Pirsa we û bersîva me – 119

Pirsa we û bersîva me – 119

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê xwendevanekî me pirseke balkêş ji me ra şandîye. Rêvebira vê beşa me Nura Şanê şêwra xwe bi berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl ra kir û di encamê da ev bersîv derket:

 

Pirsa Zozana Adî û bersîva Têmûrê Xelîl

 

Pirs: Van dawîyan sazbendê (mûzîsyen) mezin Egîtê Cimo çû rehmetê. Bi hezaran kurd bo mirina wî xemgîn bûn, bi sedan kurd peyamên serxweşî belavkirin. Lê hemûyan jî, heta kurdên Ermenîstanê jî di nav da, wî bi nav dikin wek “Mîrê bilûrê”. Lê ez zanim, ku Egîtê Cimo li meyê (dûdûkê) xistîye, herwiha li fîqê û zirnê xistîye, lê hîç carekê li bilûrê nexistîye. Gelo ez rast im, an ewana?

 

Bersîv: Tu ji sedî sed rast î! Egîtê Cimo hîç caran li bilûrê nexistîye. Ew di hêla meyalêxistinê da bi rastî jî meriv dikare bêje di nava kurdan da yekemîn bû. Weke ku Taharê Emer di hêla bilûrlêxistinê da yekemîn bû, Şamilê Beko di hêla fîqlêxistinê da yekemîn bû û Xelîlê Evdile di hêla zirnelêxistinê da yekemîn bû.

Hema bêje hemû kesên ser Egîtê Cimo dinivîsin an jî peyaman belav dikin, şaş dibêjin, ku ew 37 salan di radyoyê da kar kirîye. Ew camêr serhevdu 4-5 salan di beşa mûzîkê da kar kirîye, lê zêdeyî 40 salan ji stiranên dengbêjan ra meyê xistîye (wek nimûne bi Karapêtê Xaço, Efoyê Esed, Aslîka Qadir, Mehmedê Mûsa, Sûsîka Simo, Memê Xudo, Zadîna Şekir û gelekê din ra), herwiha bi fîqê û zirnê gelek miqamên (melody) xweş lêxistine û ew di Fonda Zêrîn a radyoya kurdî da têne parastin.

 

Niha jî du bûyerên balkêş ji jîyana Egîtê Cimo: 

Erebê Şemo digot: -Dema Egît li meyê dixe, mar ji kêleka te ra derbaz bibin, li te naxin, lê dema Şamilê Beko li zirnê dixe, heta dûpişk jî direqisin.

Çend komên kilam û reqasê yên binavûdeng li Ermenîstanê daxwez ji Egîtê Cimo kirine ku di komên wan da li meyayê û zirnê xe. Egîtê Cimo çûye, xweş jî lêxistîye, lê sazbendîzan-kompozîtorên ermenî yên binavûdeng îzbat kirine, ku gewrîya Egît ji bo awazên kurdî ye, lema ew çiqasî jî baş li meyê û zirnê dixe, lê nikare ruhê ermenîyan raberî me bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev