Nameyên evînî -70

Nameyên evînî -70

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

***
Xuya ye bêrîkirina te têr nake bona germ bibî. Bihêle ez ji te hez bikim, belkî hezkirina min te germ bike û tu jî bibî wek min, ku pir te dixweze.

 

***
Ji nişkêva fikirîm ku ezê çawa bêy Nura xwe razêm, dû ra ser hişê xwe da hatim. Nura ji her tiştê min ezîztir û buhatir e.

 

***
Herdem bizanibe, ku tu baş bî, ez baş im. Hemû dinya wê bêje ha nabe, belkî Temo derewa dike, lê ez dema dibêjim, texmîn dikim ku dilê min jî dibêje. Rehet razê dilê min, ezîza min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev