Xoşevî Babekir

Îro me xebera wefata rêberê kurdêt ezidîêt cîhanê Mîr Tehsîn Beg bîst.

Komelgeya ezîda û Kurdistanê mirovek li dest da ke cihê serberzî û gerantîya parastina nasnama ekêtîya ezîdî û kurdî bu . Pêwîste ke jiyannama wî wek wanneyêt dersîyet dîrokîyêt bizava azadîxaza kurdistanê, ke şrova hemo nexweşî û destkeftêt ezîdîya deket, li qotabxana bêne xwîndnê.
Mîr Tehsîn Beg serkirdeyekê meznê xebatgêrê neteweî bu û bixo beşek li vî netewey boye, her li ber wê êkş toşî gelek astengê neteweî, gînosaedê, derbiderîê, u sîyaseta pi arab kirdinê bû her li ber wê êkê li rêfrandomêda bergirî li serxwebona Kurdistanê dikir.
Mîr Tahsîn Beg wek mirovek, hoşmend, pi autarîtet û durbîn di nav komelgeha ezîdîyanda serkirdayetî dikir .
Ez pi nave nwêneratîya Partîya Dîmokrata Kurdistanê li Rusîya serexoşî li malbata wî û ezîdêt welatêt berê yêt Ekêtîya Sovîyet dikem.

 

Serxweşîya PAKê 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg sersaxî ji xelkê Êzidî re xwest.

Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve, ji Rûpela Nû re hat şandin de wisa hate gotin:

“Sersaxî ji bo xwişk û biryên me yên Kurdên Êzidî 

Tehsîn Begê Mîrê xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî çû ber dilovaniya Xwedê.

Em sersaxîyê  ji malbata xwedê jê razî re û ji xwişk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî û ji hemû Kurdan re dixwazin. Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî bihuşt be.”

 

Serxweşîya Kinyazê Îbrahîm û Ezîzê Zîyo Bedirxan 

Me bi dilekî kovan behsa wefata Mîrê Êzdîyan bihîst. Îro em heznî ne, bona me rojeke reş e.

Em ji navê Komela Kurdên Qazaxistanê ya bi navê “Berbang” serxweşîyê didine binemala Mîr Tehsîn beg, hemû êzdîyên cihanê û dibêjin:

-Bira rehma Xwedayê mezin li te be, ruhê te li buhuştê, di qada jorîn da be.

 

Serxweşîya Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark

Xwedê û Tawisî Melek Mîr Tahsîn Beg bi rahma xwe şad bikin.

Me îro bi dilekî xemgîn û kovan bihîst, ku Mîrê me, Mîrê tevaye Êzîdxanê, Mîr Tahsîn Saîd Beg di temenê xwe ê 86 salî de kiras guhastîye.

Em wek Civaka Êzîdî bi vê xebera ne xweş gelekî xemgîn bûn.

Mîr Tahsîn Beg, eve demek dirêj bû tenduristîya wî ne baş bû û li bajarê Hannover li Almanya dihat derman kirin.

Em di serî de sersaxîyê li tevaya Êzîdxanê, li xwe û li malbata Mîr dikin û dibêjin Xwedê û Tawisî Melek wî bi rahma xwe şad bikin. Cihê Mîrê me biheşt bê.

 

Serxweşîya Ronakbîrê kurd Raif Yaman

Mîr Tehsîn beg, leaderê dînî ê êzidîyan, mala xwe ji vê dunya derewîn bar kir.

Xwedê wî bi dilovanîya xwe şad bike, Melekê Taus rêberê wî be.

Serê famîla wî, dîndarên êzidî û miletê kurd xweş be.

Mirin jî parçekî jîyanê ye…

 

Serxwaşîya lêkolîner Osman Aytar

STÊRKEKÎ DIN Ê XWEŞ JI ASIMANÊN KURDISTANÊ XURICÎ, DIL XEMGIN E!

Bi xemgînî min bihîst ku Mîrê Dînî yê Cîhanê yê Kurdên Êzîdî, Mîr Tehsîn Beg îro li Hannovera Almanyayê ji ber nexweşîyê wefat kirîye.

Ji dil êşa hemû malbata wî, hemû heval û dostan parve dikim…

 

Serxweşîya nivîskar Ezîzê Gerdenzerî

Mîrê êzîdiyên cîhanê gişkî, serokê şêwra êzîdiyan ya ruhanî, mîr Tehsîn mîr Seîd beg çû ser dilovanîya Xwedê.
Em serxweşiyê didin êzîdiyên seranserî cîhanê.
Em dibêjin lawê mîr yê mezin, mîr Hazem mîr Tehsîn Beg, serê te sax be. Em dibêjin hemû lawên Mala Mîrê Êzîdiyan, serê we sax be. Em serxweşiyê didin hemû lawên êzdîxanê, wisa jî dost û xêrxwazên êzdîxanê.
Em dibêjin rehma Şîxadî ruhê Mîr be. Ciyê wî cinet be.

 

Serxweşîya rojnamevan Prîskê Mihoyî bi helbestekê 

MÎRÊ ÊZÎDÎXANÊ

Ji Şengalê dûr, welatê xerîbîyê,
Mîrê Êzîdîxanê kiras guhartîye,
Tehsîn Beg çûye ser dilovanîyê,
Îro kevezan dergê Xwedê dixe!

– Dêrî veke, Rebê minî mezin,
Hatime bal te, gazinan bikim,
Te çima em bê mal û hal kirin,
Ji bo çi te em tev perîşan kirin?

Bi hezaran sala me navê te da,
Avîte ser dua-dirozgên xwe,
Serê sibê ku Şems nedîr dida,
Me danî ser zar tek methê te!

Ez hatime dewê bikim, Xuda,
Dewa ewledên mirî û zêndî,
Hatime dada te bikim, Padşa
Ji bo xwîna meye rêtî-mewicî!..

Û dergê Rebê erşê esmanan,
Sê horîyên cilsipî vekirin hêdî:
– Nijar dike Xuda gazinên tevan,
Keremke, were buhuşta batinî!..

 

Serxweşîya nivîskar Bûbê Eser

Mîrê me kurdan ji nava me koç kir!!!

Mîr Tahsîn, di warê olî de mezinekî brayên me êzdiyan bû. Lê bi kurdewariya xwe ew mezinekî me kurdan bû. Helwest û daxwaza wî Kurdistaneke azad û serbixwe bû. Wî tim helwest û biryarên serok Barzanî rast û pêwîst didît.
Bila serê gelê me û brayên me yên êzîdî û tevahiya kurdan sax be.

 

Serxweşîya Federasyona Êzdîyên Fransayê Tamaz Desinî

Mîr Tehsîn begê Mîrê Êzdîxanê 72 sala zêdetir, di t’emenê 12 saliya xwe da Mîrtî kiriye, bona êzdî û Êzdîxanê gelak k’ar û xebatêd berbiçav, r’asthatinêd dîrokî t’evî serwêrtiya r’uhanî ya k’ristyana, yahûdiya, katolîka, musulmana kirîye û usa jî rastî serokên dewletan hatîye.
Fêdêrasyona Êzdîyêd Fransayê serxweşiyê dide t’emamiya Êzdîxanê, civata R’uhaniyê û malbeta Mîr Tehsîm Seyîd beg.

 

Serxweşîya Hunermend Aydin Ronak

Mîrê min

Binive xweşiya dil û çavan,
Ronak jibo te bibe qurban
Te bi navê xwe yê pîroz, nav daye cîhan
Binive Mîrê min, Mîrê kurd û Kurdistan

Xweşhalî wekî kevok û berxan,
Fikrandina te melek jî heyran,
Pir qence nesba te
Dayîk bi qurban,
Binive Mirê min binive lo lo

Çerxa felekê li ser me kîne,
Bextê me reşe kezeb birîne,
Mesken ji mere niho nivîne,
Binive Mîr min Mîrê Êzdîxan.

 

Serxweşîya Êzdîzan Kemal Tolan

Oxira we ya xêrê be mîrê di Kurdistanê de yê herî dawî û mîrê Êzdîxanê Tahsîn Seîd Beg!

Hêvî dikim ku Xwedê û Tawisî Melek ruhê rahmetî bi dilovaniya xwe şad bikin, sersaxîyê ji tevaya miletê Kurd, dost, heval û malbata wî re dixwazim!

 

Di wêne da: Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm û profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan seredana mala Mîr Tehsîn Beg kirine û ew ziyaret kirine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev