Bankêra Kurd Narîn Nadirova weke jina herî serkeftî li Qazaxistanê hate xelatkirin

Bankêra Kurd Narîn Nadirova weke jina herî serkeftî li Qazaxistanê hate xelatkirin

Nûçeyeke balkêş ji malpera ”Avestakurd”

 

Bankêra Kurd Narîn Nadirova  (Narîna Kinyazê Hemîd), yek ji jinên Kurd ên serkeftî ye di warê aborî de. Ji ber serkeftina kar  wê Madalya ”Merey” wergirt.

Ew xelat her sal ji bo kesên li Qazaxistanê di warê banka-fînans û aboriyê de serkeftî tê pêşkêşkirin.

Xelat îsal li ser 5 kesan hate belavkirin. Narîn tekane keça Kurd e ku wê xelatê werdigire.

Sala 2018 de jî Narîn Nadirova li seranserê Qazaxistanê bûbû Bankêra yekemän.

Narîn Nadîrova li Qazaxistanê CEO-ya Home Credit Bank yek ji rêvebiran e. – Ew bankeke navdar e, li seranserê dinyayê ofîs û şaxên wê hene.

http://avestakurd.net/blog/2019/01/30/bankera-kurd-narin-nadirova-weke-jina-heri-serkefti-li-kazakistane-hate-xelatkirin/?fbclid=IwAR3ZcxwPoAxVWtBH9TPtAhDZKz2_N1pCox0vlc47-WB-sh5Qm3aZrCeeuE8

 

P.S. Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin, ku Narîn xanima profêsor, bijîşkê navdar Barîyê Nadir, keça parlamentarê Ermenîstanê Kinyazê Hemîd û bûka Akademîsyenê kurd Nadirê Kerem Nadirov û doktora zanyarîyê Helîma Emo ye.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev