Derwêş Serhedî – yek ji rêza taybet ya dengbêjên herêma Serhedê yên dengxweş û hestiyar

Derwêş Serhedî – yek ji rêza taybet ya dengbêjên herêma Serhedê yên dengxweş û hestiyar

Mûzîka kurdî li Rojhilata Navin gelekî kevn û resen e û bandora wan li ser çand û mûzîka xelqên wan dewletan gelekî heye. Mûzîka û hunera kurdî di her parçeyeke Kurdistanê de xwedî hine taybetmendiyan in. Dengê dengbêjên kurd û awazên wan xwedî rengekî cuda ne. Hezkirina ji mûzîkê di nava kurdan de sînoran nas nake. Kal û pîr, zarok û mezin û jin û mêr herkes bi awayekî girêdayî mûzîkê ye. Gelek hunermendên kurdan hene ku dengê wan yê xweş û resen tim di nava malên kurdan de tên bihîstin, lê hin hunermend dibin mînak û dikevin nava dil û ruhê gelê xwe.

Dengbêjên kurdan li ser hemû bûyerên dirokî, civakî û siyasî kilam û destan efirandine. Gelê Kurd çand û dîroka xwe, rabûn û rûniştandin, erf-edetê xwe piranî bi stran û awazên dengbêjiyê pêşkêş kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirinê. Kilamên kurdan mînanî stranên gelên din ne tenê stran in. Ew hem stran in, hem jî belgeyên dîrokî ne û hem jî xezîneya zimanê kurdî ne.

 

Li Bakûre Kurdistanê gelek dengêjên baş derketine. Lê tê gotin tu yekî ji wana mînanî dengbêjên Serhedê rêçek ewqas geş li pey xwe nehiştine, tradisyoneke dengbêjiyê li dar nexistine. Axa, beg û paşayên Serhedê, ji wana her yek dengbêjê wan ê taybetî hebûne. Li çanda kurdî bêtir xweyî derketine. Li Serhedê dengbêjê herî binavûdeng Evdalê Zeynikê, Mistefayê Heyran, Ferzê, Resoyê Kopala û Şakiro ye. Evdalê Zeynikê fênomeneke pirr mezin bû. Hemû dengbêjên Serhedê kilamê wî distrên. Şeroyê Biro jî stiranên wî distirê. Îro jî bi hunerê xwe yê dengbejyê va di nava gel de naskirî ne û hizkirî ne.

_

_

Yek ji wan, dengbejê awazxweş, evîndarê miletê xwe, evîndarê welatê xwe, xweyê şureta hunurî yê mezin ji kurdên Serhedê Derwêş Serhedî ye. Derwêş ne tenê bi deng û hunera xwe, herwisa ew bi welatperwerbûna xwe ve jî tê naskirin. Hunurmend di stranên xwe de rewş û hezkirina welat tîne ziman. Di heman demê de stranên eşq û evînê jî gelek dibêje.

Derwêş Serhedî di payîza sala 1964`an de li gundekî qeza Cilawûz’ê girêdayî bajarê Qersê ji dayîk bûye. Derwêş ji malbateke Kurdewarî de jiyana xwe didomand. Navê bavê wî Ekremê Hemîd bû. Derweş hela hê di pêcekê de bû, dema bavê wî çû eskerîyê û venegerîya. Di nav kurdan de bi piranî kes bi bavê xwe ve tên naskirin. lê Derwêş paşnavê xwe navê axa kal û bavan Serhedî li xwe wergirtiye.

Wî xwandina xwe ya dibistanê li gundê xwe bi dawî anî û piştî wê dibistana navîn jî li bajarê Qersê berdewam kir. Sala 1985an Derwêş bû esker û di adara 1987an de leşkeriya Romê bi dawî anî. Li îlona 1987an de ji Kurdistanê derket û hat Ewropayê û li welatê Elmaniya bi cîh bû.

 

Ji dema zarokatiyê de Derwêş bû evîndarê kilam û stranên Kurdî yên resen. Ev evîn ji malbeta wî mîna mrazekê gehiştibûyê. Di malbeta wî de her çiqas ji bilî bilûrvan û dengbêjê navdar Rizayê Fetî (Mamê Derwêş) hunermendekî bi nav û deng derneketibe jî, lê di nava rihê hemû endamên malbetê de rihekî hezkirinê yê ji bo folklor û stranên Kurdî heye. Mirov dikare bêje ku ji temenê zarotiyê de Derwêş zû riya xwe peyda kir û ket li ser riya hunerî. Derwêş di xewn û ramanên zarokatiyê de xwe mîna hunermendekî pêşerojê didît. Derwêş ji zarokatiyê guhdarvanekî radyoya Rewanê (Êrîvanê) bû û bi dil û eşq tevî şahî û govendên gelê herêmê dibû. Derwêş, bi hesretek bêdawî li dengbêjên Kurd guhdarî dikir û xwe hînî fen û hunera dengbêjiya Kurdî dikir.

 

Ji dengbêj û hunermendên ku di Radyoya Êrîvanê de hunera xwe eyan dikirin, yên mîna Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Egîdê Têcir, Reşîdê Baso, Şewabê Egîd, Dawudê Xelo û meya Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile, bilûra Taharê Emer û zirna Şamilê Beko bandoreke raste-rast li ser hisên Derwêş pêk dianîn. Herwiha dengbêjiya mamê wî Rizayê Fetî ji bo Derwêşê Serhedî bûn xwendingeha hînbûna hunera Kurdî.

 

Di sala 1978an de Derwêş bi lêxistina tembûrê dest bi karê sazbendiyê kir. Piştî wê xwe hînî lêxistina mey û zirne jî kir. Lê divê bê gotin ku Derwêş bi hostayike mezin li meyê dixe, herwiha bilûrê, zirnê, fiqê û sazê jî.

 

Hisreteke Derwêş bû ku rojekê ji nêzik ve hunermendên Kurd bibîne. Ji ber wê yekê Derwêş sala 1995an xwe gîhand Ermenistanê û Gurcistanê. Di wê gerê de serî li hunermend û dengbêjên Kurd dixist û bi taybetî jî li pey hunermend û dengbêjên navdar digeriya. Bi vî awayî ew bi gelek hunermend û dengbêjan re bû nas. Efoyê Esed, Egîdê Cimo, Şeroyê Qasim, Şiblîyê Çaçan û yên Ermenî weke; Cîvan Gasparyan, Suren Asaturyan tev ji wan hunermendan bûn ku di vê gerê de Derwêş ew ji nêzve nas kirin û bi pirsên xwe yên ji wan zaniyariyên xwe berfirehtir kirin.

Wî heta niha 6 albûm derxistine. Di sala 1997an de berhema Derwêş ya yekemîn yê bi navê Kûra Çayê hat weşandin. Piştî wê di sala 2000an de berhema wî ya duyemîn (Stranên Gelêrî, Xecê-Siyabend) derket û di nava muzîkhezên Kurd de bi germî hat pêşwazî kirin. Sala 2004an jî berhema Derwêş ya bi navê Şerê Girîdaxê jî di nava gel de hat belav kirin. Sala 2007 an albuma bi navê Rengên Govendê, sala 2008 an Dîlan û Gazgaz, lê sala 2010 an albuma bi navê Govenda Gasinê derketin. Di wan albûman de bi dehan staranan cîh girtine. Strana ‘Xecê û Siabend’ û ‘Zerî domame’, ‘Feleke’, ‘Hesen û Asê’, ‘Bavê Mistefê’ û yê din gelek tên naskirin û ecibandin, îro jî stranên wî her tim tên guhdarkirin. Albumeke Derweşê Serhedî amade ye ji bo capkirinê. Studyeke wî ye dengnivîsarê jî heye.

Derwêş her çiqas dema ku li Kurdistanê bû, jiyaneke civakî û sosyal didomand û bi germî di nava şîn, şahî û dîlanên gel de bû jî, lê wî ev karê xwe li xerîbî hê jî berfirehtir kir. Li Ewropa wî xebatên xwe di nava gelek komên folklorî u profesyonal domandin. Dengbêj Derwêş Serhedî bi deng û awaza xwe hestyar u sazbendiya xwe, tînahiya dilê mirov hênik dike.

 

Derwêş ji zarokatiya xwe ve dest bi mûzîkê kiriye û gelek bi nav û deng bûye. Wî hunermendî hem di warê sazbendiyê ve û hem jî di warê dengbejyê de di nava çand û hunera kurdî de cihekî taybet ji xwe re girtiye û bi dengê xwe yê resen ve tê ber çavê mirov. Çand, hest, mûzîk û kilama kurdî di jîyana wî de cîkî giring girtiye. Derwêş stranên resenî, stiranên kevnar bi awazên xweyî xweş û dengê xweyî hestyar ji nûve ev zindî dike, ku dema mirov li wan guhdarî dike, can û hizra mirov zelal dibe û dil şa dibe. Bi vî awayî Derwêş derbasî dil û hinavê guhdara bû û bandora wî li mirovan heye. Lema jî di nava gel de, di asmanê stirana kurdî de xwedî qedir û qimetek gelek mezine.

 

Stranbêjê navdar Derwêş Serhedî bi deng û hunera xwe mirov dikare bêje mohra xwe li çand û dengbêjya kurdî ya dewrana me daye. Belê, Derwêş Serhedî her dem kesekî di nav civakê de bûye û îro jî ji civaka xwe dûr neketîye.

Guhdaren delal, ji bo ku em nezîk ve nasiya xwe bidin jîyan û hizra Hozan Derwêş Serhedî, fermo guhdarya hevpeyvîna me bikin. Hevîdar im sohbeta me wê bala we bikşîne û hûnê lezetekê ji wê bibînin. Derwêş Serhedî ji bajarê Dusseldorf yê Almanyayê li ser xeta têlêfonê bû.

Albûmên wî

  • Kûra Çayê 1997
  • Sitranên Gelerî (Xecê-Siyabend) 2000
  • Şerê Girîdaxê 2004
  • Rengên Govendê 2007
  • Dîlan û Gazgaz 2008
  • Govenda Gasinê 2010

 

Di bernameyê de çendik  miqam û kilamên Derwêş Serhedî têne pêşkêş kirin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev