Hevpeyvîna bi Prof. Îlhan Kizilhan re -1

Hevpeyvîna bi Prof. Îlhan Kizilhan re -1

Nivîskarê malperê yê nû birêz Newaf Mîro bi hîvîkirina me wê bi awayekî berdewam nivîsên balkêş ji malpera me ra bişîne. Em sipasîya xwe jê ra dibêjin. Nivîsa pêşin hevpeyvîna bi profêsor Îlhan Kizilhan ra ne. Ji ber ku nivîs dirêj e, em wê dikin du beşan, beşa duduyan emê sibê çap bikin.

Ka mêze bikin du êzdîyên xwendî û zane çawa ruhê kurdîtîyê û Kurdistanîbûnê raberî me dikin.

Newaf Mîro

Ez xwe bextiyar dibînim ku ez karibim, bi hevpeyvîneke nû û ya bi hêja Prof Îlhan Kizilhan re, bi we xoşewîstên peyva kurmancî re parve bikim. Beriya ez derbasî hevpeyvînê bibim, ezê bîranîneke xwe bi we û hevpeyvîner re parve bikim. Di dawiya sala 1987 de ez hatim Almanya û wê demê hemû nêrîn û dunya min bi tirkî û çanda tirkiyê dagirtî bû. Gava ez hatim ew tiştê ku me li tirkiyê di pişt heft dîwaran de qalê dikirin, li vî welatî mijara guftûgoyên civat û civînên kurmancî bû, di nava civaka me de. Lewma jî ez pêre ketibûm nava lez û bezeke hizrî û xwe pêşve birinê. Helbet di nava xwe de. Pê re jî ez ketibûm nava deryake ji peyv û çandeke nû û xerîb. Min her qewimînê di civakê de dibû, bi çâvê şagirtekî dinirxand û dişopand. Cara pêşî ez li bajarê Celle, di adar yan jî nîsana sala 1988 de li dawetekê de, li gundikê Westendorfê leqayî hêja Îlhan hatibûm. Ew di dema şerê Bagokê de bû, ew şerê yekem bû ku dengê şerê rizgariya Kurdistanê li bakur gihandibû qada navnetewî. Di wê demê de çavkaniya herî ewle BBC beşa tirkî bû, lewma herî zêde radîo dihate guhdarî kirin. Brayê min Bahrî, bi çend hevalan xwe re, ligel xotekî ciwan yê simêlên wî nû qurm girtî û li hevhatî ketibûn, nav axaftinên polîtîk. Paşê min pirsî bû; ew kî ye bra? Kekê min Bahrî got; ew Îlhan e, yek ji xwendevanê me ye. Lewma ji wê rojê û pêve ez ji dûr û nêzîk ve wî li gorî derfetê xwe dişopînim. Lê ez hêjî nikarim bêjim, ez wî baş dinasim. Yê meriv mezin dike xewnê meriv e. De werin em bi hev re xewna ku Îlhan kiriye Prof Îlhan Kizilhan ji nêzîk ve binasin. Spas ji bo ku cenabê te keko, ku dema xwe ji me re terxan kir û tevî dema te ya dagirtî û mişt. Fermû hûn û mêvanê hevpeyvîna me.

 

  • Îlhan Kizilhan kî ye?

Ez Îlhan Kizilhan kurdekî ji êzîdî ji bakurê Kurdistanê 1966 li gundê Kelhokê yê bi ser bajarê Qubînê ku grêdayî bajarê Êliha- Batmanê ve ye, hatime dunya yê. Bav û Dayika min ji aliyê Riha-Wêranşarê hatine û ew ji êl, yan eşîra Dena ne. Ku di dema Brahîm Paşa yê milî û Husênê Qenco di wê heremê de serdest bûn. Piştî têkçûna Brahîm Paşa û mirina Husênê Qenco, yên ku êzîdî mane bazdane yan çiyayê Şengalê, yan jî binxetê Sûriyê, Welatê Xalta û devera Xerza û li gundê Kelhokê bi cih bibe. Bavê min bixwe di temenê biçûk de, bavê xwe, ango bapîrê min wenda kiriye. Bavê min ji ber sedemê olî, aborî û siyasî di salê 1970î de weke gelek êzîdiyê bakurê kurdistanê, weke karkerê mêvan hatiye Almanya û li vir bi cih bûne. Zaroktiya min weke hemû zaroka li gund destpêkir, li gund kahrebe, yan ceyran nebû. Gund weke tu taxa yan du gunda bû yê jorîn û yê jêrîn. Hemû malbat êzîdî bûn. Ji sedemê eşîrtiyê jiyanake gelek hêsan derbas dikirin. Ev gund di salê 1980 de vala kirin, ji ber ku pirraniya êzîdiya hatin almanya û li vir bi cih bûn. Niha gelek malbat dixwazin vegerin û dîsa gundê xwe şên bikin. Lê kurdê misilman ketinê û naxwazin ji gundê wan derkevin. Ez heta 7 saliya xwe li wî gundî jiyam. Gelek bîranînê min yên li gund nînin. Tenê tê bîra min gava gundiya dixwestin herin Qubînê, ku nîv seetê ji gund dûr bû. Ku çawa her dema diçûn gelek kelemfroş û gelek bi tirs diçûn bajêr. Gava gundî biçûna bajêr dihesibandin ku çawa dê li dij pêşdaraza derkevin. Çawa gelek misilmana, kelem û asteng de ji wan re derdixistin û neheqî dianîn serê wan. Lewma ku ne neçar bûna, nediçûn bajarê Qubînê, yan jî Batmanê. Gava vedigeriyan hemû gundî li wan kom dibûn û li halê wan dipirsîn. Ka çi yê xerab hatiye serê wan. Çûyîna bajêr ji bo wan rîsk û xeterî bû. Min bi xwe ev tişt nedîtiye lê, gelek car ji min re hatiye gotin. Lê bi kinc û bergê xwe û bi zaravayê xwe yê xurû kurdî, yan kurmancî êzîdî gelekî xuya bûn. Lewma jî li bajarê weke Sêrtê û Qubînê bi mezin û zaroka ve li êzîdiya dihatin hev û kenê xwe bi wan dikirin û heta êrîşî wan jî dikirin. Ne neçarî ba êzîdî ne diçûn bajêr û nikarîbûn zêde li bajara bimînin. Tê bîra min di salê 1970-71 de gava leşkera, ango artêşê dixwestin, dîsa bide ser desthelatê, leşkera em kom kirin û êxkir ser rûyê rûspiya yên xwe di nava xaniya de veşartî. Em zaro, zêç û gundî em hemî kom kirin û birin ber çemekî û em heta êvarî li wir hiştin. Cara yekemîn ez têgihiştim ku çiqas qewet û hêza leşkerî heye û milet çiqas ji wan ditirse. Êvarî em vegerandin malê me. Dawiyê hate fêrbûn ku ev operasiyoneke leşkerî bû ku li dijê serhildanê komê kurda bû, bi taybetî komê kurd yên ku dixwestin xwe li wir bi rêkxistin bikin. Wan manewerayên xwe yên amadekariyê dikirin. Li wir min dît ku kurd û bi taybetî ev gundê êzîdî çawa neçarin. Dayik bêdeng bûn, bav li dor agirekî rûniştî bûn. Leşker di ser serê wan re diçû dihatin û bi tirkî tiştne digotin, lê kesekî fêm nedikir û ji tu kesî deng dernediket. Tirseke mezin di çavê zilam, zarok û dayika de hebû. Li wê demê her qala bêjeya „fermana“ dikirin. Lê wê demê min nizanîbû ferman tê çi wate yê. Piştî dayik û bavê min li Almanya bi cîh bûn, di sala 1973iyan de ez ligel xwîşk û brayekî xwe em hatin bajarê Celle. Dayik û bavê min li wir kar dikirin. Bajarê Celle bajarekî biçûke, lê malbatê êzîdî hatibûn li wir bi cih bûbûn û komeke êzîdiya li wir niştecih bûbû. Ev ji bo me tiştekî nû bû, me trimbêl dît, elektrîk û balefir û her tiştê wan ji bo me nû bû. Çand, ziman, teknik, rê û tevgera wan ji bo me xerîb bû. Lê di temenê biçûk de meriv zêde ne hayedare û li ser nafikire. Heta dibistanê. Ev hizirandin li dibistanê li cem min peyda bû. Lewma jî min gelek ji dibistanê hezkir. Di destpêkê de min gelek zehmetî dîtin. Paşê ez fêrbûm ku dîtin û fêrbûna tiştan ji bo jiyana mirov gelekî pêwîste. Li bajarê Celle têkiliyên min ne bi almana re hebû, her weha bi gelek êzîdiya re. Li Celle bi texmîn 20-30 malê êzîdî hebûn. Her dawiya heftê em digihiştin hev, û diçûn mêvaniya hev, hezkirin me ya mezin û germayake gelekî xweş hebû. Heta niha jî, em ew kesên wê demê gava em digihin hev ew dilgermiya me ya taybet didom e. Dawiya heftê em xort digihiştin hev û me li wir bi pêgogê dileyst. Lewma jî me biryar da em klûbeke pêgogê çêkin. Me wê demê koma Dîcle SV çêkir û heta niha jî heye. Ligel gelek bradera, ew dibe ku yekem tîm be ku li almanya bajarê Celle ku fermî hatibe qeydkirin. Ez guman dikim ku li Awropa jî, kom û komela yekem ku bi fermî hatiye naskirin û gogê leystine weke tîm. Min di salê berê de gelek sala bi xwe gogê leystibû û piştî wê min rahênerî ji komê re dikir. Di salê destpêkê de, heta min xwendina xwe ya li wir xilas kir. Û ez ji bo xwendinê derketim ji wî bajarî. Ji xeynî fûtbolê min gelek ji sportê asiyayî, ji karate hez dikir. Di deh saliya xwe de ez fêr bûbûm di komel û klûbê sportê de. Min gelek destkeftiyê mezin di çapa Almanya û Ewropa de bi destxistin, weke şampiyonî. Û pîleyê grîng. Her weha min gelek xort û ciwanê me bûbûn şagirtê min û fêrî spora asyayî dibûn. Di salên 80 de gelek penaberên êzîdî, ji pirsgrêkên siyasî hatin û li Celle bi cîh bûn. Niha ji 6000-8000 êzîdi li derdorê Celle û li Celle hene. Her weha ew nêzîkbûn û jiyana wan şexsîtî û gundîtî ji hev dûr bûn. Peywendiyên malbatî, bi lez û bez hate guhertin. Li şûna wan komele û malên kurda li wir ava bûn. Her weha di salên 80 heta 90î gelek komeleyên din yên xeyrî yên nêzîkî PKKê hebûn. Lê dîsa jî meriv dikare bêjê, ew jiyana beriya rêkxistinên siyasî wek neynikek jiyana gundên Kurdistanê bû. Heta niha jî gelek pênasê nêzîkî pênasê gundîtî di nav vê civakê de hene, weke erf û edetê li Kurdistanê hene li wir peyda dibin. Piştî xilas kirina dibistana mezin, ez çûme zanîngeha bajarê Bochumê, paşê ya Waşington, Los Algeles, Kolnê û paşê ez çûma ya Konstanzê min gelek cûre babet xwendin. Yek ji wan zanîna derûnî bû. Min di destpêkê de civaknasî û tendurustî û dawiyê min granî da beşa Derûnînasiyê. Ew ji min re balkêştir dihatin, herê zêde ez dema li Amerîka bûm, min biryar da ez vê babet û beşê bidomînin. Dema ez li Emerîka bûm min bi gelek mirovên penaber yên ji başûr û latîn Amerîka re hevpeyvîn û ezmûnkarî kirin. Bandorên şer û desthelatdariyên dîktatorî de gelek êşkence û hingavtin li wan bûbûn, min dîtin û min dît ku çawa bandora şer dikeve neva derûnî û xewnetirst li wan peyda bûbûn. Min naskir ku ev rûberûbûnên derûnî li ser kurda jî karvedaneke derûnî kiriye û dike. Lewma pêwîst bû, ji bo kurda jî bibe û min graniya xwe de ser vî karî. Piştre min li nexweşxaneyekê berpirsiyariya 30 text, yan nivînî girte ser xwe. Em li ser konsepteke nû xebitîn. Ya li ser nakokî û nexweşiyên penabera, yên bi trankulturel, ango çandaveguhestî ku pê re nakokî û çewisandinê cûr be cûr li ser derûniya meriva peyda dikin. Ji ber ku her çandek bi xwedî taybetiyên tibî, derûnî û yên ku karibîn bi alîkariya çanda xwe karibîn ji bin karesatê mezin rabin. Û wê qeyranê çareser bikin. Ev ji zanîna derûnînasiyê qeweteke grînge, ku em karibin bi rêbazên nûjen alîkariya mexdûra bikin.

 

  • Berhemên te yê weşandî?

Min heta niha 21 pirtûk bi zimanê almanî, ingîlîzî, kurdî û tirkî weşandine. Texrîben 183 lêkolînên zanistî di kovarên almanî, amerikî, new zelandî, afrîka başûr, kanadî de nivîsên min hatine weşandin û kelavkirin. Bi taybetî li ser zanista guherîn û veguherînên şer yên ku bandora li ser mirova dike. Brînên trawma çawa têne dermankirin. Her weha pirsgrêkên ji kevneşopiyên sedsala tên, xwe di nav nivşa de didin der dinivisînim. Carcaran jî ji bo rojnameyên biyanî yên wek Frankfurter Algemeine, Harald Trubine, World Trade Journal û yên din weke şîrovekar gotarê xwe di weşînim.

 

  • Weke ku ez dizanim, yek ji yekem komelê kurda yên li ewropa vebûn, yek jê komela bajarê Celle bû. Tu dikarî behsa wê demê û rû bi rû bûnên polîtîk bikî?

Weke tê bîra min, berê komelên kurda rêkxistinên din hebûn, ya yekemîn ya nêzîkî DDKDe ya kevn bû. Paşê di salên 80- 85ê de komelên nêzîkî PKKê avabûn. Ev civaka Êzîdiyên bi awakî gundîtî û eşîrtî dijiyan de guherîn û veguherînên bi bandor çêkirin. Ji ber ku ew rêkxistinên û kesayetên siyasî, konfernas û cîvînên gel çêdikirin. Li nava gel digeriyan ji bo veguherînên siyasî û kurdewarî. Helbet di wê demê de jî danûstandinê nav rêkxistinê siyasî ne xweş bû. Êzîdiya jî cara yekem bû, şer di nava xwe de derxistin, li ser navê rêkxistinên siyasî hatin hev û bi hev ketin. Heta brîndar jî çêbûbûn. Ji her du komela hebûn, yek ddkd û yek jî pkk bû. Ji herdu aliyan jî yên bi baweriya xwe êzîdî, ji nêrînên xwe yên siyasî şer derxistibûn û bi hev ketibûn. Ev jî bo civaka êzîdiyan momenteke ku pêwîst bû, ku êdî cûdabûn li ser îdolojiyê û ne li ser baweriyê hate avakirin. Lê ji aliyê din ku li ser meseleya netewî pêşveçûnekê xwe rûda. Li ser nasmaneya xwe xwe netewî bêhtir radiwestiyan û lêkolînên li ser dîroka kurda dişopandin û didan pêş. Kurd kî ne? Çin e? Helbet bandorek li ser me jî kir. Ew kesên ku dihatin malê me û bi dayik û bavê me re li ser meseleyên kurdî diaxifîn, bandorek li ser min jî kir. Me meraq kir kurd kî ye û çine ji ku hatina û dîroka wan çiye her wûsa. Ew ji min re jî bû îlham. Min êdî serê xwe bêhtir bi meseleyên netewî re mijûl kir. Di wê demê de ne hêsan bû ku pirtûkên li ser dîrok û çanda kurda werin bi destxistin. Ew ne serdema global bû, ku bi rêya internetê gelek agahdarî werin bi destxistin. Lewma jî gelek zehmet bû bi destxistina pirtûka. Me di wê demê de, bi zor û zehmetî ji bîbîlotêkên dewletên weke brîtanya, vîenna û rûsyayê bi dest dixistin. Bi avakirina wan komelaya aliyê neyînî hebû, ku îdolijî didan pêş û pê re nakokiyên îdolojîk dikete nava êzîdiya. Yên bi îdolojiya min re, ez jê hez dikim. Kî ne parêze ez jê hez nakim. Dubendî kete nava êzîdiya. Lê ji aliyê din aliyê lêgerîna nasname xwe ya kurdîtî ew erênî bû. Hiştin êzîdî li derveyî welat jî derfet hene, ku êzîdî li nasnama ya kurdîtiyê jî bigerin û xwe nas bikin. Bêguman niha tenê li almanya zêdeyî mîlyanek kurd nehe. Û li ewropa mîlyon û nîvek heta du mîlyon kurd hene. Sedema ku nabin yek, ew jî grêdayî Kurdistanê ye. Ji ber ku rêkxistnên kurda, yên ku kurdistanê heyî bi taybetî pkke. Yan jî dilxwazên pdkê ku ji dawiya salên 80-90 ve û yan jî yên din, yên nêzîkî wan jî ku hejmara niha zêde bûye. Li wê derê siyaseta wan tê diyarkirin. Rêkxistinên hatine avakirin li ser sazûmaniya di salên 80de hatine avakirin û heta vêgavê jî li wê bingehê di meşin. Komeleyên giştî yên ku karibîn hêz û potansiyeleka yek mîlyon heta bi du mîlyona, karibin di nav xwe de bi rêk û pêk bike nîne. Ger rêkxisteneke ku karibe vê hêzê di nav xwe de bi hêwîrîne dê karibe bandorê li ser siyaseta Almanya û Ewropa bêgumen bike. Dê ew rêkxistin karibe emdamê xwe bike nava parlemento û rêveberiyên heremî û şaredariya. Dê ilimdarê êzîdiya û her weha yê kurda li hemû ciyê ku karibin bi babetên integerasîonê hem dê karibîn jiyana xwe li almanya û ewropa bi parêzin û dê karibin nasmane û berjewendiyê xwe bi parêzin. Dê her weha karibin bi nasname xwe ya kurdî alîkariya tekoşîna gelê kurd, ya ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bikin. Lê astenga herî mezin ev îdolojî, an rêkxistinên kurda ne, ku berjewendiyê xwe yên şexsî, komelayetî , îdolojî, rêkxistinî û di ser berjewendiyên yekbûna kurd û kurdistanê re digirin. Ev sedemeke kûhr û dîrokiye ku heta niha kurd nabin yek û nikarin federsyonekê, yan jî yekîtiyeke weke kongereke netewî û konferasekê netewî bi hev re bimeşînin. Ji bo berjewendiyên kurd û kurdewariyê, hem li rojhilata navîn û hem jî li dunyayê berjewendiyê kurda bi parêzin û xwedî derkevin û mafê wan mizagon û misoger bikin ji bo berjewendiyên kurda li kurdistanê. Heta îro jî em dibînin ku derûdorê komele û rêkxistinên kurda mirovên ku li kurdistanê mezin bûne serkêşiya van rêkxistinan dikin, ji nivşê yekemînin. Mirovên ji nivşê duyemîn û sêyemîn ku li ewropa mezin bûne, zimanê wan biyanî ye û ku bi van zimana mezin bûnê û perewerde bûne, weke fransî, almanî, îngilîzî û yên din dizanin hejmara yên ku karibin çalak di siyasetê de bin rêveberiya van komelan dikin zehf kêmin. Yên ku karibin siyaseta mafên gelê kurd bikin û di komela de bi meşînin zehf kêmin. Hejmara rewşenbîrên kurd û êzîdî yan jî mirovên akademisyenê ku gelek zanko qedandine xwe di nav wî karê komelayetiyê de nabînin. Ji ber ku ew komel hê wek di salên 80yî de, bi aliyê rêvebiryê de paşketî ne. Di nav karê komelayetî din karê din yên li hevrûniştinê dikin. Kar û semînerên ne bi rêk û pêk û semînerê zêde ne li ser kurdistanê ne balkêş û ji bo ciwana ne bi sewiyeke zanistî û ilmî de ne. Ev potansieyala mezin ya xwendevan rewşenbîr û akademisyen ku li ewropa heyî, xwe ji van komelan dûr dikin. Mixabin ku niha jî ev potansiyele mezin ya ku karibe mafê kurdan, ji bo integaration û migratîonê ji bo jiyaneke parastina mafê çandî û zimanê kurdî mirovê wan tune ne. Nayê wê wateyê ku rewşenbîr û akademisyê kurda tune ne. Na hene. Li gorî biyaniyên din jî, hejamereke mezin kurd, bi taybetî elewî û êzîdî dibistanên û zankoya xilas dikin. Ku dibin xwedî pîşe û dîplomên paye bilind. Lê mixabin ev kes û kesayet ji komele û rêkxistinên kurda dûr in. Lê divê ew rêxsitin bi awakî xwe rexne kirin li van encama binerin, ka çima ew ne di nav kar û xebatê de nînin? Çima em nikarin vê hêzê di nav komelatî û rêkxistinê xwe de entegre bikin? Her weka hemû stûktûrên van rêkxistin û orgenîsyonê heyî, gelek kevnare ne û ne li gorî stûktûrên hemdemin, ku karibin rewşenbîra bigirin nav bi xebatên serdemê. Her weha yên êzîdiyan jî, wûsa tê xuya kirin. Hejmarek grîng di xwendinên bilind xilas kirine, xwedî pîşe ne, weke parêzer, prof, bijîjk, pîlot û her wekî dinin. Ku ew kes û kesayet nikarin di nav karên civakî de cîh bigirin û ew xwedî nêrînên cûda ne. Metirsiyeke mezin heye ku ew nivşên ku ji kurdistanê hatine, xwe almanya û pê re nivşên nû xwe bi tevayî ji kom û komelên kurdistanê û êzîdiya dûr bikin yan jî dûr bimînin. Ji ber ku li pişt van komela, siyaseta ku ji kurdistanê ku li wir dimeşe, li vê derê bi bandore. Li şûna wan siyaseteke profesiyonel, modern û ilmî û durust û bawerî bide, li gorî daxwazê civakê were meşandin. Ev xuya dike zehmet çê bibe. Ger ku çê nebe, kurd û komelê kurdistanê rûberû dimîne ku roj be roj hejmara endama kêm bibe û bi xwe jî di nava 20-30 salî de bi tunebûne re rû be rû bibin. Û nema karibin xwe ava bikin. Lewma jî ku meriv karibe li ewropa bandora li siyasetî ji bo parastina xwe bi ziman, wêje û civakî bike. Ji bo parastina nasnama xwe û her weha ji bo tekoşîna rizgariya gelê kurd. Divê konzeptên nû, ramanên nû bi cesaret û bi durustî hewl were dayîn. Ku meriv karibe ew kesên hêja û rewşenbîr, xwendekar nêzîkî gelê xwe bike. Ji bo vê yekê divê meriv kampanyekê ji bo qazanç kirina wan kesan veke. Lê ne ji bo xirabûna wan, ji alîkarî stendina wan daku ev alîkariya rêkxistinê kurdistanî were kirin ji xwe nû kirinê. Ev rêbazên kevn, werin modernîze kirin.

  • Yek ji saziyên kurda yên ragihandinê MED TV ê bû, û tu jî dîrektorê wê bû. Ji bo we ev ezmûn û bîranîneke çawa ye?

Dema destpêka sazkirina MED TV ez bi xwe li Amerîka bûm. Li Washintonê min kar dikir. Beriya ku were avakirin, braderên ku di damezirandina vê saziyê de kar dikirin, û dixwestin televîzyonekê damezirînin fikrên min xwestin. Û xwestin ez vegerim û li Brukselê tev wûsa ava bikin, sala 1995 bû. Lê tê bîra min jî, di sala 1992-93 de ev gotin weke xeyal bû, me hem li kurdistanê û hem jî li ewropa min hinek mirovê rewşenbîr min li ser pêwîstiya wêşanên nû weke televîzyonê xeber dida lê ev weke xeyalekê bû. Ev gotina me zêde ciddî ne dihate girtin. Lê piştî sala 1995ê me dît bi pêşveçûna teknîk û derketina tv satelît êdî ev tişt guncave. Tekoşîna kurda li kurdistanê me bi alîkariya PKKê û di bin sîwana PKKê de hewldaneke wûsa me çêkir. Di sala 1995 de, ji min hate xwestin ez vegerim û alîkariya wan bikim û me li ser sozekê li hev kir. Soza me ev bû; ku Med tv ya hemû gelê kurd hemûya ye. Hemû partî, ol, kom, komel û nivş û rêkxistin divê karibin dengê xwe bigihînin hev û xwe li wir nîşan bikin. Heta meriv dikare bêje Med tv yek alavekî nû bû ku hemû aliyên Kurdistanê û derve nêzîkî hev kir. Ev ji bo me kurda derfet û şansekî gelek mezin bû, ku em karibin wan nêzîkî hev bikin. Gelekî baş tê bîra min ku di bernameyekî min amade kiribû Mam Celal Talabanî, berêz Mesûd Barzanî û Abdullah Ocalan di heman bernameyekê de bi hev re yekem car beşdar bûbûn û li ser rewşa kurda hizr û ramanên xwe parve kirin. Ev ji bo me kurda wê demê di sala 1995-96a de weke şoreşekê bû. ji ber ku heta wê demê jî gelek kurdê başûr û bakur, rojhilat û rojava baş hev nas nedikirn rêkxistinê hev nas nedikirin û gelek pêşdaraze hebûn. Me bi rêya televîzyonê derfeteke wûsa dît em karibin rêçekê bibînin yan jî kanalekê çêbikin, daku em karibin hev bibînîn û bi hev re biaxifin. Ji ber wê jî motîfasyoneke gelekî mezin, ne ya min tenê ya hemû karmendê televizyonê hebû. Ku em karibin tv netewî ava bikin. Di destpêkê de jî bêguman konzept û erkekî me yê wûsa hebû. Her weha babetê pêşkêşiyê û yê bermana, ku heta niha jî televîzyonê piştî med tvê, hêjî ew stîl û konzept têne bikaranîn. Min cara yekem berpirsiyariya Med Tvê weke Dîrektorê wê da ser pişta xwe. Li goriya min hemû derfetê heyî, min li ewropa û li dunyayê bikaranîn ji danasîna televîzyonê. Ji Hindistanê heta bi festîvala Cannes ji Los Angeles, Brîtanya, Awûstralîa û Kanada yê. Gelek nêzîkbûnê dewleta nêzîkbûnê televîzyonê dunya yê. Me bernamê xwe bi hev guherîn. Weha jî dengekî nû dengê Kurdistanê li dunya yê hate belav kirin. Ev gavake gelekî pêwîst bû, gavake dîrokî bû ji bo tekoşîna gelê kurd ji bo îro jî kurd li nasnama zêdetir û çêtir lê xwedî derdikevin û nêzî hev bûne. Bêguman pirsgrêk jî gelek hebûn, yên siyasî û îdolojîk ji ber ku ji aliyekî ve dihate empoze kirin. Çiqas me hewl da, lê hinekî zehmet bû. Di wê demê de gelek operasyonên dewleta hebûn, li hemberî tekoşîna gel hebûn, û di hundurê rêkxistinên kurd jî gelek astengî hebûn. Lewma jî piştî du sala jî formata televîzyonê bi yekalî ve heta guhertin. Û heta niha jî wûsa bi pêşve diçe. Bêguman kî xwedî be, mafê wî ye naverok û bernama biguhere. Yek ji wan sedema bû, û sedemê şexsî û akademîk bû. Piştremin dest ji televîzyonê berda û min karê xwe yê akademîk domand.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev