DIZEKÊ MALA XWEDÊ -2

DIZEKÊ MALA XWEDÊ -2

Nivîskarê malpera me birêz Raif Yaman

gotareke delal ji me ra şandîye, ji ber dirêjbûna wê me

ew kir du beşan û beşa pêşin duh çap kir,

îro em beşa 2an raberî we dikin. Fermo, lezeta me dît, hûn jî bibînin.

Raif Yaman, lêkolînkar 

Rêber bi rastî jî mîna navê xwe rêber e. Rê dide ber me. Dibêje, werin em bi hev ra herin Erbîlê bigirin. Li wê derê çekdarên Tirkman hene, guerillayên me jî hene. Bala xwe bidinê, nabêje Hewlêr, dibêje Erbîl. Nabêje pêşmerge, dibêje guerilla. Ji xwe bi qasî deh sal berê ji Kulek ra jî gotibû eşqa kurdayetîyê bi min ra tune. Bi rastî jî pê ra tune. Dibêje gava em Erbîlê ji dest wan parvekarên Quzê Iraqê bigirin ewê Mala Keko û Mala Mamo ji neçarî mîna kûçikan werin ber derê we. Helal be jê ra. Wekî din çi dibêje? Dibêje bingeh miletê tirk e. Miletê tirk rîçik û qurmê darê ye, kurd gulîyekî mezinê vê darê ne. Ev jî rast e. Dibêje, di miletperwerîya tirkan da ez ne kêmî we me. Komela ez pêşîyê bûme endam Ulku Ocaklari ye. Ez jî ji ciwanîya xwe vir da ji vê sazîya me a rêgezperest hez dikim. Dibêje û dibêje. Tiştên xweş dibêje. Dilê meriv xweş dike. Çavê min e. Heta demekê ewqas xweşa wî tê, dike ku ji xwe biçe. Devê xwe vedike, û çavên xwe digire. Dibêje, ez ji Leylayê dixwazim bira dev ji Mehdî berde, û vegere cem Mecnûn. Mehdî merivekî tarî ye. Ya na ez’ê êdî pê ra deng nekim. Mecnûn kî ye? Nizanim. Mehdî jî heye, lê tune. Ewê kînga were jî ne belî ye. Rêber dibêje, hevalî û hogirîya CIA a americanan dike. Xwîyaye Mehdî hatîye, lê haya min jê tune.

Ez naxwazim her tiştê Rêber gotî ji we ra bêjim. Dibe ku rojekê ji me ra jî lazim bin. Destberedayîtî rast nine. Çawa Kulek ewqas di boxça xwe da veşartin û roja ket tengasîyê gişk bi carê dawşandin ser tevna fêsadîyê, dibe ku rojekê hinek ji mala me jî neçar bimînin eynî mîna wî bikin. Dinya ye. Çi dibe, çi nabe? Lazim e meriv bi tirarek be. Dema Omerê me çû Sakîna wan kuşt, ji bo bizotnewa sîxurîya me zirarê nebîne Rêberê me yê hêja çi got? Tê bîra we? Nayê bîra we, ne? Helbet nayê bîra we. Dibêjin heşê masîyan tune. Hûn bi qurbana masîyan bûno! Heşê wan ji ê we pirtir e. Pêşîyê ji peyrewên xwe ra got vê meselê mezin mekin. Paşê got, Lobbya Sionistan, Lobbya Ermenîyan û Lobbya Lazan ev kar kirîye. Rebenên lazan şaş û mat man. Ji nedî ve dîtin ku xwedî Lobby ne. Hem jî Lobbya wan bi a Ermenî û Sionistan ra çûye xoybûnxwazek kurdan kuştîye. Rêber ewqas ji me hez dike, ji bo ji me ra xweş bike pir caran gotinên wisa tewşo mewşo jî dibêje. Ma hûn hîna ji vî Rêberê ezîzê ber dilê min çi dixwazin? Xwedê gotî rast bêje, Rêber merivekî dilşewatê miletê xwe ye.

Kurdên xoybûnxwaz û parvekar ji Rêberê me yê hêja ra tiştê negotine, nehiştine. Gotine sîxur e. Gotine xayîn e. Ne binê doxînê hiştine, ne serê doxînê. Ma çi negotine? Heta rûdanên li harema wî jî yek bi yek gotine û nivîsîne. Lazim e meriv baqil be, her rastî li her derê, li cem her kesî nayê gotin. Rêber vê rind zane. Rêberê me ê hêja û hemî peyrewên xwe bi hev ra, bi dengekî çi dibêjin? Bi rastî çi dibêjin, gelo? Dibêjin, montage e. Dibêjin, doublage e. Ma hûn ji Rêber çêtir zanin? Bi qasî porê serê we kitêbên wî hene. Videoyên wî bi nav û deng in. Gotinên wî bi nav û deng in. Têra xwe sirûştî ye. Ji roja vegerîyaye memleketê xwe bi vir da carekê jî li ber dewleta xwe bêhurmetî nekirîye. Her dem xwe ji dewleta xwe a şîrîn ra kirîye erd. Ma êdî çi bike? Ker mebin, bi gotina Rêber bikin. Pêşîyê bi gotina min bikin, paşê bi gotina wî bikin. Camêr heyran û parêzkarê hêjahîyên milet û dewleta xwe ye. Aşiqê tirkî û tirkîyayîtîyê ye. Mîna we mikurvala nine. Xwarzekî bi hêjayê xalanên xwe ye. Xwedê kirî apanên wî ne ji qewmê me ne. Bi sebrek Eyyûbî û hostetîyek nehatî dîtin gorna cultur û ziman û hêjahîyên wan ên din ên milî dikole.

Em bêjin, ji van xwedîyên bandên deng û videoyan yek derewan dike, du derewan dike, sê derewan dike, çar derewan dike. Ma van malmîratana gişk derewan dikin? Tenê hûn bi qûna xwe a bi gû rast dibêjin, ne? Tew, tew, tew! Mala minê. Bi deh mîlyonan meriv li pey min in. Ji sedî pêncehê Tirkîyayê ez li malê zor disekinînin, zor. Ez bêjim, de! Ew’ê tirê li we biqetînin. Bi mîlyonan meriv jî li pê Rêber in. Ew li pê kê ye? Li pê min. Hûn ne ji min têdigên, ne ji Rayber. Gelo Rêber bû ya Rayber bû. Ev Rayber ji ku derket, yaw? Serê min tevlihev bû. Mêjîyê min bû çelqemast. Gelo Rêberê Gelê Kurd û Rayber ji sergoyê tarîxê ne, ya ji gencîna tarîxê? Bê guman ji gencîna tarîxa me tirkan û ji sergoyê tarîxa parvekarên xoybûnxwazên kurdan in. Van camêran xwe ne ji sergo ne jî gencînê hiştine. Xwezîya min bi dilê wan… Çer yanê? Hema wer. Bi xoybûnxwazên wan nehletillah in, bi me û xwenezanên wan jî rehmetillah in. Ew qas. Bi rastî merivên bi ser xwe ra û di bin me ra ne. Ez we jî, xwe jî zêde nebetilînim. Ev tevlihevî gişk ji navên Rêber û Rayber derketin. Bi min wer tê ku Rêber nevîyê Rayber e. Lê dibe ku wer nebe jî. Ez ji jokerê xwe bipirsim. Alo Fatih, ev Rayber kî ye? Çi alaqa wî bi Rêberê me heye, ya jî tune ye, ji min ra bêje. Di television û rojnamê da behs meke. Yek caran navên wisa sosret tên bîra min. Nizanim bi kîjan zimanî ne jî. Ev jî bi wî zimanê nayê zanîn in, çi ne? Tu nizanibî, bipirse, û ji min ra bêje. Selamun aleykum.

Yekcaran dilê min reş dibe. Nizanim çi bikim. Dibêjim êdî rabia jî nikane min xelas bike. Emine jî ji vê gotina rabia qed hez nake. Jê bîz dike. Min çend caran jê ra got, ev gotin di zimanê Qurana pîroz da tê mana çar. Dîsa jî her cara ez dibêjim rabia vediciniqe. Dike qîje wîj. Dibêje Rabia kî ye? Mala wê li ku ye? Qîza kê ye? Tu çima pê ra digerî? Qaşo ereb e, bi qurbana ereban be. Kur ji dayîkê xerabtir e. Tiştek nakeve serî. Ez nizanim çi bikim. Hîna duh jî pirsî, got, baba, Rabia ev cîrana me a mala wê li kolana jorî mala me nine? Xwîyaye dîsa dayîkê pîj kirîye, gotîye ji bavê xwe mala wê hîn bibe, ez’ê herim ranên wê ji hev biqetînim. Ew qaltaxa ji serê me ra bûye bela. Bavê te Rabia dibêje û tiştekî din nabêje. Ez êdî naxwazim pê ra herim meetingan jî, malmîrato carekê jî nabêje Emine, her roja xwedê Rabia û Rabia. Nizanim wê qaltaxê çi pê daye xwarin û vexwarin? Jê ra nivişt çêkirîye, çi ye? Devê wî grê daye, serê wî grê daye. Heşê wî grê daye. Navrana wî grê daye. Her derê wî grê daye. Bendek kirîye stû û li pê xwe digerîne. Êdî di xew da jî dibêje Rabia. Ez nizanim çi xwelîyê li serê xwe kim? Ez çiqas jê dipirsim dibêje çar e. Xwîyaye yek jî nine, çar in. Navê her çaran jî Rabia lê kirîye. Waweylê! Eyba reş, fedîya gran. Dîsa çi pipita te ye. Ez çi dibêjin, tu çi fam dikî? Rabia navê meydanekê ye. Hejmara çar e. Te got çi? Min her çar li meydankê dîtine? Ev ji ku derket îcarê? Tu van gişkan ji wan zencîrefîlmên bê terbîye hîn bûyî. Ez’ê sibe ji RTUK ra bêjim bira wan gişkan ji weşanê rakin. Ew jî feqîran ji bo qedexe bikin hewqas li wan film û websiteên erotic û pornographic dinihêrin qurufîne, heta dibêjin gelekên wan ji mêrtî û jintîyê jî ketine. Bi emrê min ew dê gişkan bi carê ji weşanê bavêjin. Ez ketime bextê te filmên min ji weşanê rameke, tu û her çar Rabiayên xwe li hev pîroz bin. Hûn dibînin çi dibêje ne? Ji bo fam neke çi ji destan tê texsîr nake.

Baş e ku bi ser min ra Xwedê heye. Rêberîya min dike. Pêximber alîkarîya min dike. Di bin min ra jî hûn hene. Rêber heye. Şênîyên Mala Rêber hene. Binêre min dîsa got “Rêber”. Berî ku Fatih ji min ra têl bike, ez’ê bi ûsila xwe ji vê meselê ra çarekê bibînim. Dema ez diçûm mektebê, xwendedanê min ê mathematickê em hînî algebrayê kiribûn. X, Y, Z tim li pêş çavên me li ser text dinivîsîn, lê digot wenda ne. Çavan didît, lê mêjî cihê wan û hêjahîya wan nizanibû. Her sê li pêş çavên me, li ser textê reş dinivîsîn, paşê digot X û Y û Z bibînin. Heta me her sê didîtin canê me derdiket. Ez’ê bi hesabê algebrayê ji vê meselê ra çarekê bibînim. Rayber X, Rêber Y û Ez jî Z bim, Rayber Rêber be, Rêber kî ye? Rêber Rayber be Rayber kî ye? Bersîv rehet e. Rêber X, Rayber Y û Ez Z. Gişk li ser hev ya jî li ser hev û bin hev, li bin hev û ser hev, li pişt hev û ber hev, bi hev ra dikin X, Y, Z. Rêber ji Rayber be, Y li pê X tê. Z bi alîkarîya X di şîvê da Y dixwe. Encam Rayber û Rêber ji bo berdewamîya serdestîya miletê me lazim in. Ewqas. Baş e ku ew xwendedanê rûtirşê mathematickê li vira nine. Ew’ê dîsa hêrs bibûya, bigota ez’ê rabim bi X û Y û Z a te da birîm. Her cara ku min diçû li ser textê reş bersîva pirsekî dinivîsî ji hêrsan dikir ku dîn bibe. Ez ji berê da ji pirsên wisa hez nakim. Mêjîyê meriv çelq dikin. Baş e ku hat bîra min. Pirsên wisa di îmtihanan da ji zaran dipirsin. Ez’ê sibe bêjim bira pirsên algebrayê ji kitêbên pirsan derxin, û pirsên mentiqê ji bidin ser. Heta bira mentiqê jî rakin. Gelo ez bêjim îmtîhanan rakin çêtir nabe? Mesele ji binî da hel dibe. Mesela wan rojan min çend heb ji bin da rakirin. A baş ew e ez ewqas serê xwe bi van tiştên fanî ra neêşînim çêtir e.

Mesela bandan çi ye? Kî dixwaze bi van çi bike? Bersîv hêsan e. Ev gişk panên Dewleta Parallel û Mala Xocê Yanokoyê Fille, Mala Reşo û Mala Kemo ne. Ax Fethullah Xoce Efendî ax! Ez çer bûm xax! Kesî ji min ra negot wax! Dîsa dilê min tenik bû. Mîna peşkên barana payîzê hêsir ji çavên min tên xwarê. Xoce Efendî jî pir xweş digirî. Ax feleka xayîn ax! Me’ê ev roj jî bidîtana? Ev fen û fût in. Pîjkirinên dewletên imperialist in. Dihat bîra kê ez’ê rojekê ji America û Europayê ra bêjim imperialist.

Bandên deng û video gişk pîjkirinên FETO ne. Dixwazin gendelîyên xwe bixin stûyên min feqîr û belengazê Xwedê. Ji xwe ew dengê min nine. Ew videoyên min ninin. Çûne li çar alîyên dinyayê gerîyane, cêwîyê min dîtine. Bi technologya hemdem deng dayêne. Ev dengê nuka tê we jî dengê min nine. Ev merivê nuka hûn dibînin jî ez ninim. Heta ez bi xwe jî ez ninim. Xwezika min zanibûya ez kî me. Xwîyaye meriv hinek tiştan nizanibe çêtir e. Erê, ev ji serî heta dawî gişk montage in. Doublage in. Photomontage in. Bagage in. Garage in. Ev bagage û garage ji ku derketin, heyran? Ma ez neçar im hemî gotinên bi suffixa -age diqedin li pey hev rêz bikim. Ez rebenekî Xwedê me.

Me Mala Teyo kefenê xwe li xwe kirîye. Em ji kuştin û mirinê natirsin. Ez malên xwedî bandên deng, CD û videoyên kuştin, nîhan, lixwemikurhatin, û gendelîyan pîroz dikim. Carê lê binêrin, bi awayekî şaîrane bi kafîye bersîvê didin botanên Mala Reşo û Xocê Yankoyê fille. Govendek bê serî û bê dawî digerînin. Gişk bi hev ra distrên: Montage e, montage e wey lê lê. / Doublage e, doublage e wey lo lo. / Hay lê gulê, hay lê gulê. / Yen yena ha, yena ha / Son sona ha, sona ha. Kî di serpêşîyê da ye? Bê guman ez, serekê bê mirin, Teyo Reis.

Welatîyên min ên bin ban û ser banan, guh medin van dek û dolaban. Guh medin van montage û doublage û photomontagean. Hûn merivên zîrek in. Hûn dîndar in. Hûn merivên ji Xwedê ra ne. Buhuşt tevî heftê horî û kezîzerên xwe li benda we ye. Çemên şerawê li benda we ne. Hûn şoreşger in. Hûn welatparêz in. Hûn socialist in. Hûn communist in. Çiqas tiştên rind hebin hûn ew in. Hûn rûmeta merivahîyê ne. Hûn ronîya çavên min in. Hûn hûn in. Lê ez? Erê, ez kî me? Hat bîra min. Ez montage im. Ez doublage im. Ez photomontage im. Ez feqîr im. Ez xerîb im. Ez guneh im. Alî min bikin, bira perê kefenê me feqîrên Xwedê negirin. Em şerm dikim şilf û rût derkevin Dîwana Bilind. Ê we her tiştê we heye, ê me rebenên xwedê tenê perê kefenê me heye. Çav bermedin wî jî. Kî çav berdê ewê çavên wan birijin.

Heke hûn bandan guhdarî kin, hûn li wan videoan binêrin, ez dê çavên we derxim. Ez dê guhên we jêkim. Hûn zanin welatê me di karên wisa da bi nav û deng e. Hitlerko, Stalînko, Lenînko, Kemalko, Xumeynîko, Seddamko, Omerkoyê Sûdanî, Pûrtokê ûris û ji sedî nod û nehên serekên dictator, terminator, û cihadistên politica dunyayê gişk bi min ra ne. Bela xwe di min û mala min medin. Ya na ez’ê bela xwe di we bidim, êdî kes nikane we ji nav lepên min derxe. Hûn’ê çem û çem herin. Ez’ê bê pirs û bersîv we bê kar û bê mal bêlim. Ez’ê nanê we jî bigrim. Hûn’ê ji birçîna gewer bibin herin. Min mekin rihîstanê xwe. Gunê we bi min nayê, bira bi we bê. Hûn qîza çardeh salî, ez Xalê Cemîlê heftê salî me. Mekin! We gune ye. Paşê stranan mavên ser min. Xalê Cemîl, Xalê Cemîl wez gune me / Xalê Cemîl emrê te heftê ye / Ez çarde me / Xalê Cemîl, Xalê Cemîl. Lê ewê êdî bi kêr neyê. Ji stranên xwe dersekê derxin. Na, na ders mers megirin. Bêlin bira Xalê Cemîl karê xwe bike. Hûn jî gazinên xwe…

Medin pey Gandhi’ê qirût û Mandela’ê reşik. Ne ew heftê û heft bavên wan jî ji mezelên xwe rabin nikanin we ji xezeba min xelas kin. Heke hûn guh bidin wan, hûn’ê bibin peyrewên wî Xocê Yankoyê Fille jî. Xwedê neke, hûn’ê bibin terroristên Dewleta Parallel. Hûn’ê bibin hemkarên imperialistan. Hûn’ê bibin heval û hogirên terrora parvekar. Hûn’ê ji dîn û îmanê derkevin. Hûn’ê bibin xaîn. Hûn’ê bibin nationalistên kevnikî. Hûn’ê bibin tirşikçî. Hûn’ê bibin neyarên merivahîyê. Baqil bin, min li xwe meynin xezebê. Bi Xwedê û Pêximber, ez’ê bînê li we biçikînim. Ji xwe kesên berdestîya min û mala min nekin gişk terrorist in, anarchist in. Xwedê jî nas nakin. Nuka hûn’ê bêjin tu çiqas nas dikî? Mebêjin! Çimkî di kitêba min pîroz da ne Xwedê, ne Pêximber, ne Şeytan, ne jî fêrişteh hene. Min ji we ra gotibû tê da ji deh hezarî pirtir navên pere hene. Ez nikanim bersîvê bidim pirsên wisa alaqa wan bi min ra tune. Xwe jî min jî melewitînin. Êdî bes e! Êdî bes e? Ev slogana terroristan ji ku hat bîra min? Ya basta! Xwîyaye ez hiş bim çêtir e. Dîsa di devê min da gotinên xerîb xwe li hev diqelibînin. Şeytan jî ji qal û belayê bi vir da dibêje, sekin tune, bi rîya xwe da here. Ev gotin ji min dizîye. Çimkî cara pêşîn min ev gotîye. Ez hîna jî dibêjim. Ez’ê glî bikim. Çend hezar dollarkên xwe jê bigirim, qîyamet ranabe. Min malik li Kemalê qirût şewitand. Min ewqas pere jê birîye, di demek nêzîk da ewê perê şorbê jî pê ra nemîne. Ew jî mîna gelek merivên Mala Kemo zaf bê ar e. Bi zimanê xwe nikane. Dadgehên min, dadger û dozgerên min bol bol pere jê digirin û didin min.

Wan rojan yekî ji min pirsî, got tu ji kîjan rengî pir hez dikî. Min hema bersîv dayê. Helbet ji rengê kesk hez dikim. Çimkî dollar kesk in. Ji rengê zer hez dikim. Çimkî zêr zer in. Ez ji we ra rastîyê bêjim. Lê bira di nav me da bimîne. Ez ji rengên hemî awayên pere û kevir û metalên bi qîmet hez dikim. Ma meriv çawa kane jê hez neke? Ji dûr ve jî mîna stêrkên li ezmanan dibiriqin. Dibêjin kûvîyên Australiayê gotine dema avên oqyanûs û zeryan bê masî man, dar û ber bê dar man ewê xwedîyên pere û pol têbigên ku tiştên di destê wan da bi kêrî gûyekî jî nayên. Ez serê xwe bi gotinên bi mane ra naêşînim. Dema derim locandê jî dibêjim ka bê mane ji min ra tirşikekê bîne. Meriv bi mane çawa tirşikê tîne, wê jî nizanim. Li cem me bûye edet, em berî her xwastinê dibêjin bê mane. Wan rojan Wezîrê Edaletê jî bi tesîra min ji Edaletê ra gotî, jinik ka bê mane carê bide. Ji ber ku navê jina wî Edalet e, min ew kir Wezîrê Edaletê. Jina wî jî gotî here bira dayîka te bê mane bide te. Rewşa edaletê li welatê me eynî wisa ye. Xwîyaye ev gotina bê mane jî bi qasî a bi mane li serê me bûye bela. Ez yek caran dibêjim ez gotina mane heram bikim, bira êdî kesek pê qise neke. Yekcaran dibêjim vajnaman jî heram bikim. Gelek gotinên bê terbîye tê da ne. Îcarê ewê çawa helal bin? Vê pirsê ji min mekin. Herin ji miftî bipirsin. Herin ji qadî bipirsin. Ji mele bipirsin. Ji şêx bipirsin. Karê min tune ez bi merivên tewşên mîna we ra zemanê xwe ê hêja derbas bikim? Min got selamun eleykum Bilo. Tu li malê yî? Xwenga te hat malê? Em dest bi karê xwe bikin. Wan peran zû ji malê derxe, bibe veşêre… Mala FETO, Mala Reşo û Mala Kemo bêhna dollar û euroyên me girtine. Hinek kesên ji Mala Rêber jî alî wan dikin. Zêde dirêj meke, mala Reşo bi rîya sîxurên FETO me guhdarî dike. An jî FETO bi alîkarîya sixurên Mala Reşo me guhdarî dike. Dawîya dawîn eynî gû ye. Min ji te ra got drêj meke! Tiştê min got bike û hew. De hadê selamun eleykum. Eleykum selam.

We ez naskirim, ne? Ez demekê melê Stenbolê bûm. Wan deman min xwast ez navê xwe bikim Îmamê Ummetê. Mixabin Xumeynîkê Parsekan berî min ew nav girtibû. Nuka jî ez serekwezîrê we me. Bibuhurin paşayê dawîn ê Osmanî me. Dîsa bubuhurin xelîfê pîrozê ummetê me. Carek din efû bikin, rastî hat bîra min, ez serekê dewleta we me. Ez’ê bibim serek. Hûn’ê bibînin. Actually I am the President of the United Islamic States (Bi rastî ez serekê Yekitîya Dewletên Îslamî me.) Alo Fatih, kuro ez bi kîjan zimanî dipeyivim? Tê bîra te wî quzxwarê îtalyan, navê wî Sergio Berloscuni bû çi bû, yarîyên xwe bi min kiribûn, gotibû, serekwezîrê we bê tirkî bi zimanekî din nizane. Ferqa wî ev e. Bi min kenîya bû. Bi min! Min di kunê nîhao, waye ji quzxwarîyê ceza dayêne. Sinik dane dest, kuçe û kolanên Romê pak dike. Baş e ku mala min li wan deran nine. Kî çi zane ewê ji gendelî û mirdarî û gelek rûdanên din ên pîs û genî cezakî çiqas gran bidana min. Hey gidî dinya! Ez te guhdarî dikim Fatih. Serekê min ê hêja û payebilind zimanê tu nizanibî hîna ji alîyê Xwedê ve nehatîye dayîn. Silvio wer gotîye, gûyê te xwarîye. Di zanîna zimanan da Hezretî Silêman li ber te nikane devê xwe veke. Tu bi her zimanî û her tiştî zanî. Fatih, bi Xwedê, bê te êdî kes ji min fam nake. Madem ez her zimanî zanim, çima bê te kes ji min fam nake? Bersîva pirsê mede. Başe ku tu heyî. One minutes, Fatih… Dibêjin, Reşo li ser têlê ye. Îcar ew çoyê baseballê çi ye li ber masa wî? Xwîyaye dixawze tirsan di min bifirîne. Min di te firando Reşo. Ma qey ez vê ji te ra dêlim. Çend sal şûn da tu’ê biqewitî ji wê derê herî, lê ez li vir im. Heta ku bimrim li vir im. Kesê min ji ser text daxîne hîna nehatîye dinyayê, û ew’ê neyê jî. Li vir im.

Ax ax, ev merivên bi serê xwe jî nebûna… Merivên bi serê xwe. Merivên bê xwedî. Merivên terrorist. Merivên Xwedê nas nakin. Merivên Xwedê bela xwe bidê. Merivên rastgo. Merivên bi serekê pîrozê diwarojê bawer nabin, rabûne bi qûna xwe a bi gû ji min ra dibêjin dizek, genî, gendel, sofîk, mirdar, mêrkuj, xwînî, cîhadist û nizanim çi. De were dîn mebe! Ez di vê hilbijartinê da jî bi ser bikevim, ez zanim ez dê çi bînim serê wan. Ew hîna min nas nakin, nizanin bi rastî ez kî me. Min wê salê sîh û çar gundî û gelek qantirên Robozikîyan bi qehramanan dabûn kuştin. Min li çend şar û şaroşkan di meetingên wan da bombe dabûn teqandin. Bûbûm rihîstanê wan. Lazim be, ez’ê vê carê jî bi Mala Rêber ra malên wan wêran bikim. Ez’ê agir berdim şar û şaroşkên wan. Ez’ê gelek taxên wan bi erdê ra yek bikim. Lazim be ez’ê bibim hevalê Pûrtoyê ûris jî. Te got çi, Fatih? Serekê min, navê wî Pûtîn e, ne Pûrto ye. Ha Pûrtîn ha Pûrto çi ferq dike? Tu’ê bibînî ez’ê çi bînim serê van kafir û minafiqên çav berdane perê kefenê me rebenên Xwedê. Ez’ê bi camionan çek û teqemenîyan bidim mucahîdên Dewleta Îslamê. Ez’ê warê parvekaran di bin ningên mucahîdan da binalînim. Ez’ê bi tirba Silêman Şah, bi rihê Eşmê wan bibim çeşmê û tî vegerînim malê. Ew’ê qenc û xweş bibînin ez kî me. Ez Dizekê Mala Xwedê me, ne melayê ser mîmberê…

Not: Ev çend sal in ji bo gavên ber bi kurmancîya formal xurttir bibin ez nivîsên xwe bi piranî bi kurmancîyek gran dinivîsim, lê heta ji destê min hatî min hîkayet û ironyên xwe bi zanetî bi kurmancîyek sivik nivîsîne. Peyvên ji zimanên latin û german wekî xwe hatine nivîsandin, wate bi îmla Celadet Bedirxan nehatine nivîsandin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev