Hevpeyvîna bi Prof. Îlhan Kizilhan re -2

Hevpeyvîna bi Prof. Îlhan Kizilhan re -2

Nivîskarê malperê yê nû birêz Newaf Mîro bi hîvîkirina me wê bi awayekî berdewam nivîsên balkêş ji malpera me ra bişîne. Em sipasîya xwe jê ra dibêjin. Nivîsa pêşin hevpeyvîna bi profêsor Îlhan Kizilhan ra ne. Ji ber ku nivîs dirêj bû, me ew kir du beşan, beşa pêşin duh çap kir. Ev beşa duduyan e.

Ka mêze bikin du êzdîyên xwendî û zane çawa ruhê kurdîtîyê û Kurdistanîbûnê raberî me dikin.

 

Newaf Mîro 

Ji bo te êzîdîtî çiye?

Beriya her tiştî min êzîdayetî ne tenê baweriyeke, êzîdayetî eva texrîben 800 sale ku bi taybetiyên xwe yên civakî û olî bûne komeke civakî û olî. Tenê ne bi aliyê dînî, divê meriv bi êzîdatiyê were dîtin, meriv bawerî bi xwedê hebe ya nebe ew tiştekî din e. Êzîdayetî parçeyek ji çanda mirov e, ku dayik û bavpîrê min gelek ji çanda êzîdayetiyê gelek sûd wergirtine û pê hatine hûnandin, me pê perwerde kirine. Ez bi xwe weke çandeke taybet dibînim û em grêdayê wê me. Em ne grêdayî baweriya hebûna Xwedê, meleka û şexsiyeta Şîxadî yan ne Şîxadî ne. Ev tiştekî îdoloji ye, divê meriv karibe li ser guftûgo bike. Her weha êzîdayetî taybetiyê wê yên baş û lê bêguman yên dema globalîst yên zor û zehmet jî hene. Olek ku nikaribe li goriya demê xwe biguherîn e. Bersiva gelê xwe nikare bide. Oleke tije tundî û şid, zor û zehmetî be, ne mimkune xwe miletê xwe, gelê xwe li dora xwe kom bike. Ku îro oleke baş yan ne baş, li dora wê kes tune bin. Baweriya kesê pê nebe, dê ew ol rojekê tune bibe. Îro jî em li hemberî wê yekê ne. Ji bilî vê karesatê jî, prosesa guhertina civaka êzîdî û pê re jî şert û mercên wan, ku neyên guhertin êdî ne pêwîste karesatê ji derve ye, êzîdî bi xwe dikarin xwe tune bikin. Ji ber ko em dibînin, hejmara êzîdiyên ku di dîroka Kurdistanê de em dibînin, li Wanê, Urmiyê, Serhedê û hemû deverên kurdistanê, ku bakurê kurdistanê ku navenda êzîdiya bû, îro texrîben sî heta çil hezar êzîdî nemane. Niha li bakurê kurdistanê bi temamiya tirkiyê bi giştî hezar êzîdî tune ne. Ev tê wê wateyê ku li bakur êzîdî tûşî nemanê bûne, û ne mumkine û derfet tunene ku êzîdî weke civakeke olî li wê derê bijîn. Ango êzîdî, em îro şehdeyê tunebûna êzidiya ne li bakur. Lewma jî ger ev tişt neyên guhertin, ne hewceye ku dijmin êzîdiya bi awakî fizîkî Êzidiya tune bike. Êzîdî îro bixwe ne bi zanebûn dibin sedema nemana Tawisê Melek bi xwe. Jixwe gava êzîdî li dunyayê tune bin, dê Tawisî Melek jî tune be. Ji ber ku ji bilî êzîdiya, yê ku ji bo êzîdiya gelekî pêwîste na hebînin. Ango êzîdî bi destê xwe, yê ku piştî Xwedê yê herî mezin Tawisî Meleke, wî tune bikin, tiştek namîn e. Bêguman pozîsyon, yan jî rola Tawisî Melek di baweriya êzîdayetiyê de pêwîste. Lê heta niha şîrovekirineke baş li ser erka Tawisî Melek nehatiye kirin. Ku dewreke çalak dileyize, yeke aramî, yeke rehm pêre ye. Ew rola wî bi rêk û pêk pêre ye ew jî ji bo êzîdiya nehatiye avakirin. Ji aliyê din jî mesele xwendin kêm e. Derfetê êzîdiya li ser xwendin, teolijî û şîrovekirina edebî û lîteratura erebî gelek tiştên şaş di nava êzîdiyan de têne peyda kirin. Gelek elementên erebî, ku ne bi êzîdayetîyê grêdayîne îro em dibînin gelek di nava ola êzî de belav bûne. Ger ku êzîdî bixwazin baweriya xwe ji nû ve ava bikin, divê li ser felsefeya ku grêdayî Tawisî Melek, ne grêdayî Şîxadî. Grêdayî rojperestiyê, şemsaniyê, mîtrasiyê. Divê zêde li ser bisekinin ku karibin, weha nasnameyke pozîtîv, û hinekî zelal kirina ji pênasên erebî û îslamî derxin. Heta elementên îslamî di nava êzîdatiyê de hebin, ev êzîdayetî nikare xwe bi parêz e û nikare li gorî demê xwe bi pêşve bibe. Ev jî kar, erk û derametên rewşenbîrê êzîdîne. Yên li Gurcistanê, yan li başûrê Kurdistanê, yan jî li ewropa li ser olê kar dikin dikeve. Ez hêvî dikim ku em karibin vî karî pêk bînin. Lê ji aliyekî din jî em dibînin metirsiyek mezin heye, ku em dibînin li Gurcistanê, Ermenîstanê û başûrê Kurdistanê hewl têne dayîn ku oleke nû çêbikin. Ne dînekî li ser hîmê Mitraîzmê û grêdayî Tawisî Melek û pênasên wî, ew dixwazin bi elemetên sofîzmê ve grê bidin. Li ser sofîzme Şîxadî ku ji nûve were afirandin. Ger ew bixwazin ola êzî li ser esasê sofîzmê ve bibin, ya li Bexdayê. Ya Elhac û yê dinê êzîdî rabikin, tê wê wateyê ku hûn dixwazin dînê êzîdî bi ser îslamê ve bibin. Û ew bibe tayfe û terîqateke îslamî. Ev metirsiyeke zor mezin e. Ez hêvî dikim, gelê kurd û êzîdî di van mesela de hişyar be. Êzîdayetî baweriyeke kûhre. Êzîdayetî durust e. Êzîdayetî baweriyeke rast e. Ku meriv jî fam bike, ku mirov ji felsefa wê fam bike baş e. Dikare ji bo jiyana meriv her rê rohnî bike. Lê ku meriv jê fêm neke, û tenê weke baweriyeke mecbûrî bibîne, ew dînê rojekê ziyanê bide, yan merivê ziyanê bide wî dînî. Bi taybetî piştî karesata 2014a ku êzîdî ji aliyê Daişê ve têne qelandin tunekirin. Êzîdî niha li ber tunebûnê ne. Bi dîtina min du derfet, yan jî du rê hene. Êzîdî piştî vê karesata ku ew qas mirov hatin kuştin. Jin û keçê wan hatin revandin û destdrêjî li wan bû. Derb û karesateke mezin hate ser wan. Niha du derfet hene. Yek piştî vê karesta mezin êzîdî êdî nikarin di bin vî barî de rakevin. Di nava sê, çar nivşan de, dê weke ku li bakurê Kurdistanê bi temamî tune bibin. Yan jî weke ku meriv ji mînakên kom, komel û miletên din em dibînin, piştî karesata weke miletê din, weke karesata li Almanya ku Cihû pê re rû be rû bûbûn. Piştî vê karesata, ramaneke nû dide wan û pê civakeke nû tê afirandin. Ku qewet, hêz û hêvî dide wan, ku piştgireyeke mezin dide wan, ku weke agirekî nû, ji xweliyeke dîsa dibe agir û nûr, nûr şa dibin, nûr şîn dibin, nûr şa bibin, civakeke nû ava dikin. Ku ew wê yekê fam dikin, dikarin bêgumen li dunya yê bimînin. Lê divê gelek guhartinê civakî pêk bînin. Ku li dewleta global li gorî dunya global xwe biguherînin. Ger xwe û civaka ne guherînin, bi dîtina min nikarin domdrêj bimînin, ez behsa sê, çar nivşa dikim. Ango sed, sedûbîst salê din, dikarin bimînin. Ji bo guhertinê jî cesaret, qehremanî û mêranî pêwîst e. ji bo ku em bixwazin em hebin, nasnama me hebe divê hinek şert werin guhertin. Defakto îro em li awropa, an jî li kurdistanê dibînin ciwanên êzîdî ne li goriya ol û edetên klasîk dijîn. Lê gelekî jiyana xwe veşartî dimeşînin. Bi dîtina min ev ziyan dide. Tiştê ku nepend û veşartî were meşandin, weke du dunya hatibîn avakirin. Rojekê dê were û derkeve were teqandin û her tiştê were wenda kirin. Lewma jî ji sedema vê karesatê, divê meriv weke derfetekê bibîne, ku êzîdî zêdetir hişyar bibin. Qedrê hev û yê jiyanê bigirin. Û bi durustî û rastî li ser van şertên hatiye kirin, divê meriv baş bizanî be, ku ev şertên ku bi sed û hedê hatine avakirin, ji aliyê însana ve hatine ava kirin. Ew însan weke Şêxadî û pişt re Şêx Hesin ku ev sed û hedê avakirin însan bûn. Li goriya fikr û ramanên xwe xwestin tiştekî baş ji bo civaka êzîdiya bikin. Da ku civak pakij bimîn e. ji xelkê dûr be. Em çîn û tebeqa Şêx, Pîr û Mîra ava bikin. Belkî beriya heştsed salî ew rast bû. Lê îro li gorî şert û mercên vê demê, ew pêk nayên. Lewma jî çawa Şêxadî yan jî Şêx Hesin guherî bûn, îro ne şexs, lê civak xwe bi xwe, ola xwe wûsa biguherîn e. Ku pênasê dîrokî hebin, her weha yên nasnameya kevn hebin, lê ji bo guhartinê nû jî vekirî be. Navbera êzîdiya û bi taybetî kurdên misilman, ji dîroka û heta niha tije pirgrêk e. Carna ji bo me zehmet be jî, divê mirov eşkere bibêje, ku kurdê misilman li ser navê îslamê bûne yek û aliyek û qirkirina êzîdiya de kar kirine. Heta serok, yan jî Mîr yên weke malabata Bedirxana, an jî Mîrê Mihemdê Kor yê Rewnadizê, bi destê xwe , bi sedan êzîdî kuştin e. Serokê Rewazndiz ê Mîrê Kor, serok û mîrê êzîdiya yê Rewandûzê kuştiye. Ev derba brîneke kûhr û drêje ku baweriya êzîdiya her demê ji kurdên misilman kêm e. ji ber ku ji aliyê wan tiştekî xêrê nedîtin e. Êzîdî her dem bi tirs, bi şik nêzîkî kurdên misilman dibin. Çenko herdem gundê wan talan kirine. Keç û jinê wan revandin e. Gelek mirovê wan ji dîrokê de heta sala 1918a. Li bakurê Kurdistanê jî kurd bûne yek perçe, ku xwestine êzîdiya tune bikin. Lewma jî ji bo êzîdiya gelek zehmete ku nêzîkbûn û baweriya xwe ya li hemberî kurda eşkere bibêjin. Gava meriv ji yekî êzîdî bi pirsî, dê bêguman bêje; ez kurdim, kurd hemû brayê me ne. Heta bi hezara êzîdiya li başûrê Kurdistanê bûne pêşmerge an jî di nav partiya pkkê de bûne gerîla. Şer kirine. Xwîna xwe dane û şehîd ketin e. Bi taybetî vê karesata 2014an de, ku pêşmerga weke ku êzîdiya dixwestin alîkariya wan nekirin û wan ne parastin. Û hinek hêzên pêşmerge ku xwe bi paşve kişandin. Ev şkestina baweriyeke mezin, di nav êzîdiyan de, hem li başûr, hem li bakur, rojhilat û rojava hate danîn. Niha jî ji vê sedemê jî, gelek rêkxistinê taze yên êzîdî, û heta partiyên wan têne avakirin. Ji ber ku baweriya wan, bêguman bi kurda tune. Ku baweriya wan bi kurda hebûya, dê weke xwîşk û bra ji bo mafê êzîdiya çawa li Helepçe yan li aloziyên din yê kurda, bi hev re li wan mesela xwedî derdiketin. Dê niha pêwîst bû li Şengalê jî xwedî derkevin. Ev jî ev brîna dîrokî bi fermana 73 ya bi Daişê re, di 2014a qewimî dîsa ev brîn nû vekir. Heta ev brîn mezintir kir. Ji ber ku vê brînkirina brînê, gelek konzeptên nû, bi taybetî ji aliyê hizbên kurdan pêwiste, bi taybetî ji aliyê pdkê û birêz Mesûd Barzanî ve hewce ye. Divê hewldanê mezin bidin ku dîsa karibin, civaka êzîdiya qazanc bikin. Vê brînê hinek be jî biçûk bikin. Lê ev jî tenê bi gotina nayê çareser kirin. Divê hinek mafê taybetî li Şengalê bigihîje gelên kurd ku daîş rojekê li wir nemîn e. Lewra jî bi baweriya min divê êzîdî li Şengalê karibin vegerin, ku avakirineke mezin bi milyaran euro û dolar, ku were avakirin. Rêyê wan, nexweşxaneyê wan, dibistan û hemû tiştê pêdivî, ji nûve werin avakirin. Lewma divê dewletên weke Amerîka, Rûsya, Ewropa û herem ji bo demekê 10-15 sala bê parastin, ku careke din metirsiyeke wûsa neyê serê Êzîdiya. Tenê weha ew tirsa êzîdiya ya heyî, dikare kêm bibe û wûsa jî derfetekê bide êzîdiyê heyî, yên di kampê penabera de, perîşan û şerpeze bûne. Da ku karibin vegerin herem û warê xwe. Pişte re jî ji aliyê siyasetê ve gelek senaryo hene. Yek jî ez bawer dikim divê Şengal bibe parçeyekî Kurdistanê. Lê ew parçe jî divê bibe Parêzgehek, weke ya Duhokê. Yan jî weke Helepçe, Silêmanî, Kerkûkê yan jî weke ya Hewlêrê. Ku li wê derê miletên li wê deverê, ku li Şengalê dijîn, ku karibin xwe bi xwe Parazkarê/Walî yê bibijêrin. Ew jî karibe hem berpirsiyariya wan û berjewendiyê wan li Hewlêrê biparêz e. Ev yek sanaryo, yan yek derfeteke. Derfeta din jî ku ji aliyê yasayên Iraqê ku îro mimkune ku êzîdî xwe li devera Şengalê bi mînakek weke xweserî, yan jî aûtonomî li wir ava bikin û xwe bi xwe rêveberiya xwe bikin destê xwe. Ew dikare dîsa grêdayê Kurdistanê yan jî Bexdayê be. Bêguman biryarê divê êzîdî bidin, an şêniyê Şengalê bide. Û ne ji derve were kirin. Li ser van proje û konsepata niha hem gelê kurd û destheladariya gelê kurdistanê û partiyên Kurdistanê yên din jî, ji vê meselê gelek dûr in. Ji bo avakirin û parastina êzîdiya ev pêwîste. Divê partiyên weke pkkê û pdkê, ger ku bi rastî dixwazin alîkariya êzîdiya bikin, divê li wir li hev bikin. Çenko niha herdo hêz li wir ketine pêşbirkê ku kî karibe zêdetir êzîdiya bi aliyê xwe ve bikişîne. Wûsa jî ev ne li berjewendiyê êzîdî û kurdayetiyê ne. Ev ziyanê dide gelê kurd û bi taybetî êzîdiyên ku karibin ji qeyranê nû yên olî derkevin. Em dibînîn ne tenê li kurdistanê, her weha li rojhilata navîn, hewldaneke mezin ya îslamî li wir rûdide. Her weha îslama tundrew di nava Kurdisanê de jî ciyê xwe digire. Ku ev îslama tundrew li kurdistanê ciyê xwe bigire, dê bandoreke mezin bide ser rêkxistnê başûr jî, wek YNK û Goran jî. PDKê ku weha be hingê jî, jiyana êzîdiya yan olên hindik weke Feylî, Şebak, Mandel,Kakayî yan jî Xiristiyan û Êzîdî li wir gelek zehmete. Dê destpê bikin û hêdî hêdî koçber bibin. Di nava sê, çar nivşa de, ji bilî misilmana kesekê nikaribe jiyana xwe bidomîn e. Ku îro kurd bixwazin ev rengîniya Kurd û Kurdewariyê ya Elewiya, Şebak, Êzîdiya, Mandel, Feyliya û Yarsana û gelek pêkhatê din bimîne û pê re gul û gulîstanek, kurdistaneke rengîn hebe, divê di serî de mafê hindikayî û biçûka were parastin. Demokrasî û mirovatî weha tê diyar kirin. Ku ez nikaribim, mafê bindest û biçûka, yan yê hindika biparêzim, parastina mafê girsê û zehfiyê ne demokrasiye. Nîşana demokrasiyê parastina şexs û mirovên kêm û bin dest e.

  • Tu bi xwe ji êzîdiyê welatê xalta yî, tu bawer dikî ku êzîdî rojekê karibin vegerin ser axa xwe û welatê xalta dîsa şên bibe bi êzîdiya?

Raste ez li alê Xalta mezin bûme, yan hatime dunya yê, lê bavpîrê min ji alê Wêranşarê ne. Lê ez hem Xaltî me hem jî bi qurmê xwe ve grêdayê Dêrika çiyayê mazî ve xwe dibînim. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku rojekê êzîdî karibin vegerin bakurê Kurdistanê. Hejmara wan zêde bibe gundê wan hebin ku karibin mafê xwe bi parêzin. Êzîdî defakto li bakurê Kurdistanê tunin, xilas bûn e.

  • Tu dikarî ji bo ciwanên kurd û bi taybetî êzîdî çi bibêjî?

Ez dikarim wûsa pirsa te bersiv bidim, belkî bi çîrokekê be, dê baştir bête têgihiştin. Bi taybetî ji bo ciwanê kurd û yên li dîasporayê, yan li ewropa û li derveyê welat. Yên êzîdiya, weke tê zanîn hatina îslamê di salên 637 de li rojhelatanavîn û bi taybetî li kurdistanê û îranê. Gelek Zerdeştî heta hingê jî ola fermî ya îranî û fariza bûyî. Gelek bandor li ser ola êzîdiya kiribû, ku neçar bûn piraniya wan misilman bûn. Lê hejmarek ji wan misilmantî qebûl nekirin û reviyan Hindistanê. Îro li Hindistanê bajarê Bombay ji wan re dibêjin „parsî“. Ez bi xwe gelek car çûme wir û ligel wan axifîme. Min hejmara wan pirsî wan got: texrîben derdora 120 000 Zerdûşî li Hindistanê û bi taybetî bajarê Bombay dijîn. Li ser pirsa; we çawa karibû ew qas heştsed, nehsed yan hezar sal we çawa karibûn xwe bi parêzin? Wan çîrokek weha ji min re got: Gavê em hatine Hindistanê li wê derê gelek mîrgeh û serokê herema hebûn. Farsî yan jî Zerdûşî jî li wir bi cîh bûn, û erdê xwe çêkirin, jîr û jêhatî bûn. Miletê hindî ku li wir dijiyan, bi wan re babetekî hesûdî çê bû, ku çima rewşa wan xweşe. Zû bûne xwedî erd û karibûn xwe bi pêşve bibin û ji zad û avedanî û çandinê fêm dikirin. Paşê hin teşqele û nexweşî di navêna wan de derketin. Hindû çûn cem qralê xwe û gotin: em naxwazin Parsî di nav me de bijîn û li vir bimîni. Ji ber ku ew me gelekî aciz dikin, divê ew derkevin. Qralê Hindistanê gazî serokê Zerdûşiya kir. Serokê wan jî weke tê zanîn Pîr bûn. Pîrê Zerdeştiya ligel çend rihspiyê çûne ligel qralê Hindistanê. Qral bi babetekî tund, xwest ku ew ji welatê wan derkevin. Got; hûn xerîbin û em xerîba naxwazin. Pîrê Zerdûşiya got; Qralê min, em ji xeribiyê hatine, em reviyane, em gelek bindestin. Em dixwazin li vê deverê bimînin. Em naxwazin xisarê bidin we, emê xizmeta we bikin. Lê qral qebûl nekir, got em naxwazin miletê min jî we naxwaz e. Pîr; başe ez diçim de ka ji kerema xwe re ji min re îskanek şîr bînin. Dawiyê milet metel ma, û qral jî meraq kir, û îskanek şîr jê re anîn. Pişt re ji berîka xwe tozek spî derêxist û kire nava şîr, piştî û bi kevçî lehev xist got: Keremke bila Qralê we, bila vî şîrî vexwo. Herkesê li wir matmayî lê dinerî û digotin; ka jehre yan çiye? Peyayê paşê şûrê xwe kişandin û dixwestin Pîr bikujin. Pîr got: ez merivekî hejar û guneh me, ka ezê çawa karibim Qralê we bikujim? Paşê hûnê hemû Zerdûşiyê li van devera bikujin! Tiştekî wûsa tune û nabe. De ka keremke vexwun û paşî ji min re bibêjin. Paşê dîsa Qral meraq kir û şîr vexwar û rûyê geş bû dev liken bû û şa bû. Qral got; ev çiye ku te xiste navê û ev şîr wûsa pê xweş bû? Pîr got: ew şekire, ligel me şekir heye. Ango: hûn şîrin, ger hûn bixwazin em ji we re bibin şekir. Jiyana we şîrîn bikin. li vir du mesel xwe didin pêş; yek jê zanebûn, ya duyem jî entegrasîon. Ya sêyem jî aboriye. Ango, li ewropa em karibin kurd û ciwanên xwe xwedî derkevin, emê bi serkevin. Jiyana xwe ya xwendî û çandî bi parêzin, em pê re bibin endamê civak û cîhanê. Divê em erf û edetên wan jî zanîbin. Wan neêşînin zanebin. Ji aliyê aborî em zexm bin. Xwe jîr û zane bikin, gava em zanebin emê karibin gelek tiştan bi pêşxînin û emê karibin berjewendiyên xwe yên malbatî, civakî û mirovî û yê gelê xwe jî, emê bi parêzin. Lewma jî beriya her tiştî, divê ji bo ciwanên kurd her xwendin hebe. Dîsa xwendin hebe, ji bo bi pêşkevin. Her weha ji bo ciwanê kurd ez dibêjim; divê xwendin hebe, xwendin hebe û dîsa xwendin hebe! Ji bo em karibin bi pêşkevin, û bi wê xwendina xwe em karibin xizmeta xwe ya şexsî bikin û her weha jiyaneke baş û rewa bimeşînin. Her weha bi wê zanebûna xwe jî em karibin alîkariya gelê xwe bikin.

  • Stranên tu herî zêde jê hez dikî?

Stranên min yê taybetî ez jê zêde hez dikim, yê klasîkin. Stranbêjê ez jê hez dikim jî nemir Garabêtê Xaço ye. Ku ew gelek klasîkên kurdî bi stîll û babetekî gelekî taybet dibêje. Ji bo min ew stranbêjekî dîrokiye. Ji parastina dîroka kolektîv û bedewiya muzîka kurdî ye.

  • Evîn çi ye?

Evîn tiştekî heye û tiştekî tun e. Evîn bi hawakî organîk ne dîtbare. Lê dema meriv evîndar dibe hemû hestên mirov, tên guhertin. ji ber ku ez pisporê derûnî me, divê ez bersiv bidim. Di asasê xwe de mirovekî ji sedî sed, eşîq û evîndar be. Kesayetiya wî, derûniya wî hemû tê guhertin. Carna dibe weke nexweşekî derûnî, weke ya şezofrenî. Ji ber ku ew tiştê ku ew, di dema evînî de his dike, hestê ku bi wî re, li derve tune. Gelek tiştê ku biryarê dide ew biryar nade. Mirovekî 20 salî ku evîndar dibe û bûbe. Rastiya carna nabîn e. Metirsiya nabîn e. Xwe dixe gelek teşqela, ji ber ku evîndariya wî ew qas hestên nû di wî de hişyar kirine, ku ew tevayî weke mirovekî ne normal tê diyar kirin. Ew jî bêguman moment û demeke kurt e. Evîndariya mirov yan evîndariya ji tiştekî re, ew dem nabe. Piştî wê evîndariyê, hinekî meriv dikar bêje, hinek hezkirin, grêdayî, tolerans, rez li tê xuyakirin. Lê evîdariya taybetî, ku ew evîna aşiqî, heta heta bi hin radeya, dibe weke nexweşiyeke derûnî, ku car caran meriv kare gelek tiştên ne asayî bike û dike. Ev li cem ciwana û her wûsa li cem extiyara jî dibe. Ew evînî her dem dikare bibe. Evîndarî yek ji hîm û bingeha însanetiyê ye. Ku mirov evîndar be û ji hev hezbikin, evîna şexsîtîya meriv hebe, meriv dikare bi hev re bijî. Û jiyaneke bi aram bidomîne. Lê ji bo wê pêwîste ku, evîn di hundurê meriv bi xwe de hebe. Mirov bi xwe zanibe evîn çiye, û evîniyê his bike. Ez nizanibim evînî çiye, ez nikarim evîndarê tiştekî bibim. Ez nizanibîm evînî çiye, ez nizanim evîndariya kesekî bikim. Ez nizanibim evîndarî çiye, ez nikarim kesekî evîndar fêm bikim. Ez nizanibim evîndarî çiye, ez nikarim fêm bikim yekî evîndar be çawa hezra dike. Ew jî bê guman ji aliyê bîolojîk û genetîk jî ji bo me pêwîst e. Çenku evîn motîvasyonê dide. Em piştî mirina xwe jî bi fikrên xwe, helwestê xwe bi exdayên me hiştine, em karibin jiyana xwe dom bikin, yan jî bijîn. Evîndarî şansekî dide me, bi evîna xwe ya bi zarokên xwe û malbata xwe, yan jî dost û brayên xwe ve mirov bi wê evîndariyê nemir dibe. Ji ber ku meriv dibe parçeyekî bîranîna, însanê din yê bi wî parçeyî dijîn û ew perçe heta bêdawiyê dijî.

  • Ji bo te felsefe çiye?

Ji bo felsefê gelek dîtin û gotin hatine vegotin. Beriya peyva rewşenbîr, yan mirov dikare bêje entelektuel, di sedsala 18demîn de, di peyva fransî de fîlozof û fîlozofî hebû. Feylesofek her kes bû ku pirs ji Keşe dikir. Li ser kêşeyên ne çareserkirî, yên civakê didan ber xwe û bi guftûgo û analîza çareser dikirin. Ev gava yekem bû ku ya bi mijûlbûna tiştan re. Ango poejîn bû. Şertekî ku kes neyê îzolekirî, di cîhana xwe de, bi xwe bi xwe be. Berevajî vegere nava civaka xwe de û çareseriyê di pratîkê de pêkbînin. Ango, li goriya behsa ez dixwazim bikim, ji bilî ponîjinê û her weha pêkanîna di nav civakê de, û ya ji bo civakê ya ku kesekî dike rewşenbîr. Ev jî babetê qabîliyet, naskirin, analîzkirin û hewldana guhertina ji bo civakê ye. Di dawiyê de mesela mantiq û hêza hizrînê ye. Ez bi xwe ji felsefevanekî weke Sartre hezdikim, ku xwe nêzîkî gel dibînim. Dixwazim fikrên xwe bi rewşa gel, bi taybetî jî çareser bike an jî, rêyekê ji bo wan nîşan bide. Her weha jî Pokow bi xwe jî felsefavanekî balkêş e. Ku bi xwe Sartre weke merivekî aksist red dike, xuya dike. Ew xwedî rexnegiriyeke bi aqil û hêza hizrî, bala meriva dikişîne. Dixwaze pirsgrêka cihê reng li ser mijara hişyar bike. Bi kurtayî felsefe derfetekê dide ku meriv tiştê heyî û yê tuneyî, yên dîtbar û nedîtbar mirov karibe şîrove bike. Mirovê felsefevan herdem şîrovekar e. Dixwaze tişta zanî be. Her weha fêm bike. Û bi taybetî jî yek ji herî pîvanê grîngtir yê felsefeyê pirs kirine. Her dem divê pirs bike, li ser wan pirsan jî motîvasyonê dibîn e. Yan ku karibe ji wan pirsa bersiveke ku ew dibîne, yan jî bersiveke ku kesekî din dibîn e. An jî ew bersiv carana hewceye ku bi sedsala, yan bi hezar sala em li ser bifikirin. Lê dîsa jî em nikarin têr bibin yan jî çareserî nabînin. Pirsa li ser hebûn û tunebûnê însanî, ku eva mîlyon salin însan li ser rûyê vê erdê dijî. Hê jî me bersiveke ku tamema tetmîn bike nedîtiye. Di bersivdayîna xwe de kamil be me nedîtiye. Fesefevan pirsan dike, tişta dixwazin fêm bikin, rastiyê derxin, rastiya objektîv û ya sûbjektîv jî grêdayê hev û din bikin. Ev karekî gelekî zor û zehmete. Lê mirovekî herî hişyar û zane, dikare bibe felsefevanekî baş. Ji ber wê jî di dunyayê de, hem di siberojê de û hem jî di dema îroyîn de jî felsefevanê mezin yên ku meriv bi rastî bêguman bêje felsefevan gelekî kêm in.

  • Bajarê tu dixwazî lê bijî?

Li bajarekî li der û dora gola wanê be. Wan ji xwe jî dibe, lê gundek yan jî bajarekî biçûk jî dibe. Der û dorê Wanê ji bo min gelekî hêja û xweş e. Lê her weha jî ev derdorê 40 sale ez li derveyî welate, min li gelek welata kar kiriye. Ez nikarim xwe entegre bikim. Li her bajarî li gorî derfetê xwe, bê guman ez karibim kar bikim û her weha jî bijîm. Bajarê ku ez dixwazim bijîm, divê ew bajar be ku însanetî, hevaltî, dostanî, wekhevî û hev qebûl kirin hemû însana lê hebe. Ew bajar ku li Kurdistanê be yan li ciyekî din yê dunya yê be, ku meriv ji hev re rêz girt, cîrantiyeke durust lê hebe. Cûdabûn di navbera ol, nijad, zayendê de, tuntijî nebe, ew bajar bajarekî ji bo min îdeal e. Ku ez dixwazim demekê lê bijîm. Bajerekî weha, niha heye yan tune, bi dîtina min, min hê nedîtiye, lê ez lê digerim.

  • Ji bo te Şengal çiye? Helbet karesate wê jî pê re ye.

Hûn dizanin di 16.06.16 de Dewletên Yekgirtî, ÛN cara yekemîn di raporta xwe de ku 41 rûpel e. Jenosîda, ango komkujiya êzîdiya li Şengalê, ku ji aliyê dewleta îslamê Daîşê ve hatiye pêkhatin, fermî qebûl kiriye. Ev tê wê wateyê ku tenê ne jenosîd hatiye qebûl kirin, cara yekemîn Dewletên Yekgirtî, komîsyona mafê mirova behsa êzîdiya dike. Li ser hebûna êzîdiya diaxifin. Û dibêje; êzîdî hene û karesat hatiya serê wan. Ji bo vê jî encameke siyasetê, ya polîtîk dertê. Ku dibê bi şiklekî siyasî, civakî û olî êzîdî li Kurdistanê bi temamî werin parastin. Min bi xwe di bûyera Şengalê de, li ser navê dewleta Almanya yê, ez salekê çûme başûrê Kurdistanê. Li wê derê min texrîben 1400 jin ji aliyê derûnî ve min wan dît û ez bi wan re axifîm. Li ser nexweşiyê wan min lêkolîn çêkirin. Ji wan 1100 kes niha li Almanya dijîn. Û li vê derê têne derman kirin. Her weha jî bi mirovên Daişê re bi serokê hukumeta kurdistanê re di têkiliyê de bûm. Tiştê ji min ve tê xuya kirin, rasterast jenosîdek li dijî êzîdiya hatiye pêkanîn. Hê jî niha vê dema ku ez bi te re hevpeyvînê dikim, ew didome. Lewma jî ku ew pirsên paşî ku me berê me bersiv dan, ku êzîdî îro jî li hember hebûn û tunebûnê ne. Em nizanin ku êzîdî di navêna 10-15 salan de êzîdî karibin bi ser xwe ve werin, an jî dê di bin vê karesatê de bi temamî bikevin û di nava 90-100 salî de temamî weke civakeke kurdên êzîdî li dunyayê nemînin.

  • Ger bijartineke te hebûya, te dixwest dîsa, li ku û weke çi werî dunyayê?

Ciyekî ku ez niha lê werim dunyayê û em bêjin her tişt ji sedî sed temame tune. Bêguman ji ber ku em weke kurd hatine dunyayê, em weke kurd û toreyên kurdî mezin bûn e. Dayik û Bavê me derûdora me kurd bûne. Ew çand û kelepûra ku niha bûye kevneşopî û ketiye dilê me. Bê guman weke refleks gava ez wê pirsa te dibihîzim, yek car dê merivê bibêjî; ez dixwazim li Kurdistanê werin cîhanê.

  • Kesê tu herî zêde bîriya wê/î dikî ?

Ji ber ku karê min yê li derve bêhtire, ez bêguman bîriya zarok û malbatên xwe dikim. Gava ez dîsa digihîjim nava zarok û malbata xwe ez gelekî dilxweş û şa dibim. Lê gelek braderên hêja ku li Kurdistanê ne, an jî li welatê dinê ne. Ku fikrên meriv nêzîkî heve, meriv mefa û sûd ji hev dibîne. Car caran meriv bîriya wan însana jî dike.

  • Kiryareke tu jê poşman bûyî hebe û tu bixwazî bêjî?

Her roj ku mirov çi dike, tiştek têde heye ku bêguman meriv dibêje; xwezî ev tişt nebûna. Ji ber wê jî poşmanî esas gotineke, li goriya jiyana meriv ne duruste. Meriv çewtiya dike, ku meriv xeletiyê xwe zanibe û wan xeletiya durust bike, êdî ne hewceye ku meriv li tiştekî poşman bibe. Lê bêguman herdem xwezî hene. Xwestin hene. Ku meriv dibêje di raboriyê de, dema ez di vî temenî de bûm, xwezî min ev tişt nekirana. Tiştê herî ez lê poşman, tiştê ez lê poşmanim belkî min dilê hinek însanê gelekî nêzîkî min, min şkandine. Xwezî min dilê wan nehişta. Û carna jî hinek tişt hene, ku meriv dixwaze bi tundî bersiva hineka bide, ji bo hereket, ya rastî jî li dijî mirov û gelê mirova. Mirov dibêje xwezî min bi tundî bersiv wan bida. Yan jî zêdetir bertek nîşan bidana. Reaksiyon nîşan bida, ji bo ew neheqî û bersiva wê neheqiyê hatiba dayîn.

  • Tu dikarî xwênerê malper û kovara Felsefevan re çi bibêjî?

Beriya her tiştî ez spasiya kekê Newaf dikim, ji bo van derfetên ku daye min, ku ez karibim ji bo kovara we, ya Felsefevan, ez bersiv bidim. Bêguman ez ne mirovekî felsefî me, mirovekî zêde rational im, mirovekî zêde lêkolônvan, li ser şaxê xwe kar dike. Ji bo ku min jî bi we malperê re hevpeyvîn çêkir, ez hinekî li ser mijara felsefî û evînî ku ez her roj bi karê re mijûle lê nafikire, ew bû derfet ku ez li ser vê mijarê rawestim. Her weha ez spas dikim ji bo kek Newaf ku mirovekî gelek rewşenbîr, zana û jîr e. Ji bo min jî şerefeke ku em bi hev re di têkiliyê de ne û me ev hevpeyvîn çêkiriye. Gelek spas hûn her hebin.

 

  • Li ser navê xwe û yê Felsefevanê ez spasiya cenabê te dikim. Dibêjim mala te ava û ez gellekî şa me ku kesên weke te kedkar û jêhatî di nava civaka me de hene. Bi hêviya xewn bibin rastî û bila meriv bibin pira û benda hezkirin û rêzgirtinê li dunyayê û li vî û wî welatî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev