“Qulingê Birîndar” li Ermenistanê xelat wergirt

“Qulingê Birîndar” li Ermenistanê xelat wergirt

Belgefîlma derhênerê Kurd Kerem Tekoglu ya bi navê “Qulingê Birîndar” li Ermenistanê xelat wergirt.

Yekîtiya Sînemakarên Ermenistanê, ji berhema “Qulingê Birîndar” a derhênerê Kurd Kerem Tekoglu re xelateke taybet da.

Xelat ji aliyê Serokê Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Mişmişa Zêrîn a Êrîwanê Harutyan Xaçaturyan ve hat dayîn.

Kerem Tekoglu ji Rûdawê re ragihand, ku belgefîlma “Qulingê Birîndar” behsa çîroka jiyana Seyadê Şamê dike ku yek ji dengên herî navdar ên Radyoya Êrîwanê ye û herwiha ev belgefîlm di gelek festîvalan de hatiye nîşandan.

Tekoglu destnîşan kir, ku belgefîlma “Qulingê Birîndar” di sala 2017an de temam bû û li Êrîwanê ji aliyê gelek rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û sînemakaran ve hat temaşekirin.

 

 

Derhênerê Kurd diyar kir, xelata ku wergirt wî kêfxweş dike û got: “Seyadê Şamê bi belgefîlmê bi salan li Êrîwanê bû. Xelat nîşan dide ku gelê Ermenî giringî didin çand û zimanê Kurdan. Ez hêvî dikim ku ev xelat di navbera sînemakarên Kurd û Ermenî de bibe pirekê. Giringiya ku gelê Ermenî didin çand û zimanê Kurdan, ez gelek bextewar kirim.”

Kerem Tekoglu da zanîn ku ew xelata xwe diyariya kesên ku bi ziman, wêje, çand û hunera Kurdî re eleqedar in dike.

Belgefîlma “Quligê Birîndar” behsa jiyana dengbêjê navdar ê Radyoya Êrîwanê, Seyadê Şamê dike.

records Source:http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/13102018

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev