Mihemedê kurd û hin çîrokên din -30

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -30

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemedê me, Mîr Fîdoûs vexwende qesra xwe, oda herî xweş ya qesrê jê re hatibû amadekirin. Ew jî derbasî qesrê bûn, Mihemed jî bi peyva “bavo” bang li mîr dikir. Şîva xwe xwarin, Mihemed dixwest hinekî mêvanê xwe dilşad bike, îşaretek da sazbendên xwe, ku bi lêxistina wan re hersê dotmîra jî dest bi reqsê kirin. Di dawiya şahîneta şevê de, dema mîr û Mihemed tenê man, mîr jê pirsî:

“Kuro Mihemedo, birastî ez gelekî serbilind im, ku kurekî min ê wek te heye. Lê tu were binhêre, qet tiştekî di derheq te de nizanim. Tu bi Xwedê kî, ka ji min re bêje ez çawa bûm bavê te, a di bin zimanê xwe de bêje û tiştekî jî ji min veneşêre kurê min””.

Bi wê pirsê re, Dûret kete odê û dît wa destê Mihemed di bin kevir de ye, wek masiyê av li ser hatiye birîn dilibite; hahanka gîsnê xwe lê xist, hevsarê axaftinê hilda destê xwe û ji Mîr Fîdoûs re ji serî heta dawî behsa serpêhatiyên xwe kir. Bi qedandina axaftina xwe re, got :

”Erê me xwe avête bin siya navê te û li vî welatî, Mihemed wek kurê te tê naskirin, lêbelê li gor mezinahiya xwe divê tu bibexşînî. Rast e, em bi nav û dengê te bûn xwedî mîrnişînê, lê ji me re ew jî ne lazim e. Mîrê me sax be, ger tu bixwezî li vê derê jî hukum bikî, emê bibin bendeyên te ên herî sadiq û wefakar. Daxwaza me jiyaneke serfiraz e û bextewar e, ne tiştekî din e. Em baş dizanin, ku kesekî wek cenabê te bi kemal û aqilmend zirarê nade me. Lê divê nefikirî, ku em bêkes in û nikarin xwe biparêzin ha”.

Dû re Nuzhet kete hundur. Dûratê bi zimanekî nenas bi wê re xeber da û daxwaza pêşkeşkirina  huner û meharetan li wê kir.

Wê jî işaretek kir, ku bi wê işaretê ve Mîr Fîdoûs dît, ku ew tazî û serqot di çolekê de ye, herçar aliyên wî bi şêr, piling û parsan ve hatiye dorpêçkirin. Di wê rewşa dijwar de hilpasî darekê dibe, lê dimêzîne wa çûkekê weke hêştirekî mezin li ser darê ye, çûk wî hildide nav pencerûkên xwe, bi hewa dikeve, di ser behrê re derbas dibe, dû re wî dibe datîne giraveke wisa ku, di giravê de reşe û xeyalet bona daqurtandina wî, xwe amade dikin. Pey re dibîne, ku heft roj e di behrekê de ye û ew heftek e sovekariyê dike. Roja heyşta êdî lêye bimre, ku tazî, serqot û birçî xwe dighîne giravekê û ji xeynî gîha tiştekî nabîne bixwe. Bi hatina şevê re, kulî û mixmixk êrişên wî dikin, ew ji ber wan direve, hildikişe ser darekê û şeva xwe li ser darê derbas dike.

Sibê şeveqê bala xwe didê wa keştiyek bona vegirtina ava vexwarinê ber bi giravê tê. Dema gemî dighîje beravê, ew ji darê dadikeve jêrê û lavayê deryavan dike, ku wî jî bi xwe re bibin. Gunehê deryavan bi wî tê, wî jî hildidin keştiyê û dibin welatê xwe.

Li wî welatê nû, di himamekê de dest bi xebatê dike, ku karê wî germkirina avê, vêxistina êgir e. Li wê derê danzde meha dixebite, ku rojeke bi dîtina meytekî ve, karê wî li wir diqede. Bi meraq li cinyazê li erdê dimêzîne, ku leşkerên padişa tên û wî wek kujerê wî kesî digirin û dibin.

Erê wî digrin, ku ew çiqas bêje bi vê andê bi vê sondê ez am û tam im, tu eleqa min bi kuştina wî kesî re tune jî, qirara dardakirina wî tê dayîn. Celad çavên wî girê dide, êdî lê bû ku derba mirinê lêxe, serê wî bifirrîne, Mîr Fîdoûs diheje û bi xwe ve tê, ku dibîne waye li cem Mihemed û dotmîrê ye. Di wê rewşa wî ya metelmayî û şepirze de, ku serê wî bûbû wek tara bêjîngê, Nuzhetê derbarê wan dîtinên wî de fikra wî pirsî, ku ger wê bixwesta wî bikuje, dikaribû bikuşta.

”Min xwest hêz û qeweta xwe nîşanî te bikim û hişyariyekê bidim te, ku tu jî wek Mîr Gulnar nedî dû tiştên xirab, ku wî axiriya xwe gû kir, cilika xwe li cihnemê raxist”.

Piştî wan gotinên wê dîsa gotê, ku ger bixwaze dikare wê mîrnişînê jî hilde bin hukumdariya xwe û soz dayê ku wê Mihemed jî bibe yawerê wî ê herî dilsoz.

Dû re Mîr Fîdoûs vegeriya ser Mihemed û got:

”Bizanibe, ez ji kurê xwe yê heq zêdetir ji te hez dikim. Hevaltiya kesekî dilsoz ê wek te ji bona min ji hukumdariya mîrekiyê çêtir e. Eksê vê, ez dixwazim tu min wek bavekî bibînî û herçiqas kur li gorî bav payenizm be jî, ez te li ser xwe re digrim”.

”Na na”, Mihemed got, ”tu ji bo min him bav î, him jî mîr î, lewra tu herdem nirxdar û payebilind î”. Roja ew derbasî dîwanê bûn, Mihemed ciyê bilind ê padişa da Mîr Gulnar, bi xwe jî li kêleka wî li ciyekî nizm rûnişt.

Haya milet ji tiştekî tune bû, wan jî wisa zên dikir, ku Mîr Fîdoûs bavê Mihemed e û vê rewşê jî qedr û qîmeta Mihemed li bal wan zêde dikir. Dema Mîr Fîdoûs daxwaza çûyinê kir, Mihemed got:

”Bi Xwedê, bi Xwedê ez nikarim te tenê bişînim, dilê min heye ku mîrekiya te bibînim û nêzîkê te bijîm, bona vê jî wezîrê min Muşîr wê dewsa min welêt bi rê ve bibe, ez jî bi te re bêm”.

Mîr Fîdoûs bi kêfxweşî daxwaza wî qebûl kir, Mihemed tivdarekê xwe kir, bi dotmîran re li balonê siwar bû û bi hewa ket. Mîr û merivên xwe jî li ser pişta hespan ketin rê. Dema nêzîkê bajêr bûn, mezin û giregirên şeher û leşkerên mîr hatin pêşwazîkirina wan û bi fort û seremoniyeke mezin ketin bajêr.

Mîr da îlankirin, ku Mihemed kurê wî ye û ji cariyeke wî hatiye dinyayê û bona parastina ji dijminên wî jî heta niha hatiye veşartin. Emr da ku di welêt de heft roj wek rojên şahiyê bên pîroz kirin. Di qesra xwe de odeyeke herî rewneqdar da Mihemed di dîwanê de jî meqama pismîr jê re hat amadekirin .

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev