DILNAME, NEWAF MÎRO

DILNAME, NEWAF MÎRO

Berhemeke delal ji weşanxaneya “Lîs”ê

 

Dilname… Dengê nalîna evîna yekalî bi çêja çandperestî û welatparêzîyê ye ku Newafê Mîro di vê gurzenameyê de, bi hestekî pir nazik agirê evîna bêxwedî dadaye û di nav re rewşa Kurdan a civakî, sîyasî û çandî li ber çavan raxistiye.

Dildaro, evîndarê dilsoj, berî ku nameyên xwe bigihîne evîndara xwe Gulyarê û li hezkirina xwe mikur bê, evîndara wî ji ber rewşa sîyasî ya li Tirkîyeyê, tev li şoreşê dibe û berê xwe dide serê çîyayan.

Dildaro jî ji ber sedema çûna evîndara xwe, berê xwe dide Almanyayê û piştî ku sal û zeman diqedin, Gulyar ji ber birîndarîyê vedigere malê, nameyên Dildaro digihêjin ber destên wê û li wan nameyan vedigerîne…

Gelo ev evîn digihêje ku?

Gelo piştî derbasbûna sal û bûyeran çi bi wê evînê tê?

Dilname

Newaf Mîro, roman, 90 rûpel

Weşanen Lîs 2019 , Amed

İSBN: 978-605-7535-08-5

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev