Pirsa we û bersîva me – 121

Pirsa we û bersîva me – 121

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê xwendevanekî me pirseke balkêş ji me ra şandîye. Rêvebira vê beşa me Nura Şanê şêwra xwe bi berpirsyarê malperê ra kir û di encamê da ev bersîv derket:

 

Pirsa Qehremanê Sengerî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Gelo bo çi di nav gelek kurdan da qîmetê helbestvan û nivîskaran ji qîmetê sazbend û dengbêjan pirtir e?

 

Bersîv: Em dikarin zêdetir jî bêjin: sazbend û dengbêj bi xwe jî ser wê bawerîyê ne.

Lê di rastîyê da gelek sazbend û dengbêj dema bixwezin, dikarin di demeke kurt da, di nava 4-5 salan da bi riya xwendinê û perwerdeyê bibin helbestvan an jî nivîskar. Lê gelek helbestvan û nivîskar di nava 40-50 salan da jî nikarin bibin sazbend an dengbêj.

Bi vê yekê va emê li jêr nimûneyekê bînin:

Taharê Emer bilûrvanekî bê qisûr bû. Lê pêşeyê (meslek) wî yê bingehîn mamostatî bû. Li gundê Baysizê (li Ermenîstanê) dersên dîrokê û zimanê kurdî dida zarokên wî gundê kurdan. Berî çend salan ew jî xwest bibe nivîskar û zanyar. Dest ji bilûrlêxistinê kişand, pirtûkek ser Cangîr axa nivîsî, têmayeke derheqa dîroka kurdan da hilda û bû doktor. Piştî wê gazî ronakbîrên kurd kir û şahîya doktorîya xwe kir. Profêsor Şekroyê Xudo jî temadayê sifrê bû, jê hîvî kir li bilûrê xe. Taharê Emer bilûra xwe derxist û usa xweş çend miqamên kurdî lê xistin, ku Şekroyê Xudo bi nîv henek, nîv ciddî got:

-Heyfa te nîbû, te dest ji bilûrê kişand, tu bûyî nivîskar û zanyar? Pêşeyê te yê rast bilûrlêxistin e. Çi karê te li nivîskarîyê û zanyarîyê ketibû? Ma qey dengê bilûra te ji nivîsarên te ne çêtir in!?…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev