Kurdperwer “cûdaxwaz” nînin, parêzvanên serxwebûna Kurdistanê ne

Kurdperwer “cûdaxwaz” nînin,  parêzvanên serxwebûna Kurdistanê ne

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Di dewletên Tirk, Fars û Ereban de her dem kurdperwer, rizgarvanên Kurdisdtanê, têkoşerên bo dewleta serbixwe ya Kurdistanê wek cûdaxwazan hatin tewanbarkirin. Kurdperwer piştî ku tewandbar dibin, tên girtin, tên êşkence kirin, tên hepis kirin, tên siza kirin.

Sed sala ku ew retoriga dom dike. Di vê merheleyê de jî, ev tewana di derbarê kurdpeweran de tê domandin. Li cem vê yekê jî wek terorîst tawanbar kirin, cure garnîturek e.

Şêx Ebdûlselam Barzanî, Şêx Mehmûd Barzencî, Axa Simko, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên têkoşer, Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, Pêşewa Qazî Mihemed û berpirsiyarên Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, bi vê tewanê ji aliyê dewletên kolonyalîst de hatine hepiskirin, darizandin, îdam kirin.

Serok û berpirtsiyarên partî û rêxistinê Kurdistanê û rewşenbîr û xebatkarên doza Kurdistanê bi tevayî bi heman tewanê rê  rû be rû bûn. Hîn jî dibin.

Mirov dema li cerraibandana dinyayê, pêwendiyên dewletên kolonyalîst û emperyalîst neteweyên bindest, şirove bê kiirin, gelek bi hêsanî tespît dibe ku bi heman tewanê ve rû be rû bûne.

Diyar e ku ev tewaneke dubare navneteweyî ye.

 

MEBESTA DEWLETÊN KOLONYALÎST ÇI YE?

Dewletên kolonyalîst Kurdistanê welatê xwe qebûl dikin û axa Kurdistanê malê xwe dizanin.

Dema Kurdistan malê dewletên kolonyalîst be, dema kurdperwer jî bixwazin Kurdistanê azad bikin û Kurdistanê ji dewletên kolonyalîst veqetînin, wê demê malê wan û erdên wan ji welatên wan tê parçe kirin!

Bi awayekî din ez dikarim bibêjim ku dewletên kolonayîst axa Kurdistanê beşek ji axa xwe qebûl dikin.

Wê demê jî her tevgereke ji bona Kurdistanê bê kirin, wê demê ji axa dewletên kolonyalîst parçe qût kirin û girtin dibe.

Li hemberî vê jî wê demê kurdperweran û çalakvanan wek cûda xwaz qebûl dikin. Di derbarê wan de doz vedikin, wan hepis dikin, siza dikin, dikûjin.

Mabesta dewletên kolonyalîst a mezin ew e ku dixwazin armanca stratejîk ya kurdan û kurdperweran veşêrînin.

Kurdan û kurperweran ji armanca dewletbûna Kurdistanê dûr bixin.

Kurd û Kurdistan her dem di bin bandor, desthilatdarî, serweriya wan de bimîne.

 

KURDPERWEWR KÎ NE Û ÇI DAXWAZ DIKIN?

Kurdistan welatê kurdan e. Loma jî navê xwe ji kurdan digre. Bi tekamula neteweya kurd çê bûye.

Gelê kurd, împaratorî û dewlet ava kiriye.

Kurdistan hezar mixabin di encamê de dikeve bin desthilatdariya Hanedana Osmaniyan. Lê di sala 1639an de encama Pweymana Qesrî Şirînê parçe dibe û her du parçe dikevin bin desthilatdariya Împaratoriya Osmanî û Farisî.

Encama siyaseta dewletên empetryalîst ya Engilîstanê û Fransayê Kurdistan di sala 1923an de bi Peymana Lozanê jî dibe çar parçe: Kurdistan dikeve bin desthilatdariya çar dewletan (Dewleta Tirk, Iraqê, İranê, Sûriyeyê).

Kurdistan bû welatekî kolonî ya çar dewletan. Neteweya kurd jî bû çar parçeyan.

Kurdistan hat îşgal kirin û îlxak kirin.

Kurd, kurdperwer ji bona ku welatê xwe rizgar û azad bikin, di nav têkoşîna rizgarîxwaz û serxwebûnxwazda bûn. Ew tevgera wan ya milî 200  sala dom dike.

Îro jî Tevgera Milî ya kurdistanê di qonaxeke nû de ye.

Kurd û kurdperwer, dixwazin ku welatê xwe ji îşgalê rizgar bikin û dewletên kolonyalîst ji welatên wan derxin. Dewleta xwe ava bikin.

Kurdperwer, ji hêjayiyên xwe yên milî re derdikevin.

Ji bona kuz iman, çand , edebiyata kurd ji bin bandor û qedexeyên dewletên kolonyalîst derkevin xebat dikin; ji bona ku desthilatdarî û serweriya dewletên kolonyalîst dawî bê; netewe kurd li welatên xwe desthilatdar û serwer be, têkoşîna rizgarîxwaz dimeşînin.

Li hemberî ev helwest û xebata kurdperweran, dewletên kolonyalîst îdia dikin ku kurd û kurdperwer dixwazin axa neteweyeke din bigrin bin bandora xwe û, axa neteweyeke din parçe bikin.!!

Ev îdiaya ji derveyî rastiyê ye û bohtaneke mezin e.

Loma jî gelek vekirî ye ku kurd û kurdpewer axa tu kesî nagrin, axa xwe û welatê xwe dixwazin ji bin destê dewletên kolonyalîst derxin.

Ji bona vê jî cûdaxwez nînin, parazvanên Kurdistanê ne. Azadîxwaz û rizgarîxwaz in.

 

DIVÊ LI HEMBERÎ EV SIYASETA DEWLETÊN KOLONYALÎST KURD Û KURDPERWER ÇI BIKIN?

Divê kurd û kurdperwer li dijî ev siyaset û stratejiya dewletên kolonyalîst bi awayekî aşkere derkevin, wan teşhîr bikin.

Ev daxwazê li her derê, li dadgehan, di qada siyasetê de, di qeraqolan de, li hemberî berpirsiyarên dewletê, li hemberî hikûmetê, li hemberî polîs û leşkerên  bînin ser zimên.

Divê kurd û kurdperwer li hemberî ev tawana dewletên kolonyalîst armancên xwe bi zelalî diyar bikin.

Sînora welatê xwe Kurdistanê û sînora welatên neteweyên din gelek aşkere diyar bikin.

 

Têbinî:

 

21ê Sibatê ji bona neteweya kurd gelek girîng e.

 

Ev roja, roja navneteweyî ya zimanê dayikê û têkoşîna li dijî kolonyalîzmê ye.

 

Di sedsala bîstan de bes zimanê kurdî qedexe ye û ji bona ji holê bê rakirina wî dewletên kolonyalîst hewil didin.

Kurdistan li dinyayê bes weletekî kolonî ye.

Neteweya kurd bes li dinyayê bê dewlet e.

Ez vê rojê pîroz dikim û divê ev roja ji bona neteweya me bibe roja azadbûna zimanê me (kurdî)  û deweletbûna Kurdistanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev