Medya Civakî, ziman û civaka Kurd/î

Medya Civakî, ziman û civaka Kurd/î

Newaf Mîro

 

Dem bi xwe re tiştekî dibe û yekî nû tîne, û yê nû jî bi xwe re dibe destpêkeke nûyê hê ne zayî. Ango; dunya û dem bi xwe çerxek e, yê nû, zû kevn û pîr jî dike. Yê ji hizrên nû re amade bin, dikarin yê heyî bikin destpêka ji siberojeke nû, yan ya serwextir.

Sedsala dawî û ya nû bi xwe re gelek tiştê nû kevn jî kirin. Gava meriv li dîroka saziyên ragihandinê binêre, ku derketina rojnama bi xwe mîladek bû, ku di destpêka sedsala bîstê de bû. Rojname û kovarên hatine weşandin di cîhana civaka Kurd de, dibe ku bûbin çira û çirûsk, lê nebûne xwedî bandoreke mezin ku civakê veguherînîn.

Helbet astengî û zextê li dij tevgera hizrî, çandî û netewî her domiyane. Lewma rojname û kovarên kurdî war bi war geriyane. Û ji bêderfetiyê derfet afirandine tenê bi fedekariyê. Lê ew jî di dema xwe de, nebûne mal û alava gelemperiyê. Em piştî ezmûnê rojnama Kurdistan û Hawar ê dibînin ku hema hema bêje tevaya rojname û saziyên ragihandinê yê partiyên siyasî ne. Ew jî partiya bi derfetê xwe derxistine û hetanî niha jî ev yek didome. Helbet meriv dikare vê pirsê jî bike; ew rojname û kovarê bi zimanê din derdikevin, raste ji aliyê kurda û rêxistinên kurda ve derdikevin, lê çiqas yê Kurdî ne? Kurdbûna bê kurdî çiqas kurd e?

Ev mijarek e, divê li ser bête rawestin û di raya giştî de bête gengeşe kirin. Gava bandora ziman û çanda kurdî nemîne, temenê kurd û Kurdistanê çiqas e? Kurdîniya bi mejî û têgeha dagerkera çiqasî ziyanê dide, yan çiqas mefa û karê dide; civaka kurd ya ji giyan û vîna xwe ya netewî dûr?

Di van salên dawî de, ev çapemeniya bi zimanê xwe ne kurdî roj be roj bi bandortir dibe. Ew jî bi xwe re parçebûneke din ya hizrî û netewî diafirîne. Jixwe kurda kêm saziyên giştî û kesayetên di ser hêzên siyasî re hene. Helbet alfabêt jî bi ser de bandora xwe dileyîze, ji bo hizrandina kurdî. Pirraniya kurda bi zimanekî din yê fermî dihizirin û dibin wergerê hizrên xwe bi xwe.

Di vir de, medya û tevnên civakî çiqasî girîng in?

Bikaranîna van tevna îro êdî bûye pêdivî û rastiyeke bivênevê ye. Ango êdî jê rev jî tune. Lewma di vê mijarê de, meriv dikare bêje hebûna wan tiştekî erênî ye. Çima? Jixwe kurda heta niha zimanê xwe yê hevgirtî ji aliyê alfabêtê û saziyên zimên ne afirandine. Pirraniya saziyên heyî, yekalî ne. Meriv dikare bêje, ev tevnên civakî dibin, yan dikarin bibin platformeke serbixwe ji bo zimanê kurdî. Meriv dikare bêje, ev ne yên tu kesî ne, û yên her kesî ye.

Bikaranîna wan tevna bi bikaranêra re û kesên di heman saziyan de dixebitin re dikare bibe yek ji zimanên fermî yê cîhanê. Bi qasî bikaranêrê tevna bi zimanê kurdî, ewqasî bi bandor û ciddî tête girtin. Ger baş bête bikaranîn, dikare xizmeta zimanê kurdî bike.

Lê qet xisarê wê nin in? Helbet hene. Dewlet, bi yasa, hêzên agahdariyê û ewlekariyê bi rengekî ji renga kontrol dikin. Lê yê me her kes, hêz û alî li gorî berjewndiyên xwe yên aborî û siyasî bikartîne. Helbet bi sedan yên ji bo dewleta karê sîxurtiyê dikin jî hene. Agahdariyên derew û çewt jî xisara moralî, nirxî û hevgirtina civakî û netewî diafirînin. Lewma divê mirov hemû agahdariya ne ji aliyekî ve, û ne bi çavekî, bi her du çava dîsa lê binere û binirxîne.

Daku agahdarî û nûçe derew di nav hişemeniya civakê de ciyê xwe negirin. Şer û nakokiyên bi reqîb/dijmin re dikare giyanê civakê xurt bike, yê xwe bi xwe re civakê pûç dike. Ziyana ku aliyên civakê bidin xwe dikare ji ya dijmina qat bi qat xurttir be. Medya û tevnên civakî xwedî bandoreke mezin in. Herî kêm bi qasî şer bi bandor in. Lewma rêkxistinên tundrew di vê beşê de zehf çalak in. Şerê medya civakî jî heye. Her beşê civakê li gorî berjewendî û eleqeya xwe bikar tîne.

Civaka bawerî bi kesayet, alî, hêz û nirxên netewî nebe, civakeke ji hundur ve qewartî ye. Temenê wê civakê ne dirêj e. Her weha civakek, çiqasî li nirxên xwe yên çandî û netewî xwedî derkeve û bide pêş dikare bibe nirxek ji nirxên cîhanî û gerdûnî. Ev xebat ne tenê bi peyvê, siyasetê û şer, divê di her qadê û her beşê de bête kirin, daku di vê dunya global de temenê xwe dirêj bikin, yan karibin bimînin.

 

Wêne: herfrêzê rojnameya kurdî a here jîyandirêj ”Rya teze“ Egîtê Abasî hejmara nû a rojnamê kontrol dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev