Hevpeyvîna Newaf Mîro bi Kemal Tolan re – 2

Hevpeyvîna Newaf Mîro bi Kemal Tolan re – 2

Du kurdên êzdî ev sohbeta xwe ya bi ruhê kurdî û Kurdistanî diyarî xwendevanên kurd dikin. Beşa pêşin a vê hevpeyvînê me duh çap kiribû..

Kemal Tolan: Êzdîtî Xwedê nasîn û Kurdîtî jî nasnama nijad-hebûna bedena min e

Wexta meriv bala xwe dide dîroka Kurdîstanê, meriv di bîne bi sedan milet û qewmiyet hatine ser axa Kurdîstanê. Gelek ji wan mîleta dewlemendiya Kurdîstanê bi xwere birine,hin ji wana heta îro jî bune astengî yên pêşiya tevgera rizgariya Kurdîstanê.

Her çiqas çend Dîroknas û rojnamevanên kurdî hebûna mîletê Êzîdî wek kokan kurdaye kevn qebûldikin jî,lê belê bi rastî hin tu lêkolînên berfire,li ser rewşa dînê Êzîd, di nava tevgera netewa Kurdî de eşkere ne nivîsandine.

Kesê li ser dîroka Kurdîstanê xwandê be,an jî li geriyabe, zanên ku mîletê Êzîdî her wextî bi Eşîr û Qebîlê xwe ve, di nav sînorên xwe yên tengde,di nava dest,banî û çiyayên kurdîstanê de jiyana xwe domandine.

Dijminê dîn û Mîletê me her wextî, gund û warên Êzîdiyan xan, xerabe kirine, mal û milkên wan talan kirine. Êzîdî ji ber zûlm û zora kevneperest û paşverûyan gelek cî di nava kurdîstanê de guhartine, qetliyam û fermalû bune.

Eşîr û Qebîlê Êzîdiyan her wextî di nava welatên xerîb û mintîqên xwe de,ji bona azadî û serxwebûna Kurdîstanê,li dijî dijminên Kurda gelekî xwîn rijandine.Temî êrf, êdet û Zimanê xwe bi olperestiya xwe parastine.

Ez hêvî darim ku redaksiyona Armancê, wê li ser vî warî jî bi sekine. Ku Lêkolînên ser rewşa Êzîdiyan li cem we hebên, ji xwandevanên xwere di rûpelên Armancê de birastî biweşînin.

Hêvî

Ev bêrîn ne bêrîna gule û xenceran

Ev hesret ne hesreta keç û kuran

Ev evîn ne evîna xwesik û delalan

Ev serê çend hezar salane Omîda dilan

Ronaya çavan, quweta dest û lingan.

Me ne dêbistan û ne jî Mamostan.

Hoste û rêberê me ewe evîna dilan

Temî bi devkî ji bavan gehîste lawan

Eva çiqas War têne guhartin, nayê hesaban

Hêja jî wek dema berê, li ser sera û ser çavan

Bavê Sêran

Bi silavên biratiyê. (*11)”

Vêca ez ji ber kêmasiya cîh dibêjim, kî dixwaze bizane ka min hingê di nav komîta KKDK-Oldenburg`ê de û di bin navê Diyar anjî bavê Şêran de çi xebat û hewildan di nav bajarê Oldenburg`ê de kirine, bila keremke binêre li rûpelên arşîva Kovara ARMANC`ê (*12) û Kovara DENGÊ ÊZÎDÎYAN (*13).

11- Çi bû sedem ku cenabê we qewl û beytê êzdiya bide hev?

-Dema ku min bi xêra kovar, pirtûkên Kurdî û bi taybetî jî ya kovara ARMANC`ê xwe fêrî xwandin û nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî kir û dîroka bavkalên me Êzdiyan li vê diyaspora yê zêde naskir pê ve, min fahmkir ku “zanîn û agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê û rewşa civakan me Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û lewaz en (*14 û 11)”. Her weha baş serwextbûm, gava ku meriv dîroka xwe ya kevn baş nas neke, meriv nikare dîrokeke nû jî rast baş biafirîne (*15).

Lewma min ji xwe ra got, ji bo ku ez dikaribim hinek ji van valeyiyan dagrim û erka ku di vî warî de dikeve ser milên min bînime cîh, ezê jî weke hinek nivîskar û lêkolînvanên Kurd û xerîban, li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe herim li ber wan hiş û mejuyên endamên civaka Êzdî, yên ku di zargotina xwe de dîrok, çande û kevneşopiyên Êzdîtiyê (serpêkhatî, lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij, qewl û hwd.) li ser singa xwe parastine rûnim û timî li ser wê derya bîr, bawerî, kevnariya dîrok, ziman, wêja û kevneşopên me Kurdên resen binivsînim.

12- Hûn dikarin berhemên xwe bi xwendevanê me bidin naskirin?

-Belê weke ku gelek ji xwandevanên birêz jî dizanin, min heta niha ji bo dewlemendiya arşîva çanda Kurdî, gelek nêrîn û dokumentên nasandina kevneşopên bingehên ola Êzdahiyatiyê di gelek rojname, kovar û malperên me Kurdan de weşandine. Ez li virê dîsa gelekî spasiya te (*16), birayê Têmûrê Xelîl (*16), her wisa wan hemû kes û edîtorên berpirsyarên ragihandin û çapemeniya Kurdî, yên ku berhemên min weşandine û dane naskirin dikim! Ji xwe gava ku ez van tevan di virê de bidime naskirin, wê ev hevpeyvînê hêjî dirêjtir bive û gelek cîh bigre. Lewma ezê niha dîsa bergên li ser pirtûkên xwe û navnîşannên ku lê hatine weşandin ji xwandevanên birêz ra bidime xwanê.

Berhem û pirtûken ku min bi derfetên xwe tenê tomar kirine û hatine çapkirin evin:

”Bi xêra dialogan fêrbûna zimanê Almanî hesantir dibe” bi zimanê Almanî û tevî Kassetekî teyib..

Ev kitêba min ya bi navê “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne” di sala 2000 de li ser navê weşanên DENGÊ ÊZÎDIYAN li Elmaniya hatiye weşandin.

Ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ “ 430 rûpel e û ji aliyê Weşanên PÊRÎ (ISBN 975 – 9010 – 55 0 meriv dikare vê ji weşanên Pêrî: Söğütlüçeşme Cad. Pavlonya sok. Nuhoğlu Apt. No: 10/19 Kadıköy / İSTANBUL Tel-Fax: 0 216. 347 26 44 , GSM: 0533 488 01 12 anjî e-Mail: periyayinlari@yahoo.com.tr peyda bike.

Ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ II“ji aliyê Weşanên rêvebiriya giştî ya karûbarên Êzîdiyan Zincîrê (8),Hewlêr 2012 hatiye weşandin.

Ev pirtûka “Gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin”-ji aliyê Weşanên Na, Kemeraltı/Konak/İzmir 2013 ve hatiye weşandin.

13- Tevî ku ez berhemê we dinasim jî, lê hûn bawerin berhemên we kîjan valahiya dagirtine? Yan jî divê ji bo çi bêne xwendin?

-Binêre li bersiva pirsa 11, min bersiva vê di wir de daye û pêwîst nake cardinê bibersivînim!

14- Bi nêrîna we, ezdî xwe nasidikin?

– Bi dîtina min, gava ku bav û bapîrên me Êzdiyan xwe, ol û netewa xwe baş nasnekirina, ewanê nikarîbûna li hemberî ewqas ferman û qetliyamên dagirkirên Kurdistanê (Farzî, Ereb,Tatar, Tirkên Osmanî û hwd,) vê dîrok û çanda Kurdî bi lehengî, sembol, ilm, qewl, sema, libas (cil), parêzgeh û hwd. biparastina.

Lê, ji ber ku dagirkir û desthilatdarên Kurdistanê bi zilma siltan, padîşah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirmên xwe û bi alîkariya olperestên Kurdên nezan, ew dîrok û çanda bavkalen welatêrojê serûbinkirine, êdî gelek ji me Êzdiyên îro jî xwe nasnakin.

Lewma jî gelek rewşenbîr, “siyasetmendar”, „akademîkkar“, civaknas“sosyolog”, xwandevan, birêvebirên olî, mal, komel, serkomel û medyayên civaka me Êzdiyan nizanin ku; ”EZDA navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e û ew jî navê Xwedênasîn (Ezdahîtî)a me li goriya zanîn û zimanên xerîban şaş didine xwanêkirin..(*17)”.

Ez li goriya bawerî û zanîna xwe dêjim, eger ku birêvebirên olî, mal, komel, serkomel û medyayên civaka me Êzdiyên îro xwe baş nasbikirina, ewan ê jî bikaribûna;

  • “mîna akademîsyenên xelqên dinê, bikevine nav wêje û zargotina Êzdiyan, wê kevnarî, rastiya baweriya Êzdîtiyê û dîroka me, ya ku dujminên gelê me bi darê zorê û ji bo berjiwendiyên desthilatdariya xwe guhastine lêkolîn bikin û dewlemendiya ol, çande`folklor` û dîroka me bi dewlet ên xerîb û bi ciwanên me bidine naskirin ( *18).
    •li goriya tifaq û pisporiya xwe, vê wêjeya kevneşop û zargotina Êzdîtiyê (tekstên lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij, qewl û hwd.), yên ku oldarên me bi hemd anjî bê hemdî guhastine, di navendekê de tomarbikin. Di peyra bikaribin naveroka wan li goriya zimanê zikmakî sererastbikin û tevaya nûjeniya wan bi rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan bidine pejirandin.
    •dev ji wan projektên mezinkirina kesayetî û navên rêxistinên ku gelekî binirxên û di kiryarên xwe de gelek fêda nadine endamên civakê berdin.
    •xwandin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî li ser xwe, hemû rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan ferz bikirina.
    •zarok û ciwanên Êzdîtiyê, bitaybetî jî yên ku di dibistanên Almanya(û tevaya cîhên ku Êzdî lê pirin)yê de ne, dersa ola xwe bi fermî bidine bêrwerdekirin û hinek gavên bikêrhatî di pratîkê de bavêjin. …..
    Vêca ji ber ku gelek ji me Êzdiyên îro xwe baş nasnakin, em nikarin bi hêza çend kesan tenê;
  • xwe di vê demê û di nava van derfetên ku îro li diyaspora û di nav welat de hene de, xwe li ser bingehên civakî, olî, netewî û jiyana hevparî (întegrationê) birêxistin bikin.
    •di pêwendî, çapemenî û medyayên ragehandinên xwe de, bi zimanê mîtologî, dîrok û zargotina civak-netewa xwe bipeyvin, binivisînin û bidine xwandin.
    •zarokên xwe, di wextê salên zarokatiyê de bi zimanê zikmakî tevî lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij û qewlên Êzdîtiyê mezin bikin.
    •di pêşerojê de nasname ya ol û netewiya xwe bi zimanekî xerîban tenê biparêzîn û bi pêş ve bivin.
    •û wê ciwanên me jî nikaribin van valeyên di dîroka me de hene, wekî ku di zargotina me de tê gotin, „dem bi demê re lê, her dem bi Xwedê re“ li goriya demê dagirin û wan mafên xwe yên ku hatine tûnekirin cardinê vegerînin.
    Ji xwe ji ber van gelek egerana ku “ez jî mîna seydayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRE VÎ BARÊ MIN (*19. Eger “ ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin, zarok û ciwanên civakê jî nikarin sedûhedên wê olê biparêzin (*20)”. Wê „rewşenbîr, zahne, sazî, komel, dezgeh û rêxistinên partiyên Kurd (Êzdî)an jî nikarîbin weke her dîn, civakê, çarenûsa xwe bihêz û rêxistbûna endamên Êzdîtiyê diyar bikin (*21) û hwd….

15- Herî zêde hûn ji kîjan taybetmediyê ola êzdî hezdikin?

-Ez ji ilmê Êzdîtiyê, yê ku xuru bi zimanê Kurdî têye gotin û wan girêdanên di navbera Xwedayên esmanî, wekheviya mirovatiyê û rêzgirtina ji xwezayê re bêye girtin diyardikin, gelekî hezdikim.

16- Di Êzdîtiyê de kiras veguhestin heye, ger hûn dîsa werin cîhanê hû dixwazin weke çi werin?

– Bi dîtina min û li goriya ku ez Êzdîtiya resen fahmdikim, wexta ku rih (giyan)ê merivek (giyanberek)î ji bedena wî/wê dertê û diçe ber dilovaniya Xwedê, hingê tenê Xwedê û milyaket (xwedan)ên xwediyê rihî dikarin bîryara ka rih cardinê vegere bikeve kîjan bedenê/î.

Lewma dibêjim, ev bîryara wexta ez dîsa werime cîhanê û rihê minê bikeve çi bedenê , ne bi daxwaziya min e. Xwedê û Xwedanên min, bîryara rihê min dîsa bikeve kîjan bedenê bidin, ezê bi wê gelekî razî bim!

17- Ji bo we Felsefe çi ye?

-Min Felsefe anjî fîlozofî dibistana de ne xwandiye, lê ez li goriya hiş (nûra) ê ku Xwedê û Xwedanên min, di sere min de bicî kiriye ( ez bawerim ji ber vê ye ku di ilmê Êzdîtiyê de hêjî tê gotin, “nûra Xwedê bi her giyanberî re heye” ! ) dibêjim, felsefe zanîstiya ilmê Xwedê, Milyaket, ”pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê (*22)”, çanda kevneşopên Babçak û hişê xwe nasînê ye.
“Em di diyalekt nasînê de jî dibînin ku, çerxa veguhastina xwezayê û kiras guhastina hemû rihilberan (çi xwezayî, lawir anjî însan ûwd.be), tenê bi reza Xewdê û li ber hebûna van her çar êlêmênt (cewahir)an (ax, ba, av û agir/nûr) digere. Ev her çar cewahir (ax, ba, av û agir/nûr) di nav hevde destpêk û dawiya her hebûn û tunbûna hemû tiştên xwezayî yê, çi rihilber anjî ne rihilberan in.

Di nav zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî tê gotin ku, wexta Melkemot (Êzdî dibêjinê, DELALÊ DİLÊ MİN, EZRAÎL, TAWİSÎ-MELEK, EMÎNCÎBRAÎL, NASİRDÎN) rihê merivekî ku kiras diguhêze jê distîne, kesê mirî di binerdê de tê veşartin. Ev bedena kesê mirî li kuderê, di bin axa kîjan welatî de hatibe veşartin jî, rihê wî cardinê vedigere nav maka xwe, Milyaket rih ji nav bedenê dertînin û wî rihî tînine geliyê Lalişê.

Lewma di ilmê me dê hêjî tê gotin:

‘Dinya milkê rebil alemîn e

Dinya ji bo tu kesî namîn e

Dinay tenê ji bo Xwedê dimîn e

Beşerî ji axê ye û her ji bo bin axê ye

Bin Ademo, eger tû hezar salî li dinê bî

Tû bi zêr û zegerê malê dinyayê bi xinê bî

Her tû yê rojekê mêvanê qebrê bî

Ruhe rihmanî, nabête fanî,

her dê rojekê biçe ber destê wî Ezdanî ’

 

Weke ku ez ji vî ilmî û zargotina me Êzdiyan fahmdikim, axretnasîna me Ezdahiyan (olperestiya xwezayî) qet cûdetiyê naxe nava tu cewahir (ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê. Êlêmênt (ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên li her welat û devera ku li ser ruyê dinyayê hene tev weke hevûdinê pîrozin.

Lewma jî bawerdikim ku, fîlozofî û mîtolojiya Ezdahîtiyê serekaniya zanîna afirandina dinya yê, bingeha hemû mîtolojiyên xwezayî, bi taybetî jî dewlemendiya mirovatiya li ezopotamiya yê, civak û olên Kurdî ye. Di vê zargotina me de hêjî tê gotin ku, tu evdî bi Xwedê, her heft melyaketên qedîm, Melek, Horî û hwd.ra dahin standin ne kiriye. Tu evd vêga hêjî nikare şêwe, şikil, sûret û wênê Ezda, Melyaketên qedîm, Melek, Horî, Perî, Cin û gelek Xwedanên xwezayê bi peyv û pênûsan tarîfbike, çêke û hebûna wan tenê li deverekê, cîh û mekanekî de bivîne anjî bide xwanê. (*22)“

18 – Tiştekî ku hûn lê zêde bikin ne mabe, ez spasiya cenabê we dikim û hêviya gellek salên tije jiyan û xweşewîstî û berhemên nû..

-Birayê hêja, ez jî gelekî sipasiya te dikim, ku te ev derfeta xwe nasînê da min û bila Xwedê bike jiyana te tije serkeftin be!

Her wehe gelek spas ji bo Xwedê ku ez dikarim îro dîsa hinek ji fikir û ramanên xwe bi te û xwandevanên te yên rêzdar ra parvebikim!

Hêvîdarim ku ev bersiv û nirxandinên min jî bi dilê te, rewşenbîr, zane, teolog, dîroknas, tevaya xwandevanên te yên rêzdar û lêkolînvanên me kurdan (êzdî, ehlî heq-yarasanî, elewî, zerdeştî, bisilman û hwd.)bin û ew jî bikaribin li her deverê, bi serbilindî û şanazî bibêjin, Êzdîtî di koka şaristanî û hişmendiya xwe de dewlemendiya Kurdîtiyê ye û ew vê kevnariya şaristaniya nijad, bîr û baweriyên me bi hêza rewşenbîr, zane û teologên cîhanê bidine nas kirin!

Bi gel rêz û silavên min ra,

Kemal Tolan -Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê. 04.02.2014

*Çavkanî:

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/giringiya-dirok-u-sunwaren-ezdiyan-ii.html
http://yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[pointer]=106&tx_ttnews[tt_news]=208&tx_
ttnews[backPid]=22&cHash=dbca0e3ee85d1a38b631b1c79e651f0a
http://www.ike-europa.com/Article.aspx?articleid=680&authorid=21
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-u-erken-rewshenbiren-kurd.htmlhttp://yeziden.de/forum/board25-civata-bi-kurd%C3%AE/board26-%C3%A7and-%C3%BB-huner/761-bi-ziman%C3%AA-kurd%C3%AE-binivis%C3%AEnin-%C3%BB-bixw%C3%AEnin/#post24838)
http://www.pen-kurd.org/home-rest-01-06-30-11-04.html
Kemal Tolan – Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne, ji Weşanên DENGÊ ÊZÎDÎYAN 2000 Oldenburg, Rûpel: 119
Kovara ARMANC sal: 3, hêjmar : 27 Tebax 1981, rûpel: 8 û berdewam 11 deye û ev gelekî dirêje.
http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/Armanc/78.pdf – Kovara ARMANC, hêjmar : 78 Adar 1988, rûpel: 11 de
http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/Armanc/158.pdf – Kovara ARMANC, hêjmar : 158 Gulan –Hezîran 1995, rûpel: 2 de.
http://arsivakurdi.com/magazinlist/Armanc
Nivîs û gotarên min yên ku di nav Kovara Dengê Êzîdiyan de hatine weşandin:
Hêvî / Hoffnung : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_2.pdf -Rû.: 9 û 13

Qelen û Zewac/ Jiyana me : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_3.pdf Rû.: 18 û 20

Bîranîn û Spasî : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_4.pdf Rûp.: 40

Xem û Xeyal : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_5.pdf Rûp.: 44

Gelî Êzîdiyan : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_6_7.pdf Rûp.: 110

Deutschkurse für Ausländer : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_8_9.pdf Rûp.: 31

Hevpeyvîn bi Mîrê Êzîdiyan re, Semîner : Cî û warên Êzdiyên li bakurê Kurdistanê, Nasandina Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindîne û Êzdiyatî û erkeên rewşenbîrên Kurd:

http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_8_9.pdf Rûp.: 87-91 , 113,130 û 137-139

http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=788
http://www.welatperwer.com/nerinek-li-ser-maka-diroka-ezdahiti-u-kurden-resen-kemal-tolan/
http://www.felsefevan.org/kemal-tolan-u-keda-wi.html û http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?PictureNr=6262&RubricNr=24&MemberNr=30&ArticleNr=7910#.Uu-DlfuGMcM
http://www.helbestvan.com/ezda-naveki-xwede-ye-u-kemal-tolan/
-http://www.ciwanen-ezidi.de/pdf/012.pdf
http://www.civata-kurd.de/ku/kurdistan/345913/ez-j-m-na-seyday-mezin-rahmetiy-cigerxw-n-got-dib-jim-hawar-e-w-k-hilgir-v-bar-min
http://www.civata-kurd.de/ku/culture_and_art/352766/gava-ku-kevne-op-n-bingeha-olek-ney-ne-jiyankirin-zarok-ciwan-n-civak-j-nikarin-sed-hed-n-w-ol-bipar
http://gelawej.net/index.php/kemal-tolan/7534-pewiste-em-ezdi-ji-carenusa-xwe-bihez-u-rexistbuna-endamen-ezditiye-diyar-bikin.html
http://www.mezopotamya.gen.tr/p%C3%AEroziya-%C3%AAl%C3%AAm%C3%AAnt%C3%AAn-ku-b%C3%BBne-bingeha-afirandina-dinya-%C3%BB–jiyan%C3%AA-makale,739.html

 

http://www.kurdishinstitute.be/hevpeyvin-bi-kemal-tolan-reparvebike-newaf-miro/?fbclid=IwAR36kwSOOSFJhPWcFzYyOXM563tLadln_47IwqZGScqbb34Va_ICBEWQWZY

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev