NAMEYEKE MIHEMED ELÎ EWNÎ JI HEFSEXANA NEQÎB RE

NAMEYEKE MIHEMED ELÎ EWNÎ JI HEFSEXANA NEQÎB RE

Lêkolînerê pir navdar Ziya Avci (Elîşêr) ev nivîsa

bi belgeyan va dagirtî ji malpera me ra şandîye.

Em sipasîya wî dikin û bi dilekî baristan wê nivîsê raberî we dikin.

 

Ji soramî û amadekar: Ziya Avci, lêkolîner

 

Tê gotin: “Masî di qavanozê de nabe hût”.

 

Bi dûr negrin ez bêjim, ev yek ji bo Kurdistanê gelek bi êş bûye, axa Kurdistanê ji bo ewladên xwe yên jêhatî cihê hewandinê nebûye û ji wan re li hev nehatîye bi aramî di Kurdistanê de rewac bi enerjî û şiyana wan bê dayîn û xwe têbigehînin û ew feyde û qazanca ji şiyan û jêhatîya wan tê wergirtin bigehînin gel û axa xwe. Li vir ne cihê wê ye em serhejmarîya wan zana û navdaran bikin ku di seranserê dîroka kevin û nû de Kurdistanê bi cih hiştine û li welatên cîhanê belav bûne û li kîjan goşeyê bi cih bûne stêrka wan zêde biriqîye û bûne xêr û bêr li ser wan navçeyan.

Xwezî kesîne hebûna milên xwe radana hemî malên welatên cîhanê vekirina û lêgerîna zanayên kurd li welatên cîhanê bikirina ku me bizanibîya çend hûtên me di deryaya fireh a wê cihanê de derbeder û awa awa ketine!

Bi eksê wê jî gelek kêm û tesadûfî li hev hatîye nevîyên gelên din hatine Kurdistanê û li goşeka wî welatî hewiyabin û stêrka wan biriqîbe û xizmetê ji vî gel û axê re kiribe!

Welatê Misrê yek ji wan welatan e ji kevin ve zana û navdarên kurd berê xwe danê, tê de hewîyane û her yek jê di warê xwe de roleka bi tesîr leyîstîye û xizmeta şiyaw û şayîste ya wê navçeyê kirine û tê de koça dawîyê kirine.

Heta em gelek dûr neçin û hûrê li ser dîrokê nebin ji Îbnul-Hacîbe (570-646ê k./1174-1249ê z. bigir heta bê bigehe seydayê Mela Huseynî, Exlatî û xizmeta wan ji Misrê re, seydayê Şêx Mihemed Emînê Erbîlî, seydayê Şêx Omer Wecdî, Ebas Mehmûd ‘Eqad, Şêx Mihemed ‘Ebde, Ehmed Şewqî, Ebdulbasit Ebdulsemed, Mihemed Elî Ewnî û .. çendîn û çendînên din ku me navê wan seh nekirîye yan li vir bi cih nabin, ku em behs bikin, hemî di wî welatî de -wekî zanayên din ên kurd di welatên din de di midetekî kurt de stêrka wan biriqîye û xezmeta mezin ji bo wan cihan kirine ku tê de bûne. Piştre jî di wan welatan de helîyane û kêm jê nav bi wan ve maye ku pê cih û eslê wan ên berê bê kirin.

Ev name û behs birîna me ya qertîşgirtî ya kevin kolaye û daxa kevin a veşartî ya nav dilê me kirîye nav livê û navê hemî wan zanayên mezin ên kurd anîye bîra me ku her yek jê piştî midetekî kêm yan zêde xizmeteka baş ji navçeyê re kirine, di derbederîyê de bê naz serî danîne û haya me jê tune.

Ez ê li vir bi kurtî du serpêhatî bînim bi bîr:

 

Yekem: Seydayê Mela Huseynê Exlatî ye ku piştre li Misrê bi navê Mela Lazîwerdî/Lacîwerdî jî hatîye nasîn, Şeref Xanê Bedlîsî bi vî awayî behsa wî dike:

Yek ji wan, Seyîd Huseynê Xelatî yê zanayê dema xwe yê herî pêş e û di warê zanistiya zahirî û batinî de pispor û serkevtî bûye. Bi xwe, di warê zanistiya “cefr-i cami'” (cufur) de bi nav û deng bûye. Bi wasiteya vê zanyariyê, zaniye ku dê Cengiz rabe û leşkerên wî yên wêranker dê di welatê Îran û Turanê de agirê şewat û wêraniyê hil bikin. Berî rûdana van bûyer, têkelhevî û felaketên bi xwînî, ji welat dûr ket û bi 12 hezar eşîret, qebîle û bi kesên bawermendên xwe re çû welatê Misrê û heta koça dawiyê li wir ma. Tirba wî li wir e û yek ji wan ziyaretgahên pîroz e. Li Misrê, bi munasebeta navê van xelatiyan taxek heye jê re “Taxa Xelatê” tê gotin (Şerefname, rûp: 666).

Diyar e ew 12 hezar malên kurd li wir heliyan û îhtîmal e tek-tûkên wan vegeriyabin Kurdistanê. Ez li vir di netîceya hinek lêkolîn û nêrînên xwe de difikirim ku gelek hozên awa awa yên kurd di nav wê civatê de bûne, hinek jê midetekî dirêj û belkî heta niha jî -bê nifşên niha bizanin- wan hozên xwe parastibe û ez wisan dizanim yek ji wan hozan, hoza -yan tîra- “Zîyadî” ye, ku niha jî li Misrê hene. Yek ji wan Mistefa el-Ziyadî ye ku bi piranî bi şev saet 11an de “Hesad el-Yewm el-Exbar”ê di rodyoya “BBC”yê de dixwîne. Her wiha seydayê Nuredîn-Elî”yê kurê Yehyayê Zîyadî jî ku min di yek-du cihan de bi dirêjî behs kirîye, ji wê hozê ye.

 

Duyem: Serpêhatîya di navbera seydayê Şêx Mihemed “Ebdî û Şêx Mihemed Ebul-Wefayê Kurdî û zivirbûna seydayê Ebul-Wefa û devjêberdana ji serekatîya beşa “Rewaqul-Ekrad el-Ezher”ê û çûna li Qelyubîyê, bûyîna cihê rêzê û xwedî aîle li wir û mayîna li wir heta koça dawîyê û netîceya wê rêza jê re jî ev e:

 

Tê neqilkirin ku dema koça dawîyê dike hemî malên gund -ku her malbat xwedîyê qebrîstana xwe ya taybetî bûye- hewil didin seydayê Ebul-Wefa di goristana wan de bê veşartin û ew pîrozî ji wan re bibe. Piştî minaqeşe û tevlihevîyeka zêde, mirovekî navdar û bi desthilat yê gund ku navê wî Ebu el-Futuh Hesen Serhan bûye, bi ser dikeve, seydayê kurd di beşa xwe ya goristanê de dispêre axê.

Ev nimûnek e û bi dehan nimûneyên din jî hene -xwedêjêrazî- Mihemed Elî Ewnî jî yekê din e, min nameya wî ya sipehî û xemilandî -ku min behs kir- kir nav vê behsê. Ew nameya ku em ê li vir teksta wê bixwînin, nîşana peywendîyên xurt yên di navbera kurdên derbeder û rûniştîyên Misrê û Kurdistana Iraqê -bi taybetî Silêmanî- de, ku di wê de tê dîtin -wekî ji nameyê derdikeve-  Hefsexana Neqîb diyarî ji bo wan seyda û xwendekarên di Ezherê de bûn şandîye. Lê mixabin em nizanin diyarî çi bûne û ew nazin jî ew seyda û xwendekar kê bûne! Kêmterkexemîya rewşenbîrên kurd li hemberê şûnewar, belgename û kelepûrên gelê me xwe gihandîye hemî sevîyêyê. Heke ne ji bo çi dibê şahjineka wekî Hefsexan ku di wê serdemê de hatîye hawara wan û peywendîyên wê yên xurt bi Ezherê re hebûbe, di vî warî de qet nebe qeyîdgeh û defterek nebûbe? Dibê ew diyarîyên şandine Misrê bi namekê re neşandibe ku wêne û hejmara wê li ba xwe parastibe? Lê ka? Em di vî warî de çi dizanin?

Dax û kesera dîroka zanayên kurd ne di warekî tenê de ye, giranîya derd û karê asê yê dîroknivîsên kurd jî ku bixwaze tiştek milekî ji milên wê yên fireh ên nehatîye qeyîdkirin û jibîrkirî yê kurd bike.. ne tenê di warekî de ye û çendîn asteng, nişûv û hervaz li ser rê ne ku derbasbûna ji her qonaxekê -eger di daxilê imkanê de be- temen û enerjîya taybetî dixwaze.

Yek ji wan derdê giran helîna zû ya kurdên derbeder in -niha re jî- ku em nizanin sebebê wê çiye, nevîyên kurdên derbeder ji bo çi ewqas amade ye zû bi zû zimanê xwe yê zikmakî ji bîr bike û xwe bi wî gel û welatê ku rêya wan lê dikeve, bizeliqine?

Xwedêjêrazî Mihemed Elî Ewnî yê xwedîyê name û behsa me, ku xwedîyê wî hest û liva kurdîtîyê bûye ku em di nameyê de dixwînin, xwedîyê wê xizmeta mezin a bi rij bûye ku di Şerefname û Meşahîrul-Kurd a Emîn Zekî Begê de reng didin, xanima keça wî ku rêya wê li Kurdistanê ket, ji bilî ew rêza ji bavê wê re û ew gelê bavê wê jê ketîye nîşaneka din a kurdîtîyê pê ve nemaye!

Vêca eger zarokê vî kesî wiha dibe, yên kesên din ên xwedîyê hest, bîr û liva wekî Mihemed Elî Ewnî nebûbin, çawan dibin û çi li wan hatibe?

Her çi hal be, ev nameya dîrokî ku îşaretê vî milî dike, ji alîyê seyda û dostan ve bi destê min ket. Ez bi hêvîdar im ev dawîn name nebe û keresteyên behs û babetên têr û tijî yên di vî warî de bikim diyarî. Dimîne ez vê bêjim: yek-du nameyên seydayê Mihemed Elî Ewnî li ba min hene ku ji bo xwedêjêrazî ji seydayê Mihemed Xal re şandîye û awayê imzayan û ya li vir dimînin hevedû û ji ber wê ez dibêjim: Ev nameya li vir jî ya seydayê Ewnî ye. Lê bêguman destxet a sipehînivîsekî ye ku ji bo xemlandina nameyê hilbijartîye.

 

Teksta Nameyê

 

Sereta ca îbtîhaca kurdan û xoşewîsta hemûyan

Cenabê Hefsexana Neqîb

 

Paş pêşkeşkirdinya îhtîram û teqdîmî supas û qedirgiranîya xoman, desttan maç dekeyn. Ew diyarîya nayabane ke lutf fermûbûn keyfman xweş û dilman geş kird û çavmanîş pê zor rûnaq bû; çunke bona welatê muqedesîman lê dêyhat.

Xanim û mindalekanî bende û hemû kurdanî “El-Cami‘ul-Ezher” û Mîsir daîma yadî lutif û îhsanî êwe deken û, supaskarî û senaxwanî cenabtan xerîk debin, le ber ewe ke êwe daîma be xidmatî millet û terbîyeyî mindalanî welat mijûl debi û, bo pêşkewtina wan şew û roj be hemû cor dekoşê. Tikayman le Xuda heye ku em rêgey çak da sabitqedem û muwefeq bî.

Êtir bo xidmettan her amadeym.

 

Mihemed Elî Ewnî

14yê seferî 1367/27ê dêysemberî 1947 

 

Çavkanî: Mihemed Elî Qeredaxî 

Vejandina Dîroka Zanayên Kurd Bi Rêya Desxetan re

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev