Keda min a ji bo hizkirina fêrbûna zimanê dayîkê

Keda min a ji bo hizkirina fêrbûna zimanê dayîkê

Kemal Tolan, Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê

 

Keda min a ji bo hizkirina fêrbûna zimanê dayîkê di sala 1996 de destpê kiriye.

Ji ber ku min di tu dibistanan de xwandin û nivîsandina fêrbûna zimanê dayîkê ne dîtibû, min gelek zehmetî dîtin heta min karîbû hinek berhem û berhevkirinên ku bi zimanê Kurdî, li ser zargotin û kevneşopên civaka me Kurdên Êzdî hatibûne weşandin bixwînim û binivisînim.

Di pey ra min bi vê keda nezanîn û perwerda xwe, a ji bo hizkirina fêrbûna zimanê dayîkê gelekî pêşxist û min di sala 1996 de, li nav bajarê Oldenburg‘ ê de kurseke fêrbûna xwandin û nivîsandina zimanê Kurdî ji bo xerîban vekir. Min hingê heta demekê bi vê pirtûkê (binêrin *1) dest perwerdeya xwandin û nivîsandina fêrbûna zimanê Kurdî kir. Dû re min ji ber nesaxiya xwe hew dikarîbû vê perwerdeyê berdewam bikim.

Gava tendirûstiya min hinekî baş bû pê ve, êdî min dest bi lêkolînkirina „PIRSÊN RASTXWANDIN Û NIVÎSANDINA TÎPÊN KURD΄ kir. (binêrin li *2 û 2a).

Min dû re jî ev pirtûka „Ji bo hizkirina fêrbûna Kurdî a ku 110 rûpele“ (binêrin li wênê wê) ji ber ked, zanîn, metodîk û dîdaktîdên ku ez mîna mamostetiya zimanê Almanî, yê ji Goethe Înstîtuta München`ê şadename girtiye, ji bo çapkirinê amade kir.

Lê mixabin, piştî çend hewildan û bêçaretiya min, ev berhema heta niha hê jî rastî tu çapxaneyeke ku bixwaze ji bo fêrbûna xwandin û nivîsandina zimanê Kurdî fêdekariyekê bike ne hatiye.

Kîjan dezgeh û rêxistina Kurdî bixwaze vê berhemê binêre an jî wê ji kîsî xwe çap bike, ezê tevaya wê ji bo xwandin û nivîsandina Kurdî ji wan re bikime diyarî û bişînim.

Bila roja zimanê Kurdî li me tevan pîroz bê!

Kemal Tolan, ê Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê

 

*Çavkanî:

1 Usso B. Barnas, Arian Barnas – Lehrbuch der Kurdischen Sprache
https://www.thalia.de/…/home/artikeldetails/ID26655584.html…
2 PIRSÊN RASTXWANDIN Û -NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ
http://www.pen-kurd.org/…/pirsa-kemal-tolan-mijaren-ziman-1…
Bersiva pirsên birêz Kemal Tolan
http://www.pen-kurd.org/…/bersiva-mustefa-reshid-mijaren-zi…
Ev jî bersiva mamoste Silêman TORÎ ye:

http://www.pen-kurd.org/…/bersiva-sileman-tori-mijaren-zima…
2a- Bibliografiya nivîsarên li ser zimanê Kurdî
http://www.nefel.com/grafik/bibliog_nivisar_kurdi.pdf rûpel: 34-35
 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev