Nameyên evînî – 68

Nameyên evînî – 68

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

***
Cana min, ka ez nimûneyek bêjim. Kurd keçên 15 salî tînin, ew keç tiştek ne dîtîye, dema hinek mezin dibe, hişê wê û hormonên wê dikemilin, êdî çav berdide hinek xortên din, difikire: -Ev hiş di serê min bûya, min bi mêrê xwe ra mêr ne dikir.

 

***
Ji bo van tiştan nefikire dilê min, emê hev bibînin, me çi xwest emê wê bikin, a rast emê her tişt bi daxweza te bikin. Tu tenê bi min ra azad be, nexwestina te jî wê ji min ra bextewarî bîne, ji ber ku ezê tiştên bi dilê te bikim.

***
Dibêje te evîndara xwe çawa nas kir. Dibêje, me pêşî destê hev git. Paşê? Paşê me hevdu maç kir. Paşê? Paşê em çûne sînemayê. Paşê? Paşê me canê hevdu hez kir. Paşê. Paşê em ketine nava cîyan. Paşê? Ew paşêya tu pirs dikî, di zû da bûye…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev