HESENÊ QEŞENG – ROJNAMEVAN Û NIŞTIMANPERWAR

HESENÊ QEŞENG – ROJNAMEVAN Û NIŞTIMANPERWAR

Li ser rol û kemala ocaxeke meye netewî – rojnama «Rya teze», ya di warê pêşvebirina çand, ziman û dîroka gelê me da, eger derew tê tunebe, mirov dikare têza doktorîyê binvîse û amade bike. Bawer bikî tune mijareke civaka kurdîye usa, ku rojnama «Rya teze» li ser nesekinîye û nenvîsîye. Tiştekî veşartî nîne, ku ev rojnama here jîyandirêj hetanî dawîya sedsala 20-î jî ma wek hedadxaneke kadroyên netewîye naskirî. Gelek zanîyar û nivîskarên meye navdar di dema xwe da yanê li vê rojnamê kar kirine, yanê jî bi wê ra girêdayî bûne û herdem li ser rûpêlên wê gotar û nivîsên xwe weşandine.

Dîyar û eşkere ye, ku hetanî hilweşîna Sovîyêta berê rojnama «Rya teze» heftê du caran bi hereketên komeke karmendên wêye pispor û pêciryayî ronayî didît. Ji wan karmendên jêhatî û şareza jî yek Hesenê Qeşeng bû, yê ku îro ji bilindaya 75 salên temenê xwe ne ku tenê rîya xweye derbasbûyî ya rojnamevanîyê dinirxîne, lê usan jî babetên gelek bûyarên civaka meye 55 salên dawî tîne li ber çavan.

Ew 15-ê sibata sala 1944-an li Ermenîstanê, li gundê Eynelûyê (niha Lênûxî, navçeya Êçmîazînê) ji dayîkê bûye. Sala 1953-an mala bavê wî ya Qeşengê Eyoyê Xwedo cîhguhastî gundê Dalarê (navçeya Artaşatê) dibe. Wek tê zanin, salên piştî şerê cîhanêyî duemîn jîyan pirr zehmet û çetin bû. Her kesî bi her awayî li ber xwe dida, ku neferên xwe xwedî bike û birçî nehêle. Gelek mal bêy destên karkir mabûn, mêr çûbûne li ber şêr û nehatibûn.

– Di jîyana xwe da, – Hesen dibêje, – ez du hesînan ra amin mam û bawerim, ku heya rojên xweye dawî jî ew hesîn wê li bal min bimînin û neyêne guhastinê. Ya yekemîn ewe, ku dibê mirov xêrxwez û qenc be, xirabî û nemamîya xelqê neke. Axir ne pêşîyên me timê digotin, ji şer û dewan tu xêr tune, her tenê qencî dimîne, tê gilîkirinê û şêkirandinê. Ya duemîn jî – ew hizkirina berbi netew û welatê meye. Mirovê xwedî hesînên awa, bi bawerîya min, mirovê herî dewlemend û bexteware. Gava bende di nava heyata xwe da van hesînan ra amin dimîne, bêfitîya, kar û barên wî jî baş dimeşin, îsafa wî jî rehete û ew herdem serbilinde.

Raman û mitalên Hesen wî dibine salên zarotîya wî, ya ku li gundê Ermenîstanêyî Dalarê (nehîya Artaşatê) derbas bûye. Hema di vî gundî da ew çûye dibistana seretayî û kuta kirîye. Wê demê malbeta wî heywan xwedî dikir. Ji ber ku debir kêm bû, wana ewlê baharê heywan dibirine qirên deştê û li wir diçêrandin heya berf li çîya dihelîya, dû ra diçûne zozana. Bona ji dibistanê neyê birînê, Heso 2-3 mehan li gund tenê dima.

­– Ez di mala Sargîsê cînarê meyî ermenî da dimam, – Heso bîr tîne. – Sargîs mirovekî gelekî heyf û qenc bû. Ewî digote bavê min: «Heyfa Heso, ji dibistanê dernexe, ew baş hîn dibe, bila xwendina wî nivîşkan nemîne. Bila ew bê li mala me bimîne, heyanî ku di gulanê da dibistan tê girtinê». Ev kirina wî doste me tu caran ji bîra min naçe û hetanî ez xweşbim jî bîr nakim. Wana wek ewledê xwe li min dinhêrîn. Min xêrxwezîya benda hema di wê demê da texmîn kir. Û min xwera biryar kir, heta ji min tê xirabîyê nekim, ger destê min jî tê, tenê qencîyê bikim. Tiştek jî qet ji bîra min naçe, gava di dersxana 8-an da hîn dibûm, dersdarê meyî dîrokê minra got, ku pêwîste li ser dîroka gelê xwe ez nivîsekê amade bikim û li pêş dersdar û hevalên xwe wê nivîsê bixwînim. Çendekî min nizanibû, ku li ser çi mijarê binvîsim. Paşê min mijara «Kîne kurd?» hilda û nivîsî. Li civîna dibistanê teva kêlma min begem kir, hinek hevalên min cara pêşin dîroka gelê meyî kevnar ra bûne nas. Ez gelek kubar û serbilind bûm. Di dibisanê da qedrê min jî bêtir zêde bû. Û di wê demê da hesîna hizkirina berbi netew û welatê me bal min dîhar bû, ya ku ji bo min bûye wek xwîn û qinêt. Ez bi van hesînan va mezin bûm û îro jîyana xwe dom dikim. Neferên me jî bi ruhê welatparêzîyê terbîyet-torê xwe hildane…».

Talî-tengasî, zor û zehmetîyên jîyana rojane malbeta Heso mecbûr dikin, ku ji vî gundî derên. Sala 1957-an ew diçine bajarê Artaşatê û li wir dihêwirin. Heso di dibistanê da baş hîn dibû, lema jî ew ji dersan nehate birînê û xwendina xwe li dibistana bajêre hejmara 1-ê dûmayî kir. Ji ber ku mala bavê wî gelekî dûrî dibistanê bû û çûyîn-hatin li wan salan çetin bû, ew di mala Armênakê ermenî da dima, ku nêzîkî dibistanê bû. Armênak camêrekî qenc, xêrxwez û saxê dilê xwe bû. Ewledên wî tune bûn, kurê wî çûbû li ber şêr û venegerîya bû. Rojên hêsabûnê û betlanê, gava Heso diçû malê, destevala li ser Armênak û pîreka wî da venedigerîya. Dê û bavê wî bona mala Armênakê dost ji hasileta girtî parek derdixistin û wî ra dişandin…

Sala 1963-an Heso bi rûspîtî dibistana navîn serhevda tîne û hema wê salê jî li beşa farizî ya fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Zanîngeha Êrêvanêye dewletê tê qebûlkirinê.

– Salên xwendekarîyê bona min salên here xweş bûn, – Hesen dibêje. – Bi rastî li ber min cîhaneke nû vebû. Piştî dersan dema mine aza qet tunebû: yanê ezê li pirtûkxanê bûma, yanê ezê li civînên xwedekarên me bûma, yanê jî diçûme radyoya kurdî û rojnama «Rya teze». Wan salan têkoşîna kurdaye netewî-azadarîyê bi serokvanîya Mustefa Barzanî li başûrê Kurdistanê xurt û zor bûbû. Em bi bûyerên Kurdistanê va dijîyan. Wê demê komela xwendekarên kurd ya Rewanê hebû. Komelê karekî netewhizîyêyî baş dikir: hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê vexwendî dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotûbêj û qise pêk dianîn. Hema wan salan jî hesîna min ya hizkirina berbi netew û welatê me bêtir kûr bû û di ruh û dilê minda şax veda. Hema di wê demê da ez bi rojnama meye hizkirî va hatime girêdanê, car-caran min gotar ji bo wê û radyoyê dinvîsî.

Havîna sala 1968-an Hesenê Qeşeng bi dîploma sor Zanîngeh kuta kir. Gere bê gotinê, wekî dîploma sor kêm mirovan dikaribûn wergirtana. Dîploma usa her tenê didane wan xwendekaran, yên ku nava 5 salan de gelek baş hîn bûne û tenê qîmetê zef baş stendine. Wek Hesen bîr tîne, piştî kutakirina Zanîngehê, ew temamîya payîzê xwera gerîya, da û stend û hêsa bû. Di destpêka sala 1969-an berpirsyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed ew vexwendî kir, ku di rojnamê da wek nûçevan kar bike. Karmendîya Hesen ya rojnamevanîyê bi fermî hema di wê salê da destpê bû û weke 20 salan dom kir.

– Ez bextewarim, wekî min salên dirêj di rojnama «Rya teze» da kar kirîye, – Hesenê Qeşeng bi kubarî dibêje. – Wê demê ew ocaxeke çanda netewîye mezin bû. Gelek rojên xweş û şîrin min tevî endamên vê malbeta meye gelêrî derbas kirîye. Sed yazix, ku îro rojname ketîye rewşeke giran. Lê dîsa welatparêz alîkarîyê didine wê û bi saya wan «Rya teze» jîyana xwe berdewam dike. Ez gelekî şame, wekî îro parçekî Kurdistanê aza bûye: li başûrê Kurdistanê hîmê dewleta netewî tê danînê. Lê li Kurdistana Rojava gelê me îdî pêyî li ser rîya azadîyê kirîye. Li Bakûr jî guhartinên mezin û bi guman dibin. Îro van deng û behsan rojname dîsa diweşîne…

Nivîskarê meyî navdar Eskerê Boyîk, ku vê gavê li Almanyayê dijî, gele-gele nivîsarên xwe li ser rûpêlên «Rya teze» çap kirîye. Ew, ku herdem dibû mêvanê rojanamê û wek rewşenbîrên meye mayîn baş haj karê rojnamê û karmendên wê hebû, di nama xwe da awa dinvîse: «Hesenê Qeşeng bi xeysetê xwe yê paqij û eşîrtîyê, bejin-bala xweye merdane, seke-sifetê xweyî kurmancî, pêra jî zanebûnên berfireh nava rewşenbîrîya meye Ermenîstanêda hertim berbiçav diket. Welatparêzekî dilsoz û rojnemevanekî serketî bû. Gotar û nivîsên wî bi hewaskarî dihatine xwendinê. Ew ji me zûtir ji Ermenîstanê çû. Eva weke 30 salane, ku min Hesenê bira nedîtîye. Min gelekî bîra wî kiriye. Û niha Hesen 75 salî ye. Ez ji dûraya salan û dûrbûna hidûdên dewlet-welatan, ku îro ketine di navbera me, bi hisreta bîranînên demên buhurî rojbûyîna birayê xweyî dilsoz pîroz dikim, wîra xweşbextîyê, sehet-qewatê û jîyana aramî dixwezim!».

Di destpêka sala 1981-ê xudanên van xetan hate rojnama «Rya teze» û derbasî li ser kar bû. Wê demê desteke karmendên rojnamêye zane û cêribandî bi serekvanîya berpirsyarê emekdar Mîroyê Esed kar dikirin. Nenihêrî wê yekê, ku me Hesenê Qeşeng berî hingê jî nas dikir, lê salên karê tevayî em bi nêzîkayî û baş hevra bûne nas. Hesen bêtir gotarên li ser çanda netewî û mijarên civakî dinvîsî. Nivîsên wî bi naverok kûr bûn. Gava ewî pirsgirêkek hildida û azirû dikir, ne ku tenê sebebên wê pirsgirêkê dida rêzê, lê usan jî ew nirx dikir û rê-dirbên çareserkirna wê pirsgirêkê nîşan dida, derdixiste meydanê. Di rojnamê da ew gelek salan serokê beşa çand û naman bû. Ewî namên xwendevanên rojnamê bi bingehî û hûrgilî analîz dikir, gava pêwîst bûya, diçû ew didîtin yanê jî ew vexwendî rêdaksyona rojnamê dikir…

 

Di wêneyê tevayî da (sekinîne, ji milê çepê): cîgirê berpirsyarê rojnamê Emerîkê Serdar, serokê beşa wêjeyê Egîtê Xudo, serokê beşa çand û neman Hesenê Qeşeng, gotarvan Rizganê Cango û Têmûrê Xelîl, serokê beşa pirsên partîayê Elîyê Evdilrehman, serokê beşa malhebûna gund û aborî Grîşayê Memê û katibê rojnamê yê cabdar Babayê Keleş. Rûniştine: mêvanên ji Kurdistana başûr.

 

Tiştekî veşartî nîne, ku berî hilweşandina Yekîtîya Sovîyêtê li hemû komarên wê rewşa aborî û sîyasî xirab bû, gelek hêzên netewperest jî serên xwe blind kirin, civak li sero-binî hev kirin, xênî berjewendîyên xweye şexsî guh nedidane tu tiştî. Di wan dema da ne ku rewşa netewên kêmjimar ya civakî û aborî qolayî dibû, lê usan jî ocaxên wane netewî roj bi roj xirab û wêran dibûn. Netewperestan li ser pirsa olî dutîretî kirine nava gelê me û gelê sivîl rakirine rûyê rewşenbîran. Ji ber van babetan Hesenê Qeşeng jî wek gelek rewşenbîrên meye dinê terka xebata xweye li «Rya teze» da, ji Ermenîstanê bi malbetî koçber bû, çû Rûsyayê û li parwelatê Krasnodarê, li bajarê Novorosîyskê hêwirî, li ku heta roja îrojîn dimîne.

Wê gotara me nivîşkan bimîne, eger em wê yekê jî neynine li ser zar, ku Hesenê Qeşeng wergêrvanekî zimanê farizî yê gelekî jêhatî ye. Li salên 1980-î ew du caran çûye Afxanistanê û serhev weke 5 salan li wir karê wergêrîyê û dîplomasîyê kirîye. Di destpêkê da wek wergêr, lê du ra wek sêkrêtarê duyemîn yê baylozxana Rûsyayê li Afxanistanê xebitîye. Xebata wî bilind hatîye qîmetkirinê: ew bi gelek xelatên dewleta Sovîyêtê û Afxanistanê va hatîye rewakirinê. Mîna vê rojê tê bîra me, li rêdaksyona rojnama «Rya teze» caranan, gava em di nava karê wergêrê da rastî hinek têrmînên çetin dihatin û me nikaribû wêrgêra wane kurdîye rast bidîta, em berbirî Hesenê Qeşeng yanê jî gotarvan Rizganê Gango (ewî jî farizî baş dizanibû û gelek salan li Îranê kar kiribû) dibûn, wekî koka wan têrmînan li xebernamên zimanê farizî bigerin û bibînin. Bi wî teherî karmendên rojnamê gelek têrmînên nû çê dikirin.

Rojnamevan û mamostayê Zanîngehê Rizganê Cango, yê ku îro bi fermî wek midûrê rêdaksyona «Rya teze» hesab dibe û vê gavê li Moskvayê dijî û kar dike bîr tîne: «Gava Hesene Qesheng bi mecburî terka rojnema «Rya teze» da u ji Ermenîstane derket, ew 45 salî bû. Ger ew neçûya, wê hetanî îro jî, yanê weke 30 salên dinê jî qulixî gelê xwe bikira. Ew wek xudanê zanebûnên kûr dikaribû bibûya dersdarê nifşên nû. Lê, sed mixabin, ne ku tenê Hesenê Qeşeng, lê usan jî qelfeke hogirên meye dinê vê gavê li şaristanan bela bûne û nikarin xizmeta gelê xwe bikin. Tiştekî ecêbe, lê îzbatî ye, ku vê sedsala nû da qedrê zanan ketîye, lê qedrê nezanan, pera, hebûnê, dewlemendên nîvxwendî bilind bûye. Eva yeka mirov keder tê. Jîyana me li xerîbîyê derbaz dibe. Dibêjin, koçberî û mihacirî yazîya gelê meye. Eger pêşîyên me ji ber xeza şûrê dijmin revîne, îro gelek xwendî-zaneyên me ji ber fesadî, nemamî, durûtî, xayîntîya nezan û nepakan, usan jî ya komên dewletên piştî Sovîyêta berêye kevneşop koçber bûne…».

Rojnamevan û lêkolîner Têmûrê Xelîl ji Stokholmê dinvîse:

«Di nav me kurdan da meriv bi çend şêwa bi nav û deng dibin. Hinek bi wê yekê va, ku folklora gelê xwe baş dizanin, hinek bi wê, ku xwe ji şîn û şahîyên miletîyê nadine paş, hinek kes bi xwendin û zanebûnên xwe va, hinek jî bi welatparêzîya xwe va. Kêm caran dibe, ku ev hemû nîşan bi hev ra li bal merivekî hebin. Yek ji wan kesan jî heval û hogirê me Hesenê Qeşeng e, ku em gelek salan bi hev ra li redaksyona rojnameya «Rya teze» da xebitîne. Û îro ez bi dil û can 75-salîya bûyîna wî pîroz dikim, wî ra temenê dirêj û jîyaneke bextewar dixwezim!».

 

Dibêjin, mirovên efrandar berî her tiştî arxîtêktorên ruhê xwene, dû ra yê bendane. Ew bi ruhê xwe va tu caran kal nabin, ji ber ku ramanên wan herdem nûjen û genc dibin. Hesenê Qeşeng jî wek mirov û rojnamevan nûjenvanê ramanên xwe yên niştimanperwarîyê û welatparêzîyê ye. Eva hesîna hela gelek-gelek salên dirêj wê wî biparêze û genc bihêle…

 

Di wêneyê bi kom da: Di wêneyê tevayî da (sekinîne, ji milê çepê): cîgirê berpirsyarê rojnamê Emerîkê Serdar, serokê beşa wêje Egîtê Xudo, serokê beşa çand û nameyan Hesenê Qeşeng, gotarvan Rizganê Cango û Têmûrê Xelîl, serokê beşa pirsên partîayê Elîyê Evdilrehman, serokê beşa malhebûna gund û aborî Grîşayê Memê û katibê rojnamê yê cabdar Babayê Keleş. Rûniştine: mêvanên ji Kurdistana başûr.

 

Prîskê Mihoyî,

qulixbirê serokê Ajansa çapemenîyê û masmêdîayê ya Komara Ûdmûrtîayê (Rûsya),

rojnamevanê emekdar yê vê komarê.

 

Ji alîyê malpera RIATAZA da: 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi dil rojnamevanê bi navûdeng Hesenê Qeşeng bo 75 salîya rojbûna wî pîroz dike, jê ra saxlemîyê, bextewarîyê, serketinên baş û salên bi dilê wî dixweze.

Bira 75 salîya te pîroz be, welatparêzê mezin û ronakbîrê rasteqîn Hesenê Qeşeng!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev