Hevpeyvîna Newaf Mîro bi Kemal Tolan re – 1

Hevpeyvîna Newaf Mîro bi Kemal Tolan re – 1

Du kurdên êzdî ev sohbeta xwe ya bi ruhê kurdî û Kurdistanî diyarî xwendevanên kurd dikin. Berdewama vê hevpeyvînê sibê bixwînin.

Kemal Tolan: Êzdîtî Xwedê nasîn û Kurdîtî jî nasnama nijad-hebûna bedena min e

1- Ji bo we Kemal Tolan kî ye?

-Newaf birayê hêja, bi destûra te be, berî ku ez pirsên te bibersivînim, lavan ji xwandevanên te yên rêzdardikim û dêjime wan, hêvîdarim ku hûn ji min şaş fahm nekin û ez bi xwe ne dûnavek anjî ilimdarekî Êzdîtiyê me. Ez bersivên van pirsên hevpeyvînê li gorî Êzdînasîn, dîtin û ramanên xwe didim. Gava ku rexne û pêşniyarên we rêzdaran hebin, ji kerema xwe ra hûn şaşîtiyên min ji Êzdiyatiyê re nekine kêmasî!

Ez jî weke gelek Kurdan, tam nizanim li kur û di kîjan wextî de ji diya xwe Ximşê û bavê xwe Eli ra hatime ser ruyê erdê. Lê hinek rûspiyên malbeta min dibêjin, gava ez di sala 05.10.1955 de li gundê Şimzê çêbûme.

Min dibistana sereke a li gundê Şimzê di sala 1968, perwerdeya dibistana navîn di sala 1973 de li bajarokê Qubîn (Bişiri) ê û li Wêranşarê jî di sala 1976 de Lîse (Gymnasium) ê qedandiye.

Min ji sala 1979 heta 2005 weke wergerê sondxwarî di nav û derdora bajarê Oldenburgê de bi fermî wergeriya zimanê Almanî, Tirkî û Kurdî kiriye.

Min dîploma xwe ya ji bo mamostetiya zimanê Almanî ji Goethe Înstîtuta München`ê girtiye. Min demekê weke dozent û dîrektorê kursa fêrbûna zimanê Almanî ders da ber xerîbên ku li bajarê Oldenburg ê diman û ez niha teqawît bûme.

Gava ez di sal 1976 de hatime Almaniya Federal cewicîm û gelek spas ji Xwedê ra ku niha pênc zarokên min hene.

2- Tu dikarî biçûkatiya Kemal Tolan û çend dîmenê ji gund, dayik, bav, kal û gundî û ji biçûkatiya wî bi me re parve bikî?

-Ji ber ku kalikên min di temenekî ciwan de çune ber dilovaniya Xwedê, min yek ji wan jî ne dîtiye û wexta ku min di sala 28.09.1968 de dibistana sereke a li gundê Şimzê qedand, hingê rewşa tevaya kulfet û aboriya mala me gelekî çetîn bû. Jixwe ji ber ku rahmetiya diya min Ximşê, di bin wan mercên dijwar de tevî min 9 zarok anîbûne ser ruyê erdê, tendûrûstiya wê jî gelekî ketibû xeterê. Bavê min hingê ji ber belangaziya tûnebûna malê dinê nikarîbû diya min baş bive şanî doxterekî bikirina û diya min ji ber wan sedemên nebaş jî di sala 1968 de kiras guhast (çû ber dilovaniya Xwedê!) ye. Dûre jî bav, ap, jinap, bira û xuşka min bi gelekî belangazî û tenê bi keda rêncberiya cotkarî, şivanî, gavanî, palevanî û hwd.yê dikaribûn me xwedîbikin. Dema ku birayê min yê mezin Hiseyîn zewicî û ew di sala 1969 de hate Almaniya Federal pê ve, ewî markên keda zahmetên xwe ji me ra şandin, êdî me hêja nû berxwe dîtiye û……

3- Tiştê ku tu herî bîriyê dikî ji zaroktiya xwe çi ye?

-Mixabin, ji ber ku min di dema zarokatiya xwe de, tu tiştekî bikêrhatî ne dîtiye û timî di nav belangaziyê de jiya me, ez naxwazim qet zarokatiya xwe bînime bîra xwe.

4- Ji bo we Êzdîtî çiye?

-Bi dîtina min, Êzdiyatî dînekî bavkalen welatêrojê, xwezayî, esmanî, serbixwe û di koka şaristanî-hişmendiya xwe de jî haveynê Mezopotamiya û bı taybetî jî xizna nasnama gelê Kurd e (*1).

Êzdî îmana xwe bi ilm û qewlên ku girêdanên di navbera Xwedayên esmanî û xwezayê de diyar dikin nasdikin û bawerdikin ku di destpêka afirandina dinyayê de ji xeynî Xwedê, Melek (Milyaket), Horî, Perî û whd. tu giyander (ruhilber) ên dinê, li esmana, ser û binê erdê tune bûne.

Lewmajî bawerim ku, tu beşerî Êzdiyatî ne afirandiye û ji hinga ku mirovatiyê xwe naskiriye û heta vêga hêjî tu kesekî nikarîbûye tevaya bingeha fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatîyê di tu berheman de tomar bike.

Her çiqas hinek dîrokzane û lêkolînvanên di dinya yê de pir bi navûdengin, bi gelek zahmetî û balkêṣî bahsa hebûn, afirandin, belabûn, asîmlebûn, ji dîn derxistin û olguhastina kes, êl, eṣîr, mîrgehên bav-kalên me EZDAHIYAN kiribin jî (*2), îro zêdeyî XWEDA pêve, tu kes ji me hew dikare bi tam temamî bibêje, ka bav-kalên “Kurdên Resen” ji xeynî serên çiyayên Mezopotamiya, Asya û Ewrupa yê pê ve, bi kûdera dinayê ve heribî ne. Meriv dikare tenê di qewl û duayên me de xweş bivîne, ku Êzdiyatî bingeha hemû olên miletên Arî û Mezopotamiyê (*3) ye. Heta ku qewl û duayên Êzîdiyatî neyê ne şîrove û nas kirin, dîroka ol û mîletên li Mezopotamiya yê jî zelal ne be.

5- Ger cenabê we kurdîtî û êzdîtiyê li mêzînekê bide, wê dilê we herî zêde bi kîjan alîve be? yan jî hûne çawa şîro bikin?

-Dilê min, yê ku ji xemxiriya Êzdîtî û Kurdîtiya resen tije buye dibêje, Êzdîtî û Kurdîtiya resen mîna goşt û hestiyên bedenekê ne. Ji ber ku Êzdîtî Xwedê nasîn û Kurdîtî jî nasnama nijad-hebûna bedena min e, ez nikarim Êzdîtî û Kurdîtiya resen ji hevûdinê veqetînim û wan ji hevûdinê cûde deynime ser “mêzînekê”. ….

Tiştê ku ez ji Êzdîtiyê fahmdikim û gelek ilimdarên Êzdî îro hêjî di zargotina xwe de dibêjin,”Tawisî-Melek bi Adem re, bi zimanê Kurdî xeber daye” . Lewma jî çi gava ku oldarên Êzdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin û dibêjin “zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî ye”. Di dîroka ferman û qetliyamên Êzdîtiyê de jî baş têxwanêkirin ku, bav û bapîrên me Êzdiyan, dîrok û çanda Kurdî bi lehengî, sembol, ilm, qewl, sema, libas (cil), parêzgeh û xwîna xwe ya paqij parastine. Lewma jî dagirkirên Kurdistanê (siltan, padîşah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa û jendirmên Farzî, Ereb,Tatar, Tirkên Osmanî tevî olperestên Kurdên nezan û berpirsiyarên hemu baylozxanên koloniyalîst) zahmetekî ku meriv nikare salix bide, zilm û zordarî li bawermendên Êzdîtiyê dikirin û ew vê barbariya xwe hêjî berdewam dikin.

Vêca ji bo ku ev nêrîna min çewt neyê fêhmkirin dibêjim, her Kurdek ne mecbûre Êzdîtiyê weke ola xwe bivîne û hurmeta min ji hemû dîn, bîr û baweriyên li Kurdistan û cihanê hene re heye. Ji xwe çi gava ku meriv bikaribe li ser cewahirên bingehên ilmê baweriya Ezdahiyan baş lêkolîn bike, hingê merivê bivîne ku, baweriya Ezdahîtiyê cûdetiyê naxe navbêna tu av, ba (hawa), agir (nûr) û axa li ser ruyê dinya yê hene (*4).

Bi dîtina min, em Êzîdî nikarin Êzdiyatiya xwe bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin (*5). Divê heryek ji me Êzdiyan baş bizanîbe û di dîrokê de jî xweş têxwanêkirin, ew herêmên ku bavkalên Êzdiyan xwe ji çande û zimanê Kurdî dûrkirine, ew zû asîmle bûne û paşmayên wan bavkalen welatêrojê, îro hewdikarin bi ziman û çanda xerîban ji Êzdiyatiyê ra xwedî derkevin.

Ez hêvîdarim, rewşenbîr û zahnên Êzdiyên îro jî wan şaşîtiyan nekin û nehêlin ku paşmayên me jî sibê bikevine rewşeke wisa xeter……. Lewma ez timî dêjim, divê em Êzdî ji her kesekî Kurdistanî bêtir, „bi zimanê Kurdî binivisînin û bixwînin! (*6). Tiştê ku ji min hatiye, min heta niha ev mafê bawerî û netewa xwe parastiye, ew bi dilxweşî di pirtûk û gotarên xwe yên ku di gelek kovar, malper û rojnamên Kurdî de hatine weşandin de jî daye xwanêkirin.

6- Xwe naskirina olî û çandî kengê bi we re peyda bû? Yan jî sedem çi bû?

-Dema ez di sala 1970 de çûm xwe ji bo xwandina dibistana navîn a li bajarokê Qubîn (Beşiri)ê nivîsand pê ve, min hingê di dibistanê de dît ku hinek ciwanên feodalên Kurdên bisilman dixwazin meznantiyê li min bikin. Ji ber ku axa di gundê me Şimzê de tûnebûn, min xulamtiya kesî nasnedikir û ez bixwe gelekî bawerbûm. Ezê gelekî dilxweşbim, eger hevalên min yên ku hingê bi min ra li dibistana navîn a bajarokê Qubînê dixawndin bibêjin, bê min hingê ji ber axaftina zimanê Kurdî, Êzdiyatiya xwe û baş nezanîna zimanê tirkî çiqasî lêdan ji ber destên mamostan xwariye. Min ji xeynî niheqiyên hinek hevalên Kurdên bisilman û mamostên ku min mecbûrî beşdarbûna dersa dînê bisilmanetiyê dikirin pê ve, di nav jiyana rojane a li nav bajarokê Qubînê de jî gelek neheqî dîtin.

Gava ez carnan di dawiya heftiyê û betlana dibistanê de, ji Qubînê heta gundê Şimzê bi piya diçûme malê, min hingê bahsa hinek neheqiya ku li Beşîriyê dihate serê xwe dikir. Carekê hinga ku ez çûme malê (ya li Şimzê), hinek nas û merivên bavê min, yên ku li gundên derûdora Wêranşarê diman, ew jî bi mêvanî hatibûne mala me. Min rabû çend pirs li ser neheqiya Kurdîtî û Êzdîtiya li nav û derûdora Wêranşarê ji wan kirin. Ewan ji min û bavê min ra gotin, “ di nav û derdorên Wêranşehîrê de tu neheqiya çandî û dînî li me Êzdiyan nabe. Hemû berpirsyar û memûr (karmend)ên dewletê jî hurmetê didine Êzdîtiya me. Jixwe em Êzdî heroj diçine nav bajarê Wêranşehîrê û tên, me qet rojekê ne bihîstiye ku, gundiyekî Êzdî anjî zarokên Êzdiyan, yên ku di nava Wêranşehîrê de diçine dibistana navîn û lîsê (Gymnasium)” bahsa neheqiya çandî û dînî kirine..” Ev gotinên wan ketine nav hişê min û min berî hingê fahmkiribû ku ez di herêma xwe de, ji ber nasnama ol û çanda xwe nikarim herim li bajarekî weke Batman, Sêert û hwd.ê û xwandina lîsê (Gymnasium) bixwînim.

Ez ji ber wê tirsa neheqiya dînî a ku di nav Qubînê û derdora Batmanê de dihate serê min reviyam, çûme Wêranşehîrê û min xwandina xwe ya Gymnasiumê li wirê xelazkir. Min di nava wan sê salên xwandina gymnasîim ê de û bixêra xebata Komelayên Çanada Şoreşgerî yên Rojhilatê (DDKO) a li Wêranşehîrê jî xwe nenasîn û jiyana feodalîzma welatê me hîn baştir fahmkir. Êdî ez hêvîdarim ku hinek heval, dost û nasên min yê Wêranşehîrî bikaribin, di dewsa min de hinekî bahsa wê xebata me xwandekarên lîsê û tekoşîna ku hêja hingê birêvebirên DDKO`ya li Wêranşehîrê didan, bikin…..

Wexta ez di sala 1976 de hatime Almaniya Federal pê ve, min li virê jî ew xebata xwe ya li dijî dagirkerên Kurdistanê û feodalên Kurd tevî hevalên birêvebirên Komelayên Çanada Şoreşgerî de berdewamkir. Ji xwe kesên ku min nasdikin, ew jî dizanin ji ber vê berxwedana min a di nav endamên civaka me, yên ku li bajarê Celle yê diman de, hinek astengî ji min ra derketin û ez mecbûrbûm ji bajarê Celle yê jî derkevim.

7- Ez dizanim, misilamntiya deşta Bişêriyê tund bû, li dij êzdiya. Gelo hûn jî bûn dîtiyê hin bûyera, ku ji bîra we naçin?

-Gava min li Qubînê dixwand, ez rojekê di havînê de ji bo pêdiviyekî xwe çûme bajarê Sêertê û min karê xwe xilazkir. Dûre hinga ez vegeriyam hatim li termînala texsiyan li texsiyeke ku vedigere Batmanê siwarbûm û em bi rêketin, di texsiya me de ji xeynî ajovan sê kesên ku bi temenê xwe ji min mezintir jî rûniştibûn. Gava em ji bajarê Sêertê derketin, wan her sê kesan bi hevûdin re sohbetdikirin, min û ajovan jî qet deyn nedikir. Wexta em hatin gihîştine pêşiya gundê Hecrê yê li ser rêya Batman û Sêertê, ewan her sê kesan dû jinên Êzdî, yên ku heval (bin ) kiraskên wan sipîbûn, li ser kêleka rê di nav erdekî pirêzê de û qesel didane hevûdin dîtin.

Wexta wan her sê kesên hevalê me, ew jinên Êzdî tevî binkirask (derpiy)ên sipî dîtin, ewan li nav çavên min rihêntin, ew peyva neqenc ya ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî wê qet bilêvnakin, bi dengekî bilind gotin û xeberên gelekî ne baş bi wan kirin. Ez jî hingê di nava xwe de zahf keliyam, ewan bi wecê min derxist ku ez bi wê gotina wan gelekî acisbûm. Lê min dengê xwe nekir. Hinga ku em hatin ji Qubînê derbas bûn û gihîştine binê palê qêrê Qubînê, diduyan ji wan kesan gotine min, xorto çima hinga em bi wan jinikên filantiştî (dîsa ew peyv ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî wê qet bilêvnakin, gotin) kufirîn, tû acisbuyî ?

-Min jî hew dikaribû acisiya xwe veşêrim û gote wan, ma ji xwe eger ku we ji xwe şermbikira, gereke we ew xeberên nebaş bi wan jinên Êzdî ne kirina û raste rast li nav çavên min jî nerihênta.

Ewan bersiv min da û got, ne bêje ew jinên filantişt (dîsa ew peyv ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî wê qet bilêvnakin, gotin) însanên. Ew kafir…………. çi ne, qey tû jî ji wan gawir…, …, û .. î ?

Min jî încar ew peyvên nebaşiyan, ji xeynî wê peyva ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî wê qet bilêvnakin pê vegotin, li wan vegerandin. Gava em bi vî haweyê di nava texsiyê de bihevdinketin, em hatin gihîştine deşta serê qêrê Qubînê (ku pêşiyên me digotinê, Kevanê Qêre). Ewan her sê kesan bihev ra gotine ajovan, bisekine, emê vî “ş… perestî” li virê geberbikin. Ajovan jî tirsiya û bi ya wankir, texsî rawestand. Ewan bi çeplên min girt û ez bizorê ji texsiyê anîme xwarê. Gava ez wan li wêderê bihevûdinê ketin û ewan têra xwe li min xistin, dûre hêja texsiyeke dinê jî di wirde hat li ber me rawestiya. Dû kes ji wê texsiyên peyabûn hatin, ez ji nav lepên wan paşverû û neyarên Kurdîtiyê rizgarkirim. Ev û hinek hovîtiyên din jî, qet ji bîra min dernakevin……

8- Hûn yek ji serkêşê ciwanê êzdî ne, ku di perwerdeya dewleta tirka re derbas bûne. Hûn dikarin hinekî qala wê demê bikin? Nakokî û aloziyê wê demê?

-Min di gotareke xwe ya bi navê “ÇIME ME ÊZÎDIYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ DEV JI WELATÊ XWE BERDAYE?” û di 16.08.2004 de hatiye weşandin de daye. Ez niha ji ber cîh nikarim dûr û dirêj bahsa van NAKOKÎ, ALOZÎ, ZILM Û ZORA VAN SALAN bikim. Lê hêvîdarim ku xwandevan bikaribin van di vê lînkê (7) de bixwînin!

9- Em dizanin êzdiya gellek êş û azar kişandine, ya herî hûn êşandine û hêjî pêdiêşin kîjane?

-Wexta min li welat didît ku dewleta Tirkan, hinek azadî xwazên Kurd û bi taybetî jî hinga ku olperestên Kurdan, mafên me Êzdiyan yên Kurdî-olî nas nedikirin, ez gelekî pêdiêşiyam. Her weha gava jî, gava kesekî rewşenbîr, nivîskar anjî berpirsyarekî çapemenî, ragihandin, partî û rêxistinên Kurdistanê di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmeta ku didine ola Bisilmantiyê, Xiristaniyê û hwd, û ew rumetê nadine olên civakên Kurdistanê yên kêm û bi taybetî jî me Êzdiyan, ez zahf pêdiêşim…

10- We kengê dest avêt nivisê? Nivisa we ya yekem di derheqa çide bû?

-Gava mala me hate bajarê Oldenburg`ê jî, min xebata xwe a di nav refên hevalên şoreşgerên Kurd û Almanên li Oldenburgê de berdewamkir. Min di dawiya sala 1978 de jî dest bi nivîsandina helbestan kir û dûre hêja gotar/nêrînên xwe jî belakirin.

 

Helbesta min ya yekemîn jî ev bû:

 

Tekoşer

Hildaye ser milan tevgera xebatkaran

Can fêdaye ji bo azadiyan bindestan

Tekoşînê dide her wextî bi şev û rojan

Êrîşan dibe ser kozikên koloniyalîstan

Di pelişîne rêç û şopên kevneperestan

Di çêrîne sînorên Rus,Tirk, Îraq, Sûrî û Îran

Ew fêdekare, canê xwe dide ji bo kurdîstan

Ewê herdem bijî li ba keç û kurên qehreman-(*8)

 

Nivîsandina min ya yekemîn, li ser bernama ”Şeva li Oldenburgê (*9)” bû.

Gotara min ya yekemîn jî ev bû: “Digotin„ Malê dinyayê qirêja desta ye !

Me gelek caran ji bapîrên xwe dibihîst ku „Malê dinyayê qirêja desta ye„.

Îro gelekan ji me, heger bi sebeb an jî bê sebeb dev ji cîh û welatê xwe berdane û em hatine van welatên Ewropa. Hin jî bi qeflan wek me dev ji welatê xwe berdidin û dertên welatên xerîb.

Gelo ev jiyana me ya li xerîbiyê derbas dibe ji ya li welat derbas dibû çêtir e ? Ez dikarim bersiva vê pirsê weha bisim. Hesabê malê û sûkê li hev derneket. Îdî li me jî wisa hatiye. Wexta ku hun karkerên Kurd dihatin welêt îzna xwe pirr tiştên xweş li ser jiyana Almaniya Federal digotin. Me nizanîbû ev kes derewa dike. Welhasil, çiyê xelkê hebû, firotin, xistin(kirin) bêrîka xwe û hatin Almaniyayê.

Em hatine, îro çavên xwe berdidin çend Markan. Zarokên me yên ku li vira çêbûne êdî urf û adetên bav û diya xwe najon. Ji ber ku em ji çand û dîroka xwe bi zarokan nadin naskirin., bêtir qewta xwe didin pera û malê dinyayê., zarokên me dibin Alman. Hin di hivde hijdê saliya xwe de dev ji dê û bavên xwe berdidin. Ji me tirê emê êdî bibin malê vira û hew vegerin welatê xwe. Ev karekî pirr kûr e. Divê ku her kes ji me li ser hatina xwe bifikire. Divê em eqilê xwe bidin serê xwe û milên xwe bidine milê hev û bi yekîtî daxwazên xwe bixwazin. Wek hemû miletî ku îro li Almaniya Federal bi zimanê xwe radiyo û televziyonê guhdarî dikin, di medresan de bi zimanê xwe dixwînin û çanda xwe pêş de dibin. Heger em van tiştan nexwazin û ji bona van daxwaziya xebatê nekin, emê di wextekî pirr kin de xwe înkar bikin. Diyar/Almaniya Federal (*10)”.

Herweha nivîsa min ya ”Li ser rastiya dîroka dînê Êzîdî (*11)” jî ev bû:

”Lazime rastiya dînê Êzîdî, di nava tevgera netewa Kurdî de îro jî, wek demên derbasbûyî neyê fetisandên.

Wêne: Rebwar K Tahir

(Dûmayîk sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev