DÎL – 3

DÎL – 3

Dr. Yekta Uzunoglu

 

Wisa xûyaye ev sazî di serdema afirîna ademîzad de çêbûye û heta niha jî wê her tim xwe parastiye. Lê ne yasayên yezdanî û ne jî yên însanî nikarin ademîzad ji peywira wî ya jiyanê dûr bixin.

Gava ku şaristaniya me hinekî bi pêşve çû di warên din de jî hinek pêşketin çêbibûn. Di vê serdema em tê de ne de dîlgirtin yanî rehînegirtin wek sûc tê qebûlkirin. Lê eger yê ku dîl digire mirov be, hingê ev yasa derbasdar e. Lê ku yê ku dîl digire dewlet be çi dibe? Li gorî yasayên li ser kaxizan ên navnetewî ew dewlet weke dewleteke “Kolexwaz“ ango “Xulamnas” tê kategorîzekirin û li gorî wan yasayan divê ew dewlet rastî sepanên sazî û yasayên parastina mafê mirovan were.

Ev mîrasê ku ji Osmaniyan ji Tirkiyeya Erdogan re mayî piştî veşartina salên dûvdirêj a di sindoqên kilîtkirî de êdî li dijî “kafiran” hate vekirin û dîsa êdî siltanê heyî jî ji bo ku sipasiyên xwe pêşkeşî kalikên xwe bike, xwe li ser secadeyan pehn kiriye. Siltên berê rojnamegerên Ewropî û dûv re jî Pastor Andrew Brunsonê ku li gorî wan kafirekî mezin e, dîl girt. Siltên piştî ku bi awayekî şareza şert û mercên xwe tev bi Ewropiyan dane qebûlkirin rehîneyên xwe berdan. Yek ji şertên Siltên jî ew bû piştî ew vegeriyan welatên xwe diviya ku qet qala ti tiştî nekirana û siyasetmedarên Ewropî jî tevahiya yasayên navnetewî binpê kirin û da ku berjewendiyên wan ên aborî têk neçin, stûyê xwe li ber Siltên xar kirin.

Siltan hefteyek e ku di xwe de şaş bûye. Lewra Emerîkiyên kafir hîn jî şert û mercên ku wî gotî bi cî neanîne. Pêşiyan gotiye kêşên tiryakê ji dînê gundan xerabtir in. Rewşa siltên jî ew e.

Bi vê yekê aşkere bû ku di sedsala 21’an de jî hîn saziyê dîlgirtinê çalak e û ev sazî dikare li dijî bihêztirîn dewleta dinyayê xwe nîşan bide. Erdogan jî ev yeka dîtibû û bi vê yekê ji kêfxweşiyê dida çirtikan û êdî bi meşrûiyeta vê saziyê jî piştrast bibû.

Wî bi vê baweriya tewş qeşeyê Emerîkî yê Ewangelîst 2 salan di zîndanan de girt.

Lê ya rast ew zilam yanî Andrew Brunson tevî hevjîna xwe 23 sal bû li Tirkiyê bû û ne li bajarekî bakur bû. Ew li bajarê Smyraya Yewnanan yanî li Îzmira kozmopolît a kevnare bû. Lê digel vê ew bi tometa alîkarî û hewandina PKK’yiyan dihat dîlgirtin. Rehînetî yanî dîlitiya Pastor Brunson a 2 salan a ku di şert û mercên gelekî xerab de bû, beriya her tiştî şermezarî û rûreşiya şaristaniya transatlantîk a ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavên xwe ji fêl û lîstikên Erdogan ên li dijî rûmeta mirovahiyê re digirtî, nîşan dide.

Heta hefta borî ev lîstika bê etîk bi Erdogan re hate lîstin. Yekitiya Dewletên Emerîkayê tevahiya ehlaq û yasayên navneteweyî binpê kir û da ku şert û mercên danûstandina rehîneyên xwe biaxivie di 11 û 12’ê Tîrmeha 2018’an de li salona NATO’yê ya li Brûkselê bi Erdogan re rûnişt. Gava ku Trump û şêwirmendên wî qebûlkirin ku dê bi Tirkan re rûnin, dîsa fêm nekirin ku feraseta etîkî yanî sincî ya Tirkûtataran û ya neteweyên ku ji kevneşopiyeke feodal tên ne weke hev e. Aliyê transatlantîk her tim nexwest ku têgeha “antî-etîk” a gelên feodal ji bo gelên koçber tê wateya “etîk”eke ji rêzê.

Di 11 û 12’ê Tîrmeha 2018’an de Trump û Erdogan li ser bazara pevguhertina rehîneyên xwe niqaş dikirin. Trump doza Pastor Brunson dikir û Erdogan jî doza jina bi navê Ebrû Ozkan a welatiya Tirkiyê ku li Îsraîlê bi sawa piştgiriya terorê hatibû girtin, dikir.

Trump şertên Erdogan qebûl dike û pişt re têlefonî Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu dike û wî di warê serbestberdana Ebru Ozkan de qanî dike. Lê gelo Erdogan soza çi dabû? …soz… soza çi? Erdogan li gorî “sinc û etîk”a Tirkûtataran tev digeriya. Eger ku Trump ev fêm nekiribe çi sûcê wî heye?

Li gorî ehlaqê vê saziya Erdogan a ku di ti derên din ên dinyayê tune ye, wî jî soza xwe bi cî anî Pastor serbest berda. Lê wî negotiye ku ew ê bihêle Pastor vegere Emerîkayê. Bila Pastor dia bike ku li wî cezayê 30 salî nehatiye birîn û ew bi bazinên elektronîkî şandine mala wî. Dawiya dawiyê rûyê fesad ê Erdogan û ehlaqê li piştî rûyê wî yê fesat bûyî hîm ê ku transatlantîkî jê re dibêjin “antî-etîk” derketibû holê û piştî 2 salan fikrînerên ku digotin dawişa zewaca Emerîka û Tirkiyeya Erdogan hatiye, mafdar derketin.

Tevî tevahiya zext û hewlên Dêra Protestanan û xêrxwazên navneteweyî Pastor Brunson di girtîgehê de dimîne.

Welatiyên nola me yên ji rêzê tenê dikarin beşeke rûdanan ew jî bi tesadûfî hîn bibin û ev yeka her tim ji welatiyên weke me yên li welatên hiqûqnas û demokratîk dijîn re her tim wiha hatiye gotin. Lê tiştê rast ew e ku her tim siyasetmedarên bijarte yên şaristaniya transatlantîkê tevahiya yasa û ehlaqê mirovahiyê dane ber lingên xwe û hewla dane ku dîlên xwe bi riya bihayên bilind û bazarên weke li mezatan tên kirin ji destê Erdogan bifilitînin. Lê êdî qet nebe jî ji Emerîkayê re kifş e ku lîstik qediyaye û Emerîka êdî bi Erdogan re bi zimanê ku ew fêm dike diaxive.

Xêjî aliyê ehlaqî û etîk, aliyê hiqûqî yê trajîk ê vê meseleyê jî heye. Digel tevahiya van tiştan hîn şaristaniya transatlantîk dikare gelo ji gelê xwe re bêje lingê sêyêm ê pergala demokratîk edalet e? Gelo dê welatê ku endamê NATO’yê ye çawa ji welatiyên xwe re dîlgirtineke weke serdema navîn a ku ji aliyê welatekî din ê endamê NATO’yê ye ve tê kirin rave bike?

Li dewsa dadgeran, siyasetmedarên welatekî NATO’yê derbarê çarenûsa welatiyekî xwe de çawa dikarin biryara bidin û li gorî kîjan hiqûqê?

Gelo canê welatiyan ma mal e ku li ser wî bazarî werin kirin? Ev rûdan tev ne le welatekî dîktatorên Efrîkayê, li ser maseyên navenda NATO’yê ya li Brûkselê pêk tên û em jî vê yekê bi tesadûfî hîn dibin. Lê gelo dê edî ev welat çawa ji me re behsa demokrasî û bilindbûna hiqûqê bikin

Lingê sêyem ê sêpiya pergala demokratîk jî ma ne darizandin e? Gelo siyasetmedarên şaristaniya transatlantîk çawa dikarin vî lingê pîroz ê pergala demokratîk tune bihesibînin? Li ser navê kîjan nirxa pîroz a ku di ti pirtûkên pîroz de nîn e û ji aliyê ti kesî ve nayê zanîn ev tê kirin?

Ez hêvîdar im ku berevajiya welatiyên Ewropî, welatiyên li Waşîngtonê li xwe mikûr werin û bi kirinên xwe yên tewşo mewşo bihesin. Bi hêviya berdewamiya vê hêvîdariyê…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev