ROMANA “BIRÎN” A KURDÊN QAFQASYAYÊ

ROMANA “BIRÎN” A KURDÊN QAFQASYAYÊ

Berhemên Ahmedê Hepo bûne milkê hemû kurdan

Lokman Polat

Romana Ahmedê Hepo a bi navê ”Birîn” di nav weşanên “Peywend” de li Stenbolê derketiye. Roman 240 rûpele. Li dawiya romanê “ferhengok”ek 12 rûpel heye. Di ferhengokê de gelek peyvên kurdî ku mirov maneya wan nizane yan jî di herêma mirov de ew peyv nayêne bikaranîn, lêbelê kurdên Qafqasyayê wan peyvan bi kar tînin hene. Ez ji ferhengokê gelek peyvên nizanibûm fêr bûm.

Roman şaxeke edebiyatê ye û gelek cureyên wê hene. “Belge roman” jî cureyeke romanê ye. “Birîn” belge romaneke ku ji bo dîroka kurdan a nêzîk gelek girîng e. Mijarên romanê, leheng û fîgurên wê gelek girîng in. Mijara romanê derbarê kurdên Qafqasyayê de û kurdên sirgûnkirî de ye. Di romanê de serokê kurdan Mistefa Barzanî heye, hîmdarê romana kurdî ango ê ku cara yekem, pêşî romana kurdî nivîsiye romannivîserê kurd ê hêja Erebê Şemo heye. Nivîskarê romana ”Pêşmerge” Rehîmê Qazî heye û her wiha diktator Stalîn heye ku bi fermana wî kurd sirgûnê Sibîryayê, Kirgizistanê, Azerbeycanê û Kazakistanê bûne. Û dijminê kurdan Baxirovê Azerî heye. Naveroka romanê gelek dewlemend e.

Di destpêka romanê de, derbarê jiyan û berhemên nivîskarê kurd Ahmedê Hepo de agahdarî heye. Digel romana wî a bi navê ”Birîn” romanek wî a din jî bi navê “Bawerî” heye. Ahmedê Hepo romana Suhrab Tahir a bi navê “Evîndar du gule” wergerandiye kurdî. Pênc berhemên wî ên din jî hene. Wî heft salan di rojnama “Rya teze” de kar û xebat kiriye.

Romannivîserê kurd Ahmedê Hepo di romanê de şêwazê vegotina Elegezê rave kiriye û lewre jî gelek baş bûye ku li paşiya romanê “ferhengok” hatiye amade kirin. Ev roman wekî ku sererastkirin û ferhengsazê romanê Umîd Demirxan jî di pêşgotinê de dibêje hêjayiyek wêjeya kurdên Azerbeycanê ye. Bi hêviya ku romana Ahmedê Hepo a din û romana ku wî wergerandiye kurdî jî werine weşandin û bikevin destê xwendevanên kurdên bakur.

Niha ez ê bi kurtahî bal bikşînim li ser hinek mijarên ku di romanê de cih girtine. “Birîn” birîna nefîkirina/koçberkirina gelê kurd ên li Qafqasyayê ye. Stalînê diktator 60 hezar kurd koçber kir. Wan sirgûnê Sibîryayê, Kazakîstanê û herêmên din kir. Di rê de perîşan bûn, mirin, tî û birçî man. Birîn birîna bêwelatî û bêdewletîyê ye. Bêdewletbûn birîna herî xedar a netewa kurd e. Bêdewletbûn bindestî ye, koletî ye, êş kişandine, bêrûmetî ye, ji hemû mafên neteweyî, demokratîk û mirovî bêpar mayin e.

Lehengê romanê navê wî Kelo ye. Ew kurdekî gundî di gundekî nêzîkê hidûd/sînor de dijî. Mehîna wî navê wê “Mircan”e. Mehîn rojeke winda dibe. Karmendên Çekîst (NKVD – Komîsariya gel ya karê hundir ewlehiya dewletê) xwediyê mihîna wenda Kelo digrin û bi casûsiyê/sîxurîyê tawanbar dikin û pê îşkence dikin. Wî diavêjin zindanê û piştê demeke wî berdidin.

Sala 1937 ji bo kurdên Qafqasyayê saleke reş e. Leşkerên Artêşa Sor dikevin gundên kurdan û diavêjin ser malên wan, jin, zarok, mêr, xort, keç, wan hemûyan dicivînin û dikine vagonên trênan û dişînin sirgûnê. Kelo û malbata wî û gundiyên wî jî di nav de ne. Bobelat rabûbû serê kurdên belengaz ên bêdewlet. Kurdên Qafqasyayê ji ber zilma Stalînê dîktator dizarin. Kurdên ku bi fermana Stalîn hatine sirgûnkirin, di rê de, di rêwîtiya sirgûnê de gelek êş û zehmetî dikşînin. Ew bi rojan tî û birçî dimînin. Jinên hamîle di rewşeke xirab de berdavêjin, diwelidin. Di encamê de ên ku dimînin li gundan belav dikin û di kolxozan de wan wekî koleyê dewleta Sovyetê didine xebitandin. Demek derbas dibe, şevekê Çekîst tên gelek xort û mêrên ku karê emeletî ji dest wan tê, dicivînin û dibin.

Di navberê de salek derbas dibe, kes nizane ew bi ku ve birine. Piştê salekê ji yekî nameyeke bi dizî tê û ji nameyê fêm dibe ku wan kurdên reben birine di riya hesin de didine şixulandin. Di romanê de, di şexsiyeta serlehengê romanê Kelo de, dîmeneke rewşa kurdên ku hatine sirgûn kirin tê rave kirin. Di romanê de qala hîmdarê romana kurdî Erebê Şemo jî tê kirin. Dema Erebê Şemo bi fermana diktator Stalîn tê girtin û dikeve hepisxaneyê, têkiliya lehengê romanê û wî tê qal kirin. Kelo behsa hevdîtina xwe û Erebê Şemo dike.

Di romanê de damezrandina komara Kurdistanê Mahabad a rojhilatê Kurdistanê û xirab kirina wê bi lîstikek siyasî a îngilîzan û Sovyetê jî tê rave kirin. Sedemê têkçûnê; bêbextiya Stalîn li kurdan, bi rastiya dîrokê tê pêşkêş kirin. Serokwezîrê Împaratoriya Brîtanyayê Churchill ji Stalîn re dibêje: “Bila Romanya ji we re, Îran ji me re be.” Îran ji îngilîzan re dimîne û îngilîz komara Mahabadê hildiweşînin, Serokê kurdan Qazî Mihemed îdam dikin. Îngilîz tola xwe ji neviyên Selhadînê Eyûbî distînin. Ev bûye heft sed sal îngilîz her dem li hemberî kurdan in û nahêlin kurd bibin dewlet. Wan ji ereban re 20 dewlet damezrandin û nehêştin kurd yek dewletek damezrînin. Dema wan ji ereban re 20 dewlet danîn, ew dem serokê kurdan Şêx Mahmudê Berzencî dîl girtin û wî sirgûn kirin, şiyandin Hindistanê.

Di romanê de piştî têkçûna Komara Mahabadê, çûyîna Mistefa Barzanî a Sovyetê, kirinên qirêj ên Cafer Baxirovê azerî li hemberê kurdan tê qal kirin. Hevdîtina Barzanî û Baxirov, axaftina di navbera wan de û helwesta wan a li hemberî hev di romanê de cih digre û hêjayê xwendinê ye.

Beşa ku qala nameya Nado ku ji Stalîn re şiyandiye mirov bi kelecan û bi meraq dixwîne. Nado ji Stalîn re ji bo çi name dişîne? Di nameyê de çi heye? Û Stalîn çi bersiv dide Nado? Ev jî bila wekî meraq bimîne. Helbet bersîva van pirsan û vê mijarê di romanê de heye, lê min li vir nenivîsî. Armanca min a nirxandina romanên kurdî yek jê jî ev e ku ez xwendevanan di meraqê de bihêlim ku ew ji ber meraqê û ji ber mijarên naveroka romanê (xwendevanên ku vê nivîsa min bixwînin) biçin pirtûkê bikirin û bixwînin.

Belê, romana bi navê “Birîn” a nivîskarê kurd Ahmedê Hepo romana birîna kurdên Qafqasyayê ye. Divê xwendevanên kurd wê bikirin û bixwînin.

Wekî çend gotinên dawî ê vê gotarê, ez dixwazim hinek behsa Weşanên Peywend bikim. Pêşî ez dixwazim weşanxaneyê pîroz bikim ku pirtûkek wiha hêja weşandine û gihîştandine destê xwendevanên kurd.

Weşanên Peywendê gelek pirtûkên baş û hêja weşandine. Di nav Weşanên Peywend de pirtûkên hêja Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Mardîn Îbrahîm û Ramazan Alan hatine weşandin. Ev nivîskarên kurd ên hêja bi berhemên xwe xizmeteke giranbuha ji bo pêşveçûna ziman, çand û wêjeya kurdî kirine. Berhemên wan wêjeya kurdî hîn pirtir dewlemend kirine.

Têbinî: Di malpera Diyarname de sed xwendevanên wêjehez û dildarê zimanê kurdî, bang li nivîskarên kurd kiribûn. Bangek ji bo bihêzkirina edebiyata kurdî û gavên nû ji bo zindîkirina wêjeya kurdî…

Wan di banga xwe de gotibû : ”100 xwendevanên kurd bi ser tora civakî re xwe gihandin hev û bi metnek ji nivîskarên kurd dixwazin ew pirtûkên hev binirxînin, li ser pirtûkên hev binivîsin. Yek ji taybetmendiya kesên îmze avêtine bin vê metnê hemû xwendevanên pirtûkên kurdî ne…

Ji bo gav û geşedanên nû û cuda yên di qada edebî de, wekî çalakiyekê ji nivîskarên xwe em hêvî dikin her yek jê pirtûkek binirxîne û bi xwendevanan re parve bike.”

Ev metna ku 100 xwendevanên kurd li dor hatine hev û pê bang li nivîskarên kurd kirine bi vî rengî ye û navên wan jî li bin metnê ye.

Banga wan xwendevanan bangek hêja ye û divê nivîskarên kurd li gor mijara bangê bersîv bidin, daxwaza wan pêk bînin.

Ez jî wekî kedkarekî wêjeya kurdî bi vê nivîsa xwe a sernavê ”Romana ”Birîn”a Kurdên Qafqasyayê” daxwaza wan pêk tînim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev