BAYÊ KUR

BAYÊ KUR

Nivîseke delal ji nivîskarê malpera me

Raif Yaman 

Baran dibarîya. Tav li pê tavê dihat. Nedihişt meriv çavên xwe veke. Xuşexuşa avên çem û newalan bû. Xurmexurma ewrên payîzê… Birûskan vedidan. Ji çîyan guregura bayê kur dihat. Li hêlekê ronahîya roja xoybûnê, li hêla din tarî û bindestîya hezar salan. Bi gotinek din, li hêlekê gurên har, li hêla din beranên zîrek hebûn. Xwîna şervanên azadîyê bi ava baranê ra diherikî newalan. Newal diherikîn rûbaran. Rûbar diherikîn Dîjle. Ava mezin har û dîn bûbû, pêl mîna ga bi ser hev da diqelibandin; hêz dida xwe ji bo kêlîyekê bi pêş da xwe bigihîne zeryan. Yek caran dixwast bajarê Amîdê bide ber xwe, bi pêlên xwe ên xurt qilêra hezar salî bi carekê bişo û vî bajarê xewn û xeyalan ji derd û kulan xelas bike.

Demekê şûn da baran sekinî. Hêzên mirdaran xwe şûn da kişandin. Saetek zêdetir bû roj çûbû ava. Tarî ketibû erdê. Li ezmana çend stêrk di nav ewrên baranê da diçurûsîn. Hîv nexwîyabû. Bêdengîya şevê dest pê kiribû. Ji çemê nav malan kurekura kurkurkan û xuşexuşa avê dihat. Her der xipûxalî bû. Hîna peşkên baranê dihatin xwarê. Bayê kur perên zer ên daran dabûn ber xwe geh bi vî alî da geh bi wî alî da dibirin û danîn. Xişînîya perên daran nalîna merivên li ber mirinê danî bîra payîyan. Darên şilf û rût mayî, gişk di şînê da bûn. Hêwa sar bû. Meriv di hindir da jî diricifîn. Li der dicemidîn. Gundî ketibûn hindir xanîyên xwe. Gêle di qulikên xwe da… Teyr û tilûr di hêlînên xwe da bûn. Hirç, rovî, xezal û pezkûvî di lan û şikeftên xwe da ketibûn xewa şîrîn. Ên payî jî hebûn. Ên xew neketibû çavan…

Kalo, li ber pencerê rûniştibû. Çavên wî li çîyayên jorîn bû. Di nav xem û xeyalan da xwe wenda kiribû. Vingînîya bayê kur bû. Dikir ku camên penceran bişikîne, û bikeve hindir. Zar û zêç ketibûn xewa şîrîn. Pixînî bi malîyan ketibû. Kalo nod salî bû. Dema li lihevxistinên hêzên dagirkaran û şervanên azadîyê dinihêrî serîhildanên zemanên berê dihatin bîra wî. Yek bi yêk di ber çavên wî ra derbas dibûn. Di serîhildanên şêxan da brakî wî şehîd ketibû. Gorna wî li ser kaşê bilind ê ber malan, li tenişta zîyaretekê bû. Merivên diçûn ser zîyaretê, li ser gorna wî jî dua dikirin. Xêncî çend gundîyên wan û çend kalên gundên nêzîk kesî navê wî nizanibû. Gava qal dikirin, “gorna şehîd” digotin. Piranîya merivên jê ra dua dikirin jî nizanibûn di kîjan cengê da bi destê kîjan neyarî şehîd bûye. Tenê her kes bi şehîdîya wî bawer bû. Hinekan digotin:”şehîdê cenga pêximberan e”, hinekan jî digotin: “leşkerê Rustemê Zal e”. Her kesî tiştek digot. Kalo, hîna li serê çîyê mêzedikir. Dilê wî şa, kêfa wî li cî bû. Xwîna brayê wî li erdê nedima. Lê dîsa jî dixwast bi destê xwe heyfa brayê xwe bigire. Xwastinek wî a din hebû; dixwast cejna biserêxwebûnê pîroz bike. Li pê şehîdan, di nav egîtan da têra xwe bireqise. Dixwast roja bîst û çar saetan naçe ava li ser banê xanîyê xwe bibîne.

Li ezmana ewrekî reş nemabû. Ne tenê ewrê reş, ewrên din jî nemabûn. Ezman çîk sayî bû. Wer xwîyabû dîsa bayê kur bi ser ketibû. Bi gotinek din, xalo wek her demê dîsa karê xwe baş kiribû. Zêdeyî sê saetan bi ser hêvarê ra derbas bûbû. Zar û zêç dû xwarina şîvê ra raketibûn. Heta hêvarê li dû pez û dewêr bazdidan. Diwestîyan. Şîv dixwarin û xwe davêtin nav cîyan. Heta hêvarê li ser kaş û kûşan, li pê pezê mîna gurê har çûyîn û hatin hêsan nebû.

Xewa Kalo nedihat. Ji berîya şalê xwe kîsê titûna qaçax derxist û cixareke pêça. Destê xwe li berîyên xwe gerand, tizbîya nod û neh libî, kêr, destmal û şeh jê derketin. Li dora xwe mêzekir. Na, ne xwîya bû. Hestê wî wenda bû. Rabû. Çû derê pacê vekir. Çend caran destê xwe lê pelikand. Na, li wir jî tine bû. Dawîya dawîn, li ser argûnê heywanê dît. Mîna zarokekî gava lîlika xwe a wendayî bibîne kêfa wî hat. Dilê wî xweş bû. Çend caran vêxist û vêsand. Berê xwe da hodê. Bi xwe bi xwe “ez ewqas dibêjim hestê min li vira û wira nehêlin. Lê dîsa jî, min qiseke nekir serê vanan” got, û li ser misenderê, li cîyê xwe ê ber pencerê rûnişt. Pişta xwe da balgîvê. Cixara xwe a pêçayî ji ser kîsê titûnê girt. Di nav her du lêvên xwe da cî dayê û vêxist. Bîna benzînê heste û dûyê titûna Mûşê bi hev ra ketin pozê wî. Helmek du helm mîna dermanekî bê hempa jê kişand ser kezebê û dûyê wê di dev û bîvila xwe ra derxist. Çend caran kuxîya. Van rojana êdî tamek ji cixarê jî nedigirt. Piştî her cixarekî kuxînî pê diket.

Li der kûçik dihewtîyan. Pêşîyê got tolên nav malan in. Guh nedayê. Paşê bi baldarî guhdarî kir. Guhê xwe bel kir. Na, va ne dengê tolên nav malan bû. Va hewtehewta kûçikên merivan bû. Hîna cixare bi nîvî nekiribû dengê lêxistina dêrî hat. Ji awayê hatinê, Kalo ew nas kiribûn. Hêzên kedxwaran nebûn. Dema wan davêtin ser gund, teperepa potînên wan guh bi meriv ve nedihişt. Kalo bazda paş dêrî, lê hema derî venekir. Çi dibe, çi nabe? Bi dengekî nerm û zelal ” kî ye?” got. Dengê paş dêrî “em heval in” got. Derî heta dawîyê vekir. Yek lawê wî bû. Di nav şervanên azadîyê da, jê ra Goran digotin. Hevalê pê ra jî Rizgar bû. Du heval jî li paş dîza çilo rûniştibûn.

Dayîka Binefş dihênijî. Heşê wê dixwast hema rakeve, ji xew ve here, heta berbanga serê sibê bi xwe nehesê. Lê dilê wê… Ew masîyê avek din bû. Ava çem û newalan têra wî nedikir.

Rêbendan 1994. Stenbol.

Not: Ev çend sal in ji bo gavên ber bi kurmancîya formal xurttir bibin ez nivîsên xwe bi piranî bi kurmancîyek gran dinivîsim, lê heta ji destê min hatî min hîkayetên xwe bi zanetî bi kurmancîyek sivik nivîsîne. Peyvên ji zimanên latin û german wekî xwe hatine nivîsandin, wate bi îmla Celadet Bedirxan nehatine nivîsandin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev