DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -2

DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -2

Nivîskarê malpera me Şemoyê Memê bi zimanekî delal gotareke bo rojên me pir pêwîst nivîsîye derheqa pirseke jîyana gelê me da. Ji ber ku gotar pir dirêj e, me ew kir çend beşan û çend rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa duduyan e.

 

Şemoyê Memê

 

2.1. Zewaca Bêdil û Jina Kurd 

Zewac destpêka avabûna malbateke nû ye. Malbat jî di nav civaka kurdan de ji mêj ve wekî saziyeke bingehîn û binirx hatiye pejirandin. Em dikarin bibêjin ku malbat jî li ser keda jinê hatiye avakirin. lema divê jin zewaca xwe qayîl be ku malbateke bihêz û xwedî erk der bê. Gelek nivîskarên biyanî civaka kurdan, civakeke pêşverû dibînin û aliyê wekheviya jin û mêran de pesnê wan didin. Ev yeka xwe zewaca keç û xortan de jî dide xûya. Di vê derbarê de Mehrdad R. Izady xwe dispêre gelek dîroknas, gerok, rojhilatnas û kurdnasên wekî, G.R. Driver, Plutarch, E.B. Soane, Henny Hansen… û hwd. û destnîşan dike ku jina kurd li gor jinên tirk, ereb û farisan gelekî serbest e, çarşevan xwe napêçe, di nav cîvatê de jin jî wekî mêran tevdigerin û wekî ‘stûna malê’ tên pejirandin. Izady ji bo zewacê jî dibêje, “…zewac ne li gor kevneşopiyan ango xwestina dê û bavan e; law û keç hev hildibijêrin. Zewacên xwestina dê û bavan li ber şert û mercên aborî û eşîrî pêk hatine…van salên dawîn, piştî gelek zilamên kurd edet û toreyên gelên cinar yên desthilatdar wekî ‘nûjenbûnê’ hildigirin û bi wê şeweyê hewl didin ku serbestiya jinan di mal û cîvatê de bidin sînor kirin” (Izady, 2004; 337-340). Di destanên kurdî de jî em dibînin ku di civaka kurdan ya qedîm de jin bi zorê nehatine mêrkirin.

 

Melle Mehmûdê Beyazidî jî berevajî Izady, dibêje ku (pirtûka xwe sala 1859an de nivîsiye) “heqê keçên kurdan nîne ku mêrên xwe hilbijêrin. Bav an jî birayê keçikê wê bidin kê divê keçik wî re bizewice. Her çiqasî xwesteka keçikê jî dipirsin lê gotina dawî ne li gor dilê keçikê, li gor gotina dê û bavan dibe.” (Beyazidî, 1998; 30) Beyazidî vê yekê rewa nabîne.

 

Di qonaxa ewil bigre heta serdestiya dînê Îslamê di nav cîvata kurdan de, ji ber bandora dînên kurdan yên qedîm ku rê didan mêr û jin wekhev bin li ser jinê zext û zordarî nehatiye bikaranîn. Ji ber ev kevneşopiyên qedîm hema bêje heta roja îro, jinên kurd li gorî jinên dinên Rojhilata Navîn cihekî bi hêztir û civakî paraztine. Helbet ev yeka li ser biryara zewacê jî hatiye parastin. Di wêjeya gelêrî ya Kurdî de hem mêla dayiksalariyê û hem jî mêla baviksalariyê hatine dîtin. (Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad,2007; 27)

 

  1. Derbirîna Zewaca Bêdil 

Gelo we bi darê zorê yekî/ê re bizewicînin an jî dilketî/a we yekî/ê din re bizewice û ji destê we tiştek neyê hûn ê çi bikin? Rojên ku gotinên dê û bavan re “na”nedihat gotinê û pere ji bo zewacê dibû astengiyekî mezin gelo dildarê destteng an jî dilgirtiya wî ji destê neçariyê çi kiriye? Xên ji derd û kulên di dilê xwe de wekî stran, dilok, payîzokan an jî wekî çîrokan, car caran jî, ji ber xemsariya dê-bav-mêr û dildarê xwe wekî nifiran derbirînê, destê wê tiştekî din nehatiye û xem û keserên xwe daye beriyê. Helbet ev derbirînan hema bêje hemû bi zarê jinan hatine gotin, çimkî zewaca bêdil herî zêde ser jinê hatiye ferz kirin. Em dikarin bibêjin ku hema çend heb jî bi zarê mêran hatine gotinê.

 

Kevneperestî, paşverû bûyîn/mayîn, xizanî, nezanî û bêçaretî rê nedida ku keç bi dilê xwe mêrbikin. Navên dildarên xwe nedikarîn eşkere jî bikirana. Lema gelek stranan de navê xort nayê gotinê. An navê hespê wî, ger dest çûyî be û zarên wî çebûne, navê zarê xwe ve dihat bilêvkirin. Bi vî cureyê gelek nimûne di stranên kurdî de hene û evîna ji dil heta mirinê ji dilê wî/wê kesê/î dernakeve. Ger keç be ger xort be ji ber negihîştina yarê/a xwe gelekî êş û xeman dikişîne û heta mirinê jî mecbûre ku mêrê/jina ne bi dilê xwe re rê here, lê ev yek dibe sedema jiyaneke dijwar û xemgîntir.

 

Her serpêhatiyeke kurdî de nefreteke mezin li dijî zewaca bêdil heye û nefret ji xwe re rêyek peyda kiriye û ketiye nav zar û zimana. Wekî gotinên kalbavan “ne Xwedê qebûl kiriye ne jî evdan.”Zewaca bêdil û bi kesê temen mezin re, di ber qeleneke giran dayîna keçikan, ji bo jinê bûye malwêraniyekî mezin.

 

Jina bi zorê didin mêr bi gotina wê “saxî saxî dikine gorê”ji bo wê rojên reş û tarî destpê dikin, her dem pêrîşan dibe, mêrê wî jî zane ku dilê wê nîne lê ji ber bedewîya keçike dixwaze ew bibe para wî, lê keçik her çiqasî bibe para mêrê bêdil jî[1] dilê wî qet carekî nabe ya wî heta mirinê jî û dil bi wî re pîr nabe. Çavê jinê her dem xilasiya wê ye. Gelek çîrokan de em dibînin ku keçên padîşahan alîkarî didin dilketiyên xwe ku bikaribin bin şert û mercên giran de derkevin û bikaribin wan bistînin. Destanan de jî em dibînin ku gelek keçên bedew bi darê zorê bi destê dêwan hatine girtin û bûne yarê wan. Lê lehengê destanê/çîrokê bi alîkariya wan keçîkan, dêw têk dibe û wan keçikan aza dike û digihîne mirazê wan. Ew nimûne di destan û çîrokên Rostemê Zal û Mîrza Mihemed de tên pêşberî me.

 

Jin, zewaca bêdil, revandina bi zorê qebûl nekirine. M. Mehmûdê Beyazidî jî destnîşan dike “di nav kurdan de keç revandin ne berbelav e, çimkî ger keçik ne qayîl be, pêkan nîne bê revandin” (Beyazidî, 1998; 29). Ger zewaca bêdil re rû bi û mane, mêrê bêdilê xwe re xwe heram kirine, ‘tu mal wan re nekirine’, heta mirinê dikarin xwe lal jî bikin. Ev protestoya zewaca darê zorê ye. Cezayê didin mêrê ku bêyî dilê wê ew anîne. Gelek caran jî ji derî edetan be jî dilketiyên xwe re direvin. Xwe davêjin ber bextê malmezin, axa yan jî şêxekî. Carcaran jî ji ber zewaca bêdil û bindestiyê bi awayekê xwe dikujin.

 

Xulasa evîna di navbera du dilan çar çevan de ji ber gelek dijwariyan car caran naçe sêrî û heta roja mirinê dibe kul û birîn di dil de dimîne, hinek caran di dil de nahewe û der dibe, dibe stran, dibe dilok an jî payîzok dikeve nav zaran û li nav gel de belav dibe û her tim tê gotinê/strînê. Car caran dibe gilî-gazin ji bo sebeba an jî dibe nifir wekî “Şûrê Şamê, Kula Helebê”,… dibe zargotin û her tê gotinê. Em ê di vê beşê de bi dilok û heyranokan destpê bikin, paşê çîrok û destan, gotinên pêşiyan û nifiran de gelo ev mijar çawa hatiye bikaranîn, bi têra xwe mînakan bidin û xebata xwe bibin sêrî.

 

3.1. Di Dilok, Payîzok û Heyranokan de Zewaca Bêdil 

Dilok û heyranok stranên lîrik yên kurt in. Stranên ji dil xuliqî ne. Pirî caran keç an jî xortan, kêm caran jî jin an jî mêrên ku mirazê xwe şanebûne li ser dilketiyên xwe gotine û pirs avîtine ber hev. Cureyek ji stranên evînê ne. Pirî caran jî stranên evîna ku neçûye serî ne. Jixwe evînên bê asteng re ne hewce bû ku bibe stran. Evînên pêknehatî bûne derd û kul bi şêweyekî zargotinî derketine holê. Payîzok jî stranên xemgînîyê ne. Wexta payizan dagerina ji zozanan hatine gotin. Keç û xort êdî ji hev nikarin bi rehetî bibînin, dibe ku sala din qet hev nebînin; keç an jî xort dibe ku bêdilê xwe hatibine zewicandin. Ev nimûneyan ji pirtuka Zargotina Kurda I, Heyranokên Kurmancî, Folklora Kurmanca û Folklora Kurdî de hatine girtin. Ji ber ku pirtûkên navborî hatine girtin, me dest neda rastnivîsa wan.

 

Di nav van dilok, payîzok û heyranokan de xort û keç li hember zewaca bêdil sekinîne û her tim gotinên xwe gotine. Lê gelek caran piştî destçûyina dilketiyên xwe êşa xwe anîne zimên ku niha destê mêrê kotî, pîsî heram, netutişt de ne. Mînakên jêrê de bêçaretiya xort an jî keçikê xuya dike. Hin keça ku êdî bûye jina yekî din, hin jî xort ji ber êşa dilê xwe mêr re pirsên xirab dibêjin. Mêr, heram e, kotî ye, kund e, pîs e û hwd. Dîsa tê gotin ku zewaca bêdilî ezeba gorê xirabtir e, mêrê kotî jî ne tê kuştin ne jî tê berdan. Ji bo jinê karesateke giran destpê dike, ew bedew e, xweşik e û hêj “hîva çarde şevî”ye lê ketiye destê ne tayê xwe. Lema bêdilî, bîz û nefreta xwe, wisa tîne zimên;

 

”Sed heyf heyfa min xanimê,

Bejna kawa-kubar isane, nona îstekana ser taximê,

Wey malîno, way gundîno, wextê êvar min tê, kotî şindokî mêra derî vedike,

Ezê minê nakim berê xwe bidimê.”

 

“dilê min kanînga sergirtî,

Kilî, kotî, şindoyê mêrê min,

Tevî komê şêxan û melan,

Dest nimêja xwe kir sergirtî,

Sûretê min î sor e,

Ji gulê, ji gulavê,

Şindoyê mêra sûretê min ramûsaye,

Devê wî şor bû, sûretê min evdalê Xwedê diqelêşî.”

 

”Domam serê Grîdaxê milêda,

Heve pezê me maye germa deştêda,

Sing-berê domama min isane, mîna birincê Ulexanê, kişmîşê Îranê serbe,

qasekî bimîne demêda,

Kotî, pîsê mêrê wêya rabû serçev neşûşt loqmek lêda.”

 

Çend dilokan de jî keçika ku giraniya zewaca bêdil stuyê wê xwar kiriye, pênase dike û tîne ber çavê me gelo zewaca bêdil hest û jiyaneke çawa ye.

 

Sebrê kulmal, ji Dîyarbekir virda pire,

Ji pirê virda Qetirbile,

Dagerîyame baxçe bostanê bavê Elo zaza, min çinîbû baqê gule,

Keçkê dibê, lawko, zewacîka bêdil ji ezabê gorê girantire.”

 

”Ji Amûdê vir de pir e

Ji pirê vir de Qitirbil e

Ketim bîstanê Bavê Elo

Bêdilî ji ezaba gorê xirabtir e”

 

”Dilê min hêlîna teyrê lale,

Çûme alîyê malê, sebra dilê min ne male,

Çûme alîyê odê, sebra dilê min rûniştîye, şindokê mêrê xwera gale-gale.”

 

”Bê Beyazê, bejna zirav bejna teye,

Dêrê ha li ser dêrê zêdeye,

Heyfa teye, heyfa teye,

Kotîyê mêra mêrê teye.”

 

”Dilê min çîyayê Qertewînê,

Baran barî ser Mêrdînê,

Kê dîtîye emrada, kê bînaye, kundê kor here rûnê ser hêlîna gogerçînê.”

 

”Ezê çîçikê berfim, hêlanî bilind mame,

Tava nîvro daye, ez helîyame,

Ezê par van çaxa qîz bûm, mala bavê xwe bûm, sal pêra nava pencê kotî mêrada ha telîyame”

 

”Derdê dila ez pîr kirim,

Stêrê çeva ez kor kirim,

Qenca ez xastim, xiraba birim.”

 

”Ezê xezala çîyayê Alûdarim,

Ezê werdeka gola Samsûnê sarim,

Wezî par vî çaxî neçîra teyrê bazî bûm,

Îsal kundê kor, qefa zinêrda, ez dixarim.

Ezê sevanî çev û biryê belek kavlê gundada hêsîrim, stuxarim,

Ezê rûniştime hetanî sibê digrîm, ha dinalim.”

 

”Meyrê xazla wan sala, wan zemana, wan wexta, wan dewrana,

Sûretê Meyrê sore gul-gulî bûn mîna sêva xelatê, tek-teka, xal-xalî bûn,

Simbila mine reşe narincî bû, simbêla reş wê ser sûretê Meyrêda bû mêvane,

Yarî bi min yarî,

Meyremê tu berê xwe bide wî dîwarî,

Bêmede, bimirûz, pişta xwe mede pîsî, heramê şindok mêra, vî dewarî.”

 

Minakên jêrê de jî xort dev ji dilketiya xwe bernade, lê destê wî tiştek nayê, ji Xwedê dixwaze ku ruhê mêrê wê bistîne ku bi vê awayî bikaribe bigihîje dilketiyê xwe.

 

”Te li ava van hêsira,

Minê nifirekê ber rebê elamê bikira,

Bira kotî, şunedê, dewarê mêrê keleş kawa min bimira,

Minê rok rojî bigirta, qurbanek jî şerjê bikira.

 

”Dêre spîyê xwe ba neke,

Derd û kulê min tev raneke,

Bira Xwedê ruhê mêrê te bistîne, te helalî canê mike.”

 

”Hîvê gundê me dudune,

Du mirî gundê me mirîne,

Yek-dewarê mêrê teye, yek jî herama jina mine.

 

Di diloka jêrê de jî keçik dev ji dilketiyê xwe bernedaye û hêviya xwe nebiriye;

 

”Lawko qurba zevîya serê rê raneke,

Kî bê, here, nifirkara canîya min û te ke,

Xwedê kotîya jina te bikuje, min helalî canîya te ke.”

 

Car caran jî ji ber bêdiliyê, mêrê jinê tê rehmê û jê dixwaze berde, belkî jî jinê di dilê xwe de ev sewirandiye, dilok wisaye;

 

”Derdê dilê min ne tu derde,

Berseriya min kevir e, doşeka min erd e,

Kotî, şindokê mêrê min,

Sond xariye nava şêxan û mella da,

Wê min berde.

 

”Lo-lo lawko, çûkim çûka benda,

Xazla zar-zimanê te bixanda,

Ketime destê şindokî, kotingê mêra,

Ne tême kuştin, ne tême berdan.”

 

Wêne: ji Demnameya Orhan Agirî

Riataza

 

[1] Em dikarin vê hev re jîyanê û tekiliyên wan “ Tekiliya Dilê Bêdil/Darê Zorê” binav bikin ku ev yek ne hezkirin û hev kirin e, ev yek dibe ku lîstikeke cîvakî û derûnî be.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev