Doza Kurdistanê û damara Neteweyî!

Doza Kurdistanê û damara Neteweyî!

Xoybûn û berxwedana Agirî (1926-1932)

Şeyhmus Özzengin, lêkolîner

Serhildana netewî a 1925an, bi serkêşî û organîzekirina Tevgera Azadî hatîye organîze kirin. Serkirdeyên Tevgera Azadî; Mîralay Xalid Beg, Hecî Musa Begê Motkî, Yusuf Zîya Beg, Hecî Mûsa Begê Hesenî ne.

Dewleta Tirkan, îxbara tevdegerîna serhildanê digire û hemû serkirdeyên Tevgera Azadî desteser dike û ev serkirde tên dardakirin.

Bê amadekarîyek berfireh û rêkûpêk, berxwedana 1925an bi hewdanek provakatîf a dewleta Tirk, bi serkêşîya Şêx Seîdê Pîran û beşbarbûnek berfireh berxwedana 1925an a netewî destpê dike.

Piştî têkçûna berxwedana 1925an, beşek ji hêza çekdarî a serhildan a 1925an dixwazin ku derbasî hidûdê Îranê bin û ji wir jî derbasî çiyayê Agirî û derdorên wê bicîh bibin. Pêşî li wan têt girtin û piranîyên van çekdar û serkêşên leşkerî bi xayîntî tên şehîdkirin. Beşek ji van çekdaran derbasî çîyayê Agirî dibin.

Beşê din wek, rewşenbîr, mîr, beg, şêx, serokên eşîran û kesayetîyên kurdperwer, maldar derbasî başûrê Rojavayê Kurdistan û Beyrûd û Şamê dibin. Li vanderan, li ser têkçûna tevgera 1925 û Tevgera Azadî giştûgo, civînan lidar dixin. Kesayetîyên ku di nava van danûstendinan de cîhê xwe girtine; Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Sureyya Bedirxan, Memduh Selim Beg, Mehmet Şükrü Sekban, Mewlanzade Rifat, Haco Axa, Alî Hilmî Beg, Sûdî Tewfîk Beg, Fehmî Begê Lîcî, Şerif Paşa, Qadrî û Ekrem Cemîl Paşa, Hesen Hişyar, Bedrî Azmî, Îhsan Nûrî, Abdurrahman Paşa, Mustafa Berazî, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Nûrî Dersimî, Nûretîn Zaza, Emînê Perîxanê, Bozan Şahîn, Kamil Beg, Kerîm Beg, Bedreddîn Axa, Celîl Baban, Hîlmî Rahmî Beg, Ahmed Nafiz, Arif Abas, Mahmud Beg, Elîyê Yunus, Hemza Begê Mukusî, Abdurrahman Garisî, Elî Seyda Goranî.

Tevgera Xoybûnê ji van danûstendinan derdikeve holê. Xoybûn têt damezirandin û yekem serokê Tevgera Xoybûnê Celadet Bedirxan, Sekreterê giştî yê tevgerê jî Memduh Selim Beg e.

Tevgera Xoybûnê li ser bingeha yekitîya Cemîyeta Tealî a Kurdistan, Teşkîlat î Îçtîmaîye Cemîyetî, Firqa milî a Kurd, Cemîyet a Îstîklal a Kurd, di 5ê Cotmeha 1927an de li Bîhemdûn/Libnan, wek xwedî mîrata hemû berxwedanên berê yên Kurdistanê, hatîye damezirandin û îlankirin.

Xoybûn, tevgerek Kurd û Kurdistanî, li ser esasên yekitîya miletê Kurd hatîye damezirandin.

Xoybûn, piştî têkçûna berxwedana netewî a 1925 an, cara yekem em di vê berxwedanê de dibînin ku li gor armanc û programa hêzek siyasî (Xoybûn), di serokatîya zana, kesên ku ji hêla leşkerî de perwerdekirî, rewşenbîr û kurdperweran de, serhildanek netewî, xwedî programek siyasî û bi hestên milî, li ser esasên miletperwerî li Kurdistanê derdikeve holê.

Damezirîner û serkirdeyên Xoybûnê piranîyên wan xwedî hest û ramanên netewî, xwedî bîrûbawerîyek modern in û ji rewşenbîrên kurdan, maldarên kurdan hatîye damezirandin. Di vê berxwedanê de daxwaz, hest û armancên netewî di ser her berjewemendîyên şexsî-malbatî de hatîye tomarkirin û programkirin.

Xoybûn, hin di daxûyanîyên xwe de û hin di program û hedefên xwe de bi zelalî eşkere kirîye ku honandina berxwedanek Kurd û Kurdistanî, berfireh, li ser esasên yekitîya miletê Kurd, bê ku cûdatîya mezhebî, olî, pêkhateyên netewî ji çav dûr bixe hatîye damezirandin. Li ser esasên „em bi navê Kurd miletek in û welatê me Kurdistan e!“ birêkûpêk bûye.

Di taybetîyên vê berxwedanê de cara yekem em dibînin ku şervanên vê serhildanê di perwerdeyek leşkerî re derbas bûne û bi cilûbergên leşkerî bi hîyerarşîyek leşkerî artêşek hemdem û modern hatîye damezirandin.

Sembolên netewî hatine bikaranîn. Payebilind û serkirdeyên leşkerî li angora hiyerarşîyek leşkerî bi cilûberg û sembolan derketine qada şer.

Di vê berxwedana netewî de Îhsan Nûrî Paşa ji terefê Xoybûn de serkirdeyê giştî yê hêzên leşkerî hatîye wezîfedar kirin. Berdevkê Îhsan Nûrî Paşa jî, yek ji endamên Partîya Daşnak ya Ermenî, Baron Vahan ku di artêşa Rusya de serkirde bû. Bi vê em dibînin ku Xoybûn bi beşek ji ermenîyan re jî têkildar bûye.

Konseya Şer hatîye damezirandin. Hemû biryar û daxwazên ku ji navenda Xoybûnê hatine, daxwaz û pêşnîyarên serkirdeyên serhildanê ji bona navenda Xoybûnê, biryarên sekirdeya leşkerî hemû bi rêya vê konseyê hatîye meşandin.

Ev konsey ji kesên medenî hatîye avakirin û cara yekem sazîyek medenî di berxwedanên Kurdistanê de bûye xwedî biryar û bandor. Ev jî taybetîyek ku vê serhildanê ji serhildanên din cûda dike.

Endamên Konseya Şer: Îhsah Nûrî Paşa, Artaşês Muradyan, Biroyê Hesikê Têlî, Xalis Beg, Ferzende Beg, Nadir Beg, Dundarzade Nûman Beg, Şêx Abdulqadir, Têmûrê Şemsikî, Seyît Resûl Berzencî û Şêx Zahar e.

Taybetîyek vê konseyê a din jî, damezirandina jiyana leşkerî û medenî ye. Wek çareserkirina pirsgirêkên leşkerî, dadgehî û medenî rol girtîye ser xwe û kar kirîye.

Xoybûn, ji bona dorpêça dewleta Tirk a ser berxwedana netewî kêm û bêbandor bike, biryara raperînek gelemperî digire û program dike. Di vê derheqê de nemir Osman Sebrî di bîranînên xwe de eşkere dike ku:

Xoybûn di tarîxa 01.07.1930 de biryar digire ku ji bo alîkarîya Îhsan Nûrî Paşa bi liqek çekdaran ve bişînin serhildana Agirî.“ Mixabin, desthilatdarên Fransiz ji vê hayedar dibin û „Bozan beg û birayê wî Mistefa Beg digirin û berê wan didin Şamê.“

Ji hêla din de jî Xoybûn dixwaze ji derdorê Midyad, Nisêbîn û heta Sirûcê xetek serhildanê ava bike. Di virde jî desthilatdarên Fransiz; „Celadet Bedirxan, Haco Axa û Malbata Cemîl Paşa jî desteser dikin!“ Bi van bûyeran pêşî li hewldanên Xoybûn têt girtin. Serhildana Netewî a 1926-1932 an jî di herêmek teng de dimîne.

Xoybûn, di stratejîya serhildana 1926-1932an de hedefên xwe de eşkere dike ku armanc; „Di rêkûpêkkirina meşandina şer de armanc, şikênandina bandora metirsîya dewletê li ser girsê û geşkirina hestên netewî, xurtkirina daxwaza dewletek netewî, bi geşkirin û firehîya şer re, sazkirina raperînek giştî û netewî, heta ku yek leşkerê biyanî li ser axa Kurdistan nemîne domkirina şer û rizgarkirina welat ji dagirkerîyê û damezirandina dewletek Kurd“ e.

Dewleta Tirk, di seranserê Kurdistanê de dest bi lêkolînek îstîxbaratî, leşkerî dike. Di derheqa eşîr bi eşîr û malbat bi malbatên kurdan agahîyan kom dike, malbatan û serokeşîran nefî dike. Bi riya teşkîlatên dewletê, mifetiş û walîyan lêkolînê berfireh dike û agahîyan tomar dike.

Bi serkêşên berxwedanê re dikeve têkilîyan, efûkirin, mewkî û pereyên mezin teglîfî wan dike, ku dev ji hewldanên xwe berdin û bi dewletê re kar bikin.

Yek ji van karên dewleta tirk û teglîfa ku ji Serkirdeyê Giştî a hêza leşkerî Îhsan Nûrî Paşa re wek mînak, hêjaye ku em li ser rawestin.

Dewleta tirk di 15 Gulana 1928an de bi serkirdeyên berxwedanê re hevdîtinekê lidar dixe. Dewleta tirk di vê hevdîtinê de pêşniyar dike ku; „eger hun dev ji berxwedanê berdin û teslîm bibin, kîjan wezîfa ku hun bixwazin û hun çiqa pere û milk bixwazin emê bidin we!

İhsan Nûrî Paşa bi 40 serkirdeyên tevgerê re beşdarî vê civînê bûye û eşkere beyan kirîye ku; „Ez neferekî Xoybûn im. Ez Serkirdeyê leşkerî yê tevgera kurd im. Li angora biryara Xoybûnê ez bûme xwedîyê vê wezîfê. Heta ku dewleta Tirk, serxwebûna Kurdistanê nepejirîne û artêşa xwe ji Kurdistanê nekişîne, ez xwedîyê vê payê me û liser karê xwe me. Ez tenê dikarim bi biryara Xoybûnê dev ji vî karî berdim. Heger pêşnîyarek we a siyasî û leşkerî hebe, ez dikarim bigihînim navenda Xoybûn. Ji bona kesayetîyên ku di nava berxwedanê de cîh girtine, van pêşnîyarên we bêfêde ne. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêkê ne şexsî ye, lê netewî ye. Ev jî encaq bi pejirandina serxwebûna Kurdistanê mumkûn e. Heta ku yek leşkerê biyanî li ser axa Kurdistanê wek dagirker hebe, wê berxwedana me bidome“(!).

 

Çavkanîyên lêkolînê:

1-Ağrı Sahipsiz Değildir, Yılmaz Çaklıbel

2-Ağrı Eteklerinde Ateş, Emin Karaca

3-Görüş ve Anılarım, Hasan Hişyar Serdî

4-Biranînên sedsalîya Apo Osman Sebrî, 1905-2005

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev