LANET WERE Lİ ŞÎRHERAMAN !

LANET WERE Lİ ŞÎRHERAMAN !

Bayram Ayaz, sîyasetmedar

Doh cend şîrheraman li Brukselê alaya Kurdistanê ya li pêş Nûnertiya Hukumeta Kurdistanê daxistin. Ev rûreşiyek e, provokasyonek e li dijî ala Kurdistanê. Lanet be li van şîrheraman.

Heval û dostekî min hêja kekê Halit Temli vê rûreşiyê xweşik bi nav kiriye gotiye şîrheramî!

Zimanê Kurdî de şîrheramî gotineke gelekî giran e! Yanî evê bi şîrê heram mezin bûye! Hema hemî xerabî li kesekî şîrheram tên. Hema hewce nîne, em zêde gotinan binivîsin ser van şîrheraman.

Kekê Halit, pêşniyariyeke di cîh de jî nivîsiye. Ev pêşniyarî dikare bibe bersiveke qenc bo şîrheraman.

Bayram Ayaz
30.01.2019

*****

Bersîva ji bo bê esil û şîrheraman…

 

Bayê bê esil û şîrheraman doh li bajarê Brüksel Alaya Rengîn ji darde xistine!

Daxwaza min: Divê rojek were eşkere kirin kû hemî Kurdên welatparêz ji Ewrupa, bi haweyek fermî ligel sîruda netewî Ey Reqib, em Ala Rengîn li heman cîh berjor hildin ber bi ezmanan ve…

Ev e bersiva bo wan şîrheraman!

Kesê/a kû vî helwesta demokratîk rewa dibînin, kerem bikin.

Bila, bizanibin ku ne ew û ne „xwedî“yên wan nikarin vê dozê rawestînin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev