Mîrê sazbendîya kurdî ji nav me bar kir

Mîrê sazbendîya kurdî ji nav me bar kir

Serxweşîya Rêxistina kurdên Qazaxistanê “BERBANG”

 

“Mîrê sazbendîya kurdî” û kompozîtorê eyan Egîtê Cimo di 87 saliya xwe de dinya xwe guhest û ji nav me bar kir. Helbet, ev ji bo gelê kurd xisar û kedereke mezin e. Lê divê neyê ji bîrkirin ku wî  tenê bi awayeke fîzîkî ji nav me bar kiriye. Egîtê rehmetî wê herdem bi karê xwe yên gelekî maqûl, qedirbilind û bêhempa yên li nav çand, huner, kilam-stran û sazbendiya kurdî di dilê me da zindî bimîne û bijî.

 

Egîtê Cimo ne tenê movikek bû û ji pişta gelê kurd çû, her wiha ew hîmekî bingehîn bû, ku bibû malê sazbendiya hemû dinyayê. Wî bi sedan awaz û miqamê xweye zêrîn çand û hunera kurdan dewlemend kirîye. Nav û dengê Egîtê Cimo ne tenê di nav kurdên Sovyêta berê, lê wisa jî di nav kurdên her çar parên Kurdistanê û yên hemû dinê da eyan e.

 

Egîtê Cimo wê heta hetayê bi berhemên xwe yên gelekî hêja hebe û di dilê me hemîyan da bijî. Serê malbeta wî û gelê kurd sax be.

 

SEROKATÎYA RÊXISTINA KURDÊN QAZAXSTANÊ “BERBANG”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev