DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -5

DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -5

Nivîskarê malpera me Şemoyê Memê bi zimanekî delal gotareke bo rojên me pir pêwîst nivîsîye derheqa pirseke jîyana gelê me da. Ji ber ku gotar pir dirêj e, me ew kir çend beşan û çend rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa pêncan, a dawî ye.

 

Şemoyê Memê

 

Gazin li pey daxwazên pêknehatî dibin. Gelek caran daxwazên mêran bi cih tên lê kêmcaran her tişt li gor daxwaza jinan dibin lema gazin hema bêje ji layê jinan hatine kirin. Piştî zewaca bêdil keçik gazinên xwe dilketiyê xwe dike çima nelezandiye ku mirazê wan bi cî bihata. Kilana “Têlî”yê de xûyaye. Têlîyê digo; “Lê kuliya zimanê te nexwaribû, ava reş bi çavê te nehatibû, tiliya min bi çavê te re neçûbû, rokî teyê heval û hogirê dora xwe re bigota dilê min ketî Têlîyê. Wê gavê min û te, me hevdu birevanda, tu yê ji min re bibûya malxê, wezê jî te re bibama kevanî û bermalî. Wele tuyê vê sibê li hal û demê min napirsî. Ez ê ketim bext û tora vî kalê heftê û heştê salî, rojê carê mirin çêtir e, ji min ra ji vî halî, Têlî, were Têlî.”

 

Gelek stranan de ji ber bêçaretiya kur û keçan ji destê dê û bavan gazin û nifir li wan hatine kirin. Car caran jî gazin û nifir wekî di kilama Sînanê Kirîv de lawik tê kirin ku nikaribûye keçikê birevîne an jî bixwaze ji ber vê yekê bûye nesîbe yekî ne ji dilê wî û dibe ku heta hetayê vî derdê binale. Car caran jî lawik piştî çend salan dilketiya xwe dihêle, yeke din re dizewice û wexta ku keçik vê bêbextiyê dibihîze kerba kula dilê xwe dide der û ji ber hezkirina kûr dev ji lawik bernade û ger jina lawik jê çêtir be berdestiya wê jî qayîle, lê keçik dîsa jî bêbextiya lawik dide rûyê wî. Strana Lawikê Metînî de jî keçik şeva berê dewata xwe, xwe davêje ber bextê dîya xwe ku xeberekê Lawikê Metînî re bişîne ku bê, wê zewaca bê dilê wê rizgar bike û bigihîje dilketiyê xwe. Lê dibe ku berê de xeber şandibûye û lawik nehatibûye lema gazinan jî jê re dişîne dibêje;

 

“Eger tê min dixwaze bila delo bê min bixwaze,

Heger tê min direvîne bila bê min birevîne,

Heger min narevîne sibê wê min rêkin

Ay feleka me xayîn e, welle me dixapîne me re nayê.”

 

Bi vê yekê keçik mecbûrî zewaceke bêdil dibe û heta hetayê di dil de dinale.

 

Dema keçikê dil kir, bêtirs dikare bi dilşahî memikên xwe pêşkeşî delaliya canê xwe bike. Di merc û hoyên zewaca bêdil de, êdî keç vê comerdiyê nîşan nadin, ewqas “sîngvekirî”nîn in. Memik para kê ye? Bersiva vê pirsê bi daxwaziya keçê ve girêdayiye, di serpêhatiya Hecî Mûsa û Gula Ermenî de,… Gulê naxwaze bibe jina Hecî Mûsa, dilketîkî wî heye, navê wî Miqsî ye. Ev keça ermenî enînivîsa xwe ji zû de kifş kiriye: “…heta ez li darê dinyayê sax bim, cot memikên min wê ji Miqsîyê lawê apê min re be…” (Alakom, 2013; 132)

 

Gelek stranan ku ji zarê jinan hatine gotin de, jin gazinên xwe mêrên xwe dikin û em pêdihesin ku zewaca xwe ne qayîl in. Jin wan wekî mêr napejirînin û navên nexoş li wan dikin wekî ; dewar, kund, kundo, şindok, çepel, mêrê kotî-mirdar, mêrê herifî, nemêr, pintî, serhevde, miskînî heramî mêran,serjinik …û hwd. Ev jinan her tim çaverê dikin ku dilketiyên wan bên û ji ber mêrên kotî, gazî ‘gede lawik’ên xwe dikin lê gede lawikê wê jî newêrek derdikevin.

 

“tu nizanî, min go, qey tu mêrî, tu camêrî,

Min go; kotiyê mêra ne li male, tu yê şeva îşevîn bişkênî cam û camekana, şûşe û pencera zirza dêrî

Şeva xwe nava taxima sîng û berê min esmerê de bihêrî,

Min nizan bû tu ne mêrî, ne camêrî, tu miskîn î heram î mêrê min newêrî.”

 

Gelek stranan de jî keçik bêyî daxwaza wê, didin kesekî dûrî malbavê wê û xerîbekî. Dibe ku keçik zimanê wan jî nizanibe. Di kilama “Dewranê”de keçik gazinan dike ku ew nedane berdilka dilê wê ku heft salî de dilê wan hev de ye, bi êzîdikî serhedê mehr kirine. Dibêje ku, îro di êvara xwedê de derdê dilê xwe re dibêje, pê re dimire. Kilameke din de jî gazin dê û bav tê kirin û tê gotin; “lawikê mal di gund de, me dil tê de, ez xwestime, nedane. Xwedê bi dê û bavê min re qebûl neke, qet qehir mede, ez dame kotî mîskînî nemerdî heram î mêrê xirab.”Li ser de zêde dike û dibêje ku ”Minê ji derdê dilê rezîl, nexşê Çîn û Maçînê tev jibîr kir, min kotiyê mêra ra tu mal nekir.”Dinya keçikê reş û tarî bûye û dibêje “ne sax im, ne mirî me.”Kilameke din de jî jinik dilketiyê xwe re dibêje “de were teresê kuçkê mêrê min bikuje.”Di van stranan de jî xuya dibe ku jin ji ber zewaca bêdil gelek xemgîn û dilsar in. Derd û kulên xwe di dilê xwe de veneşartine, wekî stran û kilam derbirîne. Dibe ku xên ji vê yekê tiştek din jî destê wan nehatibûye.

 

“Destê min negirtin nedane Ahmedê Şivîn,

Dane neviyê Temoyê axê,

Kalê heftê salî,

Mêrê sê jina

Îşev, şeva çara dora min e,

Va kopeka çawa bûye mexmûnê ber tendûrê.” (Cindî û Evdal, 2008; 420)

 

”Sîng û berê xelkê delal usa ne,

Mîna birincê Ûlexanê,

Mîna dimsê di leganê,

Meriv xwe ra qorî bike,

Berê vê biharê,

Kotî dewarê mêra rabe,

Kerî garanê xwe berdanê.” (Cindî û Evdal, 2008; 424)

 

Di kilama ‘Hey Narîn’ de dîsa keçik dilketiyê xwe re gazinên mêrê xwe dike ku mêrê wê kal e û ew keçikekî xama ye, nazik û delalî ye, sing û berên wê jî wisa ne. Dibêje ku kopegê mêrê wê li ser sîng û berê wê hilke dike lê kûr dinale û dixwaze ku li gor şerîeta dînê Mihemed mehra wê û serê kotiyê mêrê pîs bila betal be.

 

  • Nifir; li Hember Zewaca Bêdil 

Zewacên bêdil her dem di navbera mêr û jinan de bûye mijara nîqaşê. Di gelek kilama de jin ji mêrê xwe yên xerab gazinan dikin.Gelek caran jî nifiran dikin, ji van nifiran de bavê keçikê bi xwe jî para xwe distînin. Helbet ev yek ne belasebeb e. Jin di temenê piçûk de hatine zewicandin. Ew zewac bi piranî zewacên bêdil in. Mêr gelek salan ji keçikê mezintirin yan jî keçik ji bo qelen hatiye dayîn. (Çifçi, 2014; 128)

 

Heçî kesê dila dila sar ke,

Xudê kula Şamê, Helebê, mala bavê wanda çar ke,

Biharê ne ga be, ne golik be, mala bavê xwe pişta kûsî bar ke

 

Nifirên mezin li mêrên ku careke din zewiciye hatiye kirin. Ji bo jinekê, yek jî bobelatên mezin “Hewitî”ye. Tu jin bi dilê xwe naxwaze ku mêrê wê careke din bizewice. Lê hin mêr cara duyemîn dizewicin û jinê tînin ser jinê. Her du jin di malekê de hev nakin. Pev diçin. Her du jin jî mexdûr dibin. Jina pêşî jî ji ber vê bêbextiya ku lê hatiye kirin nifiran li mêrê xwe dike. (Çifçi, 2014; 113)

 

Di kilama “Sîno”de jina wî ber wî digere ku li ser wê re nezewice ku bi êşa hewîtiyê nekişîne û wiha dibêje;

 

“Sîno qurban min ji te re çi go lo tu xeyîdi,

Lo lo dilê min xerîbi çi xereca li min nema lo lo tu’b şewitî,

Dilê min go te li delawê re çi zerar dît, li ser min re dizewicî

De meke, meke, meke lo lo dilê min xerîbî, lo lo dilê min evdala Xwedê xirab meke.”

 

Di kilama Ehmedê Ronî de jî, Besna nifiran li dê û bavê xwe dike ku lê nedane Ehmed, dane yekî xwedanê heft jinan, heftê salî, diran tune dêv de û dibêje ku bila dê û bavê min xêrê bikin, ayê qet nebînin.

 

Ez naçime Meqlûbê Şêxan, meqlûbê sotî

Ez li hêre nabim de dê mala xwe barkim

Dê biçime wî gundê Hizarcotî

Îşalla çi kesê mabeyna min û bejna bilind

Çavên reş û belek enya kal û gewer baxivit

Ez dil nahêlim çi nifirat bikim

Bo xatirê Xwedê û Nebiyê Ummetê

Axlevê/serê biharê lê bimirît şivanê pez

Çirya ewilî lê bimirit her du gayên cotî. (Sadinî, 2011; 123)

 

*Belkî Xwedê aykê min dê û bavê tera nehêle, çawa nehîştin sala îsalîn tera bivime bermalî.

*Tiliya min çevê dê û bavê min ra here, kotî şindokî, heramî, pintiyê mêra kire zava.

*Xwedê dê û bavê min ra xêrê bike, ahê qet nehêle,

Çawa ez nadema xortê çardeh salî, ji berê de dilê min tê hebû.

 

 3.6. Meteleok û Gotinên pêşiyan de Zewaca Bêdil 

Metelok û gotinên pêşiyan neynika civatê ya ceribandinên salên dûr û dirêj in. Piştî gelek rûdanên wekî hev, hatine gotin û bûne rêzik, gotin û şîroveyên zêde kurtisandine û ketine formake sade û têr û tijî. Helbet zewaca bêdil jî para xwe vê yekê girtiye. Di van metelok û gotinan de jî wekî nimûneyên din dilmayîn, nefret û kîna li hember zewaca bêdil hatiye derbirîn. Li jêrê çend metelok û gotinên pêşiyan hatine rêzkirin. Me dest neda rastnivîsa wan ku reseniya gotinê biparêzin.

 

*Hezar xwezil wî evdî, çevê xwe dî, dilê xwe zewicî.

*Hezar heft xwezî li wî evdî, li wî îsanî,

Bi çevê xwe dîbe, kêfa dilê xwe zewicî.

*Bira mirazê min bi dilde, bira berseryê min kevirbe.

*Dil naçe baxê bêgul,

Xwedê hasil neke mirazê bêdil.

*Zewaca bêdil yekcar pîse

*Zewaca bêdil mîna kirasê bêmil

*Zewacîka bêdil ji ezabê gorê girantir e.

*Mirazê bêdil axrîya wî poşmanîye.

* Mirazê bêdil derdê bê derman e.

*Mirazê bêdil jehra mara ye.

*Mirazê bêdil merez e.

*Mirazê dil mîna gula avdayî

Mirazê bêdil mîna gula çilmisî.

*Tiştê bêdil, dibe derd û kul

*Xwazila min wî be

Çevê xwe divîne

Dilê xwe dizewice.

*Qîza sê be, jina çê be.

*Wexta dil e, mîna gul e.

*Wexta qîz bûm, ez mîr bûm,

Wexta bûk bûm, wezîr bûm,

Ketim destê kotî mêra, ez zû pîr bûm.

*Xwazila sêwîya ne hewîya.

*Jinên çê dibin qismetê mêrên kotî.

* Sed heyf û mixabîn, jinên ciwan,

Li ber mêrên pîs û çepel de radizên.

 

  1. Encam 

Zewaca bêdil di kesayetiya jin û mêran de, nemaze di kesayetiya jinan de bandorên gelek giran yên derûnî, civakî exlaqî; xesarên gelek mezin ku heta hetayê neyên dermankirin bi xwe re anîne holê. Ji mêj ve ev dîyarde hebûye û ê hebe jî, lê belê di pêvajoya nûjenbûnê de li wekî şêweyeke zewacê, her diçe kêm dibe.

 

Di zargotina kurdî de zewaca bêdil, bi gelek cureyên zargotinî hatiye honandin. Ev motif herî zêde di stran û dilokan de hatiye bikaranîn. Çimkî stran û dilok rêya herî hêsan ya derbirînan e. Ji xwe gelê kurd, nemaze jin-keç-lawik kula dilê xwe bi vî awayî aniye zimên. Dîsa cureyên din yên zargotinê wekî, destan, çîrok, metelok, dia û nifiran de jî zewaca bêdil hatiye honandin. Ji ber zewaca bêdil keç an jî lawikan gelek stran gotine, yên bûne sebeba vê yekê re gelek nifir kirine û bi zargotinî dijî van kirinan derketine. Dilketî hêrs, nefret rika xwe di pratîk de nîn be jî, bi zar-ziman (verbal)diyar kirine.

 

Her çiqasî ji bo di civata kurdan bê behs kirin ku li gor gelên cînar yên misilman serbestiyek bal keç û jinan hebûye jî, ev nimûneyên di nav zargotina kurdî de hatine honandin û ewqas gilî û gazin dide rû me ku di cîvata kurdan de jî zewaca bêdil wekî diyardeyeke cîvakî derketiye pêş.

 

Çavkanî

Alakom, Rohat; 2013, Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol,

Beyazidî, Mele Mehmûdê; 1998, Kürtlerin Örf ve Adetleri, Weşanên pêrî, Stenbol

Cigerwîn;1998, Folklora Kurdî, Roja Nû. Stockholm

Celîl, Ordîxanê – Celîl, Celîlê ; 1978, Zargotina Kurda I, Neşîrxana Naûka, Moskova,

Celîl, Ordîxanê – Celîl, Celîlê ; 1978, Zargotina Kurda II, Neşîrxana Naûka, Moskova,

Celîl, Ordîxanê – Celîl, Celîlê; 2005, Mesele û Metelokên Gelê Kurd, Enstituya Kurdzaniyê, Wien

Cindî, Heciyê; 1979, Şaxêd Eposa “Rostemê Zalê Kurdî”, Akademiya Ulma yê YSS li Ermenistanê, Erêvan.

Wêne: ji Demnameya Yaqûb Kurmanc

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev