ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ

ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ

Bangek ji Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

 

UNESCO di sala 1999 an de, 21 Sibatê weke roja zimanê dayikê dîyar kir û ji sala 2000 an vir ve, ev roj bi vê manê tê pîrozkirin. Bêguman, maneya vê rojê ji bo me kurdan bi qîmet û girîng e. Lewra, ji ber vê hindê, em di vê rojê de dixwazin bal û girîngiyê bidin zimanê kurdî, êrîş û zehmetiyên li ser, destnîşan bikin.

 

Zimanê kurdî ne tenê di bin êrîşên dijmin û nîrê asîmîlasyonê de ye. Em kurd bi xwe jî, bi xurtî nahebînin û xwedî lê dernakevin. Bi esehî, ya dawîn, ji êrîşên dijmin û asîmîlasyona wan kambaxtir e. Bedbextîya kurd, siyaseta kurd e! An jî, em bibêjin, bê siyaseta kurd e, belkî hê rasttir be. Ji ber ku ta nuha, vê siyasetê girîngiyek berbiçav nedaye zimanê kurdî. Zimanê ku ji bo her miletê dinyayê alaya hebûn, yekitî û zanava wî miletî ye, li ba me kurdan nebûye mefhûm û hizreke siyasî.

 

Em kurd miletekî perçebûyî ne. Bandora perçebûyinê bi hemî şêweyan di civak û giyanê kurd de diyar e. Eger Kurdistaneke azad dermanê vê birînê be jî, bêdewletbûyîn ne mirin e. Kurd, dîsan dikarin xurt bin, bijîn û hebûna xwe biparêzin. Bêguman, ev yek, bi parastin, xurtkirin û hînkirina zimanê kurdî û dezgehên wê ve girêdayî ye. Ew siyaseta ku behsa dewlet û yekitîya kurdan dike û li dezgehên zimên xwedî dernakeve an ên welê neafirîne, an jî ên heyî xurt nake, ji cidîyetê dûr e. Ew ronakbîr û kurdên ku behsa girîngîya van tiştan dikin lê bi xwe beşdarî karên welê nabin, ne samîmî ne.

 

Hebûna me bi hebûna zimanê me ve girêdayî ye. Bi zimanê xwe yê şêrîn û qedîm bixwînin, bidin xwendin û baxivin.

 

Bi hizreke welê, Roja Zimanê Dayikê li hemî kurdan pîroz be!

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev