Steyrkên nû: Hevalcêwîyên kurd BAHOZ & BARAN

Steyrkên nû: Hevalcêwîyên kurd BAHOZ & BARAN

Artîst û dengbêjên kurd yên hevalcêwî li Swedê Bahoz & Baran bi hunermendîya xwe ya stiranê û reqasê bûne hizkirîyên maşoqên hunermendîya dengbêjîyê.

Van dawîyan klipeke wan ya nû derket û dilê me hemûyan baristan kir.

Di stiran û reqasa wan da barek hereket, şabûn, hîsên dagirtî hene. Îro hunermendîya van kurdên bira ser zarê her kesî ye.

Radyo û têlêvîzyonên Swedê nav û dengê wan belayî guhdar û temaşevanên xwe kirin.

Fermo, bala xwe bidine hunermendîya lawên kurd, ku nav û dengê miletê me û welatê me di nava ewrupîyan da bilind kirin.


P.S. Malpera me ev nûçeya xweş ji bavê Bahoz & Baran Hacî Kardoxî sitend, ku berpirsyarê radyoya kurdî ya bi navê ”Aştî” ye, ku weşanên xwe li Stokholmê dike û belayî her çar perçeyên Kurdistanê dike.

Lema dibêjin: “Gîha ser koka xwe şîn dibe”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev